dewrî sełtenetî tûranşah

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 7 Xulek  676 Dîtin

kuřî melîk sałḧ necmeddîn eyûbe, le weqtî wefatî bawkya, ḧakmî cezîre û kurdistan bû. hêşta le zemanî bawkya û le şeř û şorî bedreddîn lu’lu’î etabekî mûsił û sułtanî selcûqî řomda le îş û karî serdarî û îdareda pêgeyştibû. le sen’etî ḧerbida şoretêkî gewrey hebû.

ke xeberî wefatî bawkî bîst, desbecê hełsa û řûy kirde mîsir. «şicirة aldirّ»y bawejnî, afretêkî têgeyştû û ’aqił bû. ta tûranşah geyşte mîsir, mirdinî melîk necmeddînî şardewe. tûranşah ke geyşte mîsir, desbecê le teřef umerawe bey’etî pê kira û be sułtan î’lan kira.

ta ew weqte leşkirî selîbî «sen lu’», demyatî kirdibû be ussî ḧereke û le dway geyştinî îmdad, ke ’îbaret bû le îngilîz û firansiz, řûy kirdibuwe paytextî mîsir. ewweł hedefî ordûy selîb, mensûre bû. tûranşah le dway geyştinî be mîsir, legeł kokirdinewey leşkir û te’mînî mudafe’e xerîk bû. ehlî selîb be sistîyekî ’eca’îb înca le zerfî mangêkda le demyatewe geyşte mensûre. tûranşah le sistî û temełî ehlî selîb îstîfadey kird û leşkirêkî başî ko kirdewe û le layekî tirîşewe qesebey mensûreşî baş teḧkîm kird.

ta ew weqte leşkirêkî ałmanîş hatbû be îmdadî ehlî selîbewe û em leşkire bê‌ḧîsabe, geyştibuwe mensûre û muḧaserey kirdibû. feyezanî şetî nîl, pilanî sen lu’î têkda û be emrî tûranşah pirdekanî beynî mensûre û qahîre têkdira û sedekan şikênra û lafawî aw le hemû layekewe dewrî ordûgay selîbî da û xetî řec’etî biřîn û le layekî tirîşewe leşkirî tûranşah le hemû lawe, tengyan be ehlî selîb hełçinî û hatuçoyanî legeł demyat [biřî û ] tûşî nexoşîyekî xirapî kirdin.

le layekî tirewe tûranşah teşebusêkî xarqul’adey bo zewtî demyat û biřînî řêgey derçûnî ehlî selîb kird, be’zê sefa’înî beḧrî parçe parçe û be piştî ḧuştir narde qeraẍ beḧrî sipî û lewê têkî çespandin û dunnameyekî munasîbî pêkewe na û le piřêka nardye ser demyat û îrtîbatî beḧrîy selîbî legeł ewrûpada biřî.

xulase le layekewe tezîyqî leşkirî mîsir û le layekewe hicûmî da’îmî şetî nîl û le layekî tirîşewe birsyetî û nexoşî, serdarî leşkirî selîbî legeł orduwekeyda mecbûrî geřanewe kird û lem řec’eteda leşkirî mîsir zoryan lê kuştin û tengyan pê hełçinîn û nîhayet esîryan kirdin (647 h).

sen lu’ bew beyaxewe ke le minastirî «sin denîs» werîgirtibû, kewte des tûranşah û le dway danî seraneyekî 800000 ałtûnî û teslîmkirdinî demyat, înca xoy û řu’esay řizgar kird û mu’ahedeyekîşî legeł tûranşahda îmza kird ke be gwêrey ewe, ebû desbecê le xakî mîsir biçête derewe û em şerteşî becê hêna û çuwe sûrye û sê sałêk lewda ma. zay’atî ordûy selîb lem ḧerekete bê‌fa’îdeyeda nizîk 30000 kesêk bû (mi’alim tarîx al’isur alustî).

