ḧikûmetî luřî biçûk (weya xurşîdî)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 22 Xulek  1908 Dîtin

’eşayrî luř û ẍeyrey şîmal û ẍerbî luřistan ta ewasîtî qeřnî şeşemî hîcrî, le ḧałî ’eşayrîda bûn û her ’êl û xêłêk îdareyekî mexsûsî buwe. be gwêrey «tarîx gizîde» ’eşayrî ew weqte emane bûn: dawdî, ’ebasî, miḧemed komarî, kiruhî û cinkiruyî (esłî luřî biçûkin û umera lemane bûn û em ’eşayre le şu’bey sulẍurîn), ’eşayrî tirî: karindî, cinkirdî, fezlî, sinundî, alanî, kah‌kahî, wirciwarkî, dirî, wiprawind, wimapkî, darî, abadkî, ebul’ebas, ’ilum ma’î, kiça’î, silkî, xudkî, bindu’î ... alx. ’eşîretî sahî, ersan, erkî, bîhî, herçende be luřî qiseyan ekird bełam luř nebûn, xełkî dêhatîş luř nebûn.

em ’eşayre ta nîwey qeřnî şeşemî hîcrî îdareyekî mexsûsyan nebû û tabî’î xelafetî beẍda bûn. lem tarîxeda (550 h), ḧîsameddîn suhlî naw, turkêkî hewşarî (efşar), le teřef selcûqîyekanewe ḧakmî luřî biçûk û xûzistan bû. ecdadî etabekanî xurşîdî le me’îyetî em ḧakmeda û le ’eşîretî «cingirdî» luř bûn. le netewey xurşîd şuca’eddîn xurşîd kuřî ebubekir kuřî miḧemed kuřî xurşîd legeł nûreddîn miḧemedî biraya, mewqî’êkî biłnidyan bû. şuca’eddîn xurşîd, be nawî ḧîsameddîn suhlîyewe muḧafîzî beşêkî luřî biçûk bû.

1. şuca’eddîn xurşîd

le dway wefatî ḧîsameddîn (570 h), bû be ḧakmî serbexoy hemû luřî biçûk. ’eşîretî «cinkirdî» ke aba û ecdadî şuca’eddîn mensûbî bûn, lew weqteda le îdarey «surxab ’eyyar»da buwe û em zate řeqîb û xesmî şuca’eddîn bû. le ber eme, şuca’eddîn leşkirî lê kird û le qełay «dijî syah»da muḧaserey kird, ehalî hemû «manrûd»yan bo becê hêşt. xelîfey beẍda kewte beynewe û emrî be şuca’eddîn kird ke tenya be qełay «mankire» wazyan lê bênê û bo mukafe’atî em îta’eyey, wiłatî xûzistan û qezay «terazek»yişî diraye.

«tarîx gizîde» bo baqî dewrî şuca’eddîn ełê:

em emîre zor pîr bûbû, bedrî kuřî û seyfeddîn řostemî birazay, dayme le xizmetya bûn. lew weqteda ’eşîretî «beyat» be’zê eqsamî luřistanyan girtibuwe des xoyan. bedir û seyfeddîn řostem leşkiryan lê kirdin û le dway şeřêkî betûl le luřistan deryankirdin û şuca’eddîn, bedrî kirdibû be welî’ehdî xoy û seyfeddîn řostemîşî kirdibû be welî’ehdî ew; bełam seyfeddîn buxtanêkî bo hełbest û bedrî kuşt. le paş beynêk şuca’eddîn xeberî ew cînayetey zanî û zorî pêneçû le sałî 621 h.da û le ’umrêkî zyatir le sed sałîda, wefatî kird. zor ’adił û xoşewîst bû, qebrekeşî le teřefî qewmî luřewe be mubarekî şoretî heye û zyaret ekirê. em ḧukmidare ḧeyatêkî geřokî řabward. hawînan eçuwe «kîrît» û zistanan le dêhloran (dêhloranî piştikoh)da da’enîşt. paytextî, xuřem’abad bû.

