le dewrî ḧikûmetî kołemnî mîsirda (’esrî heştem)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 9 Xulek  802 Dîtin

mu’elîfî «sibiḧ ala’şî» be gwêrey «misalk alabsar» û «altisqîf» ełê: ’eşa’îrî kurdî «cîbal el’ekirad» bîst û çwar mentîqeyan dagîr kirdibû. em «cîbal el’ekirad»e, ew çyayaneye ke wiłatî ’ecem û ’erebyan lêk cwê kirdotewe, le çyakanî hemedan û şehrezûrewe des pê’eka ta ḧidûdî wiłatî tekfûr ke memleketî «sîs» û mulḧeqatyetî û be des xanedanî «lawin»eweye dewam eka.

1. dyawişt. le çyakanî hemedan û şarezûre û cêgey ’eşîretêkî kurde û emîrêkî mexsûsyan heye.

2. dirantik. em mentîqeye cêgey ’eşîretêkî tirî gorane. em dû ’eşîrete 5000 pyawêkyan ebê.

3. le dantirk û nehawendewe ta nizîk şarezûr, meskenî ’eşa’îrî «gełałye = gełałî»ye, zor muḧarbin û hezar muḧarbêkyan heye û be ser xêłatî kurdî ew naweda ḧakmin.

4. wiłatêke le çyakanî hemedanda û nizîk mentîqey gełałîye û cê û řêgey ’eşîretî zengilye (zengene?)y kurde. dûhezar pyawêkyan ebê û zor aza û mezbûtin. ře’îsî taybetyan heye û be ser wiłatî kîkur û etřafîda ḧakmin.

5. newaḧîy şehrezûr: «misalk alabsar» ełê lem wiłateda dû ’eşîretî kurd buwe, lûse, basrye . zor aza û beẍîret bûn. le dway ḧadîsey beẍda řoyştin bo mîsir û şam, qewmêkî tir hate cêgeyan ke «ḧewse»yan pê egut û xalîs kurd nebûn.

6. wiłatî beynî şehrezûr û aşney azerbaycan, ’eşîretî «sulye»y kurdî tya bû. dûhezar pyawêkyan buwe û be şeřkerî meşhûr bûn û dû firqe bûn û dû ře’îsyan buwe.

7. wiłatî bisqad, meskenî ’eşa’îrî qiryawye buwe û be’zê newaḧî wiłatî awizbek (azerbaycan) û î tirîşyan be desewe bû. çwarhezar pyawêkyan bû.

8. wiłatî kirkar. meskenî ’eşa’îrî ḧesnanye (ḧesananlû?) bû, sê firqe bûn. berey ’îsa kuřî şehabeddîn, firqey tilye û firqey cakye, hezar pyawêkyan buwe û her firqeyekîşî ře’îsêkî buwe.

9. derbendî qerayr. em mentîqeyeş ’eşîretî qiryawyey tya bû û muḧafîzî derbend bûn. ře’îsekey legeł sułtanî mîsirda muxaberey bû û nawî seyfeddîn kuřî sîr ḧesnanî bû.

10. bîladî kirçîn û dequq elnaqe. ’eşîretêkî kurdî tya bû . 700 pyawêkî bû.

11. beynulcebeleyn (tab’î hewlêr). meskenî ’eşîretêkî kurd buwe û be qed gełałye ebû. le dewrî ḧikûmetî mensûryey qilawinda emîrêkyan bû nawî xizir û kuřî sulêman bû. şa’îr û şecî’ buwe. zyaretî melîkî mîsrî kird û zor teqdîr gîra.

12. wiłatî maznican û bîrwe û seḧme û bîladî biranye. meskenî fîrqeyekî maznicanî bû ke 500 małêk bû. em fîrqeye mensûbî ’eşîretî miḧemedîye bû û be fîrqey «mubarz kak» meşhûr bû. ’eşîretî ḧemîdîyey kurdîş têkełî emane bûn ke 1000 kesêk zyatir şeřkeryan bû. emîrî mubarz kak le umeray dewłetî ’ebasî bû û ’înwanî mubarzeddînî le teřef xelîfewe dirabûye. esłî nawî, «kik = kak» bû. le dway xîlafetî ’ebasî le ḧikûmetî holakoşda meqamêkî biłindî bû û kirabû be ḧakmî hewlêr û tewab’î. le paşda ’eqir, şûş, herat û tel‌heftûnîşî dirabûye. emîrî 500 swar bû û bîst sałêk mewqi’î xoy muḧafeze kird û le ’umrêkî newed sałî zyatirda wefatî kird. le dway ew, ’îzzedînî kuřî bû be emîr û em zateş le ser şwênî bawkî řoyşit û şoretî peya kird. le dway ’îzzedîn, necmedîn xizrî biray bû be emîr û tab’î ḧikûmetî mîsir bû.

13. wiłatî şu’labad ta xiftyan . lem mentîqeye ’eşîretêkî diř hebû ke nawî şuhrye û be xirapekarî û cerdeyî meşhûr bûn. nizîk hezar małêk bûn û le şaxan û derbendanî zêy gewre bûn.

