mukirî weya mîkirî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  501 Dîtin

em ’eşîrete da’îmen le şaxanî sawcibłaqda bûn û ře’îsyan «xan»y pê gutrawe û le xoyan buwe. be gwêrey zimanekeyanewe ke zor nizîk be zimanî awêstaye û muḧafezekirdinî emîrekeyan û be’zê ewsafî tirî ke le lîsanî qedîmî zerdeştida mewcûd buwe, mumkîne ḧukim bikirê ke em ’eşîrete le zor qedîmewe her lem xakeda ye’nî le «magna»y mîdya sakîn bûn.

pirofîsor wîlyam caksin ke le hemû kesê zyatir tedqîqatî zerdeştî kirduwe, meḧellî wîladetî em nebîye le cinûbî wirmê nîşan eda ke le ḧidûdî şîmalîy mukirîye û tequyey ew nezerîyeye eka ke ełê mukirî řastewřast netewey made, çunke le naw xełkî êranda le hemûy zyatir le nizîk mesqetî ře’sî zerdeştewe bînrawin û be zimanê qise eken ke here nizîkî zimanî ewe.

weqtê ke شاە ’ebas teqrîben le 1624 [y mîladî]da le şeřêkda turkî şikand, beşêkî zorî orduwekey le kurdî mukirî bû û em ’eşîrete da’îmen mewqi’î berz û muḧteřemî buwe, legeł emeşda qet wekû erdełan bequwet û şoret nebuwe û hîç weqtê be qed ’eşîretî erdełan ’ulema û şu’eray pê negeyanduwe.