îmaretî bebey dwayî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 8 Xulek  1155 Dîtin

ełên binaẍey em îmarete, le teřef feqê eḧmedewe danrawe û em emîre le xanedanî soran û le ’eşîretî nûreddînî pijder (pişder) buwe. derḧeq be serguzeştey em zate, be’zê řîwayatî naw pişder heye. xulase feqê eḧmed, gelê kesî le xoy ko kirdotewe û ’înwanî bebey dawe be xoy û berebere quwetî peya kirduwe. le dway ew, silêman bebey kuřî cêgey girtotewe û be esłî mu’esîsî em îmarete danrawe û zor aza û mezbût buwe. le sistî û bêkareyî ḧikûmetî erdełan îstîfadey kirduwe û le 1106 h (1694 m)da be’zê cêgey le erdełan dagîr kirduwe. bełam sałî dwayî leşkirêkî zorî êran û erdełanî hatote ser û şikandûye û le dway eme, silêman beg çû bo estamoł û le paş beynêk bote muteseřîfî edirne û lewê wefatî kirduwe (1115 h).

le dway silêman beg, beşêkî xakî bebe kewtote des ’eşîretî zengene û beşêkîşî be des kuřanî silêman begewe mawe. lemane bekir beg ẍelebey senduwe û berebere wiłatî bebey gewre kirduwe û ḧidûdekey le sîrwanewe geyandote zêy koye.

zahîr waye ke bekir beg çawî biřîbuwe kerkûkîş û le ser ewe legeł ḧikûmetî ’usmanî têkçuwe û beẍday hatote ser û kujrawe (1129 h) û pênc sałêk xakî bebe le jêr îdarey ḧikûmetî ’usmanîda mawe û lem beyneda «xane paşa»y birazay bekir beg wirdewrde legeł ḧikûmet řêk kewtuwe û le 1134h.da be dereceyek wiłatî bebey hênawetewe jêr xukmî xoy.

xane paşa legeł ḧesen paşay walîy beẍda çuwe bo seferî êran û îdarey erdełanîşî dirawetê. le şeřî eşref xanî efẍanî û leşkirî ’usmanîda (1139 h) lay eşref xanî girt û buwe sebebî şikanî leşkirî turk û ta mebadîy dewrî nadir şah, erdełanî be desewe ma û wiłatî bebeş be des xalîd paşay birayewe bû. le zemanî xalîd paşadaye ke îmaretî bebe û soran kewtûne şeřewe û beşî koye kewtote des bebe. nadir şah le sałî 1143 h erdełanî le des ḧakmî bebe send û le 1156 h.da wiłatî bebey da be selîm paşay kuřî bekir beg. ḧikûmetî beẍda eywîst silêman paşay xalîd paşa bika be ḧakmî bebe û em de’waye buwe sebebî şeř û şorêkî zor.

silêman paşay walîy beẍda le 1164 h.da çwar qonaẍ le jûr beẍdawe legeł selîm paşay bebe şeřî kird û şikandî û silêman paşay kird be ḧakmî bebe û em emîre çwarde sałêk ḧikûmetî kird û muddetêk le teřef miḧemed paşay kuřî xane paşa û selîm begî bekir begewe nařaḧet kira û be’zê car, wiłatekeşî le des çuwe. nîhayet walîy beẍda le 1174 h.da leşkirî miḧemed paşay le ser çemî narîn şikand û miḧemed paşa le naw çû û selîm begîş çend carêk hate ser wiłatî bebe, bem [teřḧe] hîçî bo nekira.

le dway wefatî silêman paşay walîy beẍda, ebu leyle, silêman paşay ḧakmî bebe, le ser meseley wîrku, legeł walîy beẍda têkçû û le 1175 h.da be leşkirewe řûy kirde beẍda û le nizîk kifrî legeł leşkirî beẍda kewte şeřewe. bełam şika û çû bo êran û lewê kira be walîy erdełan. bełam le dway dû sał, le teřef ’umer paşay walîy beẍdawe dîsan kirayewe be ḧakmî bebe û muddetêk îdareyekî başî kird; ḧidûdî bebey geyande zehaw û řanye û koye. xalîd beg (weya ’elî beg)y kuřîşî, ḧakmî erdełan bû. nîhayet le 1178 h.da le qełaçwalan be kuşt çû.

le dway silêman paşa, miḧemed begî biray kira be ḧakmî bebe. le paş beynêk legeł eḧmed paşay biray têkçû û emnîyetî be ḧikûmetî beẍda nema û ’usyanî kird. nîhayet walîy beẍda leşkirî kirde serî û wiłatî bebey lê send û eḧmed paşay biray bû be ḧakim. bełam zorî pêneçû miḧemed paşa be leşkirêkî êranewe hatewe û qełaçwalanî zewt kirdewe. le 1192 h.da be yarmetîy leşkirî êran, wiłatî bebe kewtewe des eḧmed paşa û çend sałêk be desyewe ma û le sałî 1193 h.da û le weqtêkda ke be leşkirewe eçû bo beẍda, wefatî kird û ḧakmyetî wiłatî bebe kewte des meḧmûd paşay biray. dewrî em emîre piř le şeř û şore. çend def’eyek řûy le ḧikûmetî ’usmanî wergêřa û nîhayet le êranda le naw çû.

