ḧikûmetî etabekî luřî gewre (fezlewî)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 17 Xulek  1424 Dîtin

em ḧikûmete le cenûbî şerqî luřistanda teşekulî kird û le 550 h.we ta 827 ye’nî 377 sał dewamî kird.

wiłatî luřistan dû beş bû, luřî gewre û luřî biçûk. em teqsîmate le ewaxîrî qeřnî sêyemî hîcrîda hebû. dû bira ḧakmî em dû beşe bûn: bedir û mensûr. le dway bedir, luřî gewre kewte dest nesîreddînî kuřezay û lew weqteda nîweyekî luřistan le jêr îdarey xanedanî «şûl»da bû û ḧukmidaryan seyfeddîn bû û em xanedane be gwêrey řîwayet le zemanî sasanîyewe lewê ḧakim bûn.

le ewaxîrî qeřnî pêncemî hîcrîda sed małêkî kurd, ke le «cebel elsimaq»y şamewe hîcretyan kirdibû, hatne luřistan û le «cebel em’ad»y miḧemed xurşîd ke wezîrî melîk nesîreddîn bû, danîştin.

gewrey em xêłî kurde:

1. ebu tahîr

ebulḧesen fezlewî bû. lew beyneda wiłatî fars, be des ḧakmanî sulẍurîyewe bû. kuřezay ebulḧesen ke nawî miḧemed û be azayî şoretî bû, daxłî xidmetî ḧakmî fars bû. ḧakmî fars legeł ḧakmî şwankareda duşminayetî bû; ebu tahîr miḧemed kuřî ’elî kuřî ebulḧesen fezlewîy be leşkirêkewe narde ser ḧikûmetî şwankare. ebu tahîr ẍelebey kird û geřayewe. etabek sunqur zor memnûnî bû û le ser arezûy xoy, naḧyey kohgîloyey daye û leşkirêkîşî xiste tekî û bo zewtkirdnî luřistan musa’edey kird.

ebu tahîr ga be şeř û ga be syaset, wirde wirde luřistanî hênaye jêr ḧukmî xoy û le dwayîda serbexoyî î’lan kird û ḧikûmetî fezlewîy kurd bem terḧe le teref ebu tahîr miḧemedewe damezra. ebu tahîr muddetêk îdarey mułkî ḧikûmetî kird û le 555 h.da wefatî kird. pênc kuřî bû: hezar’esp, ’îmadeddîn pehlewan, nesreteddîn, îlwakuş û qiził bickim. kuře gewrey, be îtîfaqî birakanî, hate cêgay bawkî.

2. etabek hezar’esp

ḧukmidarêkî ’aqił û ’adił bû û le zemanîda luřistan zor pêş kewt û awedan û dewłemend bû. gelê ’eşayr le cebel elsimaqî şamewe le zemanî em ḧukmidare hatne luřistan. em ’eşayre be’zêkî ’ereb û be’zêkî kurd bû. nawyan be gwêrey tarxî guzîde le xwarewe nûsrawe: isukî, mimakune, bextarî , miraslî, sidasan, zahdyan, ’ela’î (alanî), kunund, bîwind, bida’î, bwazkî, şinwîd, rakî, cakî , harmî , isbik , kifî , şimus , nixu’î, kimakşî , mamesî , awîlkî , lîrawî, dilkî, twanî kya, midîḧa kurd, kulard ... alx.

hezar’esp be wasîtey em ’eşayrewe quwet û nifûzî zyad kird û xanedanî «şûl»y le luřistan be tewawî derpeřand û wiłatekey dagîr kirdin, ḧidûdî memleketî geyande çwar fersexyekey esfehan. etabek tigley sulẍurî, çend def’eyek leşkirî narde serî, bełam zeferî pê nebird û le hemû carêkîda şika û řoj be řoj nifûzî hezar’esp le zyadîda bû û tîcaret û zera’et le tereqîda bû.

zor qesebe û gund bîna kira û awedanî zyad bû. le paşda kuřekey narde lay xelîfe (alnasir lidîn alle)y ’ebasî û îltîmasî ’înwanî «etabek»y kird û xelîfe qebûłî kird û berat û xuftanî bo nard.

hezar’esp legeł sułtan miḧemedî xwarezmîşda dostayetî peyda kird û kiçî xoy da be ẍyaseddînî kuřî; le dway sełtenetêkî betûl wefatî kird û eger tarîxî wefatî, 655 h řast bê, lazme ke sed sał ḧikûmetî kirdibê (555 ta 655 h) .

