le pêş şeřî gewreda (1914-1918y mîladî)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 4 Xulek  828 Dîtin

derḧeq be wez’îyetî ’eşa’îrî kurdî em dewre, le teřef sêr mark saykis û mêcersonewe be’zê me’lûmatî zor çak dirawe. waqî’en sêr mark saykis her basî ’eşa’îrî memleketî ’usmanî qedîmî kirduwe û ewende le ḧidûdî êran têpeř nebuwe. bełam mêcerson derḧeq be kurdistanî merkezî ke le her dû lay ḧidûdî qedîmî ’usmanî – êran kewtuwe, tedqîqatêkî başî kirduwe û be dereceyek îkmalî nuqsan eka, bełam dîsan netîcey se’îy em dû zate me’lûmatêkî tewawman nadatê û derḧeq be kurdanî dûr le merkez baş tenwîrman naken. le ber eme, mecbûr bûm serincim le be’zê asarî tir da be dereceyek em nuqsanem îkmal kird.

sêr mark saykis le jêr ’înwanî ’eşa’îrî kurdî dewłetî ’usmanîda basî ’eşa’îrî kurdî turkyay kirduwe û bo dozînewey mewqi’yan û be’zê mulaḧezatî tir, teqsîmî eka be şeş mentîqewe: A, B, C, D, E, F. le muqeddemekeyda basî ’eşa’îrî gawir eka û ełê: be řîwayetî be’zêk emane esłen kurdin û be’zêkî tir xîlafî eme îdî’a eken. bełam min wa ezanim ke em gawrane le mûsił û ’êraqewe řayankirdote naw kurdî ḧekarîyewe. nefsî kurdîş mumkîne bikirê be sê beşewe:

beşî ewweł: kurdî nîwe geřokî deşt û şaxanî cinûbe. ’eşa’îrî em beşe le xisûs tebyat û ’adatewe le yek zor nizîkin. xakekeyan be berekete. be qed îḧtyacî xoyan zera’et eken, eẍłeb bo cûtyarî û îş û karî zera’et û neqlîyat û xidmet be ẍeyre eken. le asnigerî û beře û sucade û řeşmał dirustikirdinda şarezan. be nezer ekserîyetî kurdewe zor pêşkewtûn, xwêndewarin, le îş û karda wirya û zîrekin û zor beselîqen. le jêr îdarey řu’esay îrsîy xoyanda ejîn, şeřanî û diřn. ew kurdaney le jêr ’înwanî bebeda nîşan dirawin, swarçakin, secîyeyan berze û řêgebiřn, tifengyan heye. lam waye ke orduwe gewrekanî swarey «parit» (eşkanî) lemane ko kirawetewe. gewrey muqedesî em kurdî bebeye xalîd îbnî welîde, zor teqdîsî eken û be řîwayetî xoyan, ew kirdûnî be îslam . ’eşa’îrî em sunfe hemûy sunne mezhebe.

le tişrînî ewwełewe ta şubat le gundekanyana da’enîşin û le martida eçne naw řeşmał, be’zêkyan ta xakî wizne eçin. gelêk řu’esay em sunfe legeł ’erebda minasebetî zawayetîyan peya kirduwe. afretyan cwan û serbeste û zoryan exwênin û wekû pyaw eçne řaw.

beşî duwem: ’eşa’îrî damezrawî naw çyaye û emane le hemû xisûsêkewe le beşî duwem cwên. zurra’êkî başin û zor legeł zera’et xerîk ebin. le aw hełgirtin û aw teqsîmkirdinda şarezan. enwa’î ḧibûbyat eçênin û tûtin pê egeyenin. îdareyan be des ře’îsî ’eşîretekeweye û eẍłeb legeł yekda le şeřdan, tifengyan heye û tifengiçî û řawkerî başin. her gundêk yek qełay heye û le weqtî mudafe’eda îstîfadey lê eken. ḧeyatî małîyan ’adeten wekû sunfî ewweł waye. be’zê cûlekeşyan le nawaye û legełyana çakin. bełam ḧeqî sîlaḧ hełgirtinyan nîye û daxłî şeřî ’eşa’îrî nabin. ’elel’ade em cûlekane be kasbî û tîcaretî beynî ’eşa’îrda meşẍûłn. ew ’eşa’îrî gawrî nestûrîye ke le beynî em kurdanedan le şikłêkî tab’idan.

beşî sêyem: nîwe geřok û çyanşînin. be’zêkî legeł zira’etda û be’zêkîşî legeł małyatda (aẍnam) xerîkin û beşêkîşî berzewłax pê egeyenin. le poştinda wekû beşî duwem wane. xirape û şeřyan zore. afretyan zor îşkere û wiłaxyan gwê‌dirêj û êstire. le xisûsî şikił û qyafetewe le dû sunfekey tir ferqyan heye. em sunfe bexowetir û zelamtirin. sîlaḧyan baş nîye, zexîreyan keme û kem‌zatin. le xisûsî dîn û mezhebewe me’lûmatyan keme, bełam be sûřetî ’imûmî îslamin.

xulase lazme me’lûm bê ke le ’êraq û zine û etřafî mûslîşda ’eşa’îrî geřok heye. bełam xełkî çyakan ke be koçer da’enrên cahîl û îbtîda’în.