melîk elsałḧ necmeddîn eyûb

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 11 Xulek  598 Dîtin

kuře gewrey melîk kamîle, le 623 h.da le mîsir hatote dinyawe. le 625da bawkî kirdî be welî’ehdî xoy. bełam be te’sîr û buxtanî daykî melîk ’adłî duwem, le dway beynêk le ber çaw kewt û le mîsir dûr xirawe. wekû le serewe gutman, zor tûşî ezyet û kwêrewerî bû, bełam nîhayet bêkareyî melîk ’adił ebûbekir, be firyada geyşit û le dway xel’ û ḧepsî melîk necmeddîn, bang kiraye mîsir û lewê î’lanî sułtanî kira (637 h, 1240 m). zorî pê neçû sełtenetî melîk sałḧ le teref xelîfey beẍdaşewe tesdîq kira.

memleketî mîsir, bem terḧe, bê şeř û hera, bo melîk sałḧ saẍ buwewe. wiłatanî şerqîş be wasîtey tûranşahî kuřyewe le jêr îdareyekî baş û mezbûtda bû. tenya sûrye le beynî şeř û şoř û nîfaqî umeray eyûbî nařeḧet bû û eger em wiłateşî bo saẍ bikirayewe, be tewawî dewrî şewketî zemanî sułtan selaḧeddîn be dereceyek î’ade ekirayewe.

ewey melîk necmeddîn eyûbî seẍłet ekird, mu’ahedey qudis bû. waqî’en boy dest ne’eda ke sûrye des emîr dawud bikewê. zaten çunke mu’ahedey qudsîş le jêr cebir û tesdîqda îmza kirabû, ewende qîmetî ḧiqûqîye û exlaqîyey nebû. melîk sałḧ bem fîkir û qena’ete, betałîy ew mu’ahedeyey î’lan kird û be zahîrî, emîr dawdîşî be we’dî ḧakmîyetî şam damirkand.

melîk sałḧ, sałî dwayî legeł řêkxistinî îş û karî mîsirda řabward. bedewîy mîsrî ’ulyay te’dîb kird, řu’esa û meşayxî îxtîlalî girt û mułk û erzekanî be ser memlûkekanda dabeş kird. le ’eynî sałda le cezîrey «řewze»da ke le naw nîlda bû, serayekî bo xoy û qişłeyekî bo memlûkekanî dirust kird.

le ’eynî sałda melîk necmeddîn legeł dujminanî xomałîda têkçû, emîr dawid le dway betałkirdinewey mu’ahedey qudis, baş têgeyşit ke sułtan necmedîn meydanî nadatê ta nifûzêkî zor peya ka. emîr necmedîn îsma’îlî mamî sułtanîş, le ber kirdewey xa’înaney pêşûy le tirs û lerizda bû û eyzanî ke sułtan, şamî be desewe nahêłê. le şerqîşda le cezîreş bedreddîn lu’lu’î ḧakmî mûsił, nifûzêkî zorî peya kirdibû. şarî amedî le tûranşahî kuřî sułtan zewt kirdibû û be ẍeyrî ḧesenkêf û «قەلعەتەالهاسم» cêgeyekî be desewe nehêştibû.

nîhayet emîr dawid û emîr îsma’îlî ḧakmî şam, le ’eleyhî sułtan, legeł ferengî mîsirda îtîfaqyan kird. le mułkî fetḧikirawî sułtan selaḧeddîn, teberîye, şeqîf, arnun û sefedîşyan danê, musa’edeyan kirdin ke le şam sîlaḧ bikiřn. xulase le beynî em umeray ḧesûd û teme’karî eyûbî û ferengeda bo meḧwî melîk necmeddîn eyûb îtîfaq kira û desyan kird be xo ḧazir kirdin. esas û mudebîrî em fesade, emîr necmeddîn îsma’îlî mamî sułtan bû. le weqtî xoyda dîsan her be ḧîle û fesad, şamî le melîk cewad yons sendibû û em emîre le tirsî ew le xwa netirse řaykirdibuwe lay fereng. emîr îsma’îl lem îtîfaq û têkełîye legeł ferengida îstîfadey kird û mîqdarê parey nard bo fereng û melîk cewadî lê wergirtin û załmane kuştî.

xulase bo řûxandinî binaẍey sełtenetî eyûbî, dawid û îsma’îl dena’etyan geyande derecey nîhayet û le jêrewe xeberyan nard bo fereng ke useray îslam ke le şeqîf û ernundan, eyanewê ’usyan biken. ferengî mute’esîb ke em xeberey bîst, hemû esîrekanî hełgirt û birdinye ’ekka û lewê hemûy kuştin.