2. etabek seyfeddîn řostem

kuřî nûredîn miḧemede û ’înwanî etabekî dirawetê. zor ’adił buwe. derḧeq be řefahî zemanî em zate, be’zê ḧîkayat heye. le zemanî ḧikûmetîda men’î cerdeyî û xirape kirawe, bełam em ḧałe ewende qewmekey memnûn nekirduwe û namemnûnan le dewrî şerefeddîn ebubekirî biray ko bûnewe û le weqtêkda ke le ḧemama bû, çûne serî, herçende lewê xoy necat da; bełam şwênî kewtin û nîhayet birakey legeł emîr ’elî kuřî bedirda kuştyan.

3. şerefeddîn ebubekir

zemanî em emîre be şeř û de’way řeqabet û duşminayetî û xyanetî e’zay em xanedane řaburduwe.

4. ’îzzedîn gerşasb

biray şerefeddîn ebubekir bû, melîke xatûnî birajnî mare kird, em melîke xatûne, xuşkî silêmanî şahî serleşkirî xelîfe muste’sem bû. ḧîsameddîn xelîlî kuřî bedir ke muddetêk bû le beẍda danîştibû, ke bîstî ’îzzedîn gerşasb bote ḧakmî luřistan, le beẍdawe çuwe xûzistan û lewê leşkirêkî pêkewe na û řûy kirde luřistan, ’îzzedîn gerşasb neytiwanî beramberî bwestê, bełam be teşwîqî jinî û xuşkî, muqabeley kird. leşkirî luř teřefdarî ḧîsameddînyan kird û ’îzzedîn gerşasb teslîm bû û îdarey mułk kewte des ḧîsameddîn.

5. ḧîsameddîn xelîl

kuřî bedir kuřî şuca’eddîn xesrewe, le dway kujranî bawik çuwe beẍda û lewê sakin bû. le dway eme ke îmaretî luřistanî biçûkî des kewt, ’îzzedîn gerşasbî kird be welî’ehd, bełam sałî dwaye be behaneyek bangî kirde lay xoy û kuştî. melîke xatûnî jinî, ke emey bîst, sê kuřî ’îzzedînî ke hêşta mindał bûn, be dizyewe narde lay şehabeddînî biray. eme bû be sebebî dujminayetîy beynî ḧîsameddîn û şehabeddîn silêman şah û le zerfî mangêka çend car legeł yektirîda şeřyan kird û nîhayet silêman şah şika. qełay behar û be’zê wiłatî kurdistan kewte des ḧîsameddîn. le paş beynê, silêman şah be yarmetîy xelafetewe leşkirêkî zorî hełgirt û çuwe ser ḧîsameddîn, le deştî şapurxwastda dû leşkir têk ała û le netîceda silêman şah ẍalb bû û ḧîsameddîn xelîl kujra (640 h).

6. bedredîn mes’ûd

le dway lenawçûnî ḧîsameddînî biray, çuwe lay mengo xan û şikayetî ḧałî kird. le dwayîda legeł holako hat bo êran. le weqtî zewtkirdnî beẍda, silêman şah kujra. bedreddîn mes’ûd ’ayle û xizmanî silêmanî şahî legeł xoy hełgirt û birdinî bo luřistan û le dway şanze sał ḧikûmetkirdin wefatî kird (658 h).

em zate ḧakmêkî ’adił û ’aqił û ’alim bû. le fîqhî şaf’îda zor şareza bû û zor dîndar û beřeḧim bû. le dway wefatî, le beynî dû kuřekey û taceddîn şahî kuřî ḧîsameddîn şeř û de’wa desî pêkird. le paşda ebqa xan, kuřanî bedreddînî kuşt û ḧikûmetî da be taceddîn.

