ziman (lîsan)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 39 Xulek  1387 Dîtin

derḧeq be zimanî menzûmey zaẍros, le fesłî duwem û sêyemda çend qiseyekman kird. be gwêrey tedqîqat û fikirî duqtor sipayzer, ’enasrî erbe’ey menzûmey lollo, gotî, kasay, sûbarî ya hûrî, her yeke zimanêkyan buwe û be qerîney be’zê esma’î em zimanane nizîkî yektirî bûn. be’zê le musteşrîqîn ełên ke zimanî em çwar qewme le cumley lîsanî arî buwe. bełam be’zêkî tirîşyan ełên zor řenge ke zimanî qewmanî zaẍrosî qedîm , mensûbî loẍetî «qoqazî» bê. xulase asarî dozrawey ta êsta bo ḧellî em mes’eleye kafî nîye û muḧtacî wesa’îqî tazeye.

le layekî tirîşewe kes nayzanê ke zimanî arîy qedîm çi new’e zimanêk buwe, sebebîşî desnekewtinî eserêke ke be zimanî arîy zor qedîm nûsrabê û řenge lemew layşewe des nekewê. çunke tarîxî nûsîn û xwêndinî arî, be gwêrey kitêbî muqedesî hîndîyekan le 1400y pêş mîlad berew jûrtir naçê.

bêyne ser tebeqey duwemî ecdadî kurd, ye’nî «med» û tewab’î. cêgey esefe ke derḧeq be zimanî qewmî «med»yiş me’lûmatêkî kafî nîye, musteşrîq darmîs tîstir îdî’ay kirduwe ke awêstay zerdeşt be zimanî med nûsrawe, bełam da’îr be zimanî med eserêk nedozrawetewe ta legeł awêstada muqayese bikirê û ḧeqîqet me’lûm bê. mu’errîxî qedîm, sitrabun ełê parsî û madî le zimanî yektirî tê’egeyştin. be gwêrey eme, ebê zimanî «med» cwê û nizîk zimanî «parsî» bûbê (êranî qedîm).

pirofîsor says ełê: med ’eşa’îrî kurd bûn, le xisûsî zimanewe hînd û ewrûpîn. legeł emeşda zor řenge ke qisey darmîs tîstir mwafqî ḧeqîqet bê. be gwêrey fikirî mutexesîsîn ebê zerdeşt xełkî mîdya bûbê û nûsînî awêstay be zimanî xoy, ye’nî madî, le ’eqił zor nizîke. «tarîxî êranî qedîm» ełê: lew kîtabe nûsrawey dewrî exmenî û zimanî parsîy qedîm wa der’ekewê ke parsîy qedîm bo kîtabe û ferman nûsîn îstî’mal kirawe, le qisekirdina zimanî pehlewî û ya zimanêkî nizîk pehlewî îstî’mal kirawe. parsîy qedîm û sanisqirîtî (zimanî kutubî muqedesey hîndî) û zimanî awêstayî (kutubî muqedesey zerdeştî) le zimanî muşterekî arîyewe peya buwe û em zimanî muştereke me’lûm nîye ke çi new’e zimanêk buwe.

her ’eynî mu’erîx, derḧeq be ziman û xutebî pehlewî gelê me’lûmatî baş eda û ełê be qerîne wa der’ekewê ke zimanî pehlewî le ewaxîrî dewrî exmenîda qisey pê kirawe û le dewrî parit û sasanîşda zimanî tekelum buwe. le dway înqiřazî selaley sasanî muddetêkî tirîş le êranda û baxsûs le teberistanda jyawe. eserêkî here qedîmîy nûsraw, bem zimane le «feyum» (le ewlkey mîsirdaye) dizorawetewe, mutexesîsî em zimane ke «wîst»e, ełê: ebê em esere ’a’îd be qeřnî duwemî hîcrî bê. kîtabey dewrî sasanî bem zimane enûsra. ’eynî mutexesîs ełê: be ẍeyrî awêsta, ew kîtabaney ke be zimanî pehlewî nûsrawin, hemûyan le dway dewrî sasanîye û em kîtabaneş sê new’in: tercume û tefsîrî awêsta (82 kitêb ya řîsaleye), kitêbî mezhebî, ẍeyre mezhebî .

nûsînî zimanî pehlewî zor zeḧmet bû, çunke nizîkey hezar ’elametêkî buwe û le xetî aramîyewe wergîrawe (bo tefsîlî em beḧse xwêndinewey «tarîxî êranî qedîm» munasbe).

derḧeq bem base cuẍrafîyekey «miltiburin» le meqaley 55y, derḧeq be te’rîfatî asyada ełê: zimanî here qedîmî arî, zend û pehlewîye. zimanî zend le kitêbî dînîyey êranî qedîmda, wekû awêsta, îstî’mal kirawe û le ẍerbî buxarawe ta azerbaycan hemû wiłatanî şîmalî êran bem zimane qiseyan kirduwe û êstakeş wekû zimanêkî dînî le naw mecûsîyekana îstî’mal ekirê. leme wa der’ekewê ke le beynî em dû zimaneda gelê qewa’îdî muştereke buwe.

bełam zimanî pehlewî (weya pałewan) zahîr waye ke le ’êraqî ’ecemda û le mîdyay gewre û wiłatî farisda qisey pê kirawe. be’zêk gutûyane ke em zimane le sera û dewa’îrî milûkî eḧfadî qîrus (= keyxisrewî gewre)da zimanêkî řesmî buwe. bem zimane be’zê elwaḧî nûsrawey dewrî sasanî dozrawetewe. bełam le î’tîbarî 211 ta 632y mîladî, wirdewrde zimanî pehlewî le î’tîbar û îstî’mal kewtuwe û be emrî padşa, zimanî fars ye’nî lehcey îqlîmî fars qebûł kirawe. le dway îstîlay ’ereb û înqîřazî ḧikûmetî sasanî, em zimane berebere le ber çaw kewt û le sałî 977y mîladîda û le zemanî ḧikûmetî deylemîda lehcey farsî qedîm îḧya kirayewe, bełam be’zê kelîmatî ’erebî û ẍeyrey daxił bû, nîhayet ’ulema û udeba be’zê kelîmatî tirîşyan le zimanî zend û pehlewî wergirt û daxłyan kird û bem terḧe zimanî farsîy îmřo hate wicûd.

