îmaretî baban

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  1442 Dîtin

şerefname bebey zor qedîm le êranda enwênê û ełê mu’esîsekey, pîr budaq beg buwe. eyaletî larcanî le ’eşîretî zerza, wiłatî soranî le ’eşayrî «şibwî» û «mişyakird» û sułdûzîşî le qizłibaş zewt kirduwe û ḧikûmetêkî gewre û beşewketî damezranduwe. em emîre, leqebî bebey buwe. le paş beynêk le řawda le teřef emîr seydî (ebî emîr ’elî) ḧakmî soranewe kujrawe. pîr budaq beg, wecaxkiwêr buwe. le ber ewe, budaq begî birazay hatote cêgey û nîhayet dû sałêk ḧukmî kirduwe û le dwayîda yekê le pyawekanî ke pîr nezeryan pê egut, îmaretekey lê zewt kirduwe.

le dway wefatî pîr nezer, esłî wiłatî bebe kewtote des mîr silêman û baqîş kewtote des mîr îbrahîm. em dû emîre beynêk be aştî her kese le mułkî xoyda îdarey kirduwe, bełam le dwayîda têkçûn û mîr silêman, mîr îbrahîmî kuştuwe û beşe wiłatekey ewîşî dagîr kirduwe û panze sałêk ḧakmî her dû la buwe. mîr silêman, çwar û mîr îbrahîm sê kuřî le dwa becê mawe û em îmarete le beynî em dû xanedaneda dayme bote sebebî şeř û de’wa. nîhayet le ewaxîrî dewrî sułtan silêmanî qanûnîda (926- 974 h), sincaẍî «merge» be des xizir beg naw mindałêkî kuřî mîr ḧisên kuřî mîr silêman begewe mawetewe û le dway wefatî em xizir bege, xanedanî mîr silêman le naw çuwe .