ḧikûmetî eyûbîy ḧełeb (579- 685 h)
sułtan selaḧeddîn ewweł car em wiłatey ḧełebey da be melîk zahîr ẍazîy kuřî, ke hêşta yanze sałe bû. le dway çend mangêk îdarey em wiłatey da be melîk ’adłî biray. le 582 h.da sułtan serlenwê teqsîmatî mułkî kird û melîk ’adłî kird be etabekî melîk ’ezîzî kuřî le mîsir û wiłatî ḧełebî dîsanewe da be melîk zahîr ẍazî û «sefye xatûn»y kiçî melîk ’adłî lê mare kird. melîk zahîr le ḧałî ḧeyatî bawkya wekû tabî’êkî sadiq, le hemû şeřî ehlî selîbda komekî bawkî kird û le dway wefatî bawkî, tabî’î melîk ’adłî mamî bû.
ẍayey em emîre ewe bû ke be îtîfaq, mwazeney quwetî ḧikûmatî eyûbî muḧafeze bikirê û bo xatrî emey ke bitwanê beramber be hemû te’eřuzêk mudafe’e bika, qełay ḧełebî zor meḧkem, te’mîr û tequye kird. melîk zahîr le 613 h.da wefatî kird, meřḧûm le pêş wefatîda melîk ’ezîz meḧmûdî kuře biçûkî ke kiçezay melîk ’adił bû, kirdibûy be xelefî xoy û meqsedîşî leme, îstîfadekirdin le nifûz û mu’awenetî melîk ’adił bû.
melîk eşref mûsay kuřî melîk ’adił, emir û qumanday leşkirî ḧełebî girte des xoy û beramber be te’eřuzî sułtan keykawsî selcûqî, mudafe’eyekî başî kird. umûrî îdarey mułkîyey wiłateke be des etabek tuẍrulî na’îbî melîk zahîr û meşhûr qazî beha’eddîn îbnî şeddadewe bû.
melîk ’adił û melîk kamîlî xelefî û kuřî, tesdîqî ḧikûmetî melîk ’ezîzyan kird û melîk ’ezîz le sałî 628 h.da îdarey girte des xoy û bo te’mînî îdarey xoy, le umeray mensûbînî, me’mûrînî tazey te’îyn kird û qumanday qełay ḧełebîşî daye des emîrêkî xoy. be yarmetîy melîk kamîlî xałî, qełay şîrazî girt. «elbîre» ke qesebeyekî ser furat bû, le naw mîratî elzahîr dawdî mamya, kewte desî. çi bawkî û çi xoy zor tereqîyan be şarî ḧełeb kird, ’umran û tîcaret zor pêş kewt. le teřef cezîre û sûryewe ḧidûdî tewesu’î kird.
melîk ’ezîz le sałî 634da be cwanemergî mird û meqamî ḧikûmetî bo melîk nasir yosfî duwemî kuřî becê hêşt ke hêşta ḧewt sałe bû. nenkî yosif, sefye xatûn, le dewrî buḧranêkî syasîda, bû be na’îbey melîk nasir yosif û le dway ’aczîyekî legeł melîk kamîlda, legeł melîk eşrefî ḧakmî şam îtîfaqî kird. le weqtêkda ke leşkirî mîsir hate serî û wiłatekey îstîla kird, zor baş twanî xoy mudafe’e bika û orduwekey ke le qumanday elmu’ezzemî kuřî sułtan selaḧeddînda bû, leşkirî duşminî tûşî zay’atêkî zor kird û gêřayewe dwawe.
sefye xatûn bo zyadkirdinî nifûz û quwetî xoy, be aşkira legeł sułtan keyxesrewî selcûqî řomda îtîfaqî kird û ewî be metbû’î xoy qebûł kird, le sikke û xutbeda nawî ewî dana û xuşkî sułtan keyxesrewî bo melîk nasrî kuřezay xwast. lem beyneda tehlukeyekî gewre řûy kirdibuwe sûrye û hemû ehalîy şeřkerî xwarezmî, le teřef cengîzxanewe le xakî xoy derkirabû û le cenûbî beḧrî xezerewe řûy kirdibuwe cezîre û memleketî melîk sałḧ eyûbî kuřî melîk kamîlî îstîla kirdibû.
cêgey esefe ke ew ḧîssî ḧesadete ke le beynî umeray eyûbîyeda hebû, neyhêşt beramber bem tehlukeye îtîḧad biken weya be gwêrey menfe’etî xoyan legeł xwarezmî yek bigirin. nîhayet le sałî 638 h.da leşkirî ḧełeb beramber be quwetî zor ẍalbî xwarezmî şika û elmu’ezzemî qumandanî, esîr bû. hemû bargiranyan kewte des dujmin û ta ḧemma hemû wiłateke kewte jêr îstîlay xwarezmîyewe.
le paşda leşkirî ḧełeb le teřef melîkî ḧums û ’eşayrî bedewî, ke le leşkirî xwarezmî řaykirdibû, tequye kira û qudretêkî way peya kird ke bitwanê serlenwê legeł leşkirî xwarezmî şeř bika û le ewweł musademeda şikandî û şwênî xwarezmî kewt û ta řeḧbe řadûy na û lewe zyatir te’qîbî nekird. xwarezmî şika û be ser ḧeřanda ta ’ane xoy negirt û lewê daxłî wiłatî xelîfey ’ebasî bû. şaranî cezîre ke le teřef xwarezmîyewe zewt kirabû, hemûy sênrayewe. ew esîraney ke le teřef xwarezmîyewe le ḧeřanda ḧebis kirabûn, hemûy bereła bûn.
le 640da leşkirî ḧełeb carêkî tirîş leşkirî xwarezmî şikand û le dway em ẍelebeye be çend mangêk sefye xatûn wefatî kird. melîk nasir yosif em care umûrî ḧikûmetî girte des xoy û be ser beşî zorî sûryeda le el’erîşewe ta furat ḧakmyetî xoy carî kird. le teřef xelîfey beẍdadewe ’înwanî sułtanî diraye, zor ḧeyf ke tal’î nasaz musîbetî tatarî hênaye pêş, waqî’en holako le 658 h.da řûy kirde ḧełeb. sułtan nasir bêfa’îde întîzarî mi’awenetî le mîsir kird û nîhayet na’îlac ma ḧełebî becê hêşt û çuwe şam, bełam dîsan necatî nebû û kewte des holako û le naw çû û ḧikûmetî ḧełebî eyûbî bem terḧe dwayî hat.