sêr con malqołim le esere nayabekey xoyda (History of Parsika, ciłdî 2, lapeře 61) ełê: «ew ’eşa’îrey ke le mentîqey kirman û fars û beşêkî ’êraq û hemû kurdistandan, delîlî here bequwetî esłîyan zimanekeyane, ke lehceyekî tundî pehlewîye. le beynî zimanî em ’eşa’îreda quwetêkî zor heye, bełam em ferqe be dereceyekî wa nîye ke le zimanî yektirî tênegen».

lem cîhetewe saḧêbî kitêbî «tarîxî asûr», sêr sîdney simît, ełê: «lem ’esreda nezerîyey zimanî kurdî zor gořawe û be gwêrey efkarî ew mutexesîsane ke însan etwanê biřwayan pê bika, zimanî kurdî, lehceyekî muşteq weya muşewweşî farsî nîye, bełkû zimanêke ke tetewrêkî ḧeqîqî û qedîmî heye û le zimanî farsîy qedîmî lewḧekey daryos qedîmtire. eger em fikire seḧîḧ bê, be tebî’et ’ulemay tarîx ḧeqyane biłên ke zimanî kurdî, le ’esrî şeşemînî pêş mîladda hebuwe û zimanêkî serbexo buwe».

mudeqqîqî tarîxî kurd, mêcer edmondis le meqalekey ke le mecmû’ey cem’îyetî asyay merkezîda (numro 11) neşrî kirduwe ełê: «îtir be tewawî me’lûm buwe ke zimanî kurdî, lehceyekî farsî nîye; bełkû zimanêkî meşhûr û safî arîye û xisûsîyetêkî mumtazey heye».

le xisûs mes’eley zimanî kurdîyewe lazme tozêkîş gwê le mêcerson bigrîn . em zate ke be qed kurdêk kurdîy ezanî û le ’almêkî kurd gelê zyatir şarezay zimanekeman bû, xulase ełê: ew zimaney ke kurd qisey pê eka, wekû zorî seyaḧînî naw kurdistan îdî’ayan kirduwe şikłêkî têkeł û ’eca’îb û bêqa’îde û naşîrînî lehcey êran nîye. be ’eksî em îdî’aye, zimanî kurdî, lîsanêkî mumtaz û safî arîy le nawçuwe û lew zemanewe ke tarîxî êran pêçrayewe û xeyałat û nezeryat le cêgey ew qa’îm bû ta îmřo, le çya sextekanî kurdida zor baş muḧafeze kira.

le naw zimanekanî şerqî mutewesîtda tenya em zimaneye ke be ẍeyrî qebûłkirdinî be’zê te’bîratî dînîye, xoy le îxtilatî zimanî ’erebî parastuwe û kelîmatî qedîmey arîman nîşan eda ke em kelîmate esasen le zimanî êranîda îstî’mal kirawe, bełam demêke le fikiryan çûnewe, bełam kurd êstaş qisey pê eka. legeł emeşda, be gwêrey tertîb û nîzamî înqisamî loẍet, firû’î em zimaneş tereqî û înkişaf eka û bo bûnî be zimanêkî ’imûmîy îmřo, ebê bo lehce pêşkewtuwekan dû ya sê telefuzî eweł ḧirûfî kelîmat bigořê û le dway eme şikłî ḧirûf û neḧwekey te’dîl û îkmal bikirê be dereceyekî wa ke kesêk ke esłî zimaneke ya yekê le lehcekanî bizanê, bitwanê têy biga. çarey îslaḧî firû’î esasîy zimanî arî ke farsî û kurdî lê peya buwe, emeye. me’lûmatî ’imûmî waye ke le dewrêkda zimanî kurdî û farsî yekêk buwe û berebere her yekê lemane le ser xetêkî mu’eyyen ta îmřo tereqî kirduwe, be gwêrey eme natwanîn biłêyn ke kurdî lehceyekî farsîye, her wekû natwanîn îdî’a bikeyn ke zimanî îsqandînawya lehceyekî îngilîzîye. be gwêrey eme, le zimanî êranî cwê botewe û le her yekê lemane çend lehceyek peya buwe. ebînîn ke be gwêrey lehcey wiłatanî êran, farsî çend lehceyeke û le beynî emaneda ferqêkî zor heye, bełam hemûyan le esasda farsîn, ne «luřî» ne «kurdî» û ne «bilûcî»n.

zimanî kurdîş zor lehcey heye û çunke bo tesbît kirdinî zor kem se’î kirawe û bo nûsînêkî muşterek hey’etêkî mexsûs legełî xerîk nebuwe, berebere biław botewe û tebdîlî kirduwe û em ḧałe bote sebebî muşkîlatêkî zor bo mudeqqîqînî zimanî kurdî, çunke nazanîn ke lem lehce zor be ferqane kamyan le esił û ḧeqîqîy zimanî kurdîya buwe û ewanî tir lehceyekî fer’îyey ewn.

be gwêrey etnoẍrafî, cuẍrafî û řîwayat û ’en’enat û lîsanewe ’eşîretî «mukirî»y «sabłax» em hemû şirût û ewsafey tya heye û layqe îmřo bibête nimûne bo nasînî ’îrq û zimanî kurd. teqrîben qena’et ḧasił kirawe ke zerdeşt be zimanî duwayî «mad» qisey kirduwe, le ḧidûdî şîmalî wiłatêkda hatote dinyawe ke îmřo be xakî «mukirî» nasrawe û zimanîşî wekû le zendi’awêstada eybînîn, here nizîkî lehcey mukirî weya wekû le dwayîda te’rîfî ekeyn, zimanî «mukirî»ye.