ḧikûmetî bebe kewte des îbrahîm paşay kuřî eḧmed paşa. em emîre řeşîd û ’aqłe, şarî silêmanî dirus kird û merkezî îmaretî, le qełaçwalanewe birde ewê (1199h / 1784 m).

le 1202 h.da ’usman begî kuřî meḧmûd paşa kira be ḧakmî bebe û be leşkiryewe îştirakî ḧerekatî muntefekî kird, bełam ḧikûmetî beẍda le dwayîda le fîkirî xirapî derḧeq be ḧikûmet kewte şubhewe û ḧepsî kird û dîsanewe îbrahîm paşay te’îyn kird. bełam ḧikûmetî duwem carî em emîre, le sałê zyatir tûlî nekêşa û ḧikûmetî bebe dira be ’ebdulřeḧman paşay meḧmûd paşa. em zate zor aza û bekar û ḧerîsî ḧukmidarî bû. teqrîben be fasîleyekî kem û zor, bîst û çwar sałêk ḧakmyetî kird. dû car le derbendî bazyanda û def’eyek le nizîk kifrî, şeřî legeł leşkirî beẍda kird û le dwayîda legeł ḧalet efendî û leşkirî mûsił, bo temêkirdinî silêman paşay walîy beẍda çû û le se’ate řêyekî em şare, silêman paşay şikand û beẍday girt û zor hewłî bo walîyetî beẍda da, bełam ḧikûmetî ’usmanî neydaye.

dewrî îmaretî ’ebdulřeḧman paşa zor be şeř û şor řaburd. řiqeberî û dujminayetî legeł xalîd paşay amozay, zorî xerîk kird û bo wiłateke şeř û zererêkî zorî bû.

le dway ’ebdulřeḧman paşa, ḧikûmetî bebe kewte des meḧmûd paşay kuřî (1228 h). le dway çwar sał, bê sebeb ’ezil kira. bełam be yarmetîy quwetî êranewe, ’ebdułła paşay xelefî şikand û îmaretekey neda be desewe. le zemanî em emîredaye ke defterdar dawid efendî (meşhûr kulemen dawid paşa), le řiqî walîy beẍda hatote lay emîrî bebe û be me’awenetî leşkirî bebewe beẍday le se’îd paşa zewt kirduwe û bote walî. ta muddetêk beynî walîy beẍda û meḧmûd paşa zor řêk bû. bełam le dwayîda têkçû û meḧmûd paşa be yarmetîy êran zor baş xoy řagirt. le paş îltîcay ’ebdułła paşa, leşkirêkî nard be firyay meḧmûd paşawe, bełam em leşkire xirap şika û silêmanî kewte dest ’ebdułła paşa.

le dway geřanewey leşkirî êran û wefatî şazade miḧemed ’elî mîrza, meḧmûd paşa quwetêkî pêkewe na û ’ebdułła paşay le xakî bebe derpeřand.

le dway muddetêkî kem beẍda leşkirî kirde serî û meḧmûd paşa dîsanewe silêmanîy becê hêşt. bełam le dwayîda ḧikûmetî beẍda û êran, řêk kewtin û meḧmûd paşa kirayewe be ḧakmî bebe û ’ebdułła paşa bû be ḧakmî koye (1239 h).

le dway meḧmûd paşa silêman paşay biray bû be ḧakmî bebe û heşt sałêk dewamî kird; bełam zor car meḧmûd paşa nařaḧetî ekird.

le dway wefatî silêman paşa, ḧikûmetî bebe dira be eḧmed paşay kuřî. eḧmed paşa emîrêkî aza û şareza bû. bo tequye û tewsî’î îmaretekey, zor fîkirî baş bû. le pêş hemû şitêkda binaẍey leşkirêkî muntezemî dana. herçende meḧmûd paşay mamî, le kołî ne’ebuwewe û zû zû leşkirî ehênaye serî, dîsanewe le fîkirî xoy layneda û le 1258 h.da be tewawî xoy damezrand.

beşî dwayî dewrî eḧmed paşa, ewende me’lûm nîye. ełên em emîre, beramber beẍda serbexo bû û le weqtêkda ke koyey muḧasere kirdibû, meşhûr kuzlikilî necîb paşay walîy beẍda, legeł ’ebdułła paşay biray eḧmed paşa be leşkirêkewe hatûne serî. bełam zor siłyan lê kirduwe. le paşda şewêk tequtoq le naw leşkirî eḧmed paşa peya ebê û leşkirekey biławey eka. eḧmed paşa be na’îlacî geřawetewe silêmanî û bo leşkir kokirdinewe çote şarezûr. ta geřawtewe, necîb paşa silêmanîy dagîr kirduwe. le dway ewe, eḧmed paşa çote êran û be wasîtey sefîrî ’usmanîyewe ’efu kirawe û çote estamoł (bo tefsîlî eḧwałî, lazme temaşay kitêbî «kurdanî benawbang = mişahîr alakirad» bikirê).

le dway eḧmed paşa, be ’înwanî qa’îm‌meqamî, ’ebdułła paşay biray çwar sał le silêmanîda ma û le dwayîda mîr lîwa îsma’îl paşa kira be qa’îm‌meqam. lew řojewe îdarey îmaretî bebe, be tewawî dwayî hat (1267 h/ 1851 m).