ḧikûmetî benî erdełan

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 21 Xulek  1720 Dîtin

be gwêrey «şerefname» û «çwar ’esrî dwayî ’êraq», em ḧikûmete zor gewre û bequwet buwe. be řîwayetî xełkî erdełan, em ḧikûmete zor qedîme û ta dewrî ’ebasî û ḧetta sasanîş eçê. waqî’en bo îdî’ay duwem, îsbat û wesîqeyekî me’qûl be destewe nîye, bełam be gwêrey ewey ke mêcer longirîk ełê, le teřef cengîz xanewe ḧikûmetekey tesdîq kira , weya be nezer qisey duqtor firîç ke ełê le teřef cengîz xanewe kira be ḧakmî ew nawe , ebê le ewaxîrî xelafetî ’ebasîda damezrabê. çunke îstîlay êran le teřef cengîz xanewe le sałî 617 h.da û le dewrî xelafetî «nasir dînełła»da waqî’ buwe.

ca be gwêrey em tarîxe, ebê ḧikûmetî benî erdełan ga be serbexoyî û zor car le şikłî tabî’îda le şeş ’esir û nîw zyatir, dewamî kirdibê. çunke tarîxî lenawçûnî 1284y hîcrîye.

bêynewe ser mes’eley damezrandinî; lem xisûsewe tarîx şitêkî qet’î nazanê, şerefname ełê «baba erdełan» le xanedanî «eḧmed merwan»e ke ḧikûmetî merwanîyey kurdî le kurdistanî merkezîda damezranduwe. le dyarbekirewe hatote naw ’eşayrî goran û le dway eme ke cengîz xan êranî zewt kird, daxłî xidmetî muẍul bû û kira be ḧakmî şarezûr.

řîwayetî «çwar ’esrî dwayî ’êraq»yiş le esasda wekû řîwayetî şerefname waye, bełam ełê baba erdełan le xanedanêkî qedîm û necîbî dyarbekir bû û hîcretî kirdibuwe naw ’eşîretî goran û ewendey pêneçû nifûzî peya kird û ’eşayrî şarezûr û xêłatî dołanî şerqî hewramanî kird be tabî’î xoy û ke cengîz xan hatewe ew nawe, ḧikûmetî baba erdełanî tesdîq kirduwe.

seyyaḧ û musteşrîqî meşhûrî îngilîz, řîç, ełê xanedanî benî erdełan, esłen goranin û le fîrqey «mamoyî»n. tedqîqatî em mu’erîxe le ’eqił zor nizîke û ebê be quwetî ’eşîretekeyewe be ser ’eşayrî ew naweda zał bûbê û ḧikûmetî damezrandibê .

şerefname derḧeq be ḧikûmetî baba erdełan û çend neteweyekî, me’lûmatêk nada. bełam mêcer lungirîk ełê «kelûl beg»y kuřî baba erdełan bîlzat hewlêrîşî hênaye jêr ḧukmî xoyewe û dewrî ḧikûmetî dwayî tirîş (ebê dewrî xizir begî kuřî elyas begî kuřî xizir beg bê), bebê şeř û hera řaburd û zyatir şewketî peya kird.

zihûrî ḧikûmetî celayrî le ’êraqda (heştemîn qeřnî hîcrî), tesadufî zemanî emîrêkî sist û bê‌îradey erdełanî kird (ebê xizir begî kuřî elyas beg bê) û beşî şîmal û ẍerbî erdełanî le des çû. ḧikûmetî celayrî, bo dagîrkirdinî baqî mułkî erdełan, zor hewłî da. bełam beramber azayî û tedbîrî emîrî tazey erdełan, ḧesen beg (kuřî xizir bege) hîçî bo nekira. le dwayîda û le ’esrî panzemînî mîladî (qeřnî noyemî hîcrî) û le dewrî ḧikûmetî bequwetî me’mûn begda , ew beşey lay jûrûy erdełan ke kewtibuwe des celayrî, sênrayewe û dîsanewe zêy badînan (zabî kebîr) bû be ḧidûdî şîmalî erdełan û quwetêkî erdełan le řewandiz danra.

le ḧikûmetanî dirawsêy ’êraqda lew dewrewe ta îmřo hîç ḧikûmetêkî wa peya nebuwe ke be qed ḧikûmetî erdełan beşewket û payedar bûbê.

