îmaretî dasnî
Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
1 Xulek
1256 Dîtin
be gwêrey înisqilopêdyay îslam, em ’eşîretî dasnîye, le mentîqey dihokda buwe û em şareşî be desewe buwe. le dwayîda emîrî badînan dihokî le sincaẍî dasnî senduwe. le paşda ke sułtan silêmanî qanûnî çû bo fetḧî beẍda, ḧakmyetî hewlêrî le mîr ’îzzeddînî soran send û day be ḧisên begî ře’îsî ’eşîretî dasnî û mîr ’îzzedînîşî kuşt û le dway wefatî silêman begî biray, hemû îmaretî soran kewte des ḧisên beg.
lew beyneda le netewey umeray soran, mîr seyfeddîn kuřî mîr ḧisên le somaqilq bû, ke bîstî îmaretî soran dirawe be xanedanêkî ẍeyre, legeł ḧisên begda kewte şeř û herawe û le dway şeřêkî zor, ḧisên begî derpeřand û le dwayîda ḧisên beg bang kiraye estamoł û lewê î’dam kira.