7. taceddîn şah

em zate ḧevde sał ḧikûmetî kird û îdarekey baş bû. saḧêbî «tarîx ’alim‌aray ’ibasî» le ciłdî duwemîda ełê: em xanedanî xurşîdîye ’ebasîşyan pê gutûn û em ’înwaneş be sebebî eweye ke mułkekeyan le xewasî mułkî xulefay ’ebasî bû. bełam le dwayîda ebqa xan ewîşî kuşt (677 h).

8. felekeddîn û ’îzzeddîn

le dway kujranî taceddîn şah, ebqa xan em dû kuřey bedreddîn mes’ûdî kird be ḧakim. be gwêrey îradey îlxanî, wezîfey «dilar» ye’nî îş û karî małîye, be des felekeddînewe bû. ’îzzeddîn ḧisênî biraşî, nazrî emlakî xisûsîyey xan bû. em dû biraye panze sałêk zor baş luřistanyan îdare kird û quwetêkî munasîbyan peya kird. leşkirêkî 17000 kesîyan bû. ’eşîretî beyatyan be tewawî le luřistan derkird û ḧidûdî ḧikûmetyan tewsî’ kird û geyandyane şûşter û hemedan û ḧidûdî esfehan û ’êraqî ’ereb. emîr felekeddîn zor ’aqił û ’alim û leserexo bû, bełam ’îzzeddîn, cebbar û qehhar û bê‌řeḧim bû û em xîlafî tebi’ û tebî’ete, te’sîrî nekirde îdareyan. birayane û be ’edałetêkî baş xełk û memleketyan ḧesandewe. emnîyet le hemû layeka zor baş bû, legeł ḧukmidaranî dirawsêyanda munasebet û dostayetîyekî çakyan bû û le tesadufatî ẍerîbeye, ke em dû biraye le yek sałîşda ’emrî xwayan becê hêna (603 h).

9. cemałeddîn xizir

em emîre kuřî taceddîn şah bû. be fermanî geyxatû xan kira be ḧukmidarî luřî biçûk, bełam dû řeqîbî bo peya bû neyanhêşt îdarey ḧikûmet bika. em řeqîbaneşî, ḧîsameddîn ’umerî netewey bedrî kuřî şuca’eddîn xurşîd û şemseddîn îlyasî lekî bû. em dû řeqîbe îta’etyan ne’ekird û ḧetta be me’awenetî leşkirî muẍulî ew nawe, le weqtî řaw û şikarda cemałeddînyan legeł çend xizmêkya kuşt û bem teřḧe netewey ḧîsameddîn xelîl biřayewe (693 h).

10. ḧîsameddîn ’umer

em emîre be zorîy xoy, ḧikûmetî luřistanî girte des, bełam semsameddîn meḧmûd û nûreddîn miḧemed, kuřanî ’îzzedîn gerşasb û baqî xizmanî, legełya kewtine dujminayetî. ḧîsameddîn be me’awenetî leşkirî muẍul pişt‌estûr bû. begzadekanî xurşîdî, hemû teřefdarî semsameddîn meḧmûd bûn, çunke em emîre zor aza û řeşîd bû. semsameddîn leşkirêkî zorî ko kirdewe û le ḧidûdî xûzistanewe řûy kirde «xuřem’abad», le dwayîda ḧîsameddîn ’umer wazî le ḧukmidarî hêna û bo semsameddînî becê hêşt.

11. semsameddîn meḧmûd

zemanî em emîre be şeř û de’way beynî xizmanî řaburd û nîhayet be emrî «ẍazan xan» kujra (695 h).