le dway beynê, leşkirî fereng û dawid û îsma’îl, be yekewe řûyan kirde leşkirî sułtan necmeddîn û le beynî ẍeze û ’esqelanda tûşyan bûn û şeřêkî qurs le beynyanda qewma. leşkirî musułmanî emîr îsma’îl le weqtî şeřda xoyan cwê kirdewe û çûne lay melîk necmeddîn eyûb û le netîceda muttefîqîn zor xirap şikan û le fereng zor be dîl gîra û mecbûr bûn legeł sułtanî mîsirda sułḧyan kird û leşkirî mîsir geřayewe.

be sebebî dûrkewtinewey melîk necmedîn le sûrye, sałî dwayî, fereng û emîr dawud be’zê ḧerekatî biçûk biçûk bełam zor załmaneyan kird. le 641 h.da le beynî melîk necmedîn û îsma’îlda muzakeratî sułḧîye desî pêkird û esasî em muzakereyeş eme bû ke melîk ẍyaseddîn kuřî melîk necmeddîn ke lay emîr îsma’îl esîr bû, ber bidrê û melîk be metbû’ binasrê û le xutbeda nawî bixiwênrêtewe. bełam emîr îsma’îl xeberî wergirtibû ke melîk necmeddîn be dizîyewe xwarezmîyekanî lê han eda, be sebebî emewe qet’î muzakerat kira û le ewaxîrî ew sałeda îsma’îl û dawid îtîfaqêkî qet’îyan legeł ferengida îmza kird û beşî zor felestînyan legeł qudsî şerîf û be’zê mewaqî’î muqedesey îslamîyan ke lew naweda bû, bo terk kirdin (641 h). emîr dawid ke duşminêkî zor beşîddetî fereng bû, mecbûr bû ke mêzekey naw sexre û zengekey mescîdul eqsaşyan bidatê.

melîk necmeddîn beramber bem dujmine muttefîqaney, xwarezmîyekanî be îmdadewe hêna. waqî’en leşkirî xwarezmî, sałî dwayî (642 h) le ser řêgeyana qudsî şerîfyan zewt kird û texrîbatêkî mudhîşyan lew naweda kird. melîk necmeddînîş le mîsrewe ordûyekî be yarmetîy xwarezmîyekanewe nard. îsma’îlîş leşkirêkî be îmdadî ferengekanewe nard. dû leşkir le ẍezeda şeřêkî zor mudhîşyan kird û zeferî qet’î, kewte des xwarezmî û leşkirî mîsir. leşkirî xwarezmî tałanêkî bê ḧed û ḧîsabî kird. le dway em ẍelebeye, leşkirî mîsir qudsî şerîf û felestînyan dagîr kirdewe (642 h), ke em wiłate le î’tîbarî em tarîxewe ta 1918m be des îslamewe mayewe. emîr dawid, tenya «kirit» û «selit» û «’eclûn»y pê muḧafeze kira. leşkirî mîsir, şamîşî muḧasere kird û muḧasere zor tûlî kêşa.

înca sałî dwayî (643 h) îsma’îl teslîm bû û muqabîl be şam, be’lebek û besrî û mulḧeqatî diraye. le dway em mwefeqîyete, xwarezmîyekan be temay mukafatêkî zor bûn, bełam çunke bewey ke desyan kewtibû řazî nebûn, daxłî xizmetî îsma’îl û dawid bûn û be emrî ewan şamyan muḧasere kird, ke le teřef qumandanêkî eyûbîyewe ta ewa’îlî 644 h mudafe’e kira. emîrî ḧełeb û ḧemma ke ta ew weqte teřefdarî melîk necmeddînyan nekirdibû, bo xatrî biřînewey şeř û musîbetî xwarezmî, leşkirî xoyan narde seryan û xwarezmîyekan le ser eme wazyan le muḧaserey şam hêna û çûn be pîr leşkirî ḧełebewe û le «qeseb»da tûşyan bûn û xwarezmî zor xirap şika û yekê le řu’esaşî kujra û yekêkî tirîşyan mecbûrî ferar kira.

