ḧikûmetî şedadîye

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 5 Xulek  983 Dîtin

benu şedad ke derḧeqyan me’lûmat kem heye, le «erran»da le sałî 240 h ta 468 h ḧikûmetî kirduwe û lem tarîxî dwayyeda ke zorî wiłateke le teřef melîk şahî selcûqî zewt û îlḧaq kira, dîsan e’zay em xanedane ta nîhayetî ’esrî şeşem le gelê cêgeda (wekû gence û anî) be nawî ḧikûmetî selcûqîyewe îdarey umûryan kirduwe. muḧtemele em xanedane kurd bûbê. ew şare meşhûrane ke daxłî ḧikûmetî erran bû: nexcewan, gence, teflîs, dêreqîw, qerebaẍ bû. ehalîyekey legiz weya lezekî bûn.

le sałî 337 h (984 m)da mizeferî ḧakmî azerbaycan, salar merizban miḧemed, le ber derbendî «řey»da esîr bû. le dway eme memleketekey şêwa û umeray etřaf her kese boxoy le şaran û wiłatanê ke têyda bûn, î’lanî serbexoyyan kird. le naw emaneda miḧemed bin şedad bin kilutu nawêk le pêş hemûda xoy kird be ḧukmidarî «debîl» û le dwayîda be ḧakmî azerbaycan, û wa der’ekewê ke ta 344 h (955 m) bebê zeḧmet dewamî kirduwe û le dwayîda řûy kirde tenezul û le 360 h.da kuřekey, her wiłatî erranî be destewe ma.

lem sireyeda «fezlûn» naw ḧakmêk le «gence»da bû, řenge biray miḧemed bin şedad bûbê. kuřî miḧemed bin şedad ke ebulḧesen ’elî bin ce’fer leşkirî bû, heşt sał ḧikûmetî kird û le axrîda birakey, merizban, hate cêgey û emîş le paş ḧewt sał ḧikûmetkirdin le teřef birayekî tiryewe ke nawî fezil bin miḧemed bû le řawda kujra.

fezil bin ḧesenî îdarey xoy le lay ehalî xoşewîst kird û le cumley ef’alî, bînakirdinî pirdêk le ser awî aras bû. em zate le 422 h.da û le dway sełtenetêkî 47 sałî wefatî kird û kuřekey ke nawî ebulfetiḧ mûsa bû, hate cêy û le dway ḧikûmetêkî sê sałî, emîş le teřef kuřekey ke nawî ebulḧesen ’elî bû, îstîxlaf kira û em ḧukmidare [ta] 440 h dewamî kird. em ebulḧesene yekê le ḧamîyekanî şa’îr «qetran»e le genceda. le dway em, kuřekey, newşîrwan, hate cêgey û le dway sê mang wefatî kird û le dway emîş, ebul’eswar şawrî kuřî fezlî bû be ḧukmidar. derḧeq bem zate le eslafî zyatir me’lûmat heye, çunke zor car le teřef «ki’ebus»ewe le «ki’ebusistan»da beḧsî kirawe û îbnî esîr ełê «ertuẍrul beg» le dway fetḧî tewrêzî, ke hate gence (446 h), ebul’eswar çuwe lay û ’erzî te’zîmatî kird .

ebul’eswar le 456 h.da wefatî kird û elfezlî duwem menûçêhrî kuřî hate cêgey. ki’ebus ke le sałî 468 h.da nûsrawe, derḧeq be fezlûnî kuřî ebul’esware û wa dyare ke legeł wefatî fezlûnda û le îlḧaqkirdinî erran le teřef melîk şahewe îstiqlalî benî şedad dwayî hatuwe û le ber eme, te’qîbkirdinî tarîxî em xanedane zor zeḧmete.

xulase em fezlûne saḧêbî em îsme bû û bew teřḧe muxaberey legeł şa’îr «qetran» kirduwe û qehremanî gelê ḧîkaye û mîsale ke le ki’ebus‌nameda nûsrawe. zahîr wa dyare ke ḧukmî be ser gence û «anî» û «twîn»da carî buwe.

be gwêrey xanîkof, elfezil menûçêhir dû kuřî buwe: 1. fezlûn le weqtêkda ke melîk şah gencey zewt kird (481 h) ḧakmî ewê bû; 2. «ebul’eswarî duwem şawir»yiş le weqtêkda ke «anî» le teřef qeřał «dawîd»ewe zewt kira (518 h), emîrî anî bû. em ebul’eswar duwem şawre, meḧmûd naw kuřêkî bû, [ewîş kuřêkî bû ke] nawî qayî sułtan bû. derḧeq bem zate le lewḧeyekî nûsraweda ke le anî dizorawetewe, me’lûmat heye û tarîxî em lewḧeye 595 h (1198 m)e. lem lewḧeyeda xoy naw nawe qayî sułtan kuřî meḧmûd kuřî şawir bin menûçêhir elşedadî.

be gwêrey ew lewḧeye ḧukmidaranî benî şedad emaneye:

1. miḧemed bin şedad le 340 h.da le gence. fezlûnî eweł

2. ebulḧesen bin ce’fer leşkirî, 360- 368 h.

3. merizban ..... 368 h.

4. elfezil bin miḧemed, 375- 422 h.

5. ebulfetiḧ mûsa, 422- 425 h.

6. ebulḧesen bin mûsa leşkirî, 425 - ... h.

7. newşîrwan bin ’elî bin mûsa, 440 h.

8. ebul’eswar şawir bin elfezil bin miḧemed, 440- 456 h.

9. elfezil menûçêhir bin şawir (fezlûnî duwem), gence.

10. ebulmuzefer fezlûnî sêyem, gence.

11. ebul’eswar şawir bin menûçêhir, anî, 468 h.

12. ebulfetiḧ ce’fer bin ’elî bin mûsa, alan, 470 h.

13. meḧmûd bin şawir bin menûçêhir bin şawir bin elfezil, anî.

14. qayî sułtan bin meḧmûd bin şawir, anî, 495 h.