le dewrî sefewî û ewełî ḧikûmetî ’usmanîda

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 27 Xulek  1748 Dîtin

şah îsma’îlî sefewî {fn|em xanedanî sefewîye, netewey şêx sefyeddînî erdewêł (erdebîl)yin. em şêxe zahîdêkî şî’î bû û xoy be netewey îmamî ḧewtem (mûsa kazim) danabû. «’elî», «îbrahîm» û «cuneyd» naw sê kuřî hebû, emane be zuhd û mîllet‌perwerdîy xoyan şoretî ’a’îleyan berz kirdewe. şêx cuneyd le hemûyan zyatir şoretî bû, le ber ewe le teřef cîhanşahî qereqoyunluwewe tehdîd kira û řay kirde dyarbekir û lay ḧesene dirêj û lewê kiçî ḧesene dirêjî le ḧeyderî kuřî mare kird û şah îsma’îl semerey em îzdîwaceye.

[bo em jêrnûse tikaye řûnkirdinewey miḧemed cemîl řojbeyanî le seretay kitêbekeda bixiwênnewe.]} , le ewweł şeřekanî legeł ḧikûmetî aq qoyunlûda teřefî ermînîyey des kewt. le 908y hîcrîda le nizîk hemedan legeł sułtan muradî aq qoyonlûda şeřêkî gewrey kird û ’êraqî ’ecem, xûzistan û farsistanî yek le dway yek zewt kird. le 909y hîcrîda leşkirî kirde ser sarim‌beg û newaḧîy wirmê û şinoy tałan kird û kuştarêkî zorî tya kird. sałî dwayî, řûy kirde kurdistanî merkezî û le nizîk «elbistan» ’ela’uddewley zulqedrîyey şikand û geřayewe ser dyarbekir û girtî (tarîx ’alim‌araFarsî).

mu’ameley şah îsma’îl derḧeq kurd wekû mu’ameley aq qoyunluwekan zor załmane bû, çunke kurd sunnî bû, qet emnîyetî pê ne’ekirdin û emnîyetî her be turkimanekan bû; çunke řafzî û mufrît bûn, le hemû firsetêkda se’î bo ezyetdan û fewtanî kurdyan ekird. lem cumleye le weqtêkda ke hatbuwe xoy, yanze kes le umeray kurd çûne lay û ’erzî îta’etyan kird, welḧał xîlafî umêdyan girtinî û ḧepsî kirdin û le cêgey ewan, walîy qizłibaşî te’îyn kird.

yekê lem umera mezłûmane melîk xelîlî ḧakmî ḧesenkêf bû ke mêrdî xuşkî şah îsma’îl bû. sê sał le meḧbûsxaney tewrêzda mayewe û înca le dway şikanî şah îsma’îl le çałdêran necatî bû. şikanî şah îsma’îl le çałdêranda (920y hîcrî/ 1514y mîladî) nifûz û şewketî ḧikûmetî sefewîyey zor kem kird û be’zê ẍelbey eḧfadî شاە îsma’îl negeyştine derecekî wa ke ew nifûze şikawe te’mîr bikatewe û ẍerbî şaxanî zaẍros biçê.

syasetî kurdistanî şah îsma’îlîş wekû ḧikûmetekanî pêşûy, ’îbaret bû le lenawbirdinî ḧikûmat û îmaratî kurd û le cêgey ewe damezrandinî nifûz û quwetî walyanî qizłibaş. em mu’ameleyeş be tewawî ’eksî ew syasetî ’usmanîye bû ke be wasîtey fazłî meşhûr, îdrîsî bitlîsî be ser kurdistanda tetbîq kira û hedefîşî ’îbaret le biřê îcad û te’mîmkirdinî usûlêkî baş bû û ḧikûmetî ’usmanî be wasîtey damezrandinî be’zê ḧikûmatî meḧellîyewe qewmî kurdî be tewawî le xoy řazî kird.