12. ’îzzeddîn eḧmed

kuřî emîr miḧemedî kuřî ’îzzeddîn ḧisênî kuřî bedreddîn mes’ûd bû. le dway semsameddîn kira be ḧakmî luřistan. hêşta mindał bû bedreddîn mes’ûdî kuřî felekedîn ḧesen, ke amozay ’îzzeddîn bû û lew gewretir bû, îta’etî nekird. le dwayîda «ulcayto xan» kirdî be etabek û ḧakmî dilar. beşî «înco»ş be des ’îzzeddînewe mayewe. le paş beynêk bedreddîn wefatî kird û hemû luřî biçûk bo ’îzzeddîn mîr eḧmed mayewe.

13. dewłet xatûn

le dway wefatî ’îzzeddîn mîr eḧmed îdarey ḧikûmet kewte des dewłet xatûnî jinî. bełam em melîkeye îdarey pê nekira û nifûz kewte des muẍulekan . be gwêrey řîwayet, le paş beynêk em melîkeye şûy kirduwe be etabekî luřî gewre ke yosif şah bû û textî ḧikûmetî bo ’îzzedîn ḧisên becê hêştuwe.

14. ’îzzeddîn ḧisên

ḧikûmetî em etabeke le teřef sułtan ebu se’îdewe tesdîq kirawe û çwarde sał ḧikûmetî kirduwe.

15. şuca’eddîn meḧmûd

be gwêrey duqtor firîç, em ḧukmidare kewtote heway serbexoyî û muẍulî nenasîwe. xełk beme řazî nebûn û legełîşya kewtûnete şeřewe û le nawyan birduwe. şerefname lenawçûnî em ḧukmidare ḧemil ekate îxtîlafêkî tir ke le beynî xoy û ehalîda peya buwe. xulase herçonê bê, em ḧukmidare le 750 h.da le naw çuwe.

16. melîk ’îzzeddîn şuca’eddîn

le wefatî bawkya hêşta minałêkî 12 sałe bû. le 785 h.da mizeferî şa şuca’ be leşkirêkewe hatote xuřem’abad û kiçî melîk ’îzzeddînî mare kird. kiçêkî tirîşî da be sułtan eḧmed celayrî ḧukmidarî beẍda. le 788da ke teymûrî leng geyşte êran, luřî biçûk le ḧałî îxtîlalda bû. teymûrî leng le fîrûzkûhewe be ’ecele geyşte luřistan. xuřem’abadî le dway muḧasereyekî kurt zewt û wêran kird. wiłatekey be tałan û qetił û ’am tewaw kird. umera û řu’esay luřî hemû kuşt.

be řîwayetêk melîk ’îzzeddîn le qełay «řemyan»da legeł seyîd eḧmedî kuřîda esîr buwe û xoy le semerqendida û kuřekeşî le qełay «endikan»da ḧepis kirawin û dway sê sał legeł kuřekeyda nêrrawete luřistan, le zemanî mizeferî zeynel’abdînda gelê fe’alyetî nwand. le 795da ke teymûrî leng geřayewe êran, melîk ’îzzeddîn le birûcêrdewe çû bo şûşter û teymûr em care beřastî xakî luřistanî be tûreke bêja û kirdî be wêraneyekî piř le xwên. legeł emeşda melîk ’îzzeddîn berdes nekewt û kuřekeşî řaykird. ḧakmî fars, miḧemed sułtan, lem bê‌saḧêbîyey ew wiłate îstîfadey kird û le 798da luřistan û xûzistanî hênaye jêr ḧukmî xoyewe. be řîwayetêk melîk ’îzzeddîn le paşda gîrawe û le teřef teymûrî lengewe kujrawe.

17. melîk seyd eḧmed

le ḧadîsey kujranî bawkya, xoy şardibuwewe û le dway lenawçunî teymûrî leng (807 h) xoy derxist. le 810da û le luřistanda ḧikûmetî xoy serlenwê damezrand û be îstîqlal ta 815 îdarey mułkî kird.