3. etabek tîgle

kuřî hezar’esp, le daykewe le xanedanî sulẍurî fars bû. ke xeberî wefatî hezar’esp geyşte fars, etabek se’dî sulẍurî bo sendinewey ḧeqî xanedanî şûl le qumanday cemałeddîn ’umer nawî amozî hezar’espida leşkirêkî dûhezar kesî kirde ser tîgle, le nizîk qełay «bîru’e» tûşî etabek tîgle bûn, tenya pêncised swarêkî le la bû, le dway şeřêkî zor şika, bełam lew weqteda cemałeddîn ’umer be tîrêk kujra û leşkirî fars şiksitî xward û ẍelebe bo tîgle mayewe. le dway eme, sulẍurîyekan sê carî tir leşkiryan lê kird, bełam hîçyan pê nekira. le paş beynêk tîgle leşkirî kirde ser luřî biçûk û be’zê newaḧî le ḧîsameddîn xelîlî ḧakmî ewê zewt kird. le dwayîda le ser be’zê esbab, xelîfey beẍda le qumanday beha’eddîn gerşasb û ’îmadeddîn yonisda le xûzistanewe leşkirêkî narde ser luřistan û em leşkire be’zê le wiłatekeyanî tałan û wêran kird û biray tîgleyan esîr û le qełay «lahûc»da ḧepis kird. etabek tîgle xoy ko kirdewe û be leşkirewe řûy têkirdin û legełyana kewte şeřewe û ’îmadeddîn yonsî kuşt û beha’eddîn gerşasbî esîr kird û be we’dî berdanî birakey, berełay kird.

le sałî 655y h.da ke holako legeł lafawî muẍulda řûy kirde paytextî xelafetî ’ebasîye, etabek tîgle bo mesłeḧetî mułk û dewłetî xoy, legeł holako řêk kewt û legełya îştirakî seferî beẍday kird. holako etabekî daxłî qumanî «kîtuqabûs» kird û etabek le fecî’etî beẍda zor seẍłet bû. kujranî xelîfe û musułmanan zor te’sîrî têkird û le be’zê cêge ḧîssî nefretî xoy ne’eşardewe û em qisaney ber gwêy holako kewt û lêy ’aciz bû. ke etabek ḧîssî em ’aczîyey kird û şarezay şena’et û lexwanetirsîy holako bû, ferḧetî bînî û bebê îznî holako çû bo luřistan.

holako, kîtuqabûsî serdarî be leşkirêkewe nard bo girtinî şemseddîn alb arẍonî biray etabek; be kakî gut ke mesłeḧet waye min binêrîte lay holako, ta se’î bikem û řêktan bixemewe û leşkirî muẍul bigeřêtewe. etabek em teklîfey be baş zanî û we’dî da ke ta ew negeřêtewe luřistan, şeř legeł leşkirî muẍul neka. şemseddîn ke geyşte mêrgey «fihirke», ke le ḧidûdî luřistan bû, tûşî leşkirî muẍul bû, meqsedî xoy têgeyandin, bełam umeray muẍul gwêyan nedaye û girtyan û zincîrbendyan kird û ewaney ke legełî bûn, hemûyan kuştin û řûyan kirde luřistan. etabek tîgle le tirsî ewe ke birakey bikujrê, muqawemetî nekird û xoy xiste qełay «cabnixişt». herçende umeray muẍul we’dî emanyan daye, biřway nekird ta engustîley emanî le teřef holakowe bo hat. ew weqte etabek le qełake hate derewe û nardyan bo tewrêz. be xîlafî ’ehdî eman, lewê kuştyan. pyawekanî be dizyewe meytekeyan hełgirt û birdyanewe luřistan û lewê naştyan.

