’eqîdey yezîdî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 7 Xulek  1462 Dîtin

saḧêbî tarîxî mûsił ełê: ebê sebebî nawî em ’eqîdeye alîheyekî em qewmî yezîdîye bê ke nawî «yezd» weya «yezdan» buwe û minasebetî nawî yezîdî, wekû be’zê mu’ellîfîn îdî’ayan kirduwe legeł «yezîd îbnî selma» û «yezîd»y xelîfey emewîye le ’eqił û sewab dûre. le layekî tirîşewe mu’errîxî yonanî, tîwfaynis, ke le ’esrî ḧewtemî mîladîda jyawe ełê: îmbirator hiraqlyos le nizîk şarî «yezdim» ordûgahî damezrand. be gwêrey fîkirî mêcer řulînson em şarî «yezdim»e řenge le nizîk «ḧidyab = mûsił» bûbê û řenge ta’îfey yezîdî lem şarewe biław bûnewe.

ew beşî kurdey ke lem ’eqîdedan le teřef ḧeleb, wan û erziřomin, beşî zoryan le wiłatî mûsłida û le sincar û qezay şêxandan, nifûsyan nizîkî 300000e (tarîxî mûsił) . be’zêkîş ełên le şaxî qefqasyada û le qerax beḧrî qezwîn û le şaxî ełtay û le qamçanqa û çînîşda yezîdî heye, bełam îsmyan new’êkî tire.

esasî dyanetî yezîdî, mezhebî «manî»ye. be’zêk gutûyane eçêtewe ser mezhebî zerdeşt ke î’tîqadî be wicûdî dû «îlah» kirduwe. be gwêrey î’tîqadî emane, ebê ’îbadet bo řoj û bo şeytan bikirê, wekû çon le mezhebî zerdeştîda î’tîqad be îlahey xêr (hurimz) û be îlahey şeř (ehrîmen) kirawe. em ta’îfeyeş î’tîqadyan be îlahey xêr heye, ke muntehay řeḧmetî nîye û biłinditrînî hemuwe, î’tîqadîşyan be şeytan heye ke ’amîlî şeř û zerere û le tirsî şeřî, nek bo îḧtîramî, ’îbadetî bo eken û ’uzrîşyan emeye ke xway te’ala lutif û merḧemetêkî bê‌nîhayey legeł mexlûqat heye, çunke sałḧe, zerer û şeř be însan nageyênê, bełam şeytan teb’en şerîr û muzîřře, le ber ewe eger însan byewê be řaḧetî û diłxoşî bijî, ebê ’îbadetî xway sałḧ terk bika, çunke teb’en şeř û zererî lê sadir nabê û ebê muḧîbbetî şeytan celb bika ta tûşî ezyetî nebê, çunke her ewe ke însan tûşî şeř eka weya eyparêzê, be nawî melîkêkî gewre; weya be quwet û meqhûr le mebde’î xêr, ’îbadet bo şeytan eken. em mebde’î xêre hezar sał ḧikûmet eka û eme ecelêkî ẍeyre meḧdûde; le nîhayetî em muddeteda îlahî xêr û îlahî şeř ekewne şeřewe û îlahî şeř ya ẍelbe eka û ya legeł îlahî xêrda sułḧ eka. lem her dû ḧałeda etba’î, nef’êkî gewre ebînin.

em ta’îfe, gewreyekyan heye «emîrî şêxan»y pê ełên û le şêxan da’enîşê û nifûzêkî zor gewrey be ser hemû ta’îfekeda heye û le me’îyetîda bo teblîẍî emir û nehî, umeray piçûk heye. ře’îsî dînî here gewreyan «babaşêx»y pê ełên û be’zê şêxî le me’îyetda heye û bo teblîẍî emir û nehîy dînî, babaşêxe ke etwanê fitwa bida, řoj û nwêj teḧdîd û ḧeram û ḧełał te’îyn bika. em dû mensebe gewreye îrsîye.

teqrîben î’tîqadyan be hemû dînêk heye. îdî’ay řastîy mezhebî manî eken. bo řoj, ga eken be qurbanî. kuştinî teyr û ḧeywanatî tir û biřînî darî dołî mubarek, le layan gunahe. le weqtî hełatin û awabûnî řoj sucde eken.

jindan û jin‌hênan le saḧêbî mezhebekanî tir le layan gunahêkî gewreye û be ẍeyrî hawmezhebî xoyan be kes nałên «bira». be ẍerîb ełên «saḧêb» (mutale’ey mîs řozîtafurîs).

be’zê ’adatî ’eca’îbyan heye. řiqyan le řengî şîne û zor řiqyan le kahuwe. ḧerfî «t» û «ş» telefuz naken, le lay ewan mayn û esp barkirdin ca’îz nîye û her kesê řî’ayetî em usûle neka, tûşî ceza ebê.

řojî cejin û zyaretyan zore, meselen hemû ewwełî çwarşemmoy mangî nîsanî řomî, be def û zuřna eçne ser qebran û lewê exon û exonewe, nan be feqîr eden. řojî duwemî pêncişemmo le «be’şîqe»da û le ser zyaretî «şêx miḧemed» ko ebnewe. řojî cum’e bo semakirdin le be’şîqeda gird ebnewe. cum’ey dwayî dîsan bo semakirdin le dêy derawêşda û le lay qebrî ḧesen firdoş ko ebnewe. cum’ey sêyem be dehoł û zuřna qebrî şêx ebûbekir zyaret eken. sałî sê řoj beřojû ebin.

yezîdî sucde ebate ber butêk ke le şikłî teyrdaye «melîk tawus»y pê ełên û le layan waye ke em alîheye le pêş hemû mexlûqatda hebuwe û le hemû cêgayeka ḧazre û xidmetkaranî be hemû layeka enêrê ta zelalet û îman lêk cwê bikatewe. î’tîqadyan be tenasuxî erwaḧ heye û le ber eme lew î’tîqadedan ke řu’esayan le hemû ’esrêka bûn. «şêx ’udey» legeł melîk tawusda be yek da’enên. biřwa be bûnî cehennem û şeyatîn naken û le layan waye ke erwaḧî şerîre, wekû nexoşî, ta’ûn, giranî, mirdin û afat tebî’îye.

kitêbî dînîyan «kitab alcilwe» heye ke eserî şêx ’udeye û basî usûlî qedîmey yezîdî eka . le dway eme «alkitab alasud» dê ke le sałî 1342y mîladîda nûsrawe û basî ’ewa’îdî ta’îfey yezîdîy ew ’esre eka.