18. şah ḧisên

le dway wefatî melîk seyd eḧmedî biray bû be ḧukmidar û le îxtîlafî daxłî eḧfadî teymûr îstîfadey kird û desî kird be tewsî’î mułk û ḧidûdî xoy ta nizîk hemedan û cirbadgan û esfehanî bird û ḧetta seferêkî bo ser şarezûr kird bełam lem sefereyda le teřef ’eşîretî beharluwewe be dîl gîra û le naw çû (871 h).

19. şah řostem

kuřî şah ḧisêne û le dway bawkî, buwe be ḧukmidar. şah îsma’îlî sefewî le dway fetḧî beẍda, řûy kirdibuwe ḧewîze û lewêwe leşkirêkî de hezar kesî le qumanday ḧesen beg ełła û behram begî qehremanlûda narde ser şah řostem. em emîre xoy kêşaye çyawe, bełam le dwayîda tengyan pê hełçinî û teslîm bû û hate lay şah îsma’îl û ’efu kira û be emîrîy luřistan dîsanewe nêrrayewe.

20. uẍuz

kuřî şah řosteme, le teřef şah tehmasbewe kira be serdarî ordûy êran. beřastî serleşkirî mumtaz bû. uẍuz xan le 940da be leşkirêkî qursewe çuwe ser ḧukmidarî mawera’ennehir, ke ozbek ’ebdułła xan bû û lew weqteda geyştibuwe xorasan û êranî xistibuwe tehlukewe.

uẍuz xan ke çû bo em sefere, cehangîrî biray kirdibû be na’îbî melîkî luřistan, bełam le dway beynêk cehangîr îstiqlalî xoy î’lan kird û ehalîş teřefdarî bû. uẍuz xan ke le sefer geřayewe, legeł cehangîra kewte şeřewe û le şeřêkda kujra.

21. cehangîr

le dway kujranî uẍuz xan, bê řeqîb û be serbexoyî çend sałêk îdarey ḧikûmetî kird. legeł emeşda be tewawî legeł ḧukmidarî sefewîda têk neçû. le sałî 948da ke şah tehmasb bo te’dîbî «’ela’eddewle ře’naş»y walîy dîzfûl çûbuwe ew nawe, cehangîr hate lay û ’erzî te’zîmatî kird.

eskender munşî le ciłdî duwemîda ełê cehangîr le dwayîda řûy le êran wergêřa û şah tehmasbî ewweł le îdarey ’ebdułła xanî ustaclûda leşkirêkî kirde serî û le şeřda cehangîr kujra û leşkirî êran kuştarêkî zoryan kird. kuřanî cehangîr, şah řostem û miḧemedî, řayankirde beẍda û le dwayîda be tikay seyd emîr şah qasim ’efwî kirdin , bełam be sebebî ḧerekatî serbexoyî le 949da gîra û kujra.

22. şah řostemî duwem

kuřî cehangîre. şah tehmasb be nabedłî ḧikûmetekey tesdîq kird. çunke em ḧakmaney luřistane řaḧet dane’enîştin û dayme dewr û piştî xoyan bêzar ekird, [be] sebebî eme, şah tehmasb wîstî em xanedane bikujênêtewe. zaten şah řostem tenya birayekî biçkoley bû. xulase şah tehmasb yekê le umeray şah řostemî ke emîr muslîm gûderzîyan pê egut, tefre da û be wasîtey ewewe şah řostemî hênaye tehran û desbecê ḧepsî kird.

’eşayrî luř ke le fîkirî şah tehmasb têgeyştin, miḧemedîy biray şah řostemyan le qełay «çingule = şingule»da şardewe û muḧafzyêkî bequwetyan bo dana. bem teřḧe luřistan bê ḧukmidar mayewe û çend sałêk bem new’e řaburd. le piřêka kabrayek peya bû û gutî şah řostem minim û le ḧepsixane řamkirduwe. em kabraye zor şarezay luřistan bû û zor eşubhaye şah řostem, be dereceyekî wa ke ḧetta jinekanî şah řostem ferqyan pê nekird û bem new’e îmaretî luřistanî damezrandewe. şah ’ebas ke emey bîst, řiqî hełsa û şah řostemî řasteqîney bereła kird û fermanî îmaretî daye destî û nardyewe luřistan û diroznîy şah řostemî pêşû aşkira bû, gîra û kujra û şah řostemî ḧeqîqî, ḧikûmetî xoy damezrandewe.