4. etabek şemseddîn alb arẍon

le dway kujranî kakî, le teřef holakowe kira be etabekî luřistan û emrî geřanewe be leşkirî muẍul dira. ke etabekî taze hatewe luřistan, memleketekey wêran û perêşan dî. zułim û şena’etî muẍul, wiłatekey meḧu kirdibuwewe û ehalî dabûyane şax û kêw, bere bere xełkeke hatnewe cêge û řêgey xoyan û des kira be te’mîrat û zera’et û bem new’e le muddetêkî kemda wiłateke çuwewe doxî caranî, řefah û se’adet kewte nawyanewe. etabek zistananî le şarî «îdic îzac» û «sûs»da le dewrî «şûşter» řa’ebward. hawînan eçuwe çyakanî menbe’î awî «şûşter» û «zînderûd» ke be awî zor û sardî û mêrẍuzarî û daristanî wekû beheşt wa bû. şemseddîn alb arẍon bem teřḧe be sikûn û se’adet panze sał ḧukmî kird û le paşda wefatî kird.

5. etabek yosif şah

le wefatî bawkya le la y ebqa xan bû. le dway mangê yerlîẍî ḧikûmetî luřistanî diraye. legeł emeşda be xoy û dûsed swarewe le paytextî muẍulda mayewe û bo îdarey luřistan, wekîlî te’în kird. le şeřî «buraq xan»da be leşkirî luřistanewe yarîyey ebqa xanî da û zor azayî nwand û le seferî ebqa xan bo wiłatî geylan û deylemda ḧazir bû. fîdayî deylem le şeřda hełyankutaye ser ebqa xan û dewryan girt, bełam yosif şah be firyayda geyşit û necatî da, beramber bem xizmete gewreye, xan wiłatî xûzistan û kohgîloye û şarî fîrûzan û cirbazqanî pê bexşî.

le dway em şeře, yosif şah çû bo kohgîloye û te’eřuzî kirde «şûl»ekanî naḧyey mamesanî. biray ḧakmekeyanî kuşt.

le dway lenawçûnî ebqa xan, mułkî êran kewte des eḧmed takudar û yosif şah legeł xelefî ebqa xan ke arẍon bû, beynî xirap bû. legeł emeşda qudretî ’usyanî le xoyda nedî û bo ḧerekatî xorasan ke daway komekî bo eḧmed takudar lê kira, be nabedłî dûhezar swar û de hezar pyadey legeł xoy bird bo mu’awenetî. bełam eḧmed, le şeřî xorasanda şika (683 h) û leşkirî luř be ser «tebes» û «netenz»da be çoła geřanewe, le tînûyetî, zoryan lê mird, be hezar ḧał xoyan geyandewe luřistan. yosif şah be emrî arẍon xan be şwên xwace şemseddîn saḧêbda çuwe luřistan û lewê kiçekey saḧêbî mare kird û xwace şemseddînî girt û boy nard. le dway şehadetî xwace şemseddîn, yosif şah geřayewe luřistan û lewê wefatî kird.

6. etabek efrasyab

le dway yosif şah, efrasyabî kuřî kira be etabek û ewîş eḧmedî biray narde paytextî muẍul û xoyşî le luřistanda mayewe. załim û lexwanetirs bû. desî kird be ẍedir û xirape û wizeray qedîmî dewrî hezar’espî wekû xwace nîzameddîn celaleddîn sedreddîn, her yeke be new’ê behaney pê girtin û mał û mułkî dagîr kirdin û kuştinî. be’zê le xizim û teřefdarî em xanedane řayankirde esfehan, bełam wazî lê nehênan û pyawî nard be şwênyana. lew beyneda arẍon mird. be’zê le řu’esay qedîme le esfehan ’usyanyan kird û walîy muẍulyan kuşt.