em nezerîyeye le teřef hwarit û durmestetîr û be’zê mutexesîsî tirewe zor pêş xirawe û netîcey emeye ke zimanî awêstayî zerdeşt zimanî kurd û madîye û zimanî parsîy ew dewreş ew zimane bû ke le asarî pêrispolîs (îstexir)da nûsrawe. ew ferqey ke le înkişafatî dwayî ḧasił buwe, emeye ke kurdî, be ’eksî farsî, ’ededêkî zorî le kelîmatî ’erebî qebûł nekirduwe û şikłî ef’alî zyatir tereqîkirdûy xoy muḧafeze kirduwe.

derḧeq be zimanî mad, ḧeyf ke me’lûmatman zor keme, bełam zendi’awêstay zerdeşt ke muḧtemele le dewrî sełtenetî xanedanî exmenîda nûsrabê, zimanekey zor kem le zimanî mîdya ferq eka. bo îsbatî eme ke zimanî kurdî muḧafezey şikłî esłî kirduwe, mîsal zore û em çend kelîmeye delîlî ewe. delîlêkî tirîş ’elawekirdinî ḧerfî «h»ye be be’zê kelîmat ke le farsîda ḧezif kirawe. wa der’ekewê ke farsî «h»yekey xoy fiřê dawe nek kurdî, bełkû ’elaweşî kirduwe. awêsta û pehlewî be’zê kelîmatî way tyaye wekû hebximin, han, hîn ke îmřo le kurdîda mewcûde, bełam le farsîda «h»yekey lê fiřê dirawe.

kurdî silêmanîkirmancîy êstaawêstafarsîy êsta
gewremazînmazsingîn, bizirg
berzberzberezabilind
masîmasîmasyamahî
ḧuştiruştirauştiraşitir
pirdperitperetapil
řojxorhuraftab
berazwirazwirzagiraz
mêşmîşmexşîmigis
berxberxwiraxabire
qisekisexisaḧirf, sixin
wîstinwîsuwasxwastin
zanînzaninzandanistin
minezezimmin
(mizaf‌alye) minminamînamin, mira
 

lem mutale’e kurt û muxtesere tê’egeyn ke zimanî kurdî, le dirawsêye meşhûrekey, farsî, zyatir řabîteyekî bequwetî legeł zimanî arîda muḧafeze kirduwe. em îzaḧate, bo ewaney ke be çawî zimanî arîyekî here saf temaşay farsî eken, be tewawî kafîye û ewaney ke lem fikiredan le teẍîyratî zimanî farsî le dewrî îstîlay êranda bêxeberin.

îzaḧatî «The case of Kurdistan against Turkey» lem xisûsewe zor ’ecaybe û xîlafî efkarî tazeye. xulasey em îzaḧate waye: «zimanî farsîy qedîm, legeł zimanî zendî êranî û sanisqirîtî hîndustan zor minasebetî heye. zimanî farsîy qedîm, teqrîben le ’esrî çwaremî pêş mîladda terk kira. bełam zimananî farsîy taze û pehlewî yaxud partî û mîdyayî û kurdîy îmřoy lê peya buwe». be gwêrey em nezerîyeye ebê zimanî mîdyayî, sê çwar ’esir le dway lenawçûnî ḧikûmetî mîdya peya bûbê, ke emeş le ’eqił dûre û xîlafî ře’î ’ulemay lîsane. le layekî tirîşewe eger zimanî farsîy êsta çwar ’esir le pêş mîladda îcad kirabê, em kelîmatî ’erebîyey ke têyda ebînîn le kwêwe û key têy kewtuwe. ḧeqîqet emeye ke zimanî farsîy îmřo wekû le lay serewe basman kird, le dway ẍelbey îslamîyet be seryanda peya buwe, wekû le cuẍrafîyekey małtibrunda bas kirawe, ebê le dewrî teẍelubî «alî bûye»da bûbê. ’eynî eser le lapeře 23y ḧaşyeda ełê: «qewmî parit, le ’esrî sêyemî pêş mîladda ke wiłatanî kurdistanî zewt kird, kurdanî mecbûr kird ke zimanekey xoy, ke pehlewî bû û le farsîye peya bûbû, qebûł biken, bełam ew kurdaney ke legeł qewmî mistewlîy parisda zor le temasda bûn, lehceyekî nizîk be sanisqirîtîy hîndustanyan muḧafeze kird û ew beşey ke dûrtir û le ẍerbewe bû, lehceyekî nizîkî ermenîyan qebûł kird. lew tarîxewe ke sê lehcey kurdî ye’nî kirmancî, babanî û zazayî peya buwe». em nezeryey dwayî ’etif ekate ser mutale’ey musteşrîq madîson ẍiranit . em mutale’ey dwayyeş dîsan legeł nezerîyey înisqilopedyay îslam ke xulasey efkarî ’ulemay here meşhûre, hîç yek nagrê û be gwêrey ewe ke hîç nawî em musteşrîqe nahênê, wa der’ekewê ke efkar û nezeryatî, meqbûl nîye û le ḧeqîqet dûre.

xulase herçende zimanî kurdî, wekû farsî, zimanêkî ẍerbî êranîye, bełam çi esłî û çi esasyatî luẍewîyey, le farsî be tewawî cwêye; zimanî ẍerbî êranî – be gwêrey tedqîqatî be’zê musteşrîqîn – dû beşe: şîmalî (serû) û cinûbî (xwarû). zimanî kurdî, be řeẍmî eme ke le farsî eka û îxtilatêkî zorî legełî heye, ferqî legełda be aşkira dyare. waqî’en eger ew wesa’îqî zimanî kurdîye ke be desteweye, lew dewrey ke zimanî farsî mewcûdîyet û fa’îqîyetî xoy nwand, qedîmtir bwaye ferqî esasî beynî em dû zimane baştir der’ekewt. ferqî aşkiray beynî kurdî û farsî, teqrîben pênce: telefuzî, esasî, şikłî, serf û neḧwî.

