le mentîqey Cda
em mentîqeye be tewawî, wiłatî şîmalî cezîrey dewrî xulefay ’ebasîye û kurdî em wiłate çwar sinfe:
- sinfî ewweł: dû beşe, yekêkî muḧeqqeq qismen le zemanî sułtan selîmî ewwełda le dêrsîmewe hatote êre û legeł qeba’îlî ’ereb û ermenî û kurdî ewê têkeław buwe û hemûyan temsîl kirdûn. zistan le deştanî cinûbî qerecetaẍda, nîsan û mays le deştî elcezîreda û hawînan le dewrî dyarbekirin.
beşî duwem, ẍerbî furat kewtuwe û zorî wekû dêrsîmlî řafzîn û le dêrsîmewe û le weqtî mu’eyyenda me’mûrî mezhebîyan bo dê û îcray ayîn eken û terzî telebusyan wekû xełkî enatołe.
- sinfî duwem: řenge esłen aramî bin û legeł eqwamî muxtelîfey ew naweda (kurd, êranî, turk, tatar) îxtilatyan kirdibê. be’zê le ’eşa’îrî em sinfe îslam û be’zêkîşî gawir (ye’qûbî)ye û be’zêkîşî ’eqa’îdî ’eca’îb û têkełî heye. be î’tîbarêkî ’imûmîyewe îşker, sen’etkar û mahîrin, benayî ezanin, şerab eken, şeřanî û řiqhełgirin. mubeşrînî nesara legełyan xerîkin. be’zêkî gawrî qebûł kirduwe bełam ’ededyan keme.
- sinfî sêyem: beşî zorî yezîdîye. qismî yezîdî sincarî be tewawî kurdêkî xalsin, le xisûs teşkîlatî tebî’îyewe yezîdîy sincar tebeqî wekû kurdî dersîme, pirçyan ehêłnewe û eyhonnewe. poştinyan wekû dirawsêyekanyane. be gwêrey qisey xoyan le zemanî teymûrî lengida hîcretyan kirdote êre û lew î’tîqadedan ke mezhebî yezîdî le pêş ew tarîxeşda her buwe.
- sinfî çwarem: beşî here bêqîmetî kurde û řenge legeł eqwamî geřokî tirda zor têkeł bûbê. muḧtemele ke le şîmalî gomî wanewe bo êre hatbin.
em mentîqey Cye, le ẍerb û cinûbî dîcle, cinûbî xetî dyarbekir- melatye, ta bîreck dewrî furat û le şîmalî xetî mûsił – bîreckidaye.
nawî ’eşîret | ’ededî małî | şikłî îctima’î | mewqi’ û eḧwałî |
mîllî | 30 |
eme wekû piştmałey caf weya ’amley walîy piştikoh pyawî xisûsî ře’îsî mîllîn. ew firqaney ke tab’î mîllî bûn emaneye: wanan: 250 małe û geřoke. sîdan: 450 małe û geřoke. kîran: 550 małe û geřoke. dudwîkanlî: ? , geřoke. xilecan: 700 małe û geřoke. kelîş: ’eşîretêkî geřoke. mendan: ’eşîretêkî geřoke. kumereş: 350 małe û geřoke. şerkyan: 80 małe û geřoke. ’elkewat: geřoke. daşî: geřoke. meşkenlî: geřoke. kalindilan: geřoke. ḧesnekan: 260 małe û geřoke. xilecarî: 700 małe û geřoke. ’elya: geřoke. îsyadat: 85 małe û geřoke. terkan: 700 małe û geřoke. çwan: 210 małe û geřoke. sartan: 80 małe û geřoke. le nizîkî ře’sul’eyn. usbaxan: 70 małe û geřoke. matemye: 800 małe û geřoke. çemî kan: 250 małe û geřoke. barkewan: 150 małe û geřoke. çyařeş: ? geřoke. zibrufkan: 2000 małe û nîwe geřoke. le qerecetaẍdaye. taẍaşî: ’eşîretêkî nîwe geřokî gewreye û le şerqî sîwerkidaye. bocaq: ? geřoke. hoşyan: ? geřoke. beskî: 800 małe û sakîne. řîwayetêkî ẍerîb derḧeq em firqeye heye ke esłî ya îngilîz weya firansiz buwe û nawî qedîmyan «salargan» buwe. cacî manlî: 500 małêke û geřoke. kasyayî: 500 małêke û geřoke. çiqalî: 1000 małêke û geřoke. merdîs: 1000 małêke û řenge geřok bê. ’etirkiş: ? geřoke. can beg: ? sakîne. beglyan: 500 małêke û sakîne. dercan: 800 małêke û geřoke. ka’u: 5000 małêke û nîwe geřoke. mulîkan: 500 małêke, ? qerekîç: 1700 małêke. nîwe geřoke û le nizîk sîwereke. weḧşî û kêwîye û xirapekare. zoryan zazayî qise eken. le beynî dyarbekir û tor’abdînîşda kurdêkî zor heye ke be zahîrî le qerekîçin. řîwayet ekirê ke em ’eşîrete esłen turkiman buwe û le teřef sułtan selîmewe le qereçetaẍda îskan kirawin. em neqłeş be sebebî tehcîrî ’eşa’îrî zîrkî, tîrîkan û be’zê ’eşa’îrî tirî kurd bo ẍerbî enatolî buwe. em ’eşîrete turkimane hênraye cêgey ewan. le dwayîda em qerekîçe legeł kurdî ew naweda îxtilatî kird û zorî pê neçû turkîyan le fikir çuwewe û bûne ’eşîretêkî kurd. |