yawiz sułtan selîm le seferî çałdêranda le ordûgay amasîyewe çend carêk mewlana îdrîsî bitlîsî narde kurdistan, bo xatrî eme ke ’eşa’îr û řu’esay kurd le ’eleyhî şî’ekan û شاە îsma’îl teşwîq bika. waqî’en îrşadat û teḧeřřukatî mewlana îdrîs te’sîrêkî zor gewrey bû û le dway muḧarebey çałdêran le daxłî kurdistanda le hemû layekewe ’usyan û îxtilal desî pêkird.

ehalîy dyarbekir qa’miqamî kuřî ustaclî, ḧakmî kurdistanyan derkird û îta’etî ḧikûmetî ’usmanîyan kird. lem weqteda «şerîf beg»yiş le bitlîsda beydaxî ’usmanî hełda û xalîd begî biray ke ḧakmî ’ecem bû derkird.

melîk xelîlî ḧakmî îrsîy «ḧesenkêf» û «si’ird»yiş ke le netewey xanedanî eyûbî bû, le ’eleyhî şah îsma’îl ’usyanî kird, bełam le teřef şah îsma’îlewe gîrabû û mułkekey dirabû be «qerexan»y biray, (ustaclî‌zade). waqî’en qerexan si’irdî zewt kird û çend def’eyekîş te’eřuzî kirde ḧesenkêf bełam mwefeq nebû.

emîrî sason, miḧemed beg, mułkî «herzin»y le umeray swarî şah îsma’îl zewt kird. seyd eḧmed begî zerqî, be yarîyey dyarbekirîyekanewe «ataq» û «myafarqîn» û qasim begîş «ekîl»y dagîr kird. merdîsî cemşîd begîş «pału»y be nawî sułtan selîmewe wergirt. bextî beg, qomandanî cezîrey îbnî ’umer, ’eskerî êranîy ew nawey derpeřand. emîrî soran, seyd beg, kerkûk û hewlêrî dagîr kird. xulase bêcge lemane, şanze emîrî kurdî tirîş teřefdarîy [xoyan le] sułtan silêman î’lan kirdibû.

yawiz sułtan selîm, beramber bem wez’yete dîsanewe mewlana îdrîsî me’mûr kird ta le qeraẍ beḧrî wirmêwe ta mełatye hemû wiłatanî kurdistan be nawî «yawiz sułtan selîm»ewe te’mîn bika.

şah îsma’îl le dway ḧereketî yawiz le tewrêz, hatewe paytext û qerexanî be quwetêkewe narde ser dyarbekir. qerexan, be ser çyaqçurda řoy û qway mu’awney mardîn û řeha û ḧesenêkfîşî xiste me’îyetî xoyewe û hate ser dyarbekir û muḧaserey kird. ehalîy dyarbekir, azayane mudafe’eyan kird û pyawyan nard bo umasîye û le sułtan selîm îmdadyan tełeb kird. yawiz, le qomanday ḧacî yektada be’zê quwetî bo nardin û em quwete xetî muḧaserey diřî û çuwe naw şarewe.

şah îsma’îl be’zê quwetî tirî bo qerexan nard û em quwete le dewrî ercîşda le girdibûneweda bû. lew weqteda mewlana îdrîsî bitlîsîş quwetî biławey bitlîs û xêzan û mekis û sasonî ko kirdewe û şebîxûnî be ser quwetî ’ecemî ercîşîda da û tefrutûnay kirdin.

muḧaserey dyarbekir le sałê zyatir dewamî bû, kurdanî mudafî’înî şar le şeř û nexoşîؤ panzehezar kesêkyan lê fewtabû. bełam em qehremanane ke çwarde sał bû mutemadî le şeř û de’wada bûn, ta dwayî, qerarî mudafe’eyan dabû.

