dewrî lutfi’elî xan

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 40 Xulek  1011 Dîtin

lutfi’elî xan kuřî ce’fer xan lew weqteda le kirman bû û seyîd xan be quwetî îxtîlalperweranewe be şah î’lan kirabû. bełam nîhayet çend mangêk ḧikûmetî pê kira. walîy ’umûmîy fars, ḧacî îbrahîm ke zor legeł tal’ û îstiqbalî lutfi’elî xanda ’elaqedar bû, be’zê le ehalî û řu’esay ’eşayrîşî daxłî îtîfaqî xoy kirdibû. lutfi’elî xan ke xeberî qetłî bawkî bîst, çunke emnyetî be leşkirekey nebû, řaykirde lay şêxî bûşehir û neytiwanî be zû be zûyî de’way textî bawkî bika. şêxî bûşehir zû wefatî kird û wesêtî bo şêx nasrî kuřî becê hêşt ke mu’awenetî lutfi’elî xan bika. waqî’en em şêxe leşkirêkî biçûkî daye û nardî bo şîraz. bełam em leşkire beramber be quwetî ḧacî haşmî biray seyîd xan şika û biław buwewe. duwem car ke leşkir bo ser lutfi’elî xan hat, le qumanday ’elî meḧmûd xanda bû û em serleşkire le berey ḧacî îbrahîm bû û bîna be qewl û qeraryan, terefdarî [le] lutfi’elî xanyan î’lan kird. şazade leme kewte umêd û řûy kirde paytext û be wasîtey dostan û terefdaranyewe efkarî ’imûmîyey bo ḧazir kirabû û le teref xełkewe be kemałî memnûnîyet qebûł kira (1789 m). seyîd xan îltîcay kirdibuwe îç qeła, zorî pê neçû teslîm bû û î’dam kira; lakîn ḧacî ’elî qulî ke yekê le ’enasrî îxtîlal bû, legeł umeray tirda le teref ḧacî îbrahîm xanewe tetbîb û te’mîn kiran û lutfi’elî xanîş nek tenya em we’dî ḧacî îbrahîme tesdîq bika, bełkû îzharî lutif û î’tîmadîşî derḧeq kirdin. lutfi’elî xan le ’umrî bîst û çwar sałîda bû. bełam le zemanî bawkya dayme le wezîfeda bû û geyştibuwe dereceyekî wa ke dost û dujmin teqdîrî ekird û le serey here cesûr û here şeřkerî memleketî xoy bû. şema’îl û lawçakî way enwand ke beřastî layqî em teqdîrate û ḧa’îzî ewsafî ’alîyeye. le hemû exlaq û etwarîda ’elametî ẍîret û fe’alyet zahîr bû. kełeget û lawçak bû, barîk û gurc û mezbût û behêz û swarêkî çust û çalak bû û le hemû new’î te’lîmêkda mahîr bû û bê řeqîb bû. bełam ewsafî demaẍîye ke bo meqamekey lazim bû têyda înkişafî nekirdibû. xîlafî cur’et û cesaretî, legeł îşda siłî ekird.

le pêş emeda ke biçête ser text, zor nazk û derḧeq biçûkî, zor lutfikar bû. bełam le dway ḧukmidarî, ewendey pê neçû tebî’etî gořa û be’zê le mezîyatî pêşûy nema, le cêgey ḧîlim û şefeqetî qedîmî, tundî û bê‌řeḧmîy enwand. ew ḧîssî metnidarî û şukiraney ke beramber be ḧacî îbrahîm xan ke buwe sebebî hatne ser textî, eyniwand, zû tebedulî kird be xisûmet û şubhe. beřastî here ’ecaybî ewe bû ke be nezerêkî ḧesadetewe temaşay ew quwete gewreyey ekird ke tacî nabuwe ser serî.

hêşta le mebadî cilûsîda bû ke aẍa miḧemed xan řûy kirde şîraz. em ḧukmidare cahîle, cur’etêkî fewqel’adey nwand û boy çuwe derewe û le dewrî «hezar bîze»da tûşî bû. bełam beramber be quwetî zorî qacar şika û fiřanraye şîraz. aẍa miḧemed xan be neş’ey em zefere, hate ser şîraz û le dway mangêk muḧasere, geřayewe tehran ke paytextî bû. sałî dwaye be endêşey hucûmêkî tir, lutfi’elî xan bo mudafe’eyekî bequwet xoy baş ḧazir kird, bełam aẍa miḧemed xan be sebebî meşẍûłîyetî azerbaycanî, nehat. lutfi’elî xan neywîst ew quwetey ke koy kirdotewe, bê îş bîhêłêtewe, legełyana řûy kirde kirman û be be’zê şirût, walîyekey be teslîmî şareke řazî bû, çunke weqtî sefer řabirdibû û xêrxiwahanîş nesîḧetyan kird ke qebûłî bika. yekê le şertekan serfî nezer kirdin le walî û etba’î bû. bełam lutfi’elî xan qebûłî nekird; le ser eme, muḧasere lew zistane sexteda dewamî kird. ordûy muḧasere, wiłax û însanêkî zorî le ber serma û birsyetî le kîs çû û le dway barînî befrêkî zor, celbî xwardemenîş mumkîn nebû. nîhayet be zorî be’zê le ’esker û namemnûnîy hemû, wazî le muḧasere hêna û le ḧałêkî perêşanda geřayewe şîraz. le pêş ḧesanewey lem sefere bemusîbete, birayekî biçkoley ke hêşta mindał bû, be naw kirdî be walîy fars û le ’eynî weqtida ḧakmîyetî mułkîyey şîraz û etrafîşî tewdî’î ḧacî îbrahîm kird. qumanday quwey muḧafezeşî be cwê da be ře’îsêkî ’eşîretî zend ke nawî bextyar bû. îç qełaşî xiste jêr îdarey ře’îsêkî tirî xanedanî zendewe. meqsedî lem teqsîmî selaḧîyete, men’î xyanet bû, bełam bê fa’îde bû. bextyar xan pyawêkî ze’îf û mutekebîr bû û be mewqî’î xoy û îstiqlalî îdarey ’eskerîyey, meẍrûr bû. eywîst be ser ḧacî îbrahîmda zał bê û amryetî be sera bika. bełam boy serî negirt û desî kird be teḧrîkî lutfi’elî xan le ḧeqî û em teḧrîkate kem û zor te’sîrî bû û hemû mu’ameleyekî dway hatnewey le kirman, way nîşan eda ke îtir î’tîmadî be wezîrekey nemawe. zaten muddetêk le pêş emeşda ḧadîseyek řabîtey beynî ḧacî îbrahîm û lutfi’elî xanî zor ze’îf kirdibû. lutfi’elî xan le ser tikay ḧacî îbrahîm, çend kesêkî ke şubhe le îştirakyan be sû’î qesd derḧeq be bawkî kirabû, ’efu kirdibû. le naw ewaneda mîrza mehdî nawêk hebû ke le pêşda ce’fer xan le xidmetî leşkirniwîs (muḧasîbî leşkir)da îstîxdam kirdibû. le dwayîda be’zê îxtîlasî le ser dozrayewe û derkira û gwêy biřa. weqtê ke ce’fer xan kujra û serekey fiřê diraye ber qapîy qeła, mîrza mehdîş her dû gwêkey biřî û bełam înkarî emey ekird. ḧacî îbrahîm çunke le bê‌gunahî qani’ bû, telebî ’efwî le lutfi’elî xan kirdibû û ḧukmidar le dway eme ke te’mînatî dabûye, gutbûy eger ḧeqîqet ew qebaḧeteyşî kirdibê, le ber xatrî ew, dîsanewe le ’efukirdinî teředud naka. le dway çend mangê, lutfi’elî xan xełatî dabeş kirdibû û xełatêkîşî dabû be mîrza mehdî. daykî ḧukmidar, ke emey bîst, bangî kird û pêy gut: aya ’efwî qatłî bawkit kafî nebû û lizûmit bînî ke lutfêkî mexsûsîş derḧeq sefîlêk nîşan dey ke xatratî bawkit îxlal eka?