lem dewreda miḧemedîy biray şah řostemîş gewre bûbû û teřefdarêkî zorî peya kirdibû û îdî’ay ḧikûmetî ekird, leweda bû şeř biken; be’zê umera kewtine beynewe û sułḧyan le beyna kirdin. çwar beşî mułkeke bo şah řostem texsîs kira û dû beşîş dira be miḧemedî. bem new’e muddetêk řayanbiward bełam mîr miḧemedî, řaḧet danenîşt û gelê şeřî be şah řostem firoşt. nîhayet be behaney zyafetewe de’wet kira û le teřef şah řostemewe xoy û umeray gîran û ḧepis kiran .

em miḧemedîye, sê kuřî bû, le ser em mu’ameleye ke derḧeq bawkyan kira, ’usyanyan kird û şah řostem û şah tehmasbîşyan zor xerîk û bêzar kird. ehalîy luřistanîş tûşî zerer bûn û nîhayet řu’esay luř ko bûnewe û bo men’î ’usyan pêwîst bû ke miḧemedî bêtewe ser îdrah, çunke bo laçûnî xirape, be ẍeyrî berdanî bawkyan, çareyekyan nedî û mezbeteyekyan bo şah nard û şah be şertî ewe ke kuřanî miḧemedî, be barimte le lay dabnirê, řazî bû. bem new’e miḧemedî bereła kira û zorî pêneçû kuřekanîşî firsetyan dî û řayankird û miḧemedî serlenwê tengî be şah řostem hełçinî û luřistanî hênaye jêr destî xoy.

miḧemedî le paşda legeł şahî êranîşda řêk kewt û le dway ew legeł şahî êranda munasebetêkî başî peya kird û legeł sułtan muradî sêyemîşda beynî zor çak bû û luřistanî biçûkî xiste jêr ḧîmayey ’usmanîyewe (922 h). bem teřḧe twanî mendelî, bedre, cesan û tursaqîş bixate ser luřistanî biçûk, bełam zorî pêneçû legeł ḧikûmetî ’usmanî têkçû. serlenwê legeł şay sefewî řêk kewt û ḧikûmetî ’usmanî beglerbegî beẍday narde ser, bełam hîçî pê nekira.

23. şahwêrdî

le weqtî wefatî miḧemedîda şahwêrdî kuřî le beẍda barimte bû. herçonê bû xoy necat da û geřayewe luřistan û le cêy bawkî danîşt û şahî sefewî, miḧemed xudabendeş ḧikûmetekey tesdîq kird û le weqtêkda ke leşkirî ’usmanî, nehawendî girt, şahwêrdî xan çû bo lay qurqimz xanî ḧakmî hemedan. ke senan paşa řûy kirde hemedan, şahwêrdî nesîḧetî ḧakmî hemedanî kird ke be leşkirêkî kemewe řawestan baş nîye. ew ḧakme gwêy nedaye û le netîcey şeřda esîr bû. şahwêrdî geřayewe luřistan (tarîx ’alim‌aray ’ibasî, ciłdî 2).