etabek efrasyab wîstî lem firsete îstîfade bika û le hemedan û wiłatî farsewe ta egate xelîcî fars, be’zê le xizmanî xoy be ḧakim te’în kird. celalî kuřî etabek tîgley be leşkirêkewe nard bo muḧafezey koh‌řûd, lewê tûşî leşkirî muẍul bû û şikandî. bełam kewtine xirape û tałan û le piřêka muẍulekan lêyan geřanewe û xirap şikandyanin.

kîxa tuxan ke em xeberî bîst, le qumanday emîr «tulday îdacî»da leşkirêkî muẍulî legeł leşkirî luřî biçûkda narde ser efrasyab û etabek xoy řanegirt û řaykirde qełay «cabnixişt». le xełkî luřistan zor kes kujra û zor xełk [ke] le tirsî muẍul řayankirdibuwe eşkewt û luřistan, tałan û wêran kira.

le paşda leşkirî muẍul dewrî qełay cabnixiştî da. efrasyab le tirsana mudafe’ey nekird û teslîm bû û nardyane paytextî muẍul, lewê be tikay «uruk xatûn» ’efu kira û dîsanewe kirayewe be ḧakmî luřistan. ke geřayewe, be mu’tad, desî kird be zułim û xirape û herçî pyawmaqûł û dewłemend bû, her yekey be behaneyek kuşt.

ke «ẍazan xan» bû be ḧukmidar, ewwełen řûy be efrasyab da, bełam le dwayîda le ser şikatî «hurkudak»y emîrî fars, efrasyabî kuşt (696 h).

7. etabek nesreteddîn eḧmed

le dway efrasyabî biray, bû be etabek. ḧikûmetî em zate le 696y h.we ta 730 weya 733 ye’nî 35 bo 38 sał dewamî kirduwe. em etabeke ’umrêkî zorî le seray îlxanîda řabwardibû, ’adił û ’aqił û ře’yet‌perwer bû. le muddeyekî kemda xirapey dewrî efrasyabî te’mîr kirdewe û řefah û řaḧet le luřistanda cêgîr bû. dewłet û mał zyad bû. melîk qutbeddîn kuřî ’îmadeddîn pehlewanî kirde wekîlî xoy bo luřistan. xesrew şay kuřî melîk ḧîsameddînî kird be serleşkir, welḧasił îdarey memleketekey be new’ê damezrand ke xoyşî û xełkîşî be tewawî ḧesanewe.

etabek nesreteddîn zor ’îlim û ’ulemay xoş ewîst. mela fezlułłay qezwînî meşhûr, «tarîx micim’ fî aḧwal miluk ali’cim»y be nawî nesreteddînewe nûsî û boy hedye kird. «mi’cim alansab» ’înwanî «pîr»y dawetê. îbnî betûte ełê em etabeke 160 medresey bîna kirduwe û 44y le «ibzac»da buwe û be’zêkîşî bo ’eşayr le naw çyakana dirust kirduwe.

8. etabek řukneddîn yosif şahî duwem

ḧikûmetî em zate le tarîxî 733 ta 740y h. dewamî kirduwe. ḧukmidarêkî ’adił û ’aqił bû. be gwêrey «micim’ alansab» mułkî em etabeke ta besre û xûzistan û ta lamustan û fîrûzan buwe.

9. muzeffereddîn efrasyabî duwem

nawî eḧmede û kuřî (be gwêrey îbnî betûte: biray) yosif şahî duwem buwe. îbnî betûte le dewrî em etabekeda ew wiłate geřawe. be gwêrey miḧemed elxizrî, muddetî ḧikûmetî em etabeke ta 756 dewamî kirduwe.

derḧeq be exlafî em xanedane me’lûmat nîye, weya zor keme. mîrza eskender be gwêrey řîwayetî mu’erîxînî ew dewre ełê:

10. «nur aludud»

xelefî efrasyabî duweme. zor musrîf û desbiław buwe. xezêney etabekî hełtekanduwe. be gwêrey «cihan‌ara» miḧemed mizeferî ḧakmî fars (713- 760 h) kwêrî kirduwe.

