îmaretî soran

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 9 Xulek  1939 Dîtin

şerefname, kełos naw muhacrêkî beẍdayî be ceddî umeray soran enwênê û ełê em zate kuřî yekê le pyawmaqûłanî beẍda buwe; herçonê buwe, hatote naḧyey awan [= ewan] û le gundî hewdyan be şwanî řaybiwarduwe.

duqtor firîç ełê em nawî kełose le nawêkî ’ereb naka û ebê kurdî bê, çunke be kurdî nawe ke kesêk danî pêşewey kewtibê û paşan bê, kełos (= kel)y pê ełên.

waqî’en mutale’ey duqtor firîç le ’eqił nizîktire.

em kełose sê kuřî buwe: ’îsa, îbrahîm û şêx îdrîs. ’îsa kuře gewrey buwe û zor aza û mezbût û xoşsoḧbet û sexî buwe. le ber ewe, zor xoşewîst buwe. beynêk be’zê ẍeyre, ew nawe nařaḧet eken. xełkî naḧyeke bo def’î dujmin, ’îsa eken be gewrey xoyan û ’îsa le muddetêkî kemda zor kesî le dewrî xoy ko kirdotewe û qełay «ewan»y muḧasere kirduwe û legeł řefîqekanya le ser be’zê taşeberdî sûrî beramberî qełakewe, desî kirduwe be şeř û mudaf’înî qełakey çawtirsên kirduwe û xełkî qełake nawyan na «sûreberdî» û le dwayîda netewey emîr ’îsa be «soran» şoretî send .

emîr ’îsa nîhayet qełake zewt eka û îmaretêk da’emezrênê û be serbexoyyekî tewaw, muddetêkî zor ḧikûmet eka. le dway wefatî, şah ’elî begî kuřî hatote cêgey. beynêk îmaretî kirduwe, le paşda mułkekey le beynî mîr ’îsa û mîr ḧisên û mîr ’elîy kuřîda beş eka û xoşî dête qełay ḧerîr ke beşî mîr ’îsa buwe.

mîr ’îsa le paşda tûşî te’eřuzî pîr budaq beg buwe û le naw çuwe û mîr budaqî biray hatote cêgey û sumaqliqî le êran zewt kirduwe.

şah ’elî begî biray mîr ’îsa ḧakmî «şiq abad = şifa’abad» buwe. emîrêkî aza û řeşîd bû. bo ewey ke ḧeqî kakî le pîr budaq begî biray bebe bistênêtewe, legełî kewte şeřewe û nîhayet pîr budaq begî kuşt û berebere hewlêr û mûsił û kerkûkîşî le qizłibaş zewt kird û îmaretêkî gewre û beşoretî damezrand û be serbexoyî îdarey kird. ke emrî xway becê hêna, sê kuřî mabû: emîr seyfeddîn, emîr ’îzzeddîn şêr, silêman beg.

mîr seyfeddîn gila û wefatî kird. le ber eme, îmaret kewte des mîr ’îzzeddîn şêr û em emîre hewlêrî kird be merkez û muddetêk îdarey îmaretekey kird. lew beyneda sułtan silêmanî qanûnî eçû bo fetḧî beẍda; ke geyşte ew nawe, buxtanêkî gewre be mîr ’îzzeddîn kira û be emrî qanûnî gîra û kujra (941 h/ 1534 m).

qanûnî, le dway mîr ’îzzeddîn, hewlêrî da be ḧisên begî dasnî û em emîre le dway beynêk ke emîr silêmanî şah ’elî beg wefatî kird hemû îmaretî soranî girte des xoy. bem [teřḧe] le paş beynêk mîr seyfeddîn kuřî mîr ḧisên kuřî mîr budaqî şah ’elî begî lê řast buwewe û le dway şeř û de’wayekî zor, îmaretekey sendewe.

ḧikûmetî ’usmanî le mîr seyfeddîn ’aciz bû û sułtan ḧisên begî emîrî ’îmadîye û be’zê umeray kurdî tirî narde serî, bełam le ’odey nehatin. nîhayet be qisey ẍazî qiřan yosif begî emîrî biradost, çuwe estamoł û dexaletî kird. bełam sułtan silêman lêy qebûł nekird û kuştî.

le dway wefatî mîr silêmanî kuřî şah ’elî beg, qulî begî kuřî ke dî ḧisên begî dasnî îmaretî soranî zewt kird, çû bo lay şah tehmasb, bełam paş beynêk le teřef sułtan silêmanewe kira be ḧakmî «semawe». le dway î’damî mîr seyfeddîn, xełkî soran îstirḧamyan le estamoł kird ke qulî begyan be emîr bo te’în ka û waqî’en fermanî îmaretî bo nêrra û newaḧîy ḧerîrîşî diraye û nizîk bîst sałêk îdareyekî başî kird.