lew beyneda ke ’eşîretî «qerelûsî» ke le teřefî nehawend bû, hîcretî kirde luřistan, şahwêrdî qebûłî kirdin û bo muḧafezey mewqî’î xoy, legeł ḧikûmetî ’usmanî mudaray kird û be serbexoyî le memleketî xoyda jya, le sałî 1000 h.da çunke le ḧikûmetî turk mu’awenetî nedî, dîsanewe legeł êran řêk kewtewe û ḧetta xuşkî xoy da be şah û xoşî melîkeyekî sefewî mare kird. em têkełîye zorî dewam nekird, le weqtêkda ke «iẍurlî sułtan»y beyatî, ke ḧakmî esfehan bû, bo kokirdinewey řesmî ḧikûmet hate birûcêrd. legeł şahwêrdî kewte munaze’ewe û le dway şeřêkî kurt, şahwêrdî kuştî. lew weqteda şah ’ebas çûbû bo xorasan; ke emey bîst, řûy kirde luřistan û şahwêrdî xoy řanegirt û xoy fiřêdaye xakî ’usmanî. şah ’ebas beşêkî luřistan (mentîqey xuřem’abad)y da be mehdî qulî xanî şamlû û ḧakmîyetî baqî luřî biçûkî da be sułtan ḧisên kuřî şah řostem û ’eşîretî qerelûsîşî neqił kirdewe mentîqey «’ilîşgir» (1002 h). şah ’ebas le dway eme řûy kirde ’eşîretî beyat û te’dîbî kirdin (tarîx ’alim‌ara, ciłdî 2).

sałî dwayî, şahwêrdî be tewesutî î’tîmadeddewle û ferhad xan, le teřef ḧikûmetî êranewe ’efu kira û hatewe luřistan. şah xełatî kird û xuřem’abadîşî dayewe. le sałî 1006da şah ’ebas leşkirî kirde serî bo xuřem’abad bełam şahwêrdî le berî řaykird û xoy hawîşte qełay çengule. beşê le leşkirî şah ’ebas ke le qumanday ełławêrdî xanda bû, geyşte çengule û le dway şeřêkî kurt, şahwêrdî gîra û birdyane «sidmire» lay şah ’ebas û lewê kuştyan.

herçend le dway şahwêrdî, ḧisên xanî kuřî mensûr beg be ser beşêkî luřistanda kira be ḧakim, bełam tehmasb qulî (nadir şah), saymara, hîzmas û piştikûhî da be ’eşîretî înanlû û bem teřḧe ḧikûmetî luřî biçûk dwayî pê hat (1585 m); bełam netewey şahwêrdî le piştikûhda ḧikûmetêkî biçûktiryan be des xoyanewe hêştewe û le î’tîbarî ḧisên xanewe em îmarete biçûke dewamî kird û be nawî walîyetewe îdareyan kird û bem teřḧe le î’tîbarî em dewrewe ḧisên xan, îsma’îl xan, esed xan, ḧesen xan, kelbi’elî xan, ’elî xan, qulî xan, ẍułam‌řeza xan walîyetyan kird. le dewrî axir walî, řeza xanda, řeza şahî pehlewî luřistanî wekû wiłatekanî tir řebtî merkez kird û ḧikûmetî îrsîyey em xanedaney leẍu kirdewe.

mulaḧeze

le ḧadîsatî tarîxîyey em ḧikûmete wa ḧałî ebîn ke dewrî serbexoyî ewende dewamî nekirduwe û tenya le dewrî duwemî şuca’eddîn xurşîdda sałêk be tewawî musteqîl buwe. bełam şeř û de’way e’zay em xanedane bote sebebî bê‌hêzî û em ḧałeş le eẍłebî ḧikûmatda bewrey ew zemane buwe. le paşda musîbetî muẍul û teymûr wekû baqî ḧikûmetekanî tir em ḧikûmetî luřeşî dagîr kirduwe û kirdûye be tabî’. legeł emeşda çi le daxłida û çi le ḧidûdda zor baş îdare û tewesu’î kird û ḧikûmetêkî wekû «menazîre, ẍesasne, ḧemdanî û etabekî dyarbekir» buwe. ḧidûdî mułkî le «qařûn»ewe ta şarezûr û le ḧidûdî ’êraqewe ta hemedan û esfehan çuwe û be nezerî zemanî û emsalyewe weḧdeyekî muhîmmî syasî buwe.