mewlana îdrîs ke hate ḧesenkêf, le yawiz sułtan selîmewe kaẍezêkî wergirt, lem kaẍezeda nûsrabû ke «bîqîlî miḧemed» legeł leşkirêk be îmdadî dyarbekirewe nêrrawe. mewlana em xeberey le kaẍezêk nûsî û be bałî kotrêkyewey best û geyandye meḧsûrîn. sułtan selîm le kaẍezekeyda emrî kirdibû ke umeray kurd îtîḧad biken. mewlana hemûyanî ko kirdewe û îradey teblîẍ kirdin û bo miḧemed paşaşî nûsî ke le ḧesenkêf yekdigîr bin û waqî’en mewlana legeł leşkirî qasim, cemşîd û ḧisên begda yekdigîr bûn û řûyan kirde quwetî qurd beg û şikandyan û le dwayîda řûyan kirde dyarbekir. qerexan neywêra le dewrî dyarbekir řawestê, zû şarekey becê hêşt û be leşkirekeyewe çuwe mardîn, ewendey pê neçû leşkirî mewlana bîqlîy miḧemed paşa geyşte dyarbekir û daxłî bûn.

le dway xelaskirdinî dyarbekir, le ser tewsyey melana îdrîs qerarî çûne ser mardîn dira, mewlana îḧzarnameyekî nûsî bo ehalîy mardîn û em mustenede be ayetêkî qur’an bû te’sîrî kirde xełkeke û seyd ’elîyan bo şefa’et nard. seyd ’elî le dway muzakere legeł melîk xelîl û mewlanada geřayewe. qerar wa bû ke qapîy şaryan bo bikenewe û muḧafzekanî ’ecem teslîm ken. zaten qerexan be leşkirekeyewe çû bo teřefî sincar. nîhayet mewlana û melîk xelîl legeł quwetêkî kurd çûn û şaryan teslîm wergirt. bełam muḧafzekanî çûbûne qełakewe û teslîm nebûn. em qełaye zor meḧkem û sext bû, dû car teymûrî leng muḧaserey kirdibû û boy negîrabû.

le dway geřanewey şadî paşa, le pêş zewtî mardîn, mewlana îdrîs kaẍezêkî bo sułtan selîm nûsî û tełebî îmdadî kird. le ser eme, yawiz, xesrew paşay be quwetêkewe nard (le beharî 1516y mîladîda), leşkirî xesrew paşa bîst hezar kesê bû.

qerexan le îxtilafî beynî bîqîlî miḧemed paşa û şadî paşa, îstîfadey kird û miḧafezey qełay mardînî tequyet kird. le ’esakirî xassey شاە, 600 qorçî legeł emîrî hemedan û gułşehirda řûyan kirdibuwe sincar, lewê tûşî ebulmewahîb çelebî kuřî mewlana îdrîs û emîrî cezîre bûn. le dway şeřêkî sûk ebulmewahîb û leşkirî, xoyan necat da. em qołî ’eceme xoy geyande mardîn. qełay mardîn û ḧesenkêf hêşta be des ’ecemekanewe bû.

xesrew paşa û bîqîlî miḧemed paşa, yekdigîr bûn û mewlana desbecê te’eřuzkirdinî minasb bînî. miḧemed paşa way nekird, bełkû çwarhezar kesêkî legeł ḧakmî xerput, ḧesen begda nard bo îstikşaf û em quwete tûşî te’eřuzî ’ecem bû û be hezar ḧał hezar kesêkî necatî bû.

ordûy bîqîlî miḧemed paşa û qerexan le nizîk «qoç ḧesar» tûşî yek bûn. xesrew paşa le deste řast û mewlana îdrîs legeł melîk xelîlî eyûbî, miḧemed begî sason, umeray şirwanat, qasim begî egîlî, şeref begî bitlîsî, dawid begî nemranî, eḧmed begî zirqî, شاە weled begî silêmanî legeł çwarhezar kesêkda le deste çep û bîqîlî miḧemed paşa le merkezda bû. muḧarebeyekî be şîddet řûy da, qerexan zû be gullewe bû û teşwîqatî mewlana hicûmî umeray kurdî teşdîd kird û ’ecemekanyan ta nizîk mardîn řawna.