em qiseye zor te’sîrî le lutfi’elî xan kird û geřayewe seray ḧikûmet û mîrza mehdî bang kird û le dway ’îtabêkî zor, emrî be sûtandinî da. ḧacî îbrahîm ke xeberî zanî, be ’ecele çuwe lay ḧukmidar û le mu’ameley xeberdar bû, be kemałî dehşetewe cesedî sûtawî mîrza mehdîy çaw pêkewt û le dway eme wekû ḧacî îbrahîm bîlzat xoy bo sêr malqolmî gêřawetewe îtir hîç emnyetî be lutfi’elî xan nema.

em îxtilafî beynî ḧukmidar û wezîre le lay hemû me’lûm bûbû. lutfi’elî xan eytiwanî ew nîzamî e’maley ke ta ew weqte qebûłî kirdibû, zor xirap bişkênê, bełam cesaretî te’eřuzêkî aşkiray nebû û le nifûzî wezîr etirsa. waqî’en bêcge le îtirtîbatî xełkî şîraz legeł ḧacî îbrahîmda zor walîy wiłatan û řu’esay ’eşayrîş legełîda be germî têkeł bûn û birakeşî qumandanî pyadey ordû bû. be gwêrey em wez’îyete be tebî’et ḧukmidar meylî şîddet nwandinî nebû, bełam ḧîssî ’aczî le hemû îşêkda der’ekewt. wezîr ke zanî ḧeyat û mewcûdîyetî le tehlukedaye, qerarî lenawbirdinî lutfi’elî xanî da.

lew beyneda ke eḧwał bem terḧe dewamî ekird, lutfi’elî xan fikirî çûne ser esfehanî bû, ewwełen wekû çon le pêş seferî kirmanîda kirdibûy, hênay weza’îfî řesmîyey şîrazî teqsîm kird le xanedanî xoy; emîrêkî kird be qumandanî quwey muḧafezey şar, yekêkî tirîşî kird be qumandanî qełay naw şar (îç qeła), zenî wa bû ke le myaney em tertîbatewe îtir xof le wezîrekey nakirê. legeł emeşda ney’etwanî şitêkî xîlafî sedaqetî le ser bidozêtewe. le dway eme ke be sûřetî řesmî, walîyetî şîrazî tewdî’ kird, le wextî ḧereketî ordûda be ḧacî îbrahîmî gut ke kuře gewrekey ke nawî mîrza meḧmûd bû, bînêrête qerargay ordû. ew kuře çunke zor biçûk bû, be tebî’et be kełkî hîç xidmet û me’mûrîyetêk ne’ehat û dyar bû ke ebête barimtey ef’al û ḧerekatî bawkî, ta em ḧadîseye ḧacî îbrahîm le îcray qerarî xoyda muteředîd bû, bełam em sû’î zenne teředudekey nehêşt û qerarî da ke řojê zûtir pilanekey tetbîq bika û em pilaneşî ewe bû ke şîraz teslîmî aẍa miḧemed xan bika û bem terḧe bîkate ḧakmî yekaney êran.

waqî’en ḧacî îbrahîm îtir hîç emnîyetî be lutfi’elî xan nemabû, zaten duşminêkî zorîşî bû û [bo] muḧafezey ḧeyatî xoy, wîstî ke be xidmetêkî gewre, ḧîmayey padşayekî bequwet bo xoy bistênê û bo em xidmete muqtedîr bû, bełam ke fikirî lê ekirdewe, be endêşey meḧwî xanedanêk ke bibuwe ba’îsî em qudret û ’îzzetey, wîcdanî mu’ezzeb ebû. {fn|em ḧacî îbrahîme kuřî ḧacî haşim bû ke yekêk bû le eşrafî şîraz. le ’umrêkî zwîrda mird û ’a’îleyekî zorî le ḧałêkî îḧtyacda becê hêşt, bełam kuřekey ewendey pê neçû daxłî serey eşraf bû, exlaqî mu’aşeretî û mu’ameley baş û zeka û dîrayetî, zorî tereqî pê kird û geyandye meqamî gewre. kerîm xan, ḧacî îbrahîmî le cêgey bawkî danabû, ’elî mirad xan kirdibûye ře’îsî hemû geřekekanî ḧeyderî, ke teqrîben nîwey şîraz bû. le weqtêkda ke ce’fer xan le esfehan řaykird û hate şîraz, şarekey be asanî teslîm kird û le ser eme kiraye kelanterî fars û le sayey em me’mûrîyetewe kuřekey gelê nifûzî peya kird û beramber bem lutfî ce’fer xane, lutfi’elî xanî kuřî geyande meqamî ḧukmidarî.

