weq’ey dimdim qeła

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 8 Xulek  932 Dîtin

em dastanî merdayetîy ’eşa’îrî «biradost»y mukirî û mudafe’ey qełay dimdim be gwêrey meqaysî nûsînî em tarîxe natwanîn tûl û tefsîlî bideynê û beřastî zor pêwîste ke derḧeq em mîsalî biłindey merdayetîy kurde, kitêbêkî serbexo binûsrê û bo netewey kurdî îmřo û sibeynê be yadgar becê bihêłrê. xarqey em qehremanîye ewende seḧḧar û biłinde ke be ’eksî te’esubî mezhebî û teřefgîrî řesmî, eskender munşîy mecbûrî mediḧ û sena kirduwe û musteşrîq misyo û. ommanî hênawete coş û xiroş û em menqebey celadetey be zimanêkî teqdîrkarane pê teswîr kirduwe.

qehremanî em dastane emîr xanî yek‌deste. em zate le umeray meşhûrî ’eşîretî biradost buwe, le şeřêkda komekî ’umer begî ḧakmî soranî kird û desêkî biřabû. emîr beg le dway eme ke شاە ’ebbas azerbaycanî sendewe, le bê‌mubalatîy turk ’aciz bû û çuwe lay شاە û ḧurmetêkî zorî gîra. destêkî ałtûnî bo kira û le cêgey dese biřawekey danra. ’înwanî «xan»y legeł ḧikûmetî «tergewer» û «mergewer» û «urmê» û «şino» û řyasetî ’eşîretî biradostî diraye û hatewe mułkî xoy. lewê le cêgey qeła konî dimdim , qełayekî sextî dirust kird.

umeray şî’e be sebebî xîlafî mezheb û qewmîyet ḧezyan lê ne’ekird û le lay شاە buxtanyan pê ekird. baxsûs dirustkirdnî qełakey, ke be îznî شاە bû, buwe sebebî zyadbûnî buxtan. pîr budaq begî ḧakmî azerbaycan lêy kewte xo û şahî le îznidan bo qełakey peşîman kirdewe û wîstî emîr xan men’ bika. emîrî biradost leme seẍłet bû û gwêy nedaye, qełakey tewaw kird. lew weqteda bîst hezar eşqyayekî celalî le tirsî qorçî mirad paşa le xakî ’usmanîyewe hatbûne ’ecem شاە, be fikirêkî dwayî wîstî heşt hezar kesêk lemane le naw ’eşîretî biradostida dabnê û emaney legeł ḧesen xan û leşkirêda nard bo lay emîr xan û xeberîşî bo nard ke xoy ya kuřêkî legeł be’zê řu’esay biradost û dûsed swarêkyan bixate tek û biçin eşqyay celalî cêgîr biken. emîr xan le tirsî dwayî û muxalefetî ’eşîretekey em emrey becê nehêna û kurd û celalî û qizłibaş kewtine wirde şeřewe û leşkirî ḧesen xan hîçî pê nekira. le dwayîda lay qomanday wezîr e’zem mu’temededdewleda leşkirêkî zorî tir hate ser emîr xan û le dway se’yekî bê‌fa’îde bo řazîkirdinî emîr xan, qełakey muḧasere kira (26y şe’banî 1017y hîcrî).

be gwêrey eskender munşî, ke xoy lem herayeda ḧazir buwe, em qełay dimdime zor sext buwe û tenya le xisûsî awewe ze’îf buwe. le nawya ḧewzêkî baran‌aw û çałe befrêkî buwe, le dûrîşî kanîyekî buwe û be jêr erizda le qełakewe ta kanîyeke řêgeyekî buwe.

leşkirî qizłibaş ke be texmînî bîst sî mîslî mudaf’în bûn, le dway çwar mang bombaran û hemû şew û řojêk şeř û kuştar, înca twanîwyetî řêgey kanîyeke bigrê û ta ew weqteş be muqabîl te’eřuzî kurd û şebîxûnyan zay’atêkî zorî dabû û zor şeřkerî benawbangî le kîs çû. eşqyay celalî ke sebebî em şeř û heraye bûn, ta em tarîxe wirdewrde biławey kirdibû û çûbûnewe bo xakî ’usmanî û ḧeta lem geřaneweyana le tałankirdin û kuştinî qizłibaşîş qisûryan nekirdibû!