14. wiłatî melazgird û řustaq û mirit û cebel‌cincirîn ke be ser oşnoda eřwanê. lem mentîqeyeda ’eşîretî zerzarî hebû, 5000 małêk bû. wiłatekeyan zor sext û sard bû. emîrekeyan nawî necmeddîn başak bû, be’zê îmaretîşyan bû. ’eşîretî tirîş le naw zirzarîda bû ke be nawî gundekeyanewe «balkan»yan pê egutin, sê‌sed małêkyan bû û ’eqebe elḧan le jêr nezaretî em balkaneda bû. emîrî melazgird ke ḧeneşî kuřî îsma’îl bû, tab’î mîsir bû.

15. cûłemêrg. em wiłate menziłî ’eşîretêk bû bem nawewe, le 3500 małêk zyatir bûn. le ewa’îlî dewrî tatarda ḧukmidaryan es’ed kuřî meklan bû, le dway ew, ’îmadedînî kuřî û le dway ’îmadedînîş esededînî kuřî buwe ḧukmidar. wiłatekey dewłemend bû û enwa’î me’denî tya bû. wiłatêkî zor sext [bû] û kes boy zewt ne’ekira. řêgey tewrêz û xoy û nexçewan le jêr nezaretyana bû û tab’î ḧikûmetî mîsir bûn.

16. bîladî merkiwan. nizîk cûłemêrg û meskenî ’eşîretêkî sê‌hezar małî kurd bû û dirawsêy wirmê bû û legeł ’eşa’îrî cûłemêrgida muttefîq bûn.

17. bîladî kwardat . em mentîqeyeş ẍerbî cûłemêrg kewtibû û zor be bereket bû. 3000 małêkî kurdî tya bû û ře’îsêkî mexsûsyan bû.

18. bîladî dînar. ewlay cûłemêrg kewtibû û ’eşa’îrekeşî her bem nawewe naw birabûn be dînarî . 500 małêk ebû û dû fîrqe bûn. fîrqey mîr îbrahîmî kuřî mîr miḧemed û mîr şehab kuřî bedredîn. le beynî em ’eşîrete û maznicanîda dujminayetî hebû.

19. wiłatî ’emmadye û qełay harûn. em wiłateş nizîkî wiłatî cûłemêrg û meskenî ’eşîretî hekarî û 4000 małêk ebû. îdareyekî mexsûsyan bû, ḧakmî qełay harûn tab’î ḧikûmetî mîsir bû.

20. qemranye û kehfî dawid. meskenî ’eşîretî «tibtikî» bû, ’eşîretêkî piçûk û diř bû.

«misalk alabsar» le dway baskirdinî [em] bîst wiłatey meskenî ’eşa’îrî kurde, basî be’zê ’eşa’îr û komełî kurdî tir eka ke be hemû layeka biław bûnewe ke be’zêkyan emaneye:

«tiḧtye» (bixtye = buxtî), em ’eşîrete dirawsêy «ḧemîdîye» bû ke be mirûrî zeman le naw çuwe û têkeł be ’eşa’îrî tirî kurd bû. çend firqeyekî bû, yekêkyan sindî bû ke 3000 muḧarbî derhêna. duwemyan miḧemedî bû û 600 muḧarbêkî bû. sêyemyan dasnî bû û bequwet bû. ře’îsekey mîr ’ela’eddîn kuřek bû û le ’eqre da’enîşt. hezar małêkî le mûsłida cêgîr bû. 500 małêkî le ’eqre bû, baqîşî be naw ’eşa’îrda biław bûnewe. çwaremî, «dinîkî» bû û hezar małêk ebû.

«eltesqîf» bêcge lemane basî bîst û pênc naḧyey tir eka ke meskenî kurd û her beşêkî ře’îsêkî cwêyan buwe. em bîst û pênc mewqî’e emaneye: bercu, bilhîne, kirmilîs, îndişt, ḧirdiqîl, sikirak, sunc, ekirîsa, yizarkird, elzab, zîtye, derbendat el’irabîle, qel’etulcebeleyn, sîdkan, saḧêb rimadan, şe’banye, nemrye, miḧemedye, kizlîk.

saḧêbî «eltesqîf» ełê nawî em cêga û ’eşa’îrî kurdey le ser wesa’îqî řesmîyey ḧikûmetî mîsir dozîwetewe û emane hemû ’a’îd be kurdistanî merkizîye û ḧeta hemûşî pê zebit nekirawe. çend baş ebû ke em zate weya yekêkî tirîş derḧeq be kurdî wiłatanî tirîş me’lûmatêkî way bidaynaye. înisqilopedyay îslam le madey «kurd, ciłdî 2»da û le beḧsî ’eşa’îrî kurdî şerqî êranda ełê: le mentîqey qerebaẍî qefqasyada 24 ’eşîretî kurd buwe û nifûsyan 30000 kesêk buwe. bêcge lemane le xorasanîşda ’eşîretî gil û zengene hebû û ’eşîretî «cêgan»y kurdîş hîcretî kirdibuwe gurcistan.

îbnî xeldûn le tarîxî «berber»da basî ’eşa’îrî «lawîn» û «badîn»y kurd le ceza’îr eka ke řenge le weqtî îstîlay meẍolda le şarezûrewe bo ceza’îr hîcretyan kirdibê.