sêr malqolim ełê xom lem xisûsewe qisem legeł ḧacî îbrahîm kird û îdî’ay ew wa bû ke meqsedî lem ḧereketey necatdanî wiłatekey bû le şeř û heray mudde’îyanî dewłet û gutî: çi yekê le zend û çi le qacar bête ser text, men’î leşkir le tałan naka, bełam ewî pêwîste bo hemû, gewreyî û behêzîy êran û qa’îlbûnî be sikûnetêkî da’îmîye.}

le dway eme ke lutfi’elî xan çend qonaẍêk dûr kewtewe, ḧacî îbrahîm be quwetêkî şarî ke teşkîlî kirdibû û xistibûye jêr îdarey miḧemed ḧesen xanî bira biçûkyewe, qumandanî muḧafîzî şar û îç qełay girt û em mwefeqyeteşî zor be asanî bo pêkhat û xeberî em mwefeqyetey bo birakey nûsî ke legeł leşkirî lutfi’elî xanda bû û le dêyekî pênc firsexî (komeyşa)da ordûgay damezrandibû. leşkirî qacarîş le qumanday babaxanî xuşkezay aẍa miḧemed xanda řûyan têkirdibû û bîst mîlêk nizîkyan bibûnewe, birakey ḧacî îbrahîm legeł umera û zabtanî orduwekeda bo xyanet řêk kewtibû û qeraryan dabû ke tarîk dahat beşêkî leşkirî pyade, qerargay lutfi’elî xan bidate ber tifeng û des biken be hera û ẍełbe ẍełb û eweş îşaret bê bo kobûnewey berey ḧacî îbrahîm.

waqî’en be gwêrey qerar ḧereket kira û ke hera peya bû, lutfi’elî xan ’ecaybatî lê ma û xofî lê nîşt û pyawî nard ke bizanin çîye. pyaw hatewe û pêy gut swar be û derço, çunke leşkirekey xot bote duşminit. tenya tehmasb xanî feylî legeł ḧefta swarêkda şwênî kewtin, baqî řu’esa û umera em ḧukmidare bê‌tal’eyan becê hêşt.

lutfi’elî xan be umêdî ewey ke şîraz be dest qumandanekanyeweye, legeł řufeqay felaketîda řûy kirde paytext (1791 m). bełam le dway cwêbûnewey le ordûga be dû řoj le eḧwał xeberdar bû û quwetekeyşî geyştibuwe sê‌sed swarêk. herçonê bû xoy geyande dergay şîraz û pyawêkî narde lay ḧacî îbrahîm û esbabî mu’ameley lê pirsî. ḧacî îbrahîm le cwabî em pirsyareyda leserxo gutî le wez’îyetî lutfi’elî xan û fikirî têgeyştim û zanîm bo muḧafezey ḧeyatî xom lazme le quwet tecrîdî bikem û dûrî bixemewe. to nesîḧetî bike ke waz le malîkîyetî şîraz bênê û pêy biłê bo necatdanî řoḧî, bêcge le řakirdin ’îlacêkî tirî nîye (tarîxî ḧacî îbrahîm); bełam em ḧukmidare meẍrûre ke quwetêkî kemî bû, em nesîḧetey řed kirdewe û gutî: herçonê bê, em xa’îne şarîye; quwetekeyşî nîhayet be’zê beqał û ’etarin, ke natwanin beramber be ’eskerêkî aza řawestin. bem xeyałe pişt‌estûr bû û le nizîk dîwarî şar dabezî û ordûgay hełda. ḧacî îbrahîm ke way zanî, fêłêkî tirî bo dozîyewe. mał û mindałî ’eskerekey ke le naw şarda bû, xeberî bo nardin û gutî eger zû lutfi’elî xan becê nehêłn û nehênewe naw şar, mał û mindałyan hemû ekujrê. waqî’en eme te’sîrî kird û ’eskerekey lutfi’elî xanyan cê hêşt û ḧukmidarî bedbext na’îlac legeł çwar pênc kesêkda çû bo bûşehir. bełam ke geyşte ewê, temaşay kird şêxekey wekû pêşû, dostayetî nemawe, çunke ewîş mensûbî ḧacî îbrahîm bû. le ber eme, çuwe bender rîg û ḧakmî ewê zor baş qebûłî kird û ta twanî mu’awenetî kird, be sayey em mu’awenetewe twanî be’zê quwet ko bikatewe û legełyana se’î bo sendinewey şîraz bika.

kemîy leşkirî lutfi’elî xan be sayey azayî xoy û sedaqetî ’eskerekeyewe ewende derne’ekewt. ewweł ẍelebey be ser leşkirî bûşehirda bû . duwem şeřî legeł ḧakmî «kazrûn»da bû û esîrî kird û çawî derhêna . em ḧerekete załmaney, muxîllî menfe’etî bû û teqwîyey dujmine bequwetekey ekird û ew muḧîbetey ke derḧeq be cahîlî û qehremanî û bedbextîy peya bibû, bem sebebewe za’îl ebû.

lutfi’elî xan lem mwefeqyetaney, cesaretî send û dîsanewe hate ser şîraz û desî kird be ḧesir û tezîyqî. bełam çunke ne pyade û ne topçî bû, muḧaserey pê ne’ekira. legeł emeşda teřefdaranî ’usyan, pey der pey lêy ko ebûnewe û geyşte dereceyekî wa ke dostan û teřefdaranî, umêdî mwefeqyet û sendinewey ḧikûmetyan lê ekird. bełam fezîletî qehremanî û se’îy mutemadîy em şazade cahîle, tûşî muqawemetî însanêk hatbû ke be ’eqił û tedbîrî, hemû tehlukeyekî le pêş wiqû’îda ḧîs ekird û selabetî legeł î’tîdalîda têkeł ekird û bîllizûm hîç le duşminî ne’ekewte xofewe û da’îmen be ser teřefdaranî xoya mu’esîr û muraqîb bû, etwar û mişwarî fewqel’adey em însane ’eca’îbe, řenge be sebebî em wez’îyete muşkilewe le hemû edwarî ḧeyatîda zyatir derkewtibê.