ferqî telefuzî: eẍłeb le ḧirûfdaye, wekû «ř» û «ł»y qełew û leř, «di»y danî û gerûyî û emsalî.

ferqî esasî: le gořanî lefzekanaye, wekû ateş = agir, mahî = masî, nemaz = nwêj.

ferqî şikłî û tesrîfî û ferqî neḧwî (giramer) le şikił û tesrîf û terkîbî kelîmat û ef’al û cumeldaye, wekû: firistad = nardî; amd = hat; awird = hanî (înisqilopedyay îslam). be nizd aw riftim = çûme lay ew. (bo şarezabûnî em ferqane temaşakirdinî «destûrî zimanî kurdî» zor bekełk dê).

kurdî, le zimanî farsî û ’erebî, û farsîş le ’erebî be’zê kelîmey wergirtuwe û îstî’malî eka. bêcge lemeş îxtilatî [em] zimane be tebî’et netîcey îxtîlatî syasî û îctîma’î û îdarîy çend hezar sałeye, te’sîr û zererêkî way bo esłî zimaneke nebuwe û nabê. zaten eger temaşay zimanî eqwamî tirîş bikeyn, ebînîn ke hemû le ’eynî te’sîrda mu’esîr bûn û kem û zorê, kelîmatî zimanî ẍeyreyan têkeław buwe,ḧeta zimanî ’erebîş lem ḧałe necatî nebuwe. meselen zimanî firansizekan zor te’bîratî yonanî û be’zê kelîmatî ’erebîşî tyaye. zimanî îngilîzîş ke hemûman bo îstîfade le ’îlim û me’rîfet hewł bo fêrbûnî edeyn, piře le kelîmatî latînî, cermenî û yonanî. zimanî farsîy îmřo kewtote şikłêkî wawe ke însan natwanê biłê ke em zimane le farsîy qedîmewe zawe, çunke wekû zimanî turkîy pêşû, tenya fê’il weya xeberekey legeł tak tak kelîmey farsîye, baqî ’erebîye û be’zê kelîmatî turkî û bilûcî û hîndî û řûsîşî têkeław buwe û em ḧałeş, wekû le serewe ’erziman kird, netîcey îxtîlate û emrêkî tebî’îye, le ber ewe bo zimaneke nabête ’eyb.

legeł emeşda min lew fikiredam ke be wasîtey zorbûnî xwêndin û xwêndewaranewe û be yarmetîy be’zê kitêbî baş baş wekû serf û neḧwêkî munasîb û qamûsêkî ’am û emsalî, zimanî kurdî mumkîne şikłêkî sûk û asantir peya bika, nûsîn û xwêndinewey tewḧîd bikirê, beşî zorî luẍatî ’erebî û farsîyekeşî, be wasîtey dozînewe û qebûłkirdinî muqabîlekeyan be kurdî, řoj be řoj kem bê û ew te’bîrat û kelîmatey ẍeyreye ke gořînî zeḧmete weya gořînî ebête sebebî şiłejan û ser lê têkçûn, ebê wekû mîlletanî tir kirdûyane, kurdîş byanka be mał bo zimanekey û ḧeta be gwêrey îḧtyacî ’îlmî, zor munasîbe ke be’zê te’bîratî tazeş lem naweda qebûł bikirê û bem terḧe zimanî kurdî zyatir dewłemend ebê.

be’zê kes be sebebî zorîy lehcey kurdîyewe ełên le ser esasêkî sabit û ’imûmî řoyştin muşkîleye, bełkû ẍeyre mumkîne; lam waye ke em fikire le dû şitewe ḧasił buwe: nezanînî tetewratî luẍatî zîndû û neşarezayî le zimanî kurdîda.

. waqî’en eger temaşayekî ’îlmî elîsne bikeyn, ebînîn ke mîllete here gewrekan ke lem ’esreda şikłêkî mutteḧîd û beheybet nîşan eden, le beynî zimanî eqsam û şu’ebya lehcey muhîm buwe, ḧeta pêy nawê dûr biřoyn, îmřo le beynî ’erebî mîsir û ḧîcaz û sûrye û ’êraqda ewende ferqî lehce zore ke ’êraqîyek zor be zeḧmet legeł ’erebêkî mîsrî ya sûrîda etwanê qise bika û le eẍłebî te’bîratyan ḧałî nabê. ferqî enwa’î lehcey kurdî hîç weqtê lemane zyatir nîye û ta me’arîf zyatir biław bêtewe, em ferq û firûqe kem ebêtewe. delîlêkî aşkiray em qena’eteş zimanî mweḧedî îngilîz û firansiz û ełmanî îmřoye.

bi. eger saḧêbî ew new’e efkare derḧeq be enwa’î lehcey kurdî me’lûmatêkî tewawyan bibwaye, şubhe nîye ke em fikireyan tesḧîḧ ekird. çunke wekû ewan têgeyştûn ferqî beynî lehcekan be derceyekî wa nîye, kurdêkî xełkî silêmanî etwanê legeł kurdêkî luř ya goran ya badînan qise bika. baxsûs be’zê le lehcekan zor nizîkî yektirin. meselen êstake lehcey kurdî şîmalî ẍerbî û cinûbî ẍerbî êran be tewawî le yek ferq nakirê. me’lûme ke lehcey kurdîş çend new’êke û beşî zorî «kirmancî»ye. be gwêrey şerefname qewmî kurd ’îbarete le çwar qołî gewre: kirmanc, luř, kelhuř û goran.

