’usyanî kuřî can poła

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  1319 Dîtin

xanedanî can połay kurd ḧakmî îrsîy «kils» bû. le zemanî ciẍale paşada gewrey em xanedane «mîr ḧisên» bû û le teřefî sedrul’e’zemewe kirabû be beglerbegî ḧeleb, bełam her çonê bû bo şeřî êran neçû û le ser eme sedrul’e’zem řiqî lê hełgirtibû. le dway şikanî tewrêzî, ke geřayewe bangî kirde lay xoy û kuştî, mîr’elî biray ke em xeberey bîst, çuwe ḧeleb û le ḧikûmet řûy wergêřa. le dway beynêk terablosî şamîşî girt û dewrî şamîşî tałan kird û be serbexoyî desî kird be îdarey ḧikûmet. ordûyekî başî pêkewe na û xutbey be nawî xoyewe xwênd û sikkeşî lêda. legeł qiřałî «tusqana» ke erşîdoq firdînałd bû, le 10y cemadî axrî 1016da mu’ahedeyekî kird û xerîk bû legeł ḧikûmetekanî tirîşda minasebet peya bika.

meşhûr sedrul’e’zem qoyoçî mirad paşa, bo teskînî ’usyanî enatolî me’mûr kirabû. le pêş enatolîda řûy kirde can poła û wîstî lewla legeł ewda ḧîsab bibînê. kuřî can poła zaten bo eme xoy ḧazir kirdibû û be leşkirêkî qursewe (20000swar û ewendeş pyade), derbendî «baẍirs»y girtibû û întîzarî leşkirî ’usmanî ekird. qorçî mirad paşa be leşkirêkî zorewe řûy kirde leşkirî can poła. le naw ordûy ’usmanîda û le jêr îdarey zulfeqar paşada 40000 kurdî zulqedrîye hebû. mirad paşa cêgey leşkirî can połay bo xoy be musa’îd nedî û le derbendî «erselan bilî» têpeřî û lay can połay girt. dû leşkir le deştî «uruç»da berengarî yek bûn (3y řecebî 1016). şeřêkî qurs le beynyana qewma û nîwey leşkirî can poła le naw çû û şika û xoşî be na’îlacî geřayewe ḧeleb. bełam lem şareda guncanîşî nebû û hełsa çuwe estamoł. sułtan eḧmed ’efwî kird û beglerbegêtîy «temşiwar»y daye û bira piçûkekanîşî le enderûnî humayûnda qebûł kird. bełam ’efwî sułtan řiqî mirad paşay xwênxorî teskîn nekird û emrî nard ke le «bulẍirad» kuştyan.