le dway biřanewey heray ehlî selîb, tûranşah xerîkî te’sîsî zebit û řebtêkî ’eskerî le naw leşkirî memlûkda bû. beşî beḧrî ke memlûkî bawkî bûn, zor xudser bûn; tûranşah be leşkirî cezîrey pişt‌estûr bû û wîstî memlûkî beḧrî bihênête jêr zebit û řebtewe. em fîkirey sułtan bo leşkirî ’ebdanî le îta’et derçû, desî neda û sû’î qesdêkyan derḧeqî tertîb kird û be ẍafłî kuştyan (648 h).

be’zê le mu’erîxîn ełên lem cînayeteda desî «şicirة aldirّ»y bawejnî tya buwe û řenge qisey emane řast bê, çunke em afrete çawî le sełtenet bû. beḧsî bawejnî, be tebî’et tûranşahî xoş ne’ewîst, le layekî tirîşewe legeł murtekîbî em cînayete ke memlûkî beḧrî bû, zor řêk bû û ḧetta beynêk le dway sełtenetîş şûy kird be qumandanî memlûkî beḧrî ke «îbîk» bû. ca be gwêrey eme, hîç dûr nîye ke tertîbatî em cînayete be me’lûmatî «şicirة aldّrّ» kirabê.

xulase her çonê bê, memleketî bedtal’î eyûbî, le ḧukmidarêkî beheybet û le serdarêkî beşoret meḧrûm bû. tûranşah, axîr sułtanî beşewketî eyûbî bû. ’ezim û sebatî, cur’et û cesaretî, zor řenge ke řewneqêkî başî be sełtenetî eyûbî bidaye, bełam qeza û qeder û xyanetî daxłî, meydanî neda. tarîx neqłikirdinî dunnimay be piştî ḧuştir her lem serdare dîwe û înca le dway dû ’esir û çwar sał, sułtan miḧemedî fatîḧ, şitêkî way le ber estamûłda kird û hîç şubhe nîye ke dersî em xarîqeyey le menaqîbî celadetî tûranşah wergirtibêt, çunke [zyad] lemeş meḧukirdinewey ordûy selîb û esîrkirdinî qeřałî firanseş xatîreyekî ebedî şan û şerefî em ḧukmidareye.

dwayî ḧikûmetî eyûbîy mîsir:

memlûkî beḧrîy ’asî le dway şehîdkirdinî tûranşah, «şicirة aldّrّ»y bawejnyan kird be melîkey mîsir, xutbeyan be nawyewe xwêndewe û sikkeşyan be nawyewe lêda, ’înwanî sikkey «alimisti’simة alsalḧة almilkة alimsilmîn, amّ almilk alminsur xilîl» bû. le dway î’lanî melîke, mu’îzeddîn îbîkî ře’îsî memlûkî beḧrî, kira be qumandanî ordûy mîsir.

sełtenetî «şicirة aldirّ» zor dewamî nekird, çunke umeray mîsir le ser te’îynkirdnî ḧukmidarêk le xanedanî eyûbî, îsraryan kird û nîhayet melîk el’eşref mûsay kiçezay melîk kamîl û kuřezay axîr emîrî eyûbîy yemen, le cêgey şicirة aldirّ kira be melîkî mîsir (648 h, 5 oẍsitosî 1250 m), bełam ḧukim û nifûz be des emîr «îbîk»ewe bû.

sałî dwayî, mîsir legeł melîk nasrî yosfî ḧukmidarî ḧełebda têkçû. em şeř û îxtîlafe sê sałêk dewamî kird û nîhayet xelîfey beẍda kewte beynewe û sułḧî be melîk nasir yosif û îbîk kird (652 h).

emîrî memlûkî beḧrî û qumandanî leşkirî mîsir, îbîk, le 653 h.da ḧukmidarîy serbexoy xoy be ser mîsirda î’lan kird û melîk eşrefî mexlû’îşî nardewe yemen lay xizmekanî. bem terḧe sełtenetî beşewketî eyûbîy mîsir, nîhayet kewte des ’ebdekanyan û ew ẍełetî syasî û ’eskerîye ke buwe sebebî lenawçûnî ḧikûmetî ’ebasî, buwe sebebî meḧwî sełtenetî eyûbîy mîsrîş. welḧał lazim bû ke melîk ’adił le pêş dananî binaẍey leşkirî memlûk, temaşayekî tarîxî xelafetî ’ebasîyey bikirdaye û ’îbretî lê werbigirtaye.