lemane beşî luř zor muḧtemele ke le komełî cinûbî ẍerbî (o. man) û komełêkî cwê bin.

goranî zehaw, wek hewramîy siney qewmyan û zaza ... we alx, be lehcey şîmalî ẍerbî qise eken û em lehceyeş legeł kurdî ferqêkî gewrey heye, meselen goran ełê: herî; zaza ełê: hîrey; bełam kurd ełê: sye. be gwêrey tedqîqatî musteşrîq edrîs, zimanî zaza le zimanî qedîmî deylemîye û em feřzîyeş be nezer řîwayatî hewramîyekan ebê řast bê (mêcerson).

dîsan şerefname ełê ke ’eşa’îrî kelhuř le beynî sine û le kirmaşan û zehawdan û te’bîrî kelhuř be gwêrey şerefname ebê tewafuqî komełî kurdî ẍeyrî kirmancî wiłatanî sine û kirmaşan bika. em lehceye le teřef musteşrîq o. manewe tedqîq kirawe bełam hêşta neşir nekirawe. be gwêrey ew îzaḧatey ke em musteşrîqe le kitêbekeyda dawyetî, ebê ewweł ciłdî kitêbeke derḧeq be lehcey mentîqey cinûbî kirmaşan bê, ke kirmaşanî, kelhuřî, lekî, bahrawendî, nanekelî û gułeyî daxłî em qîsmeye.

ciłdêkî tirî da’îr be lehcey sine û kirind û geřûs (bîcař û şerqî sine)ye. ew xełkey bem zimane qise eken be xoyan ełên kurd, weya be nawî ’eşîretakanyanewe yad ekirên. le nizîkî luřistan (le lekistanda) lehcey cinûbî kurdî be lekî meşhûre. le sełmas û farsîşda ’eşayrî lek heye, bełam zimanî kurdî ’eşîretî «kelun ’ebdo»y fars be gwêrey tedqîqatî o. man lekîye.

lehcey cinûbî kurdî ẍerbî êran, ’adeten le şikłî zimanî kurdî çote derewe. mewcûdîyetî em lehceye ẍeyrî kirmancîye, řenge tesbîtkirdinî mes’eley «kardo = kartîwî»y qedîme kemê ehmyetî bê.

ême esłî kelîmey kirmancî nazanîn, aya eme le terkîbî kelîmey «kurd» û nawî ’eşîretêkî mîdyaye yan na? le wiłatanî kirmanicda řenge le yek cê dû komełe ziman bê: kirmancî şerqî (yaxud cinûbî şerqî) û kirmancî ẍerbî. serḧed û sinûrî em dû beşe hêşta be tewawî me’lûm nîye. kirmancî şerqî le wiłatî mukirî û beynî ’eşa’îrî dîcleda ye’nî le mentîqey zêy koye, şetî edhem û dewrî sîrwanda qisey pê ekirê û lehceyekî saf û belîẍe û le xisûs eşkalî û ’ededî kelîmatîşewe zor dewłemende. kirmancî ẍerbî, ’îbarete le esłî zimanî kirmancî û be’zê teẍîyratî meḧellî. kurdî wiłatanî dyarbekir, mardîn, botan, badînan, ḧekarî, wirmê, erziřom, erîwan, enatolî û kurdî wiłatî xorasan bem zimane qise eken. wa dyare ke kurdanî şîmalî sûrye be enwa’î lehce qise eken û le naw zimanekeyana be’zê kelîmey turkîş heye. ewlya çelebî ełê: zimanî kurdî panze new’î heye: zaza, lolo, ḧekarî, ’weynekî, meḧmûdî, şêrwanî, cezîrewî, pisanî, sincarî, ḧerîrî, erdełanî, soranî, xaletî, çikwanî, ’îmadî, řozyekî (ciłdî 4, lapeře 75).

kitêbî ẍiramatîkay pirofîsor ẍarzonî, lehcey ’îmadîye le zimanî bitlîs û lehcey cûłemêrg le lehcey botan û silêmanî cwê ekatewe. mêcersonîş le ẍiramerî kurdîda derḧeq bem sunfane tedqîqatêkî başî kirduwe.

em teqsîmatey xwarewe xulasey tedqîqatî zimanî kurdîye:

1. beşî êran:

e. lehcey sine, kirmaşan: musteşrîq lerç le kitêbekeyda basî nusxeyekî gułistan eken ke be lehcey sine nûsrawe, bêcge lemeş gelê musteşrîq lem xisûsewe tedqîqyan kirduwe.

bi. lehcey şaxî û biławe: lehcey geřûsekanî xwacewendî mazenderan, kalon ’ebdoy fars, kurdî xorasan û tehrane, lehcey em beşî dwayye nizîk lehcey erziřome.

2. kirmancî şerqî: lehcey silêmanî û mukirîye.

3. kirmancî şîmalî û ẍerbî: lehcey kurdî erîwan, zimanî kurdanî baruklî dewrî ararat û wiłatî erziřom û bayezîd, urmîye, ḧekarî, şemdînan, badînan, botan, tor’abdîn, mardîn, dyarbekir, şîmalî sûrye.

mutexesîsî zimanî kurdî, mêcerson, le xisûsî zorîy lehcey kurdî û ferqyan legeł yekda ełê : bêcge le zimanî mukirî û qołekanî, gelê zimanî tir le kurdistanda heye û ewaney ke qisey pê eken be xoyan ełên kurd. lemane here muhîmyan zazaye ke kurdêkî zor le şîmalî dyarbekirda û le dewrî erzincan û le be’zê cêgey tirî enatolîda qisey pê eken. emane qewmêkî diřî kêwîn, kurdêkî kełeget û êsqan‌estûrin, be zimanêkî wa qise eken ke safî arîye û kozmanî mukirî û emsalî, le ’eynî şu’be nîye, new’e lehceyeke le zimanêkî zor qedîmda ke le farsîy qedîm cwê botewe. legeł emeşda ebê be çawî zimanêkî arîy saf temaşay bikirê û le farsî zyatir, nizîkî kurdîye û be kurdîzanêk zor ẍerîb ebînrê û zazakan esasen saḧêbî zimanêkî muza’efin.

