ḧekarî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 4 Xulek  830 Dîtin

be gwêrey îdî’ay xoy, le hemû kurd zyatir qedîm û xalîsuddeme û çunke wiłatekey le here qedîmewe merkezî kurdistan buwe, le cedwelî firqekana yek dûyekî daxłî xanedanî esasîy kurd kirawe, wekû ’emmadîye û mîsûrî, bełam emaneş be gwêrey cilubergyan û ’en’enat û lehceyan le ’eynî şu’ben, le dewrî qedîmî kurdistanda îmaretêkî bequwet hebû «îmaretî bitlîs»yan pê egut ke şu’bey ḧekarîy qewmî kurdî lê peya bû û be kirmancî qiseyan ekird û em lehceyeş le zimanî mukirî (lehceyekî safe) nizîk bû.

em xanedane netewey emîr qere ’usmanî selcoqî bû ke le weqtî îstîlay teymûrî lengida walîy ḧekarî bû. umeray em xanedane û mensûbanî le bitlîs û cezîrey îbnî ’umer û ’emmadye û cûłemêrg û silêmanîda ḧukmyan kirduwe û le edwarî exîrey em mewqî’aneda hêşta xatîratyan mawe, legeł emeşda em cêgayane ḧekarî nîn, bełam lîsanyan şu’beyekî lehcey ḧekarîye. cezîrey îbnî ’umer û cûłemêrg û ’emadye hêşta le naw ḧidûdî mentîqey ḧekarîdaye û xełkekeşî le kurdî ḧekarîn.

em ḧikûmete îrsî bû, wekû baqî ḧakmanî kurd, umerakanî legeł ḧikûmatî gewre û piçûkî emsalya mu’ameleyan baş bû. derḧeq be ḧakmanî xirap ’adetêkî ẍerîbyan bû. meclîsêk ke ’îbaret bû le îxtyar û eşrafî ’eşîret, de’wet ekira û ew ḧakmey ke neyan’ewîst ewîşyan bang ekird, le dway muzakerey meclîs û qeraratî be naw ehlî ew ḧakme, cûtê kewşyan enaye berdemî, le dway eme mecbûr bû ke îta’et bika. le dway ew ḧakme be sire yekêkî tir ehate cêgey.

le pêş 1514y mîladîda, ke ḧikûmetî êran le çałdêranda meẍłûb bû, emîrî bitlîs û ḧekarî î’tîrafî tab’yetî êranyan kirdibû, bełam le dway em tarîxe û be wasîtey mewlana îdrîsewe bû be tab’î turk û zorî pê neçû îstiqlalî xoy î’lan kird. çunke mewqi’êkî sext û ordûyekî başî bû. legeł emeşda le zemanî sułtan muradî řab’ida (1649 m) tîkirarî tab’yetî turkî kird û ta zemanî înqiřazî, (1849 m), le ser em ḧałe dewamî kird. axir emîrî, meşhûr şeref beg bû ke le dway muḧasere û xyanetêk teslîmî turk bû.

ḧidûdî em îmarete şerqen ew çyayane bû ke le 1639we ta 1907 buwe xetî ḧidûd, em xeteş xetî teqsîmî myahî beynî ḧekarî û mukirî bû. em ’eşîretî ḧekarîye be tenya ḧukmidarî gewre gewrey pê negeyanduwe bełkû edebyatêkî başîşî buwe. eḧmedî xanî şa’îrêkî meşhûrî ḧekarî bû ke gelê asarî nûsîwe. le ’esrî nozdemîna em ’eşîrete şohretî xoy be qetił û ’amî gawrekan lekedar kird (1839- 1843 m). em ḧadîseye le îdarey nurełła beg û bedirxan begî ḧekarîda waqi’ bû. ḧikûmetî ’emadye legeł îsma’îl paşa dwayî hat. em zate beřastî zor cesûrane muqabeley turkî kird û le dwayîda bomba niraye jêr qełakeyewe û piř hewa kira û xoşî gîra û biraye beẍda. şêxî silêmanî, legeł qołî ’emadyeda řabîtey sehrêtî bû. lenawçûnî îmaretî kurd quwetî ’eşa’îrî nehêşt û ḧukim û nifûz kewte des paşakanî turk.