ḧikûmetî eyûbîy şam
sułtan selaḧeddîn le ḧałî ḧeyatîda şam û sûryey dabû be melîk el’efzelî kuře gewrey. le dway wefatî xoy, zorî pê neçû beynî melîk efzel û melîk ’ezîzî ḧukmidarî mîsir têkçû û le dwayîda melîk ’adłîş xoy têkełî em heraye kird û muddetêkî zor em de’waye tûlî kêşa û lem beyneda merkezî ḧikûmetî melîk efzel, ke şam bû, çend carêk kewte jêr muḧaserewe.
înca le dway wefatî melîk ’ezîz û şikanî melîk efzel, şam û sûrye le jêr îdarey melîk ’adłida ḧesayewe. le dway wefatî melîk ’adił, ḧikûmetî sûrye kewte des elmu’ezzem ’îsay kuřî û le zemanî emda tehlukey fereng ew wiłatey nařaḧet kird. le dway wefatî elmu’ezzem, melîk nasrî kuřî bû be ḧakmî şam. bełam melîk kamîl wazî lê nehêna û be leşkirewe çuwe serî. melîk eşref mûsay biray melîk kamîl, ewwełen lay melîk nasrî girt, bełam le dwayîda legeł melîk kamîl řêk kewt û şamyan girt û îdarey em şare kewte des melîk eşref (626 h).
ewendey pê neçû melîk eşref bo def’î tehlukey celaleddîn xwarezmişah, legeł sułtanî řom, keyqubadda îtîfaqî kird û leşkirêkî le qumanday emîr ’îzzeddîn ’umerî ḧekarîda nard û em dû muttefîqe celaleddînyan le nizîk erzencan şikand (28y řemezanî 627 h). le dway beynê, melîk eşref legeł melîk kamîlî birayda legeł ’ela’eddîn keyqubad têk çû. te’eřuzî keyqubad bo ser cezîre, înca le dway dû sał le 633 h.da defi’ kira. melîk eşref le ewaxîrî ḧeyatîda legeł melîk kamîlîş têk çû û leşkirî mîsir hate ser şam û lew beyneda melîk eşref wefatî kird.
le zemanî melîk ’adłî duwemda şeř û de’way beynî umeray eyûbî desî pêkird û melîk sałḧ îsma’îlî ḧakmî şam, beramber be melîk sałḧ eyûbî ḧakmî mîsir, legeł ferengida îtîfaqî kird. melîk sałḧ eyûb, be yarmetîy leşkirî xwarezmî, muttefîqînî ẍezzey şikand (634 h/ 1244 m) û serlenwê sûrye û mîsrî tewḧîd kird.
le dway wefatî mu’ezzem tûranşahî kuřî melîk sałḧ eyûb, ḧakmî ḧełeb, melîk nasir yosif şamî zewt kird. em zate axîr emîrî eyûbîy şam bû.
şaran û wiłatanî sûrye le zemanî eyûbîda zor te’mîrat û îslaḧatî dî. umera û emîratî xanedanî eyûbî û řu’esay em dewre, le bînakirdinî sera û qesrî cwan cwan ’adeten legeł yek despêşkerîyan ekird. baxsûs şam zor pêş kewt û buwe merkezî ’îlim û mecme’î medars. îbnî cebîr ke le zemanî sułtan selaḧeddînda em şarey dîwe, ełê le şamda bîst medreseyek hebû û ewendey pê neçû dû mîslî em ’edede medrese kira.