lew dewreda xełkî wiłatî şarezûr, her ’eynî ’êłat û dêhatî îmřo bûn, zengene, hemewend û caf hêşta le êranewe nehatbûn. xanedanî dînî wekû şêxan û tałebanî û cebarî hêşta zor nebûbûn û şikłêkî ’eşayrîyan peya nekirdibû. dołanî şerqî kerkûk be des ladêyî têkełî kurdewe bû. ḧeyatî medenîye, be nezer îmřowe, zor nadir bû. «dirne» û «pênciwên»y ser ḧidûdî îmřo, koye û ḧerîr û řewandiz û ’eqre, her yeke ḧikûmetêkî biçûkî qełayî bûn.

le lay jûrûy badînan, îmaretî ’îmadîye û ’eqre, dêr, dihok û be’zê carîş zaxo le tabî’anî bûn. em îmarete le qeřnî dwanzemînî mîladewe ta çwardemîn, ye’nî dû sed sałêk, le jêr ḧukmî erdełanda bû. le dway em tarîxe kewte jêr ḧukmî celayrîyewe. lêreda le î’tîbarî ’esrî çwardemînî mîladîyewe xanedanêkî badînanî ḧakim bû û xełkî wiłatekeş le ’eşayrî ḧekarî bûn. wiłatî mukirîş le jêr nifûzî erdełanda bû.

me’mûn beg sê kuřî bû: bîge beg, surxab beg, meḧmûd beg. le dway wefatî, bîge begî kuře gewrey, hate cêgey; bełam lam waye neytiwanî hemû memleketî erdełan bênête jêr ḧukmî xoy û birakanî her yeke le wiłatêkda îdareyekî serbexoyan damezrand. ew beşey ke bo bîge beg mabuwewe, qełay zełim, teẍesû, şemîran, hawar, sîman, dawdan (řawdan) û guł’enber bû.

zahîr waye ke le zemanî bîge begda ḧadîsatî gewre řûy nedawe û eger řûşî dabê, boman mechûle. bełam be gwêrey ewe ke le î’tîbarî sałî 900y hîcrîyewe bote ḧukmidarî erdełan, řenge tesadufî dewrî «yawiz sułtan selîm»y kirdibê. mîcer lungirîk ełê le dway zeferî çałdêran, erdełanîş legeł baqî îmaretekanî kurda ebû be tabî’î ’usmanî, bełam lam waye eme meşkûke, çunke mewlana îdrîs, le seferî kurdistanîda hîç basêkî way nekirduwe.

le dway bîge beg, me’mûn begî kuřî hate cêgey û em ḧukmidare tesadufî dewrî sełtenetî sułtan silêmanî qanûnî (926- 974 h)y kirdibû û tabî’êkî syasîy sefewî bû. berebere tewsî’î mułk û nifûzî kird. ḧidûy xoy geyande zêy koye, hewraman, şarezûr, qeredaẍ û deştî germyan, binî çyay qeredaẍ û řêgey kifrî – kerkûkîşî le jêr ḧukmida bû.

tewesu’î nifûzî ḧikûmetî erdełan bem new’e bo ḧikûmetî ’usmanî desî neda. ewwełen bo berbestî, quwetêkî yenîçêrî le kerkûkda dana û le paşda be behaney te’mînî řêgey beẍda û te’eřuzî ’eşayrî şarezûr bo dewrî ew řêgeye, le qumanday ḧisên paşada û le sałî 945da leşkirî narde ser me’mûn beg. beşî zorî em leşkire, umeray kurd bûn û le naw emaneda sułtan ḧisênî emîrî ’îmadîyeş ḧazir bû. hedefî em leşkire, zewtkirdnî merîwan û sine bû û eger neytiwanî, hîç nebê girtinî şarezûr bû. me’mûn beg beramber bem leşkire zor mudafe’eyekî merdaney kird û le dwayîda xoy kêşayewe qełay zełim. leşkirî ’usmanî hate ser qełake û muḧaserey kird. me’mûn beg ke le ’aqîbetî na’umêd bû, xoy geyande estamûł , bełam lewê ḧepsyan kird. leşkirî ḧisên paşaş le dway tałan û wêrankirdinî wiłateke, geřayewe.