le dway emane xełkî qezay si’ird dê ke zimanêkî ’ecaybyan heye û le nawyan zor kelîmey aramî mewcûde. bem lehce be’zen «gavranay» weya zimanî gewerî pê ełên ke em gewere le wiłatî ḧekarîda qezayekî nizîk ḧidûde. em lehceye xelîteyekî kurdî kildanye, řenge zimanî qedîmî gawranî ew nawe bê ke le dwayîda bûn be îslam. le nizîk sason ’eşîretêkî piçûk heye bałkî pê ełên ke ne îslam û ne gawre û be lehceyekî ’eca’îb qise eka ke xelîteyekî kurdî û ’erebî û ermenîye û le gelê cêgey tirî kurdistanda be’zê ’eşa’îr û ehalîy ẍerîbe heye ke netewey esłî xoyanewe be’zê kelîmeyan daxłî lehce tazekeyan kurdî kirduwe.

xulase zimanî esłî, ew zimaneye ke kurd qisey pê ekat û ’îbarete le biřê kurdî û kirmancî û lem dû zimane here meqebûł û başyan, zimanî «sabłaẍ» (= sawcibłaq)e. le pêşda le bayezîd be’zê ’eşa’îrî ḧekarî hebû û êstaş lewêda be’zê katib û edîbî kurd heye ke le muxaberat û le şê’ir û edebyatda zimanî esłîy xoyan îstî’mal eken.

em beşî lay jûrî kurdistane, ke ’îbarete le biřê şîmalî wan û urmîye, be gwêrey zimanyanewe esqoçyay kurdin. qisekanyan řeq û tund û le lehcey cinûb dûre, çunke le lay emane «bi»yekî arî heye ke le teřef kurdî cinûbewe kirawe «û»yekî nerim. le lehcey şîmalîda «p» be şîddet telefuz ekirê û le be’zê cêgey tirîşda şîddetî telefuzî heye. legeł em ferqî telefuze be’zê îxtilafî neḧwîş heye û bîlxase le ef’aldaye û em ferqe geyştote dereceyekî wa ke her qîsmêkî muḧtacî tedqîqatêkî cwêye. xulase em ferqane way lê kirduwe xełkî silêmanî zeḧmet le zimanî xełkî erziřom tê’egen, welḧał herdûkyan le esasda be zimanî kirmancî qise eken.

bem ferq û firûqe, be wasîtey îsti’malkirdinî be’zê kelîmey fiřêdraw, le lehcekanî tir zyatir buwe. lehcey qîsmî şîmalî, be’zê kelîmey muḧafeze kirduwe ke em kelîmate lew luẍataney ke «mukirî» le wesetî êranewe werîgirtuwe kontire. le ’eynî weqtida ebînîn ke kirmancî şîmalî be’zê kelîmey win kirduwe û le cêgey ewane be’zê kelîmatî tirî le turkî û kildanî wergirtuwe. meselen:

kirmancî şîmalî be «gum» ełê «dikiz» (turkîye), mukiryanî û ewanî tir ełên «kuławe».

kirmancî şîmalî be «papoř» ełê «gumî» (gemî turkîye), mukiryanî û ewanî tir ełên «keştî» (farsîye).

kirmancî şîmalî be «zewî» ełê erz (’erebî û turkî), mukiryanî û ewanî tir ełên «zewî».

kirmancî şîmalî be «quřquřage» ełê «kirtîk» (tatarî), mukiryanî û ewanî tir ełên «gelo, gerû».

xulase le batî biłê «enûsim», ełê: «yarimş ekem», sebebîşî eweye ke xełkî dêhatî, fî’lî «nûsîn» ezanin û îstî’malîşî eken.

em xisûsyate û îstî’malî kelîmatî ẍerîbe û telefuz, ferqî beynî lehcekanî zor kirduwe. em kelîmatî xwarewe mîsalêkî ew ferqaneye:

«aw»y kurdî le şîmalda bote «ab», be kurdîy silêmanî «aw»

«wefir»y kurdî le şîmalda bote «berf», be kurdîy silêmanî «befir»

«xurî»y kurdî le şîmalda bote «hurî», be kurdîy silêmanî «xurî»

«kakez»y kurdî le şîmalda bote «kaket», be kurdîy silêmanî «qaqez»

«dan»y kurdî le şîmalda bote «didan», be kurdîy silêmanî «dan»

«xuşk»y kurdî le şîmalda bote «xwalîk», be kurdîy silêmanî «xuşk»

«kiç»y kurdî le şîmalda bote «xiz» (qizî turkî), be kurdîy silêmanî «kiç»

«taw»y kurdî le şîmalda bote «taf», be kurdîy silêmanî «řoj»

«ûy»y kurdî le şîmalda bote «ewîş», be kurdîy silêmanî «ewê»

«pyaw»y kurdî le şîmalda bote «mêr», be kurdîy silêmanî «pyaw»

«mîl»y kurdî le şîmalda bote «esto», be kurdîy silêmanî «mil, esto»

«nwîstû»y kurdî le şîmalda bote «rakwa», be kurdîy silêmanî «nustû»

lem new’e kelîmate zor heye.

