ḧikûmetî gotî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  643 Dîtin

eḧwałî tarîxîyey em ḧikûmeteş mechûle. zahîr waye ke em qewme le dewrî zêy koyeda bûn û lewêwe berebere hatûnete xwarewe û le dway mirdinî «şarkalî şarî»y xełkî «naramsîn» û teqrîben le ewasîtî bîst û şeşemîn ’esrî pêş mîladda, daxłî wiłatanî «akad» û «somer» bûn û legeł ew qewmane kewtûne şeřewe û berebere be ser herdû layana zał bûn û ḧikûmetî şaranî somer û wiłatî akadyan hênawete jêr çingî xoyanewe.

be gwêrey cedwelêk ke le «nîpûr» dozrawetewe, 21 qeřałî gotî, 125 sał û çil řoj le babda ḧukmidarîyan kirduwe. be xisûs lem qeřałane «anrî dapîzir» zor beşewket buwe û ḧidûdî sełtenetî be tewawî be qed ḧidûdî sełtenetî naramsîn buwe. nîhayet qeřałî «erneḧ» meşhûr «utuxîgal» fursetî le axir ḧukmidarî gotîy babil dî û le akadî kirde derewe û ḧikûmetî bablî zewt kird (2524 p.m).

qewmî gotî le dway eme, geřawetewe wetenî esłîy xoy, mentîqey zêy koye û kerkûk (abxara) û îtir weḧdetêkî syasîy muhîmmî nenwanduwe.