ḧikûmetî lollo
ḧeyf ke tarîx hêşta derḧeq bem ḧikûmete û serḧed û sinûrî, şitêkî zor nazanê. be gwêrey wesa’îqî zemanî «sarẍon» û «naramsîn»y «akad», ebê em ḧikûmete legeł «ařafa» û wiłatî «kasay»da hawiḧdûd bê. ke wa bû, ebê lîway silêmanîy êsta û naḧyey horên şêxan û qoratû û mentîqey zehaw (= hałman), wiłatî lolloy qedîm bûbê.
qewmî lollo legeł beşêkî «gotî»da ḧikûmetêkî serbexo bû, merkezekeşî be gwêrey be’zê mu’errîxîn, «zîmrî» û be gwêrey pirofîsor sipayzer «arakdî» buwe. ’eynî mu’errîx ełê: «anubanînî»y qeřałî lollo, wiłatî «hałman = erman»y zewt kirduwe, ke emeş tesadufî qeřnî bîst û heştemî pêş mîlad eka. mîster hoł (tarîxî qedîmî şerqî qerîb), le dway «anubanînî» «lasîrab» nawêk be qeřałî lollo enwênê û ebê le dewrî em qeřałeda meşhûr «sarẍon»y akad hatbête ser wiłatî lollo.
em ḧikûmetî lolloye ta dewrî şelmaneserî sêyemî qeřałî asûrîş dewamî kirduwe û nîhayet le tarîxî 828y p.m.da le teřef leşkirî asûrîyewe dagîr kirawe.