le dway qulî beg, budaq begî kuřî bote emîr û dû sałêk bê şeř û hera îdarey kirduwe, le paşda silêman begî biray lêy řast botewe û budaq beg xoy řanegirtuwe û çote lay sułtan ḧisên begî badînan û lewê be’zê îmdadî dirawetê û le geřaneweda le ’eqre wefatî kirduwe.

silêman begî biray, bebê řeqîb, îmaretekey bo saẍ botewe. emîrêkî ’adił [û] ře’yet‌perwer bû; le tarîxêkda be leşkirêkî syanze hezar swarîyewe çote ser ’eşîretî zaza û şikandûyetî û tałanî kirduwe. em ’eşîrete le estamoł şikatî lê kirduwe û sułtan murad wîstûyetî leşkirî bikate ser, bełam silêman beg lew weqteda çote ser êran û tałanêkî zorî hênawe û be’zê dyarîy başî narduwe bo estamoł; le ser eme, wazî lê hênrawe (994 h) û silêman beg be hemû layeka nawbangî biław botewe.

le dway wefatî silêman beg, ’elî begî kuřî bote emîr û legeł saḧêbî şerefnameda haw’esre. şerefxan ta zemanî em emîre basî soran eka û dwayî eḧwałî îmareteke ta êsta baş tedqîq nekirawe.

«tarîx ni’îma» ełê le 1039 h.da ke serdar xesrew paşa hate mûsił, mîrebegî soran û seyd xanî ’îmadîye be leşkiryanewe hatne lay. leme wa ḧałî ebîn ke le dway ’elî beg, mîrebeg bote emîr, bełam eḧwał û muddetî îmaretî, me’lûm nîye.

be gwêrey řaporî îdarey řewandiz , merkezî îmaret gah le «dwîn» û gah le «ḧerîr» û «kalîfanî» û řewandiz buwe.

zahîr waye ke umeray soran le ’esrî dehemda merkezyan le «dwîn qeła» buwe û ta tarîxî 1143 h (1730 m) lewê mawin. le dwayîda ḧikûmetî bebey silêmanî, tengî pê hełçinîwin û «şikelî beg»y emîrî soran, merkezî ḧikûmetekey birdote ḧerîr. silêman begî kuřî, le ser şaxî ḧerîr (giłesû), qełayekî meḧkemî dirust kirduwe û be’zê asarî tirîşî danawe û xidmetî ’îlmî kirduwe. ře’îs ’ulemay, şêx ḧeyderî malûranî bû. em zate le ḧerîrîş le des bebe necatî nebuwe û nařaḧet kirawe û le ’umrêkî ḧefta sałîda emrî xway becê hênawe û le ḧerîr nêjrawe.

be gwêrey řîwayetî miḧellî, em bege beynêk legeł ḧikûmetî beẍda têkçuwe û gîrawe û le beẍda ḧepis kirawe û lewê wefatî kirduwe û lem dewreda «xanzad»y xuşkî, muddetêk îmaretekey îdare kirduwe û zor asarî xeyrîyey becê hêştuwe.

’elî begî silêman beg, berbestî te’eřuzî bebey pê nekirawe û îmaretekey birdote gundî kalîfan ke le dołî «alana»da û le medxelî derbendî řewandizda buwe (1192 h/ 1778 m). derbendî řewandizî ke le paşda be nawî xoyewe be gełî ’elî beg şoretî senduwe, zor baş û le her dû serewe be qełay ser derya û sereşme qaym kirduwe û le dû awî řewandiz û balekyanîşda qełayekî bîna kirduwe.

le dway ’elî beg, «uẍuz begî gewre»y kuřî bote emîr û merkezî îmaretî birdote řewandiz (1201 h/ 1778 m) û berebere ḧukmî xoy geyandote sîdekan, hawdyan û deştî dyana û ’eşayrî gawrî ew nawey hênawete jêr desî xoy.

eḧmed begî kuřîşî, îmaretekey tewsî’ kird û «uẍuz begî biçûk»y kuřîşî le ser şwênî bawkî řoyşit.

le zemanî îmaretî mistefa begî kuřî uẍuz begda serlenwê şeřî bebe destî pêkird û ḧetta beynêk merkezî îmaretîş muḧasere û tehdîd kira. bełam mistefa beg le netîceda leşkirî bebey şikand û şwênyan kewt û kuştarêkî zorî lê kirdin.

le dway beynêk mistefa beg bo biřînewey em şeře, fatme xanmî kiçî da be ḧisên begî kuřî meḧmûd paşay bebe û le dway em aştîye, desî kird be îslaḧî îmareteke û teymûrî biray kird be ḧakmî hefdyan û yeḧya begîşî kird be ḧakmî mentîqey sîdekan û biradost. miḧemed begî kuřî û xoşî le 1242 h.da wefatî kird.