ḧikûmetî kasay

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 9 Xulek  952 Dîtin

le zemanî yanzemîn û axir ḧukmidarî samî bablida, ke «samsûr dîtana»yan pê egut, qewmî xatî weya hîtît, hicûmî kirde ser memleketî bablisitan û sîlsîley ḧikûmetî ewweł, ye’nî ḧikûmetî ’emûrîy le naw bird (1926 p.m). be gwêrey be’zê mu’errîxîn, le dway tałan û wêrankirdinî, em qewmî xatîye bablisitanî becê hêştuwe û geřawetewe wiłatanî ẍerbî furatî xoy û le dway emane le bablida ḧikûmetêkî xowłatî damezranduwe û nizîk ’esir û nîwêk dewamî kirduwe, le nîhayetî em dewreda ḧikûmetî kasay hełyankutawete ser em wiłate û bablisitanyan zewt kird (1760 p.m) û wiłatî saḧil (somer)yişyan le 1760 p.m.da le dest axîr ḧukmidarî somerî ke «î gamîl» bû, send û bem terḧe wiłatanî somer û akadyan le jêr ’înwanî «kardunyaş»da tewḧîd kird û ḧikûmetekeyan bem nawewe naw na.

mu’esîsî em ḧikûmete qeřał «ẍandîş» weya «ẍaddaş»e, bełam derḧeq be weqay’î zemanî, me’lûmat nîye. muddetî sełtenetî ẍandîş şanze sał buwe û mister hoł le kitêbekeyda (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, li 199) ełê «ulam buryaş»y kasî, ke wiłatî saḧlî le î gamîlî somerî zewt kird (1710 p.m), kuřî qeřałî babil «burnaburaryaş» bû û kuřezay em ulam buryaşe ke «agom»y sêyeme, axir şarî musteḧkemî somerî ke «dûr î» bû, zewt kird. mîste hoł ełê: derḧeq milûkî kasay, me’lûmatman zor keme, le dway ẍandîş, ûşî û abî rataş û taşîgormaş û agomî duwem (weya agom kakirîm) hatuwe (li 200).

be gwêrey eme ke tarîxî ’imûmîy mu’errîxîn (ciłdî 1, li 328) mebde’î sełtenetî em agom kakirîme be 1700 p.m nîşan eda, wa der’ekewê le dway ẍandîş her wekû mîster hoł ełê sê çwar ḧukmidarî tir ta em tarîxî dwayye, sełtenetyan kirdibê. le dewrî ḧikûmetî agom kakirîmdaye ke kasay şeřêkî zor gewrey legeł hîtîtekana (ḧisîsîyn) kirduwe û şikandûnî û heykelî me’bûdanî bîlad, «merdûk» û «sarpanîtyom»y lê sendûnewe, qewmî hîtît em me’bûdaneyan le ewaxîrî ḧikûmetî sulaley ewweł, ye’nî le zemanî axir xelefî «ḧamûrabî»da û le îstîla û tałanî bablida birdibû. ḧikûmetî kasay le zemanî em melîkeda zor tewesu’î kird.

agom kakirîm hemû wiłatî somerî, ’elawey akad kird û le jêr ’înwanî karduyaşda kirdî be memleketêk, ’elawey em dû wiłate, qewmî hîtîtî şikand û şîmalî sûryeşî zewt kird û ta dewrî fitûḧatî mîsrîyekan (’esrî şanzeyemîn p.m) be ser qewmî ’amûrîşda ḧakim bû (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, li 201).

le dway agom kakirîm, burnaburayaş (řenge duwem bê) «kaştîlyaş»y duwem û agomî sêyem hatuwe, bełam derḧeq emane tefsîlatê nîye. le dway emane fasîleyekî tir dê û lew fasîleyeda nawî kawaşmen xirîy ewweł û kurî galziwî ewweł û melî şîpkay ewweł beyan ekirê. le dway emane ta zemanî sełtenetî karandaş ke be gwêrey tarîxî ’imûmîy mu’errîxîn le 1450 p.m.da dest pê’eka, me’lûmat nîye, ye’nî le dway dewrey ḧikûmetî agom kakirîm (22 sałe) ta zemanî kara’îndaş, wiqû’atî dû ’esir û bîst û heşt sał mechûle. bełam le î’tîbarî em ḧukmidarewe (1450 p.m) tarîxî kasay ta dereceyek me’lûme û xulasekey emeye:

1450 p.m. kara’îndaş: le zemanî em melîkeda ḧikûmetî babil legeł ḧikûmetî aşûrda munasebetî peyda kirduwe û legeł ḧukmidarî aşûr (aşûr-bel-yinş-eşu)da derḧeq be xetî ḧidûd mu’ahedeyek kirawe [û] bo me’bûd «î anna» me’bedêk dirust kirawe.

1430 p.m. kadaşmen bel : mu’asrî fîr’ewnî mîsir «amen hutep»y sêyem bû.