lemew pêş le erdełanda be new’e zimanêk qise ekira ke le zimanî hewramî eçû. bełam le dway ewe ke ’eşa’îr le geřokî wazyan hêna û mîqdarêkî zor le kurdî şîmalî be emnyet û řefahî erdełan mucab bûn û hatne ewê û danîştin, lehceş gořa û zimanî erdełanîy îmřoy lê peya buwe ke ta dereceyek lehceyekî mukirîye û zor ferqî nîye; le beşî lay jûrî erdełanîşda xełkêkî zor hebû ke hîç be lehcey fer’î erdełanî qisey ne’ekird û zimanî qedîmîy xoy muḧafeze kirdibû. lehcey sine û etřafî be nawî kurdistanî şoretî senduwe û zimanêkî şîrîne, be wasîtey qebûłkirdinî be’zê kelîmatî farsîyewe gelê pêş kewtuwe û biław botewe.

beşî xwêndewarî xełkî sine û silêmanî, le lehcey konî erdełan tê’egen û le ber cwanîy şêwekey û řêkupêkî, bote zimanî şê’ir û edebyatî kurdistanî cinûbî. le ḧeqîqetda lehceyekî kurdî nîye, bełkû nezîrêkî goranî û hewramîye û le tekamulî farsîy qedîm peya buwe.

zimanî hewramî řenge zimanî tacîk bê ke beynêk le êranî merkezîda û îḧtîmalen le kurdistanî cinûbîda le teřef qewmêkî muhacrî êranewe ya le teřef qewmêkî meḧellî ẍeyrî kurdewe qisey pê ekira.

hewraman wekû goranî dêhatî, zimanekey xoy muḧafeze kirduwe û îmřo bote zimanêkî mu’esîr û şîrîn û neẍmedar û le hewraman û pawe û pałingan û etřafî qisey pê ekirê û kurd têy nega.

zimanî kirmanşah legeł zimanî kełhuř lehceyekî tewawî kurdî nîye û zor zor le zimanî lek eka ke ebê fer’êkî zimanî êranî bê. le layekî tirîşewe zor ferqî legeł farsî heye û le kurdî nizîktire û mumkîne ke pêy biłêyn zimanî «kurd-lek». şikłî ef’alî ne le tesrîfî lek û ne le tesrîfî kurdî eka, le îsmida da’îmen şikłî cem’ îstî’mal eka û nîwey lekîye. le tertîbî cumleda eẍłeb qa’îdey zimanî lek te’qîb eka û be’zê carîş qa’îdey kurdî.

1. zor pêwîste ke lem basî zimaneda tozêkîş qise le zimanî luř bikeyn. çunke eẍłebî musteşirqîn leber şubhanî zimanekey be farsî, qewmî luř be eqwamî êranîye da’enên û le ber ewe înisqilopedyay îslam wekû le serewe dîman basî zimanî luř naka. waqî’en le fesłî ewwełî em qîsmeda û le sirey kurdî êranda be çend dêřêk ze’fîyetî em nezerîyeyeman nîşan da.

qewmî luř, esasen çwar beşe: luřî esłî (luřî biçûk = feylî), mamesenî, kohgîloyî, bextyarî). zimanî beşî ewweł, ye’nî feylî, bêşubhe ke le farsî zyatir, nizîkî kirmancî şerqîye û xoşyan eme ezanin û le kurdîy xoyan şubhe naken.

le sałî 1916da be wezîfeyekî řesmî çûbûme luřistan û le lay walîy piştikoh muddetêk mamewe û be’zê tedqîqatî qewmî û îctîma’îm kird. eẍłeb be kurdî qisem legeł walî û me’îyetîda ekird û be asanî têm egeyandin û têyan egeyştim û lam me’lûm bû ke ferqî zimanî kirmancîy şerqî legeł zimanî feylîda le ferqî zimanî kirmancîy ẍerbî zortir nîye (temaşay cedwelekey xwarewe bike).

bêynewe ser zimanî sê beşey tir. înisqilopedyay îslam ełê le zimanî em luřaneda be’zê kelîme heye deşubhête farsîy îmřo, le layekî tirîşewe le telefuzda be’zê terkîb û ḧirûfî heye ke le farsî naka.

«mî‌kinim» farsî le zimanî luřda buwe be «aykinim»

«mî‌xirim» farsî le zimanî luřda buwe be «ayxirim»

«adim» farsî le zimanî luřda buwe be «adum»

«pil» farsî le zimanî luřda buwe be «pîl»

«mî‌dihim» farsî le zimanî luřda buwe be «aydihim»

«xane» farsî le zimanî luřda buwe be «xuna»

«came» farsî le zimanî luřda buwe be «cwa»

«ayşan» farsî le zimanî luřda buwe be «aysa»

«anha» farsî le zimanî luřda buwe be «aygal»

«ayn ra girift» farsî le zimanî luřda buwe be «yunagirt»

eger be’zê lem kelîmane legeł zimanî silêmanîda mwazene bikeyn, ebînîn ferqî kemtire.

kurdî silêmanî «aykinim»y luřî, ełê: «eykem»

kurdî silêmanî «aydihim»y luřî, ełê: «eydem»

kurdî silêmanî «yunagirt»y luřî, ełê: «emey girt»

kurdî silêmanî «ayxirim»y luřî, ełê: «eykiřim»

telefuzî «xane» be «xuna» lam waye netîcey îxtilatî da’îmane legeł êranîyekanaye, waqî’en ’ecem le qisekirdina be’zê def’e ḧerfî «elf» eka be «û»: nan = nun, anha = awinha, can = cun ... alx.