le dway me’mûn beg, surxab begî mamî legeł şahî êran, tehmasbida munasebetî xoy taze kirdewe û mułkî birazakeşî dagîr kird. sułtan silêman ke em xeberey zanî, me’mûn begî le ḧepsixane hênaye derewe û sincaẍî «ḧîlle»y daye, îsma’îl begî biraşî kird be ḧakmî sincaẍî «sirûçk», bełam surxab beg zor baş xoy cêgîr kirdibû. em dû biraye beramber be mamyan hîçyan pê nekira.

le sałî 948 h.da elqas mîrzay biray şah tehmasb ke le des leşkirî kurd hełat, çuwe lay surxab beg, bełam zorî pêneçû îsma’îl mîrza be leşkirî qizłibaşewe hate serî û surxab beg û elqas mîrzay le qełay merîwanda muḧasere kird û emîr surxab mecbûr bû elqas mîrzay teslîm kird û memleketekey xoy le şeřî qizłibaş parast (tarîx ’alim‌aray ’ibasî).

’elî paşay walîy beẍda, em wez’îyetey ’erzî estamûł kird û zahîr waye ke babî ’alî, emey be eserî sistîy ’elî paşa zanî û ’ezlî kird. le cêgey ew, meşhûr bałtecî miḧemed paşa be walîyetî nêrra bo beẍda (1549 m, 956 h). ’usman paşa bo şarezûr me’mûr kira, bałtecî miḧemed paşa leşkirêkî başî legeł topçîyekî bequwetî daye û nardî û quwetêkî kurdî zorîşî legełya nard. em leşkire, surxab begî le zełimda muḧasere kird û em muḧasereye zor tûlî kêşa. nîhayet bałtecî paşa xoy bîlzat qumanday girte des xoy û be syasetêkî ’aqłane û bebê şeř legeł surxab begda řêk kewt. surxab beg qełakey becê hêşt û řoyşit û bem teřḧe qełay zełim kewte des bałtecî. welî beg legeł quwetêkî munasîbda le qełake danra û le sałî 961da îdarey em wiłate řêkxira û buwe wiłatêkî ’usmanî.

řîwayetî sine, hîç em basey tya nîye. surxab beg le dway eme ke le qełay zełim derçû, be mu’awenetî ḧikûmetî êran, dîsanewe cêgîr bû û be ser erdełan û şarezûrda muddetêkî zor ḧukmî kird. le seray şahî sefewîda qedir û ḧurmetêkî berzî bû. baram begî kuřî kird be ḧakmî řewandiz û muddetêkî zor lewê mayewe.

duqtor firîç ełê: surxab beg le paş beynêk ḧîmayey êranî le ser xoy fiřêda û desî kirde îdarey serbexo. muddetêkî zor bê şeř û şoř û be keyfî xoy, îdarey ḧikûmetî kird. em zate le here gewrey ḧukmidaranî em xanedaneye. şerefname zor medḧî ’eqił û kemał û îdarey başî eka û ełê yanze kuřî le paş becê mawe.

lem beyneda ke surxab beg muttefîqî êran bû, miḧemed begî kuřî me’mûn beg peya bû. be sebebî wefatî bawik û mamî, sincaẍî ḧîlle û sirûçkî diraye û berebere ḧidûdî mułkî tewsî’ kird, qeredaẍ, şarbajêr û dimhiran (dilcuran)y hênaye jêr ḧukmî xoy û tełebî tewcîhî em wiłataney le sułtan silêman kird.

řenge be ’eksî te’sîrî tełebî miḧemed beg [bê] ke zorî pêneçû řostem paşay sedrul‌e’zem legeł ’usman paşay mîrmîranî beẍda û umeray kurdistan, bo zewtkirdnî erdełan me’mûr bû. leşkirêkî qurs qełay zełmî muḧasere kird û em muḧasereye dû sałêk tûlî kêşa. miḧemed begîş lem beyneda wefatî kird. le layekî tirîşewe şah tehmasb yarmetîy qełakey eda. le ber eme, řostem paşa na’îlac wazî le muḧaserey qełake hêna û řûy kirde wiłatî şarezûr û lew beyneda wefatî kird.

le cêgey řostem paşa, dîsanewe bałtecî miḧemed paşa nêrra û be leşkirêkî zorewe şarezûrî dagîr kird. surxab lem beyneda ḧakmî erdełan û muttefîqî êran bû.

le dway wefatî surxab beg, sułtan ’elî kuřî hate cêgey, bełam le dway sałêk wefatî kird û le beynî «besat»y biray û «teymûr xan»y kuřîda şeř û şorî ḧukmidarî desî pêkird. besat cêgey birakey girt bełam teymûr xanî birazay, wazî lê nehêna û tengî pê hełçinî û be me’awenetî ḧikûmetî ’usmanî, mamî şikand û ḧikûmetî erdełanî hênaye jêr ḧukmî xoy. sułtan muradî sêyem wiłatî şarezûrîşî legeł řutbey mîrmîran û ’înwanî paşayî daye û çwar kuřekeşî kird be mîr sincaq (988 h, 1580 m).