le dway ewe ke kanîyeke des leşkirî qizłibaş kewt, meḧsûrîn nizîk bîst řojêk be awî bogenî baran‌aw û awî çałe befreke řayanbiward û şeřnekeryan le qełake kirde derewe. legeł emeşda le xisûs awewe zor beydes bûn.

be qudretî xuda lew řojeda ke ewwełî zistan bû, baranêkî zor barî û nizîk mangêk dewamî kird, ḧewzî qełake piř bû û îḧtyacî awî şeş mang te’mîn kira. serdarî leşkirî qizłibaş ke way zanî, be na’îlacî qerarî zewtkirdnî qełakey da û be usûlêkî muntezem bo nizîkbûnewe be qełake hewłyan da. le dway çend mangêk ezyet û zay’atêkî zor, burcêkî tenya ke le îdarey qera begda bû řûxênra û mudafî’ekanî kujra û des qizłibaş kewt. em ẍelbeye îşî qizłibaşî sûk kird û mudafî’înî xiste meraqewe. tesaduf le dway em weq’eye wezîrî e’zem kutupiř mird û شاە le cêgey ew, miḧemed bîgdilî kird be serdar û nardî. le dway beynêk be te’sîrî bombaran birûcêkî tirîşî zererdar kira û le dway şeřêkî me’yûsane mudafî’ekanî hemû kujran û burcekan kewte des qizłibaş. zorî pê neçû burcêkî tir ke le îdarey kuřî emîr xanda bû ewîş le teřef pîr budaq xanî ḧakmî tewrêzewe zewt kira û bem terḧe qudretî mudafe’e zor kem bû û le hemû layekewe le jêr baranî gulle û top û tifengida û le cêgeyekî tengeberda cûłanewe zeḧmet bûbû. dîwarî qełake le hemû layekewe řûxênra û leşkirî ’ecem çuwe nawyewe, be ẍeyrî menziłî emîr xan ke be qełay narîn şoretî bû, cêgeyekî tir be des mudafî’înewe nema. emîr xan beramber bem wez’yete serfî nezerî le mudafe’e kird û xeberî bo serdarî ’ecem nard û teslîm bû, bełam le dway teslîmbûn wîstyan byankujin le ber ewe tîkirar desyan daye sîlaḧ û destewyexe legeł umera û leşkirî qizłibaşda kewtine şeřewe û zoryan kuşt, bełam [leşkirî qizłibaş] le dwayî ne’ehat û be netîce hemûyan merdane kujran û zîkir û cêgeyan nema. qizłibaşekan nek her şeřker, bełkû şeřnekerîşyan nehêşt û hemûyan kuştin.

xulase burc û barûy dimdim ke nizîk sałêk asarî celalet û merdayetî û qehremanîy mukirî seyr kirdibû, le nîhayetda meytî mubarekî ew şehîdaneşî girte baweşî û le jêr xakekeyda her bew cilî xoyanewe şardyewe.

qełay dimdim le dway şeş sał def’eyekî tirîş kewte des kurdî biradost, bełam le pêş ewey ke baş xoyan bo mudafe’e ko bikenewe, gewrekanyan tûşî qezayek bûn û mudafe’eyan pê nekira. qehremanî emcare «olẍ beg» bû. شاە ’ebas qełay dimdimî be miḧemed begî bîgdilî dabû û ewîş qubad xanî biray le ser danabû. olẍ beg be wasîtey be’zê kurdî naw qełakewe şewêk ke qubad xan ke le nawî nebû, be xoy û çil kesewe le kunêkewe çûne naw qeła û muḧafîzanî qizłibaşyan hemû kuşt û qełakeyan zewt kird. le dway eme «aqa sułtan»y ḧakmî meraẍe be leşkirêkî sûk‌barewe xoy geyande dimdim û le řêge tûşî 150 kesî kurdî îmdadî olẍ beg hat û şikandinî û legeł qubad xan yekdigîr bû. pîr budaq xanî ḧakmî tewrêz û şêr sułtanî mukirîş hatin be îmdadewe, qełayan muḧasere kird, le weqtêkda ke olẍ beg barûtî be ser pyawekanî xoyda dabeş ekird, be teqdîrî xwa be agir demuçawî sûta û be’zê le řefîqanîşî birîndar bûn. îtir kesêkî wa nema ke îdarey mudafe’ey qeła bika, be mecbûrî le tarîkîy şewda olẍ begyan be ser wiłaẍêkda best û qełakeyan becê hêşt û derçûn. tenya no řoj dimdimyan be destewe bû.