|
zaza | ? | ’eşîret nîye û le qezay sîwerkida ladêyîn. | |
çapkisan | ? | le sîwerkidaye. | |
baran | ? | le sîwerkidaye. | |
ḧesaran | ? | le sîwerkidaye. | |
ebu tahîr | ? | em ’eşîrete řenge esłen ’ereb bê, bełam êstake be kirmancî qise eken. le qezay sîwerkidaye. | |
gîwran | ? | sîwerk. | |
emirzan | ? | sîwerk. | |
çîçye (kîkî weya kîkye) | 1200 | ’eşîretêkî nîwe geřokî zorî kurde. êsta le dewrî qereçetaẍdaye. zistan eçête dêhatanî ke le dewrî çemî cagcagdaye. be řîwayetî xoyan emîrêkî ’ebasîyan buwe û le dway înqiřazî xîlafet, netewey ew emîreyan be ře’îsî xoyan qebûł kirduwe. be necabet û esalet meşhûrin. be zira’et meşẍûłn. | |
daxorî | ? | ’eşîretêkî piçûke. le şernaxewe hatuwe. le cinûbî tor’abdîndan. | |
mîrsinan | ? | ||
sûrkêşlî | 900 | sakîne | le şerqî dyarbekire. be kirmancî şerqî qise eken. řenge qołêkî sûrçî bin. |
tor’abdîn | ? | sakîne |
le tor’abdînda be’zê ’eşa’îrî musułman û yezîdî û gawir heye le xwarewe tefsîl kirawe: mîzzîdax: 390 małe kurd û musułmane. sawir: ?, musłiman û nesranî têkełe. meḧelemî: 800 małe. be řîwayetî xoyan le gawrîyewe bûne musułman. ’îrqêkî kurd û ’erebe. be’zê małî hêşta le gawrîda mawetewe. harûne: 750 małe kurde, 90 małêkî ye’qûbîye. dił mamîkan: ’eşîretêkî tor’abdîne û be ’erebîş qise eken. dûmane: 180 małe, musułman û gawrî têkełe. dûrkan: 120 małe, musułman û yezîdî têkełe. muman: 600 małe, musułmane û be kirmancî qise eken, 90 małî gawre. hawarka: 1800 małe û nîwey musułman û nîwey gawre. be kirmancî qise eken. řenge legeł hawerî yezîdda řabîteyekyan bibê. selaḧan: ? gergerî: 500 małe, le řeşmałdan û be zira’et meşẍûłn, be kirmancî qise eken. dasîkan: 900 małêke, musułman û yezîdî û gawrin. be kirmancî qise eken. ’elyan: 1200 małe, musułman û yezîdî û gawrî tyaye. zimanyan kirmancîye. |
yezîdî sincar |
firqekanî emeye: mîrkan: ?, sakîne samuga: ?? le nizîk sincar le řeşmałdaye. řenge be nawî mentîqekeyanewe naw nirabin. beyt elxulna: ?, sakîne. ḧebabe: ?, sakîne. kîran: ?, le sincarda û le řeşmałdaye. beled: ?, sakîne û le nizîk beled sincardan. bîkiran: ?, sakîne û řenge qołêkî «bîkiran»y dyarbekir bê. mendîkan: 300 małêke û geřoke, le beynî tel’efer û beleddaye û be’zêkî musułmane. |
||
’elluş | 200 | be ’erebî qise eken û ře’îsekeyan kurde. le şerqî ḧeřandan. | |
berazye | 9000 |
qołêkî ’eşîretî berîzanlî dewrî sirûçe. komełêkî muttefîqî em firqaneye: keytikan: 700 małe. şêxan: 600 małe. ewkyan: 700 małe. şedadan: 700 małe. milî dunbułî: 700 małe. me’afan: 700 małe. zirwan: 500 małe. pîcan: 800 małe. qerekçan: 500 małe. dinyan: 1000 małe. mîr: 1000 małe. dîdan: 300 małe. be řîwayetî xoyan le sałêkî giranîda le teřefî gomî wirmêwe hîcretyan kirduwe. be’zêkî temsîlî kirduwe be ’ereb û ’erebî qise eka. beşêkî geřok û beşêkî sakîne. |