em ferqe û em muşabehete kafî nîye, çunke ewwełen: zor mumkîne ke em musteşrîqane le weqtî su’al û cewabyana legeł xełqî luřistan tûşî be’zê sehu û ẍełet bûbin, baş ḧałî nebûbin û şikłêkî nařastî kelîmekeyan zebit û qeyd kirdibê. sanyen: be tewawî şarezay eqsamî zimanî kurdî nebûn û be ’îlmêkî naqis ḧukmyan dabê. waqî’en eger be’zê kelîmatî farsî û luřî temaşa keyn û legeł firû’î zimanî kurdîda muqayese bikeyn, ebînîn ke muşabehetî em firû’ane be farsî le luřî zyatre:

farsîluřî (feylî)luřî (lekî)hewramîkirmancîy şerqî (silêmanî)kirmancîy ẍerbî (badînan)
birubiçûbiçoluwebiřohere
binşînbinîşbinîşbinîşeredanîşeřûnî
balaewbanbanserserûzûr = ser
angibîn’isil’isilhengiwînhengiwînrehengewî =hengiwîn
xirbizeşamîxiruzeşûtîşûtîzîş = şimtî = zeyeş
ancîrancîrancîrhencîrhencîrhejîr
armudermudemrudhermêhermêasgirk = hermê
sîbsêwsîvsîvsêwsew
asbespespespespḧesp
cucewecewyewcoce
mî‌aymeytimnenîmminmewyemdeym
birxîzelsfîrîhurzehełseřabe = hulu
angurengurenûrhengurtirêtira = terî
gusfindmeřmeřpez
mwîzmewêjmewîjmêwijmêwijmêwij
mî‌firuşimefruşimmefruşimwiretaefroşimfiroşim
amruzemrojîmřoaruîmřoîro = evro
amişbîmşewîmşewîmşewîmşewîşew = îşeve
nimî‌danimnazanimnazanimmizanunazanimnizanim = nuzanim
 

wekû lem cedweleda nîşanman da, le beynî dû beşî kirmancî (lehcey silêmanî û badînanî)da ferqî ewende nîye, tenya le be’zê kelîme û tesrîfî be’zê ef’aldaye, meselen kirmancî şerqî fî’lî «hełsan» wa serf eka: hełsa (mazî), heł’esê (muzar’), hełse (emir). welḧał badînanî lebatî «hełsan» ełê «řabîn» û way serf eka: řabû (mazî), deřabît (muzar’), řabe = heřu (emir). kirmancî şerqî ełê: danîştin, danîşt, da’enîşê, danîşe; badînanî ełê: řunîştin, dîrunît, řûne.

eger em cedwele ke nimûneyekî piçkoleye baş serincî lê bidrê, ebînrê muşabehetî zimanî feylî û lek legeł eqsamî kurdîda le farsî zyatre û le ber eme tenya le ber muşabehetî kemî zimanekey, nabê luř be êranî ḧîsab bikirê. zaten wekû le fesłî ewwełda gutman beşêkî musteşrîqîn, luř le qewmî kurd cwê nakenewe.

derḧeq be zimanî sine û hewramî, înisqilopedyay îslam ełê: zimanî mukirî (kirmanc) ta bane û seqiz dê, lewê tecawiz naka. le cinûbî awî «ceẍatû»ewe (xuřxuře û tîleko), lehcey kurdistanî des pê’eka û ta cinûbî wiłatî sine eçê û beřastî ebê em zimane be usûlêkî ’îlmî zor baş tedqîq bikirê.

zimanî merîwan, wekû zimanî cafekan be tewawî kirmancîye. lehceyekî ẍeyrî kurdî le her dû hewramanda heye û qisey pê ekirê û «hewramî»y pê ełên û le lay xelq be «maço» meşhûre. le be’zê dêhatî paweşda her bem zimane qise ekirê. le dêhatî ’eşayrî gewrey goran (le şîmalî zehaw)da û le dêy «kanduła» le beynî dînewer û kirmaşanda û be’zê dêy tir û le «dersîm»da zimanî zaza heye ke ewîş le lehcey hewramîyewe wergîrawe. be gwêrey tedqîqatî o. man em hemû zimanane (lehcey êranî merkezî) le sirey samanî, kuhrudî, mahelelatî ... we alxda ebê dabnirê.

da’îr be lehcey sine, wesîqeyekman be destewe nîye, bełam zimanî hewramî (= goranî), be gwêrey ẍezelyatî û dastane muhîc û piř me’nakanî şubhe nakirê ke edebyatêkî wasî’ û şîrînî heye. walîy erdełan le seray xoyda be sûřetî xisûsî teşwîq û teşcî’î şê’ir û edebyatî em zimane eka û bê‌şik em lehcey şê’re, le zimanî xełq cwêye.

mêcerson lem xisûsewe ełê: le dewrî ew xetey ke luřistan le kurdistan cwê ئەاتەûە, be’zê ’eşîret heye ke گاە kurdin û be zimanêk qise eken ke le tacîkîy qedîmî êran eka û zahîr waye ke em wiłatî gorane, ehalîyekî damezrawî buwe û zimanekeşyan wekû le serewe gutman cwê‌cwê buwe û ’eşayrî «hewramî» û «kandulaw rîzu»ş be ferqêkî kem û zor, be ’eynî ziman qiseyan kirduwe.

meşhûre zimanî erdełan zor zor le şê’ir û edebyatda îsti’mal kirawe û le sine bem zimane exwênin û enûsin û bem zimaneş hewramî weya şehrezûrî ełên. be gwêrey be’zê nezerîyat ke basî eken, beşî zorî damezrawî ’eşîretî goran, bem zimane û beşî geřok (sîّar)y be tewawî be kurdî qise eken. (be tebdîl le kurdistan û mezopotamyada, lapeře 381).

’eşayrî kurdî «biraxoy» ke beşî zorî le bilûcistanda û beşêkîşî le wiłatî sindî hîndustandaye, be zimanî kurdîyek qise eken ke be zimanî biraxoy meşhûre. em zimane le ẍerbî «dirawîdî»y merkezî û cinûbî hîndustane û be’zê kelîmatî bilûcî û farsîşî têkeław buwe. ta em dewrî dwayye her bo qisekirdin îsti’mal kirawe, bełam êstake enûsrê û exwênrêtewe, be’zê ḧîkayat û eş’arî nûsraw bem zimane bînrawe (înisqilopedyay îslam, ciłdî 1, lapeře 630).