şerefname derḧeq be kuřanî teymûr paşa û sincaẍekanyan ełê:

1. sułtan ’elî, mîrsincaẍî sine, ḧesen‌abad û qełay qizłice bû.

2. budaq beg, mîrsincaẍî qeredaẍ bû.

3. murad beg, mîrsincaẍî mehrwan bû.

4. bedir xan, mîrsincaẍî şarbajêr bû.

duqtur firîç ełê dewrî ḧikûmetî teymûr xan paşa, bo kurdistan musîbet bû. çunke em emîre zor ḧezî le tałan ekird, ḧetta ’umer beg û emîrî luřistan (şahwêrdî) bo xatrî eme ke le bełay necatyan bê, dawêkyan bo nayewe û girtyan. bełam dîsanewe necatî bû û desî kird be nařaḧetkirdinî dirawsêkanî û le yekê lem seferaneda kujra (998 h).

le dway teymûr xan paşa, heło xanî biray bû be emîrî erdełan. em zate wekû teymûr xan ḧezî le xirape ne’ekird, bełam be usûlî ew weqte, mumkîn nebû ke ’eşayr be tewawî le xirapekirdin men’ bika. derḧeq be sułtan murad îta’etêkî başî bû.

şerefname ta em tarîxe (1005 h) îzaḧat eda. ensîqlopêdyay îslam û çwar ’esrî dwayî ’êraq, derḧeq be zemanî dwayî em ḧikûmete, zor kem bas eka û zahîr waye ke le dway heło xan, ḧakmîyetî erdełan kewte des xan eḧmed xan (1014 h/ 1605 m). em ḧukmidare legeł şa ’ebasda zor řêk bû û memleketî erdełanî kird be tabî’êkî êran û be ḧîmayey şa, pişt‌estûr bû û te’eřuzî kirde ’eşayrî tabî’ey ’usmanî û îmaretanî kurdî. ewweł îşî, hucûmkirdine ser ’eşayrî mukirî bû. le sałanî dwayîda řewandiz û ’îmadîyeşî zewt kird û me’mûrî xoy be ser em şaranewe dana. «koy» û «ḧerîr»yişî hênaye jêr emrî xoy û em ḧukim û nifûzî xan eḧmed xane be ser ew wiłataneda ewende dewamî nekird, legeł eweşda ewweł bîst sałî dewrî ḧikûmetî xan eḧmed xan, bo erdełanî gewre beřastî dewrêkî piř şan û şeref û piř bereket û xoşî bû. dêrzemanêk bem new’e hemû wiłatanî erdełanî qedîmî muḧafeze kird û lem muddeteda zor muḧîbet û mu’awenetî le şah ’ebas dî û ḧetta şah ’ebas xuşkêkî xoşî lê mare kird (tarîx ni’îma). xan eḧmed xan be fîkirêkî dûrbînî û ’aqłane, te’eřuzî ew cêgayaney nekird ke řastew řast le teřef ḧikûmetî ’usmanîyewe îdare ekira, tenya legeł ḧikûmatî îrsîyey kurd xerîk bû.

bełam le seferî şah ’ebas bo ser beẍda (1034 h), xan eḧmed xanîş be leşkirî erdełanewe legełî bû û çuwe ser kerkûk (= kirkuye) û le dway şeřêkî kurt em qełayey girt û şarezûrîşî dagîr kird (tarîx ’alim‌aray ’ibasî). bem teřḧe ḧukim û nifûzî xan eḧmed xan le ẍerbî ’îmadîyewe ta ḧidûdî kirmaşan û hemedan û le luřistanewe ta beḧrî wirmê eçû.

dewrî şewketî erdełan le dway wefatî şah ’ebas (1037 h) dewamî nekird. le sałî 1039da sedrul‌e’zem xesrew paşa, bo sendinewey beẍda hate mûsił û lewê be nesîḧetî umeray kurd, wekû seyîd xan ’îmadî û mîrebegî soran û be’zêkî tir, řûy kirde memleketî erdełan.