le dway eme ke lutfi’elî xan le seferî esfehanda le orduwe ’asîyekey cwê buwewe, ew leşkire le ḧałêkî perêşan û têkeł û pêkełîda geřabuwewe şîraz û hatnî emane, quwey ’ededîyey ’eşayrî muselleḧey farsyan zor kirdibû û geyandibûyane dwanze hezar kesêk. pyade yaxud ’eskerî şarî ke ’îbaret bûn le esnaf û sen’etkar, nîhayet pênc yekêkî ew ’edede bûn û ḧacî îbrahîm tenya piştî be mu’awenetî emane estûr bû, çunke em ’eşayre ke serwet û se’adetyan be dewamî ḧikûmetî zendewe meřbût bû, mumkîn nebû ke le ser fîkirî ḧacî îbrahîm bin, ye’nî bewe řazî bin ke ḧukim û nifûz bikewête des ře’îsî qacar.

ḧacî îbrahîm çunke qani’ bû ke em quwete nayełê pilanekey tetbîq ka, qerarî da ke sîlaḧyan lê bistênê û deryanka. em pilaney be îḧtyatêkî tewaw û zû be zû tetbîq kird. xeberî bo ew ’eşayre nard û gutî le weqtêkî mu’eyyenda ebê bête şar ta xełatyan be serda dabeş kirê. xulase be fêłêkî zor ’ecayb û bê hera û şeř, sîlaḧî le hemûyan send û le dwayîda nardinî bo dêhatan. lemane be’zêkyan le dwayîda hatne lay lutfi’elî xan û beşêkî zorîşî, bê sîlaḧ çaweřwanî muqedderatî xoyan bûn.

ḧacî îbrahîm, zemanî girtinî şîrazî bo aẍa miḧemed xan nûsîbû. ře’îsî qacar le qumanday mistefa xana leşkirêkî be îmdadewe nard. lem lawe lutfi’elî xan le firsetêkî munasîbda hełîkutaye ser ew leşkire û le dway şeřêkî qaym, şikandî. aẍa miḧemed xan ke emey bîst, seferî î’lan kird û quwetêkî way le qumanday can miḧemed xan û řeza qulî xanda nard ke be gwêrey zorî, bo nîhayetdan bem şeře kafî bû. em leşkire bequwete le dway eme ke legeł muḧafzînî şîraz yekdigîr bûn, bo te’eřuz řûyan kirde lutfi’elî xan, ke leşkire biçûkekey be nezerî ewanewe de yek bû. em şazade beẍîrete neywîst řû wergêřê, bełam bo telafîy kemîy quwetekey, be fîkirêkî mahîrane be’zê baẍatî ew nawey îşẍał kird ta bem teřḧe û be yarmetîy mewanî’î sen’îye, bitwanê muqabeley ew quwete zore bika.

îbtîday şeř bo duşminî musa’îd bû. hicûmî kirde naw mewzi’ekey û mudafî’înî derpeřand û kewte şwênyan. bełam lutfi’elî xan ke ḧeqîqet qudret û teqdîrêkî serdaraney hebû, dî ke leşkirî duşmin kewte tałanî qerarga xałîyekeyewe, emey be firset zanî û çend swarêkî ko kirdewe û be şîddet hełîkutaye ser duşmin. ’eskere şikawekey, ke çawyan be qehremanîy ře’îsekeyan kewt, geřanewe ser duşmin û le hemû layekewe şikandyan û bem teřḧe, şik û şubhe le zeferî lutfi’elî xanda nema. duşmin zay’atêkî zorî da û beşêkîşî esîr bû, ḧetta řeza qulî xanîş ke yekê le řu’esay qacar bû, le naw esîrekana bû.

ḧacî îbrahîm zanîy ke em zeferî duweme, şan û şoretî lutfi’elî xan biłinditir eka û emeş boxoy xerape, bo aẍa miḧemed xanî nûsî ke be ’ecele xoy bigeyenête şîraz. em ḧukmidare têgeyşit ke wez’îyet le tehlukedaye, desbecê be quwetêkî zor gewrewe (30 35 hezar kesî) řûy kirde şîraz. em quwete be nezer quwetî lutfi’elî xanewe sed be yek bû û emeş delîlî eme bû ke aẍa miḧemed xan, be nezer cur’et û bê‌perwayî duşminekeyewe îḧtyatêkî zorî kirdibû û ḧeqîşî bû.

aẍa miḧemed xan be quwetî pêşkewtûyewe, ke geyşte dêy «myan» nizîk îstexir (pêrispolîs), ordûgakey le piřêka tûşî te’eřuzî lutfi’elî xan bû. em şazadeye be cur’etêkî wa ke înca le be’zê qehremanana ke meydanî şeřyan le la wekû seḧney zewq û sefa waye, lingî daye meydanî şeřî tacgirî êran. em sewłetî şêraneye, pêşdarî aẍa miḧemed xanî şiłejand û şikandî û şwênyan kewt û be çend sed swarêkewe, bê perwa hełîkutaye ser leşkirêkî sî ya sî û pênc hezar kesî. le layekewe tarîkîy şew û le layekî tirewe ew tirs û xofey ke be wasîtey fîrarîyekanewe peya bibû û dehşetî nawî lutfi’elî xan, ordûy qacarî be new’ê şiłejand û têkî da ke bo teřefî em la, wekû muqeddemeyekî ẍelebe bû . ’adeten hemû orduwekey aẍa miḧemed xan biław bowe û muhacmîn geyştine qerargay aẍa miḧemed xan.

lew weqteda yekê le umeray lutfi’elî xan be şazadey gut ke aẍa miḧemed xan legeł fîrarîyekan řaykirduwe û te’mînatî daye û gutî min ḧez nakem ew mał û dewłet û xezêney şahîye ke bem ezîyete des kewtuwe, le teřf orduweketewe be tałan biçê . sed ḧeyf ke şazade biřway pê kird û desbecê emrî be leşkirekey da ke řawestin û neçne naw qerargay şawe. waqî’en îta’etyan kird û řûyan kirde layekî tir û kewtine tałanewe.