îsma’îl îltîcay kirde ḧełeb û emîrî ḧełeb (yosfî duwem), ḧîmayey kird; bełam be’lebek le des çû û kewtewe des melîk eyûb. kuř û jinekanî esîr kiran û birane qahîre. emîr dawdîş be ẍeyrî kerg hemû mułkekanî le des çû û ewîş řaykirde ḧełeb û kuřêkî zor mindałî be ser kergewe becê hêşt. emîrî ḧełeb, zor řiqî le melîk necmedîn eyûb bû û bo mudafe’ey mułkî xoy beramber be melîk eyûb, wîstî «ḧums»y lê zewt bika û leşkirêkî narde ew şare û le dway dû mang muḧasere, le emîr eşrefî dagîr kird (646 h).

melîk necmeddîn lem tecawze zor ’aciz bû û bo şeřî nasir yosfî duwem, hate şam. yekê le serdaranî xoy be leşkirêkewe narde ser ḧums. melîk necmeddîn le dway geyştinî be şam, xeberî hatnî ehlî selîbî ḧewtemî zanî, ke le qumanday qeřałî firansis, lû’î ḧewtemda řûyan kirdibuwe demyat. em ḧadîseye mecbûrî kird ke be tewesutî xelîfey beẍda legeł yusif nasrî duwemda sułḧêkî be ’ecele bika. le dway em sułḧe be řeẍmî nexoşîyekî giranî, be sidye neqił kiraye aşmunen , bełam neytiwanî man’î îxracî ehlî selîb û girtinî demyat bê, çunke le dway nexoşkewtinî, înzîbat û îta’etî naw leşkirî sist bûbû. ’eşîretî bedewî kenane ke muḧafezey ew mewqî’ey girtibuwe estoy xoy, way zanîbû ke le teřef leşkirî sułtanewe becê hêłrawe û bem tirse, namerdane û biłḧane řayankirdibû.

melîk necmeddîn muddetêkî kem le pêş wefatîda wez’îyetî kuřanî dawdî be memnûnî çaw pêkewt, waqî’en kuře gewrekey ke dîtî bawkî, bira çikolekey le cêgey xoy danawe be ḧakmî kerg, çûbuwe serî û esîrî kirdibû û be řicay gořînewey kerg legeł mewqî’êkî tir boy, em qełayey teqdîmî melîk necmeddîn kird û melîk yekê le umeray be mîqdarê leşkirewe nard û îşẍałî kird.

melîk sałḧ necmeddîn eyûb, le 15y şe’banî 647 h (23y tişrînî sanî 1249 m)da wefatî kird.

efkar û asarî:

ẍayey mubarekî em ḧukmidare, te’sîsî ḧikûmetêkî beşewketî wekû ḧikûmetî sułtan selaḧeddîn û melîk kamîlî bawkî bû, ke ’îbaret bû le mîsir û felestîn û sûrye û cezîre, be ferqêkî zor kem; em meqsedey le ewaxîrî dewrî sełtenetîda hate cê. tenya îmaretî serbexoy ḧełeb û mûsił le da’îrey nifûzî beder bû. melîk necmeddîn bo zyadkirdinî quwet û te’sîrî xoy, leşkirêkî memlûkî {fn|em memlûkane ’esakîrî sułtan necmeddîn eyûb bûn û «memlûkî beḧrî»yan pê egutin. hemûyan ’ebdî be pare kiřdirawî çerkes bûn. le naw nîlda û le cezîrey řewzeda qişłeyekî mexsûsyan bû.

le zemanî sułtanî memlûk «qilawin»da sinfêkî tir lemane îcad kira û nawyan nira «bircî», çunke le bircekanî îç qełay qahîreda bûn.

beşî ewwełî ḧikûmetî eyûbî, le 648 h ta 792 h sełtenetî le mîsir û sûryeda kird. sinfî duwemîş sełtenetî «memlûkî beḧrî»y le naw bird, ta dewrî yawiz dewamî kird (le 784 h ta 922 h).} îcad kird û em quwete le zemanî xoyda beřastî zor be ’emel hat û fa’îdey bû, bełam em quwete ẍerîbeye, wekû emsalî tarîxî, le dwayîda buwe sebebî lenawçûnî ḧikûmetî eyûbîye.

melîk necmeddîn be ser me’mûrîn û umeray xoyda nifûz û nezaretêkî bequwetî bû, hîçyan le ḧuzûrîda ta lêyan nepirsiraye, neyan’etwanî qise biken. em melîke gewreye, bo î’mar û înşa’at zor hîmmetî kirduwe. qesrekanî řewze û kibşî û medresekanî, nimûneyekî zor biłindî hîmmetye. bêcge lemaneş şarî «sałḧîye»yişî dirust kird û meqsedîşî ewe bû ke bîka be qełayekî serḧed.