1420 p.m. burnaburyaşî ewweł: legeł qeřałî aşûrî «pozor aşûr»da le xisûsî ḧidûdewe kewtote munaze’ewe, le «larasa»da bo «rib alşims» me’bedêkî dirust kirduwe.

1410 p.m. kurî galziwî ewweł: le zemanî em melîkeda yekê le şaran be nawî ewewe naw nira û eẍłebî îḧtîmal le dway te’mîrkirdinî le teřefî ewewe nawekey tebdîl kira (em şare, xerabey ’eqirqofe).

1400 p.m. burnaburyaşî duwem: xelefî kurî galzu bû û dewrî sełtenetî be tûl û mes’ûd bû.

1370 p.m. xaraxardaş: kiçî qeřałî aşûrî «aşûr obalît»y mare kird. kuřekey ke «kadaşmen xarb»y ewweł bû, beramber be qewmî sutu seferêkî kird û zeferî bird be seryana û be’zê le tebe’ey xoy le naw ewana îskan kird.

1360 p.m: be sebebî zyadbûnî nifûzî aşûrî, kasayyekan îxtilalyan kird û qeřałyan kuşt û «nazî bugaş»yan le ser text dana. bełam em qeřałeş le teřef qeřałî aşûrî «aşûr obalît»ewe meẍłûb kira û kujra.

1350 p.m. kurî galziwî sêyem: le teřef ḧukmidarî aşûrewe niraye ser text û em qeřałe wiłatî «’îlam»y îstîla û şarî «susa» (yan şûşan»y zewt kird. legeł «bel nîrarî»y qerałî aşûrîşda şeřî kird.

1340 p.m. nazî marutaş

1330 p.m. kadaşmen torgo

1330 p.m. kadaşmen buryaş

1304 p.m. kodorbal

1298 p.m. şagaraktî buryaş

le zemanî em pênc melîkeda şeřêkî betûl le beynî bablisitan û aşûrda hełgîrsa.

1285 1270 p.m. qeřałî aşûr, tokoltî nînîb y ewweł bablisitanî dagîr kird û daxłî şarî babil bû. xezêney me’bedî zewt kird û me’bûd «merdûk»y birde aşûrye. em îstîlaye řenge le dewrî sełtenetî «bîbî yaşû»da bê û exlafî em melîkeş, «bîl şum îdîn», «kadasmen xerbî duwem» (1277-1275 [p.m]) û «adadşum îdîn» (1274 1269 [p.m]) û emane, tabî’î melîkî aşûrî bûn ke ḧewt sał ḧakmî ḧeqîqîy bablisitan bû.

1270 p.m. lem tarîxeda xełkî bablisitan qyamyan kird, aşûrîyekanyan derkird û «dadaşum usur»yan kird be ḧukmidar, le zemanî em melîkeda bablisitan jyayewe. te’eruzyan kirde wiłatî aşûr. «bel kudur usur»y qeřałî aşûrî, kujra û be’zê le wiłatî xiraye ser bablisitan.

1238-1224 p.m melî şîpak: beramber be qerałî aşûr, «nînîb apal ayşara» ḧerbêkî ẍalbaney kird û bem terḧe le zemanî «mardûk apal îdîn» (1223- 1211 [p.m])da bablisitan tûşî tehdîdî «aşûrdan»y asûrî bû, nîhayet le 1207 p.m.da û le netîcey îxtilalêkî samîyekanda û le dway dewrey 576 sał û 9 mang, kasay le naw çû. {fn|mîster kînẍ ełê: nawî axir melîkî kasay, řenge «î nadîn Ea-Nadin» bê û mîster sîdney simît le «tarîxî qedîmî asûr» li 294da ełê nawî em ḧukmidare «enlîl nadîn axe Enlil-Nadin-Akhe»e û ḧikûmetî kasay le ser te’eruzî ḧukmidarî ’îlamî, «şutruk nafxirnid» û esîrbûnî axir ḧukmidarî kasay munqerîz bû û le dway řoyştinî ’îlamîyekan ḧikûmetêkî meḧellî te’sîs kird. be gwêrey cedwelekey sêr sîdney simît, ’ededî ḧukmidaranî kasay, ebê 36 bê.

saḧêbî «tarîxî qedîmî şerqî qerîb» le lapeře 386da ełê: axir ḧukmidarî kasay, «bel nadîn axî» (Bel-Nadin-Akhi) kuřî «zammama şum îdîna» buwe û le dway sê sał ḧikûmetkirdin teqrîben le tarîxî 1180 p.m.da mird weya kujra. le dway ew le bablida ḧikûmetî paş (Pashe) te’esusî kird. be gwêrey eme, nabê ḧikûmetî kasay be te’eřuzî ’îlamî le naw çûbê, bełkî le dway ẍelebey «aşûrdan»y asûrî be ser «zammama»y kasayî, xełkî babil îxtîlalyan kirdibê û ḧikûmetî kasay munqerîz bûbê.}