melîk ’adłî duwem

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 4 Xulek  826 Dîtin

le dway wefatî melîk kamîl, umeray eyûbî, melîk ’adłî duwemyan ke kuře biçûkî melîk kamîl bû, be sułtan î’lan kird. welḧał em şazadeye çi le ber biçûkî û çi le ber bêkareyî, qablyetî ḧukmidarî nebû û lem xisûsewe ḧeq le teřef melîk necmeddînî bira gewreyewe bû ke lew beyneda ḧakmî cezîre bû. le weqtêkda ke legeł muḧaserey řeha xerîk bû, xeberî wefatî bawkî zanî û wazî le muḧasere hêna û leweda bû ke bê bo sûrîye, bełam le piřêka tûşî ’usyanî xwarezmîyekanî me’îyetî bû û wîstyan bîgirin, herçonê bû necatî xoy da û xoy geyande sincar.

bedredîn lu’lu’î ḧakmî mûsił, ke yekê le dujminanî emîr necmedîn bû, lem firseteda wîstî meḧwî bikatewe û le sincarda muḧaserey kird. bełam qazîye ’aqłekey şazade, be ḧusnî tedbîrî, xwarezmîyekanî legeł aşt kirdewe û be yarmetîy ew, leşkirî bedreddîn lu’lu’î zor xirap şikand û lewêwe řûy kirde dyarbekir û sułtanî řomîşî le dewrî em qełayeda şikand û wiłatanî cezîrey dîsanewe hênaye jîr îta’etî.

le sałî 636 h.da ḧakmî şam, melîk cewad yûns, teklîfî gořînewey sincar û řeqe û ’aney legeł şam le emîr necmeddîn kird. emîr necmeddîn em firsetey le des neda û qebûłî kird. tûranşahî kuřî be ser cezîrewe becê hêşt, ḧeřan û řeha û be’zê cêgey tirîşî da be umeray xwarezmî û be leşkirêkewe řûy kirde sûrîye û şamî girt.

melîk ’adił û emîr dawdî amozay ke ḧakmî kerg bû, le beynî xoyana wayan qerar danabû ke biçne ser melîk necmeddîn eyûb. lew weqteda be’zê umeray benawbang le mu’ameley melîk ’adił ’aciz bûbûn û hatbûne lay melîk necmeddîn. ḧeta emîr dawdîş be şertî emey ke şamî bidrêtê, wîstî legeł melîk necmeddînda îtîfaq bika, bełam em teklîfey qebûł nekira û le dway eme, dîsan baydayewe ser melîk ’adił.

le sałî 637 h.da melîk necmeddîn bo zewtkirdnî mîsir, xoy ḧazir kird û be pênc hezar kesêkewe le şam hełsa û çû bo nablos. necmeddîn wîstî bizanê melîk îsma’îlî mamî, beřastî yarmetîy eda yan na, çunke em mame zor tefrey dabû û be qise hîçî nehêştibuwewe; welḧał em mame legełî xyanetî ekird û le jêrewe legeł emîrî ḧums qiseyan kirdibû be yek. le layekî tirîşewe umeray leşkirî melîk necmeddînî be enwa’î we’d û fêł tefre da û le piřêkda biławeyan kird û melîk necmeddînyan le nablosda be tenya becê hêşt. emîr dawdî ḧakmî kerg ke emey bîst, be leşkirewe hate ser nablos û melîk necmeddînî esîr kird û nardye kerg. herçend melîk ’adił daway kird ke boy binêrê, qebûłî nekird.

lew beyneda mu’ahedey beynî melîk kamîl û împirator firedrîq we’dey tewaw bibû, bełam ferengekan neyan’ewîst bîdenewe. emîr dawid, be xoya řapermû û be leşkirewe çuwe ser qudis û le dway muḧasereyekî bîst û yek řojî, zewtî kird (cema’î el’ewelî 637 h) û ew teḧkîmaney ke le şareke le teřef ferengewe kirabû, hemûy têkda.

le ḧusnî tal’î melîk necmeddîn, muzakerey beynî emîr dawid îsma’îl û melîk ’adił, serî negirt û be tewesutî emîrî ḧemma, melîk necmeddîn eyûb û emîr dawid řêk kewtin û herdûkyan le qudsida mu’ahedeyekyan le beynî xoyana kird. be gwêrey em mu’ahedeye mîsir bo melîk necmeddîn û sûrîye û wiłatanî şerqîş bo emîr dawid ebû.

îtîfaqî beynî emîr dawid û melîk necmeddîn, melîk ’adłî tirsand û desbecê emrî da be melîk îsma’îlî mamî ke biçête ser ew dû muttefîqe û xoşî be fîkirî çûne ser felestîn, be leşkirî mîsrewe le «bilbays»da ordûgay damezrand. beşêkî leşkirî memlûk ke be nawî melîk eşrefî biray melîk kamîlewe eşrefîyeyan pê egutin, le melîk ’adił řazî nebûn, le ordûgada çûne serî û girtyan û le sułtanîy xel’yan kird û nardyan le qełay qahîre ḧepsyan kird û le dway çend řojêk mułkî mîsryan teklîfî melîk necmeddîn kird.