îmaretî silêmanî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  967 Dîtin

şerefname, xanedanî em îmarete ebatewe ser sê kuřî axîr xelîfey emewî (merwanî miḧemed) û ełê em kuřane le dway lenawçûnî ḧikûmetî emewîye hatûne mentîqey qulb û be yarmetîy ’eşîretî banûkî (= banekî)y kurdewe wirdewrde ew naweyan ta dîcle dagîr kird û be’zê qeła û newaḧîşyan le ermenî û gurcî send û lew naweda ḧikûmetêkî başyan pêkewe na.

le heşt ’eşîretî gewrey em îmarete, be’zêkî sunnî bûn û be’zêkîşî bûn be yezîdî. beşî zorî, geřok bû û ’eşîretî «silêman lemane bû.

dîsan her be qisey şerefname, ebê mu’esîsî em îmarete, merwan nawêk bê. le zemanî pêncem piştî em emîreda ke «mîr dyadîn»yan pê egut, şah îsma’îlî sefewî peya buwe û emîr dyadîn legeł walîy dyarbekirî sefewîda baş řaybiwarduwe û ḧetta bote zawaşî. le paş wefatî em emîre, îdarey ḧikûmetekey kewtote des birazakanî û dû qołî lê peya buwe: xanedanî gilab û batman, xanedanî myafarqîn.

em dû xanedane ta mebadîy ’esrî bîstemî mîladî, ḧukim û nifûzyan be dereceyek mabû (înisqilopêdyay îslam, ciłdî 3, li 161)