řojî dwayî le berî beyanda û le ḧałêkda ke şazadey ẍalb, piştî duşminî kewtibû, le piřêka û be kemałî ḧîret û dehşetewe dî ke lew ordûgay duşminda bangî sibeynê edrê û xełk bo nwêj de’wet ekirê. ewaney ke le ordûgada mabûnewe, leme têgeyştin ke aẍa miḧemed xan le cêgey xoyetî û qerargay xoy becê nehêştuwe.

waqî’en aẍa miḧemed xan ke çawî be peşokawîy orduwekey kewt û zanî ke îslaḧî qabîl nîye, le qerargay xoyda legeł be’zê muḧafîzanî řawesta û seyrî ’ededî kemî dujmin û zorîy cur’et û întîzamî kird. lutfi’elî xan le xewî zefer xeberî buwewe û řwanî ke bo emey esîr nekirê, be ẍeyrî xo derkirdin, ’îlacêkî tirî nîye û waşî kird.

em tecrube cesûraneyey ke bo sendinewey ḧukim û nifûzî kirdî, nabê be ḧereketêkî me’yûsane teleqî bikirê, ke îmkanî mwefeqyetî nebûbê. lutfi’elî xan be tecrubey xoy, zor baş têgeyştibû ke le ordûyekî wada ke te’eřuzî têkird, eger yek car peşokî û şiłejanî tya peya bê, îtir xo kokirdinewey mumkîn nabê û dîsan baş eyzanî ke zor řu’esay ’eşayr, hêşta le beynî xoy û aẍa miḧemed xanda muteředîd bûn.

em řu’esayane dayme be gwêrey eḧwał û zeman ḧereketyan ekird û ewan her yekêkyan îxtyar bikirdaye, berey ewanîş bê teředud, tab’yan ebûn. le layekî tirîşewe ḧeqî bû ke umêdî be netîcey em ẍelebeye bê‌emsale bibê û bem wesîlewe be ser duşminekeyewe ke hemû esbabî îzmîḧlalî le teřef ewanewe (řu’esay ’eşayr) ḧazir kirabû, ẍelebe bika. pilanî te’eřuzî şazade beřastî bê qisûr bû û be kemałî îḧtyat, ḧereketî kird û le piřêka day be ser pêşdarî aẍa miḧemed xanda û ew îstîfadeyey ke le zerfî ewwełî kird, beřastî nîşaney qablîyet û cur’etî fewqel’adey xoy bû. zeferî qet’î, be sebebêkî wawe le dest çû ke le eẍłebî neta’îcî ḧerb û sełtenetda ew new’e esbabe mu’esîr ebê.

waqî’en çon lutfi’elî xan layqî muzeferîyet bû, aẍa miḧemed xanîş layqî ew tace bû ke le î’tîbarî ew řojewe boy saẍ buwewe. em ḧukmidare le ye’is û perêşanîy leşkirekey hîç neşłeja û emeş nîşaney metanetî fewqel’adey bû. demaẍî dayme legeł em ḧadîseye meşẍûł bû û eẍłeb lem mutale’eyeda bû. le tarîxî dwayî êranda tenya sê şit ebê zor baş tełqînî însanî talîye bikirê: ewwełemînî, înzîbat û metanetî ew ḧacî îbrahîme, ke legeł çend saḧêb dûkan û esnafêkda şîrazî dagîr kird û çend mangêk beramber be hemû ’eşayrî muḧarîbî ew nawe muḧafezey kird. duwemînî, qehremanîy fewqel’adey lutfi’elî xane ke legeł çwarsed yan pêncised kesêkda le hełkutane ser ordûyekî sî hezar kesî perway nekird; sêyemînîşî, metanetî nefsî xoy bû ke le weqtêkda ke hemû kes fîrarî kirdibû, ew qerargakey xoy becê nehêşt û muḧafezey sikûnetî kird û ’adeten be wasîtey bangidanewe le dost û dujminî geyand ke le cêgey xoyetî û ew peşokî û şikane te’sîrî nekirdotê.

lutfi’elî xan ta kirman řanewesta û lewê desî kird be leşkir kokirdinewe. aẍa miḧemed xanîş bîlzat xoy řûy kirde şîraz û leşkirêkîşî narde ser lutfi’elî xan . ew çend kesey ke le dewrî lutfi’elî xan ko bibûnewe, ke em xebereyan bîst, biław bûnewe. le ser eme, şazade çû bo xorasan (1207 h), çunke em wiłate le wefatî nard şawe ta ew řoje, be des be’zê řu’esay serbexowe bû. yekê lem ře’îsane mîr ḧisên xan bû ke ḧakmî mentîqe û şarî tebes bû, şazadey ḧîmaye kird û dûsed swarêkî bo pêkewe na, şazade legeł em quwete û be’zê pyawî sadqî xoy, ke qet lêy cwê nebûbûnewe, řûy kirde yezd.

walîy em şare leşkirêkî nard û řêgey pê girt, bełam şazade bebê teředud hełîkutaye seryan û tefrutûnay kirdin. le dway eme ke bem ẍelebeye samî leşkire biçûkekey şikand, řûy kirde dêy eberkûh ke le ḧudûdî fars bû. ew dêye îta’etî kird û lêrewe xeberî bo teřefdaran û dostanî nard ke serlenwê hatote meydanewe. waqî’en hêşta be sûřetî xefî, be’zê teřefdarî bû û le dway ewe ke şoretî ẍelebey kewte ew nawewe, zor kes be aşkira î’lanî teřefdarîyan kird û bem teřḧe ewendey pê neçû ’ededî leşkirekey geyşte 1500 kes û legeł emane darabcêrdî muḧasere kird (1208 h).

herçende em şare letîfe wekû caran gewre û qełebałx nebû, bełam hêşta ehmîyetî xoy muḧafeze kirdibû û de panizde hezar nifûsêkî hebû. le ber ehmîyetî mewqî’ekey, lutfi’elî xan zor hewłî bo zewtkirdnî da, bełam lew beyneda ke xeberî peyabûnî biław buwewe, leşkirêkî qurs le tehranewe nêrraye serî û le layekî tirîşewe ḧacî îbrahîm leşkirêkî bequwetî pyadey legeł bira biçûkekeyda bo teqwîyey mudafî’înî darabcêrd nard.