xan eḧmed xan legeł ḧikûmetî êran muḧafezey sedaqetî kird, zaten em merdayetîyey le gelê firsetda baxsûs le seferî dwayî şah ’ebas bo ser beẍdada îsbat kirdibû. le beynî umera û pyawmaqûłanîda zor kes hebû ke teřefdarî ḧikûmetî sunnî ’usmanî bûn, emane hemûyan nizîkbûnewey serdar xesrew paşayan be firset zanî û ke ordûy ’usmanî le kerkûk ḧereketî kird, gelê umeray xanedanî erdełanî û bîst xanêkî kurdistan hatne lay sedrul‌e’zem . leşkirî ’usmanî le şarezûrda westa û çil penca řoj legeł te’mîrî qełay guł’enber xerîk bû.

le dway em muddete sedrul‌e’zem quwetêkî narde ser qełay mîhreban û girtî û le weqtêkda ke hêşta ordûy esłî le şarezûrda bû, serdarî êran, zeyneł xan û xan eḧmed xan be leşkirêkî 40 hezar kesîyewe le hemedan ḧereketî kird û bebê emey xetî řec’etî qołî mîhreban bibiřn, legełyana kewtine şeřêkî sextewe û le germey şeřda îmdadî xusrew paşa geyşit be firyada û zeyneł xan xirap şika û çend hezar kesêkî kujra û xoşî le teřef şahewe î’dam kira; le cêgey, řostem xan kira be serdar û şahî êranîş xoy, le esfehanewe ḧereketî kird.

xesrew paşa le dway em ẍelebe gewreye řûy kirde merkezî erdełan û qełay ḧesen‌abad ke merkezî xan eḧmed xan bû, wêran û tałanî kird. le ḧuzeyranî 1630 m (1040 h)da geyşte berdemî hemedan û le dway wêrankirdinî em şare û dergezên û le paş tałan û kuştarêkî zor, sedrul‌e’zem geřayewe û řûy kirde beẍda û le dway muḧaserey çil řojêk be ser mûsłida geřayewe dwawe (1631 m). hêşta sedrul‌e’zem le mûsił ḧereketî nekirdibû ke xan eḧmed xan hełîkutaye şarezûr û zewtî kird.

derḧeq be ewaxîrî ḧikûmetî xan eḧmed xan û xelefî, me’lûmatêkî wa dernekewt. weqtêk ke xan eḧmed xan be sebebî mu’ameleyekî załmaney şah sefî, řûy le ḧikûmetî êran wergêřa û le teřef sułtanî ’usmanîyewe le mûsił danra, ḧikûmetî erdełan kewte des silêman xanî erdełanî, ke le ’eynî xanedane û řenge her le zemanî em silêman xaneda û le tarîxî 1694y m.da te’eřuzî silêman begî bebe bo ser erdełan waqî’ bûbê û emeş tesadufî dewrî ḧikûmetêkî sist û bê‌xêrî erdełanî kirduwe û beşêkî erdełan kewtote jêr îstîlay baba silêmanewe. bełam sałî dwayî, ḧakmî erdełan be yarmetîy ḧikûmetî êran baba silêmanî şikanduwe û mułkekey sendotewe.

le seferî walîy beẍda ḧesen paşada bo ser hemedan (1143 h), ḧakmî îrsîy erdełan, ’elî qulî xan bû ke bebê şeř tabî’î ḧikûmetî ’usmanî bû. çunke le teřef ḧikûmetî êranewe ’ezil kirabû û umêdî mu’awenetî be ḧesen paşa bû. le ser eme, xane paşay bebe, be emrî ḧesen paşa erdełanî dagîr kird û ’elî qulî xan û zor umeray, îta’etî xane paşayan kird.

le dway şeref xanî efẍanî û eḧmed paşay serdar (kanûnî ewwełî 1726 m), xane paşa ke bû be sebebî şikanî ordûy ’usmanî, wiłatî erdełanî diraye û çwar sałêk û ta dewrî nadir şah be desyewe bû. bełam ke nifûzî êran kewte des tehmasb qulî û leşkirî ’usmanî le xakî êran kirde derewe, wiłatî erdełanîşî dayewe be subḧan wêrdî xanî erdełan û ḧukmî bebe dwayî hat.