11. şemseddîn beşnek

be kuřî yosif şahî duwem danrawe û xelefî «nur aludud» buwe. ta 780 h ḧikûmetî kirduwe. le zemanî em etabekeda luřistan le şeř û de’way mizeferî zor zererî dîwe. şa mensûrî mizefer, «şûşter»y kirduwe be merkez û lewêwe çend seferêkî bo ser luřistan kirduwe. biray řeqîbî şah mensûr şuca’ buwe û be îmdadî beşnekewe hatuwe. waqî’en le ibzac, be’zê sikkey şa şuca’ dozrawetewe ke ’a’îd be sałanî 762 û 764 hîcrîye.

12. melîk pîr eḧmed

le dway wefatî beşnek buwe be ḧakmî luřistan û legeł melîk hoşeng nawêk le e’zay xanedanî xoy kewtote şeřewe û kuştûyetî. be řîwayetî be’zêk, eḧmed û hoşeng herdûkyan bira û kuřî «nur aludud» bûn. le dwayîda şa mensûr mizeferî, melîk pîr eḧmedî le luřistan kirdote derewe û le pyawmaqûłî luř, yekî dîkey kirduwe be ḧakim.

le 795 h.da ke teymûrî leng be luřistanda řaburd, pîr eḧmed le «řam hurmuz»da çote lay û le paşda le şîrazîşda zyaretî kirduwe û teymûr ḧurmetî girtuwe. le fermanêkî mexsûs mułkî aba û ecdadî dawetewe û ew dû hezar mał luřey ke le teřef şah mensûrewe derkirabûn, dîsanewe hênranewe luřistan û efrasyabî biray pîr eḧmedî legeł şah mensûrda be barimte legeł xoy birdote semerqend. paş beynêk teymûrî leng, luřî gewrey le beynî pîr eḧmed û efrasyabda teqsîm kirduwe.

le dway wefatî teymûr, mîrza pîr miḧemed, pîr eḧmedî le kûhan‌dizda esîr kirduwe û le 811 h.da îdarey ḧikûmetî luřistanî řêk xistuwe, bełam le ’usyanêkî daxłîda le naw çuwe.

13. ebu se’îd

kuřî pîr eḧmede, dû sał be barimte le şîraz danrabû, le dway wefatî bawkî, bû be ḧakim û le 820da le naw çû.

14. şah ḧisên

kuřî ebu se’îd û xelefî bû. le dway bûnî be ḧakmî luřistan, legeł ẍyaseddîn kawis, emîrêkî xizmî, kewte şeřewe û le 827da kujra.

15. ẍyaseddîn kawis

kuřî hoşeng bû û ḧikûmetî le şah ḧisên dagîr kird, bełam zorî pêneçû le eḧfadî teymûr, sułtan îbrahîmî kuřî şahřux leşkirêkî narde serî û ḧikûmetî fezlewî be tewawî le naw bird û le dway emane ḧikûmet kewte des řu’esay ’eşayrî bextyarî.

mulaḧeze

eserekey duqtor firîç ke le teřef «tirkya mihacrîn ’imumye midîrîtî»yewe terceme û tebi’ kirawe, eger ’eynî esłekey bê, beřastî mutale’at û efkarêkî zor dujminaney bo kurd tyaye û le tarîx naçê; çunke tarîx ebê bê‌teřefane binûsrê û ḧeqîqetî ḧadîsat negořrê. meselen le muşabehetêkî lefzî «fizliwî» wîstûyetî îstîfade bika û xîlafî řîwayetî «tarîx gizîde» û tewarîxî mu’teberey tir, xanedanî fezlewî be turk dabnê. zahîr waye ke xoşî bem nezerîye ẍerîbe qani’ nebuwe û le paşda ẍelebey ebu tahîrî kirduwe be mał bo ser leşkirî turk. le dwayîda zyatir buẍzî nwanduwe û îdî’ay nebûbî qewmî kurdî kirduwe.

legeł emeşda tarîx ełê em ḧikûmete bequwete, kurd buwe û le zemanî ebu tahîrewe ta îstîlay muẍul sed sałêk zyatir be tewawî serbexo bûn û le paşda wekû baqî ḧikûmatî îslam be mecbûrî bûne ḧikûmetêkî tabî’ey muẍul û teymûrî leng.