nizîkkewtinewey em leşkire, şazadey mecbûrî dûrkewtinewe kird û se’î kird ke le dê sextekey «řûnîz» xoy bigrêtewe, bełam le dway çend řojê de’wa, mecbûr bû ke be te’eřuzêkî ẍerîb, tecrubey tal’ bika, bełam le netîceda zorîy dujmin ẍelebey lê send û mecbûr bû ke tîkirar biçêtewe lay ḧakmî tebes. em ḧakme dîsanewe be řûxoşî qebûłî kird, bełam le dwayîda le tirsî mewqî’î xoy, tewsîyey kird ke biçête qendehar û tełebî mu’awenet le teymûr şahî ḧukmidarî efẍan bika, her ew eytiwanî ke bîxatewe ser textî ecdadî. lutfi’elî xan gwêy le nesîḧet girt û řûy kirde seray melîkî efẍan, bełam hêşta çend qonaẍêk neřoyştibû ke xeberî wefatî teymûr şahî bîst û lem wez’îyeteda qerarî da ke le êranda bimênêtewe.

le weqtêkda ke lutfi’elî xan derḧeq be ḧereketî xoy muteředîd bû, kaẍezî le dû ře’îsî nermaşîr (mentîqey şerqî kirman) ke meḧmûd xan û cehangîr xan bûn, wergirt, tewsîyeyan ekird ke memleketî xoy becê nehêłêt, te’mînyan kird ke eger bigeřêtewe, her mu’awenetêk û xidmetêk lazim bê, eyken. mu’elîfêkî êranî beřastî ḧeqî buwe ke gutûyetî: şu’leyekî zor kem le diłî muḧarîbda agirêkî umêd peya eka. şazade le ser em we’de, desbecê hełsa û řûy kirde nermaşîr û lewê ke řwanî çend ’eskerêk le jêr beyaxêkda ko bûnewe, kewte umêdewe û qerarî da ke kirman bigrê û be ḧereketêkî serî’ nizîk ew şare buwewe. mame zor azakey, ke nawî ’ebdułła xan bû, le hemû ḧadîsatî dewrî lutfi’elî xanda ḧeqîqeten şoretî sendibû. legeł nîwey quwetekeyda pêşî xist, ta te’eřuzêkî be diro bikate ser şareke. mitbaqî quwetî bo îḧtyat gil dayewe û le dwayîda ke çawî pêkewt duşmin hemû quwet û dîqqetî ḧesir kirdote ser ’ebdułła xan, legeł quwetekey xoyda hełîkutaye ser layekî tirî qełake û bem teřḧe qumandanî şarekey hełxełetand û le pêş eweda ke pê bizanê, be dîwarî qełakeda hełgeřan.

herçende muḧafîzînî şareke lem ḧerekete şiłejan, bełam dîsan zor muqawemetyan kird û legeł emeşda ewendey pê neçû hemû mewzî’ekanyan le des sendin û mecbûryan kirdin ke xoyan bihawne naw qełay daxłîyewe (îç qeła) û lêreş xoyan negirtewe û zû becêyan hêşt. qumandanekanî qełay kirman herçonê bû derçûn, bełam zorî quwetekeyan kujra û hemû bargiranî û małyan kewte des şazadey ẍalb.

lutfi’elî xan le dway em ẍelebeye wez’îyetî ḧukmidarî girt û bo yadgarîy em axir zeferey, be nawî xoyewe sikkey lêda. mu’erîxînî em dewre gutûyane: talî’î em şazadeye le birûskeyekî wa zor beşewq eçû ke zyadîy nûrî le weqtî kujaneweyda der’ekewt.

aẍa miḧemed xan ke xeberî zewtî kirmanî bîst (1210 h), be hemû quwetî xoyewe řûy kirde ew teřefe. lutfi’elî xan le zorîy leşkirî xesmî, perway nebû. çunke ewwełen leşkirekey xoy be wasîtey çend ẍelebeyekewe meharet û cesaretî peya kirdibû. duwemîş be ẍîretî qehremananey xoy pişt‌estûr bû; bełam le dway mangêk muḧasere, muzayeqeyekî zor tûş bûn û be’zê qete’atî mudafe’e îzharî namemnûnîyan kird. be’zê le ’eskerî pyade ke me’mûrî mudafe’ey çend burcê bûn, le piřêka ew burcaneyan bo duşmin becê hêşt û le pêş xeberdarbûnî lutfi’elî xan lem xyanete, dû sê hezar kesêk le ordûy aẍa miḧemed xan daxłî ew burcane bûn.

lutfi’elî xan ke emey bîst, destibecê hełîkutaye ser ew burcane û le dway cîdalêkî mudhîş, dujminî fiřêdaye derewe û emeş axir mwefeqyetî bû. yekê le umeray, ke zor lêy emîn bû, xyanetî legeł kird. em xa’îne qumandanî mudafe’ey qełay nawewe (îç qeła) bû û le layekî tirîşewe îştirakî mudafe’ey xarcî ekird. em zabte xa’îne, qapîy ew teřefey bo dujmin kirdewe û aẍa miḧemed xan be de dwazde hezar kesewe hate naw şar û baqî quwetekeşî bo yarmetî ḧazir kird. lutfi’elî xan ke lem duwem xyanete xeberdar bû, be cesaretêkî xarîqul ’adewe hełîkutaye seryan, bełam fa’îdey nebû û kar le kar tirazabû. çunke dujmin le ẍayet beder zor bû; nîhayet ke çawî pêkewt ke ’eskere here aza û bekarekanî kujrawin, be na’îlacî geřayewe dwawe.

meqsedî yekaney aẍa miḧemed xan men’î derçûnî şazade bû. dewrî şarî kirmanî da û le ber her dergayekî qełada, mefrezeyekî zor bequwetî dana. lutfi’elî xan legeł emeşda ke le hemû layekewe muḧasere kirabû, sê sa’et le naw şarda xoy řagirt û ke şew hat, be sîřřî le îltîcagay hate derewe û be wasîtey pirdêkî textey ze’îfewe ke le dway îstî’malî le teřef dujminewe fiřêdrabû, derçû. bełam ebwaye le dway eme, xetî dujminîş bidřê, şazade be cur’etêkî xarîqul ’adey me’yûsanewe te’eřuzî kirde em xetî dujminewe û legeł sê kesda em xetey diřî û derçû û be siłametî xoy geyande mentîqey nermaşîr.