silêman paşay ḧakmî bebe, le 1793y m.da û le dway emey ke def’ey duwem, selîm paşay mamî le qizłice şikand, şwênî kewt û zor wiłatî erdełanîşî dagîr kird. bełam zorî pêneçû subḧan wêrdî xanî erdełanî derîpeřand. sałî dwayî be îşaretî kerîm xanî zend, silêman paşa dîsanewe çuwe ser erdełan û be yarmetîy leşkirî kerîm xanewe siney zewt kird. le dway sałêk silêman paşa kujra û ’elî begî kuřî bû be ḧakmî erdełan. miḧemed paşay biray silêman paşaş le qelaçwalanda ḧakim bû. umeray benî erdełan legeł aẍa miḧemed xanî qacarda ke dujminî gewrey xanedanî zend bû, muttefîq bûn. le ber eme, kerîm xan umeray bebey ḧîmaye ekird. em ḧałe zor car leşkirî êranî hênaye ser erdełan û şarezûr û leşkirî beẍday celb kirde ew nawe.

le dway subḧan wêrdî xan, ḧakmîyetî erdełan kewte des xesrew xan, ke be ’înwanî «gewre» şoretî senduwe (1168- 1214 h) . le sałî 1190 h, eḧmed paşay walîy beẍda, le qołêkewe bo kirmaşan û miḧemed paşay bebeş bo sine ḧereketî kird. miḧemed paşa leşkirêkî erdełanî şikand û baney girt û le şeřêkî tirîşda xesrew xanî xirap şikand, bełam zorî pêneçû leşkirî kerîm xan le qumanday kelbi’elî xanda geyşte erdełan û miḧemed paşay derpeřand û ta dewrî kerkûk hat.

xulase, le dewrî ḧikûmetî bebeda erdełan zor îstîla û texrîbatî dî. le dway xesrew xan, emanułła xanî kuřî ke dîsan leqebî «gewre»y hebû, hate cêgey û le 1214 h ta 1240 h ḧikûmetî kird. em ḧakme beřastî bo ’îlim û ’umranî wiłatekey zor xerîk buwe û şarî siney zor cwan kirduwe û bote merkezêkî ’îlim û edeb û merkezî şu’era. sêr con malqolim û řîç, mîwanî bûn û zor medḧî îdare û xidmetî eken. le dway em ḧakme, xesrew xanî kuřî ke be «nakam» meşhûre, hatote cêgey û de sałêk ḧukmî kirduwe û le şê’ir û edebyatda behreyekî biłindî bû. meşhûr şa’îre «ماەشەرەف xanim»yiş jinî em ḧakme buwe. le dway wefatî û le zemanî řeza qulî xanî kuřîda şeř û heray beynî begzadey erdełanî desî pêkird û walî, şanze sał le tehran ḧepis kira û înca le dway wefatî miḧemed şah necatî bû. emanułła xanî biray, dwayîn ḧakmî erdełane û le 1265 h ta 1284h ḧukmî kirduwe. le 1268da ḧikûmetî tehran desî kird be behane dozînewe bo walî û le sałî 1284da nasreddîn şah, şazade ferhad mîrzay mamî kird be ḧakmî erdełan û ḧukmî xanedanî benî erdełan le naw çû.

waqî’en hêşta lem xanedane be’zê kes mawe, bełam hîçyan be des nîye.

wekû le serewe basman kird, em ḧikûmetî erdełane, yekê le ḧikûmete gewrekanî kurdî êrane. be gwêrey şerefname beynêk be tewawî serbexo bû, sikkey be nawî xoyewe lêdawe û xutbeşî be nawî ḧukmidaryewe xwêndotewe. em dewrey serbexoyye wa dyare le ewaxîrî ḧikûmetî îlxanîyewe (mebadîy ’esrî ḧewtemî hîcrî) ta ewa’îlî dewrey sefewî (mebadîy ’esrî dehemî hîcrî) ye’nî dû ’esrêk dewamî kirduwe. le dway eme le tab’îyetî syasîy êran û be’zê car ’usmanîda, dîsan îstiqlalî daxłî xoy ta lenawçûnî xan eḧmed xan muḧafeze kird û le dway ew, berebere nifûz û syasetî êran be serya zał bû û nîhayet le 1284 h.da be tewawî neqłî meqberey tarîxî kird.