ḧikûmet û îmaretî biraxoy

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 6 Xulek  1083 Dîtin

le ciłdî ewwełda basêkî kemî em ’eşîrete gewreyeman kirdibû, bełam le esił û îdarey qedîmî nedwabûyn. be gwêrey înisqilopêdyay îslam, le dway pişêwîy dewrî muẍul, le ẍerbî êranewe be’zê ’eşayrî kurd řûy kirdibuwe wiłatî kirman û le naw em ’eşayreda řenge em ’eşayrî «koç» weya kurdeş hatbê û legeł ’eşayrî «bilûc» le şaxanî wiłatî kirmanda cêgîr bûbê (ciłdî 1, li 636).

lemewe wa der’ekewê ke înisqilopêdya nazanê em ’eşayrî kurde key û çon hatûne kirman. bełkû tedqîqatî mu’erîxîn, em cîheteman bo saẍ ekatewe.

mîster kiřozon le kitêbe nayabekey xoyda ełê: «le sîstanda ’eşîretî kurdigelî heye ke qołêkin le kurdanî kurdistan le zemanêkî mechûlda hatûne êre û le wiłatî «ẍûr»da ḧikûmetêkyan be nawî «melîk kurd»ewe damezrandibû ke le 1245 m ta 1383 m, ye’nî 138 sał dewamî kirduwe» (ciłdî 1, li 228, ḧaşye).

zimanî ’eşîretî biraxoy be kurdigel meşhûre û hîç bedûr nîye ke em ’eşîretî sîstaneş qołêk bin lem ’eşîrete. zaten sîstan û bilûcistan yek le tenîşt yekewen.

înisqilopêdya zyatir tefsîlat eda û ełê çunke ’eşayrî biraxoy le qołî dirawîdî hînd nîn, ebê netewey ew ’eşayrî «koç = kurd»e bin, ke le dway îstîlay muẍul hatûne kirman û le dwayîda hatûne «mikiran» û le dwayîda be’zê ’eşayrî bilûc û efẍanîşî têkeł buwe û «biraxoy» bilûcistanî lê ḧasił buwe. em têkełî û yekyetîye ebê berebere bûbê, wekû çon ke be’zê le zimanî «dirawîd»yişyan qebûł kirduwe. ’eşayrî řuzî bilûc, beramber bem biraxoye xoy řanegirtuwe û berebere řûbeřûy řojhełat daxłî hîndistan buwe.

nadir şah ke çû bo hîndistan, wa dyare biraxoy yarîyey nedawe û be’zê le erazîy «kilhura»y hîndistanî zewt kirduwe û dawyetî be biraxoy. ’ebdułła xanî gewrey ’eşayrî biraxoy, legeł muḧîbet xanî kuřî, legeł bilûcî diracat kewtote şeřewe û erazîyekey dagîr kirdin. le dway beynêk legeł ’eşayrî «kilhura»ş kewtote şeřewe û kujrawe. lew weqteda muḧîbet xan û nasir xanî kuřî, lay nadir şah barimte bûn. muḧîbet xan le dwayîda kewte des eḧmed şahî tabî’ey efẍanda, îdarey biraxoy girte des û le «mikiran» û «kec»da îdareyekî bequwetî damezrand. eḧmed şah mentîqey «şal» û «mustang»yişî daye û be ser «las pilla» û «keraçî»yişda nifûzî peya kird, be’zê cêgeşî le hîndistan dagîr kird.

îşî here gewrey nasir xan, řêk‌xistinî îdare û teşkîlatî biraxoye, em ’eşayrey kird be dû beşewe: «serawan» û «çahlewan». ře’îsî ’eşîretî «řayzanî»y kird be ře’îsî beşî ewweł û beşî duwemîşî da be des gewrey ’eşîretî «zehrî». em teqsîmate be fîkirêkî ’eskerîyewe kira û her beşêk pêwîst bû ke le weqtî tenganeda leşkirêk bo xan binêrê.

nasir xan be teřḧê kesbî quwetî kird ke ehmyetî be eḧmed şah ne’eda û xoy be tabî’î ne’ezanî. le ser eme, le 1172 h.da eḧmed şah leşkirî lê kird û le mustang şikandî û nasir xanî le qełay «kelat»da çil řojêk muḧasere kird, bełam boy zewt nekira û na’îlac ma be şertî ewe ke nasir xan be naw be metbû’î bizanê, sułḧî legeł kird û leşkirî efẍan geřayewe. waqî’en nasir xan be serbexoyî îdarey wiłatî xoy kird û tenya le ḧerbida yarmetîy eḧmed şahî eda û be xoy û leşkiryewe aletî zeferî eḧmed şah bû. cur’et û cesaretî nasir xan û ḧusnî îdare û syasetî zor biłind û be’ehmyet bû û beřastî here gewretrînî ḧakmanî biraxoye.

nasir xan le 1210 h (1795 m)da be řeḧmet çû û meḧmûd xanî kuřî, ke hêşta mindał bû, hate cêgey behram xanî kuřî muḧîbet xan, ke le zemanî nasir xanîşda be’zê car nařaḧetî nwandibû û ’usyanî kirdibû, bełam hîçî bo nekira. legeł emeşda meḧmûd xan îdarey îmaretekey pê nekira û be’zê mułkî le des çû, «keraç le naw emaneda bû. meḧmûd xanîş le 1821m.da le naw çuwe û mîhreban xanî kuřî buwe emîr û le bawkî zyatir qabîlyetî nwand, bełam eḧmedyar xanî kuřî behram xanî lê řast buwewe û le netîceda le kelatda î’dam kira.

zemanî em emîre baş řaneburd. le řûy «dawid miḧemed»y «galzay»ewe be’zê le ’eşîretî «cahlawan»y biraxoy lêy cwê bûnewe. mentîqey «harane» û «daxîlî» le des çû û le řûy ḧîmayekirdinî «şah şuca’ elmelîk»ewe legeł ḧikûmetî «dewranî»y efẍanîş têkçû (1250 h).

le layekî tirîşewe be sû’î îdarey dawid miḧemedî serdarî û le dway ewîş le řûy bê‌me’nayî miḧemed ḧisênî xelefî dawid, legeł ḧikûmetî îngilîzîşda têkçû û quwetêk hate ser mîḧrab xan û kelatî muḧasere û zewt kird û mîḧrab xan lem şeředa kujra. be’zê le mułkî biraxoy dira be ḧukmidarî dewranî. «şah newaz xan»y netewey muḧîbet xan kira be emîrî biraxoy. le ser eme, kuře çwarde sałekey mîḧrab xan řaykirde lay ’eşayrî newşîrwanî û be’zê le ’eşayrî «serwan»yiş hucûmyan kirde ser kelat û girtyan. le netîceda şah newaz xan ’ezil kira û kuřekey mîḧrab xan be nawî nasir xanî duwemewe bû be emîr. qumandanî quwey seferîyey îngilîz esîr kira û le dway beynêk î’ade kirayewe cêgey xoy (1840 m) û sałê dwayî ḧikûmetî îngilîzîş řesmen î’tîrafî be xanîy kird û le 1843da îrtîbatî legeł efẍan biřa û bû be tabî’î ḧikûmetî hînd û ta îmřo [1936m] em ḧałe berdewame.

nasir xanî duwem le 1274 h/ 1857 m)da wefatî kird û xudadad xanî biray hate cêge. le 1893da ’ezil kira û mîr miḧemed xan bû be emîr û ta êsta [1936m] îdarey dewam eka (înîsqilopêdyay îslam, ciłdî 1)