aẍa miḧemed xan le dway girtinî kirman xełkî şarekey hemû kuşt, be ẍeyrî jin û mindał, kesî tya nehêşt û em ze’îfaneşî teslîmî ’eskere weḧşîyekanî kird û sê řoj legeł tałan û qetił xerîk bû. meqsedîşî lem mu’ameleye ewe bû ke hîç şarêkî tir cesaret neka yarîyey lutfi’elî xan bidat.

lutfi’elî xan le ewwełda le teřef walîy nermaşîrewe baş qebûł kira, bełam ewendey pê neçû řojêk le teřef birakeyewe ke le weqtî xoyda legeł lutfi’elî xan bo kirman çûbû, bang kira û têy geyênra ke em ḧîmayeyey, bo îstîqbalî xirap ebê û tûşî ẍezebî aẍa miḧemed xan ebê. meḧebetî birakey û xofî dwayî, ẍelebey lê kird û ’ehd û peymanekey le fîkir birdewe û qerarî da ke şazade bigrê û bo te’mînî ḧeyat û îstîqbalî xoy, teslîmî aẍa miḧemed xanî bika. řefîqekanî lutfi’elî xan le pêş wiqû’îda lem xyanete geyştin û xeberyan da be şazade ta xoy necat bida, bełam gwêy le nesîḧetyan negirt û biřway pê nekirdin û ḧetta be winbûnî řefîqekanîşî, ke le hemû sa’atî felaketda lêy cwê nebûbûnewe, dîsanewe le xewî ẍefłet xeberî nebuwewe, bełam zorî pê neçû be’zê însanî piř çek û sîlaḧî le dewrî xoyda dî û zanî ke řefîqekanî řastyan gutuwe, destibecê desî daye şîrekey û hucûmî kirde ser ew kabrayane ke eyanwîst bîgirin. le dway mucadeleyekî zor mudhîş, şazade xoy geyande espekey xoy û swar bû. lew beyneda yekê le muhacîmekan be şîr qaçêkî espekey peřand û şazade legeł espekey kewt û hełsayewe û serlenwê cîdalêkî mudhîş desî pêkird û le netîceda şazade le ser û qołî, dû birînî zor qursî xward û kewt û bew ḧałewe birdyan bo lay aẍa miḧemed xan. ewwełen be desî xoy çawî hełkołî û le paşda nardî bo tehran û lewê le dway ḧeqaretêkî zor weḧşîyane , emrî da be lenawbirdinî ew şazadeye, ke lew ḧałî esîrî û lêkewtûyyeşda bû, dîsanewe duşmine zor dûr’endêş û bequwetekey xoy elerzand (1794 m).

lutfi’elî xan le pêş tewawkirdinî 25 sałî û le dway ḧeyatêkî xarîqul ’ade le naw çû. sêr con malqolim ełê: «le etwarî em şazadeye û le ḧadîsatî ḧeyatîda be’zêkî şayanî merḧemet û be’zêkîşî layqî tebcîle û eger temaşayekî e’mal û ḧerekatî bikirê, be ẍeyrî mezîyatî ’eskerîye, şitêkî tirî tya nabînrê. şazade le naw sełtenetêkî wasî’eda û le dewrêkî wada ke îta’etî ḧukmidar ’adetêkî ’umûmî bû, hatbuwe dinyawe û mumkîne ke ewsaf û mezayay em şazadeye muşabîhî ewsaf û secîyey cengîz weya teymûrî leng bê; bełam be gwêrey eḧwał û şera’îtî ew weqtey ke ew hate ser text, beẍeyrî feza’îlî şexsîyey û qabîlîyetî řyasetî, hemû ewsafêkî tirî le ’eleyhî bû. me’lûmatî bû, bełam mudebîr û dûr’endêş nebû. muḧakeme û dîrayetî, be sebebî îḧtîrasatyewe bê‌te’sîr bû. le ẍayet beder meẍrûr bû. ḧetta le dewrî nuşustîşda tenezulî ne’ekird legeł ewaney ke qabîlîyetî sûq û îdareyan bû, řêk bikewê weya yekdigîr bê. tundetebyat û nebez bû, hîç weqtê be ẍeyrî fîkirêkî tedhîş, se’î bo fitûḧat ne’ekird û řûy bikirdaye her layek, zefer be pîryewe ehat. quwet û qudretî xoy be şîddetêkî wa îstî’mal ekird ke ew şîddete înca ḧakmêkî cêgîrbûy bequwet eytiwanî bîka. bełam boxoy te’sîrêkî way ne’ebû, bełkû be’zê duşminî bo peya ekird; ke her wekû xoy dayme beramber be mecray ḧadîsat le mucadeleda bûn, legeł emeşda qisûrî ke zor bû, le ber be’zê feza’îlî ’alîyey û be sebebî serencamî fecî’î, em axir şazadey xanedanî kerîm xane, le teřef mu’erîxînî mu’asryewe, îhmal kirawe.»

ḧukmidaranî xanedanî zend nizîk nîw ’esrêk be ser beşî zorî êranda ḧukmyan kird, bełam le dway wefatî mu’esîsî em xanedane, ḧukim û nifûzyan qet be tewawî danemezra û emeş ewwełen le ber îxtîlafatî naw xoyan û duwemîş be sebebî zeka û dîrayetî aẍa miḧemed xanî dujminyanewe bû. em ḧukmidare lew weqtey ke le şîrazewe řaykirdibû, dayme se’î bo lenawbirdinyan ekird û nîhayet mwefeqîş bû. ẍelebey, le quwetî sîlaḧî zyatir, be sayey sebat û metanetyewe bû. aẍa miḧemed xan lenawbirdinî ew kesaney ke wa mumkîn bû ser berz kenewe, be wezîfey xoy zanî. lem tebeqeyewe baxsûs lewaney ke muḧtemel bû çaw bibřine textekey , hemûy le naw birdin; ya kuştinî ya çawî derhênan. nek her ’eşîretî zend, bełkû hemû ’eşîretêk ke fê’len mu’awenetî xanedanî zendî kirdibû, le fars tehcîr kira û bo wiłatanî dûr nêrran û le cêgey ewan, ’eşayrî esłîyey fars îskan kira.

