îmaretî bane

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 3 Xulek  1100 Dîtin

be gwêrey şerefname, em îmarete le pêş dewrî îslamîşda buwe û be keyf û îxtyarî xoy, dînî îslamî qebûł kirduwe. le ber eme, xanedanî îmareteke, be «îxtyareddîn» şoretî senduwe. eḧwałî pêşûy em îmarete le î’tîbarî zemanî mîrza begî kuřî mîr miḧemed begewe me’lûme. em emîre, ḧakmî qełay «pîruyî» û «şubwe» bû û kiçî pîke begî ḧukmidarî erdełanî mare kirdibû û le ser em kiçe legeł sułtan ’elî, ře’îsî ’eşîretî «titilc»y kurd kewtibuwe dujminayetîyewe. le dwayîda sułtan ’elî, tengî pê hełçinîwe û derîpeřanduwe û «qatnimş»y biray bote emîr. mîrza beg be yarmetîy xezûrî, wiłatî baney sendotewe û beynêk ḧukmî kirduwe.

le dway wefatî, budaq begî kuřî hatote cêgey. em emîre le daykêkî tir, miḧemed û uẍurlû naw dû biray buwe û legełî kewtûnete şeřewe û deryanpeřanduwe. budaq beg çote lay şah tehmasb û be yarmetîy şah, îmaretekey sendewe. bełam le dway beynêk le qezwên emrî xway becê hêna.

şah tehmasb, silêman begî biray budaq begî kird be emîr, bełam be teşwîqî mîr miḧemed û uẍurlûy biray, ’eşayrekey lê řast buwewe. le ser eme, leşkirêkî êran hat be firyay silêman begewe û qyam teskîn kira û mîr silêman, bîst sałêk ḧikûmetî kird. emîrêkî zor ’adił û ’aqił û lexwatirs bû. le ewaxîrî ḧikûmetîda kiçekey xoy le bedir begî birazay mare kird û îmaretekeşî daye û xoşî hełsa çû bo medîney munewwere û ta wefatî, lewê be ’îbadet û ta’et meşẍûł bû. em silêman bege, haw’esrî saḧêbî şerefnameye.

em îmaretî baneye, le zemanî mîr bedirda buwe tabî’î erdełan. musteşrîq řîç ke le sałî 1236 h.da be ser baneda řoywe, legeł nûrułła xanî ḧakmî bane mulaqatî buwe. axîr netewey xanedanî îxtyareddîn ke kerîm xan bû, le teřef yons xan naw xidmetkarêkyanewe kujra û bane kewte des ew yons xane. le dway beynêk, yons xanîş be des fetaḧ begî birazayewe kujra û bane kewte des ḧeme xanî kuřî yons xan. em ḧeme xaneş le ewwełî şeřî gewreda û le sałî 1333 h.da le teřef qwey seferîyey ’usmanî, îbrahîm bidlîsîyewe kujra û xanedanî yons xanîş dwayî hat û bane buwe qezayekî sabłax.