beşî zorî em mezalîm û qetił û ’ame, le teřef ḧacî îbrahîmî xa’înewe kira. muḧeřîřî kitêbî «mi’asir alsiltanîة» ye’nî tarîxî qacar ełê: ḧacî îbrahîm em xyanetey be umêdî îstiqlal kird bełam le tirsî aẍa miḧemed xan neywêra aşkiray bika û be zahîrî, be îxlas qełay şîrazî teslîm kird û aẍa miḧemed xan kirdî be walîy fars. bełam şikî le xyanet û dena’etî nebû, legeł emeşda bo def’î te’ney xełk, wîstî le firsetêkda le ’odey bê. ḧacî îbrahîm derḧeq be beqayay zend, zor mezalîmî kird û cigerî lawanî zendî be sûjin diřî û xizim û eqrebaşî le mezalîm û dena’etda musabeqeyan ekird. nîhayet ’adłî mutłeq, ḧeqî lê send û le dway wefatî aẍa miḧemed xan, be muddetêkî kem û be emrî fetḧi’elî şa çawyan hełkołî û çawî kuřanî û jinanî û kiçanîşî hełkołra û emir dira ke bira û eqrebaşî le naw birê. xoşî legeł mał û mindałî kwêrîda le qezwîn danra ta le naw çû; ’îbret!

le dewrî ḧikûmetî fetḧi’elî şahda miḧemed xanî kuřî zekî xan, de’way sełtenetî kird û ḧetta esfehanîşî girt, bełam boy muḧafeze nekira û řaykirde lay ḧikûmetî ’usmanî. bêcge leme teşebusêkî tir waqî’ nebuwe û xanedanî kerîm xan le teřef qacarewe be tewawî le naw birabû.

sikałayek derḧeq bem ḧikûmete

ełên tarîx ’îbarete le tekeřuřî ḧadîsat. em qiseye zor řaste, zor ḧikûmet be mebde’êkî piř nûr û musa’îdewe teşekulî kirduwe û le eḧwał û zurûfêkî namusa’îdda le naw çuwe. temaşay ḧikûmetî teymûr celayrî, qere û aq qoyonlû, sefewî, efẍan û nadrî bike. hemûyan be ferqêkî kem û zor deşubhêne yek. mebde’yan piře le şan û şeref û muntehayan ’îbarete le bedtal’î û nekbet. hîç şubhe nîye ke mu’esîsanî, ’elawe be mezayay şexsîyey xoyan, musa’edeyekî zoryan le bext û tal’ dîwe, be dereceyekî [wa] ke eḧfadyan lew mezîyate biłinde û lew musa’edey tal’e, de yekêkyan be nesîb nebuwe. ḧikûmetî zendîş ’eynî wekû em emsalaney, meḧkûmî ’eynî qa’îde bû. kerîm xan be ewsaf û celadetî xoy û musa’edey tal’ le hîçewe ḧikûmetêkî gewrey damezrand. bełam le naw eḧfadîda tenha ’elî murad xan û lutfi’elî xan qabîlyetî ḧukmidarîyan bû. ecel mołetî ewwełyanî neda û le ’umrêkî weset berew xwarda be ’îlletî îstîsqa le nawî bird, we’îlla qabîlyetî ewey bû ke êran be tewawî le řeqîb pak bikatewe û payedarîy ḧikûmetekey bo muddetêkî betûl, te’mîn bika.

bêynewe ser lutfi’elî xan, em ḧukmidare, ke her wekû cenrał malqolim ełê warîs û ewsafî cengîz û teymûr bû û cur’et û celadetî le teřef dujminî xwênînî wek aẍa miḧemed xanîşewe tesdîq kirabû, ḧeyf ke tûşî wezîrêkî sipłe û xa’în bû. ḧacî îbrahîm bo tebre’ey xoy le lay sêr con malqolim zor hewłî dawe, bełam xyanet û dena’etî, qabîlî şerḧ û te’wîl nîye.

kerîm xan, bawkî hênaye pêşewe û lutfêkî zorîşî derḧeq xoy kird. ce’fer xan řutbeyekî zor gewrey daye, wiłatî farsî teslîm kird û bem teřḧe le hîçewe bû be yekepyawî ḧikûmetî zend. bełam em bêçuwe gurge nîhayet derḧeq welî‌nê’metî, mayey esłîyey xoy nwand û her wekû se’dî meřḧûm ełê «’aqbit girg‌zade girg şud», saḧêbekey xoy fewtand û muḧeřîřî tarîxî qacar, ’ebdulřezaq îbnî necef qulî, be qełemêkî bê‌teřef û ḧeqniwîs ełê: «ḧacî îbrahîm xan dir aza’ ḧiquq çindîn sale bida’îۀ xudsirî û be hus birtirî, silsilۀ fisad ra be dist fikirit tiḧrîk ... yikî biçۀ girg mî‌pirurîd çu pirurde şid xwace bir him dirîd.»

eger lutfi’elî xan le sebûrî û dûr’endêşîy kerîm xanî ceddî, nesîbêkî tewawî bibwaye û eger muḧîtî şîrazî be tedbîr bikirdaye be hewaxahî xoy, eytiwanî cezay xeyanetî ḧacî îbrahîm le pêş wiqû’îda bida û xoy řizgar ka, bełam ḧeyf ew serencame tarîke bo em eşparey celadete muqedder bû û ebwaye wa bwaye.

weḧşîyet û dena’etî aẍa miḧemed xan derḧeq be lutfi’elî xan mewcbî nefretî tarîx û le’netî eḧfade; ew ře’îse cebbare, awatexwaz bû ke le sulaley xoy qehremanêkî wekû lutfi’elî xan peyda bê, ye’nî way enwand muqerîbî cur’et û şehametî bû, bełam le weqtêkda ke destî bestira û be birîndarî hênaye lay, wekû kungepepû hełmetî daye û be nînoke pîsekanî xoy ew çawe cwananey hełkołî û bemeş řazî nebû, mu’ameleyekî weḧşîyaney way derḧeq kird ke her wekû sêr con malqolim ełê: tarîx le zîkirî, ḧeya eka.