le netîcey em ẍelbeyeda erẍenî, sincar, çermîk û bîreck kewte des ’usmanî. şarî mardîn dîsanewe teslîmî ordûy ẍalb bû, bełam qełake her mayewe û teslîm nebû. qomandanekeyan silêman xanî biray qere xan bû. em qełaye le teřef xesrew paşawe sałêk muḧasere kira fa’îdey nebû, nîhayet le dway şeřî sûrye, yawiz bîqîlî miḧemed paşay legeł topî gewre û leşkirêk narde serî û zewt kira. ḧesenkêf, řeha, řeqqe û mûsłîş pey der pey le teřef miḧemed paşawe dagîr kira.

le dway zebtî em qeła meḧkemane wiłatan û şaranî tirî ew naweş îta’etî ’usmanîyan kird. ’eşa’îrî kurdî řoşnî, ḧerîrî, sincarî, ustaclî, cezîrewî û ’eşa’îrî ’erebîş yekeyeke daxłî îta’et bûn.

xulase, em wiłatanî kurdistane be hîmmet û dîrayet û syasetî mewlana îdrîs û be cur’et û cesaretî miḧemed paşawe bem terḧe bo ’usmanî saẍ buwewe. mewlana îdrîs le paş eme desî kird be teşkîlatî îdarîye û řêkxistinî karubarî em wiłatane û îcra’at û tedabîrî le teřef sułtan selîmewe minasb bînra û fermanî bo hat. bo ḧikûmetanî îrsîye ḧevde beyyax û 500 taqim surme û bo xoşî bîst û pênc hezar ałtûnî duqey bo hat. {fn|em te’ehudate ke lew mewlana îdrîsewe be nawî yawiz sułtan selîm legeł umeray kurdida kira, be texmînî em çend madeyey tya bû:

1. îstiqlalî îmaretekanî kurd meḧfûz bê.

2. meqamî îmaret le bawkewe bo ewlad emênê, weya be gwêrey usûlî meḧellî tenzîm ekirê, sułtan be fermanêk te’îynî xelef tesdîq eka.

3. kurd le hemû şeřêkda yarmetîy turk eda.

4. beramber be te’eřuzatî xarcî, turk mu’awenetî kurd eka.

5. kurd řisûmî şer’îye be beytulmałî xelîfe eda.

em te’ehudnamey beynî sułtan û ḧikûmatî tabî’ey kurd le 920y hîcrî (1514y mîladî)da tesbît kirawe, bełam le dway panze sałêk ḧikûmetî ’usmanî ’eksî te’ehud wirdewrde desî kird be lenawbirdinî em îmaretane û ta sałî 1850y mîladî dwayî hat.}

mewlana bo teshîlî îdare, dyarbekirî be çend sincaẍêk teqsîm kird û em usûle başe le dwayîda tetbîq be řeha û mûsłîş kira. xisûsyetî eḧwałî em memlekete û fikirî serbexoyî řu’esay ’eşa’îrî, azadeserîy xełkey û meylî şeř û şorî da’îmîyan musa’edey îdareyekî ḧikûmetî řastew řast nebû. çunke mewlana be ezyetêkî zor û be se’yekî betûl em wiłataney be nawî ’usmanîyewe des xistibû, deywîst be ḧusnî tedbîr û mu’ameleyekî baş řebtî ḧikûmetî bika û emeş muḧtacî tetbîqî usûlêkî cwê le wiłatanî tirî ’usmanî bû.

sułtan selîm lem xisûsewe zor emnîyetî be mewlana bû û ḧeta zor fermanî xałî bo nard ke be arezûy xoy piřî bikatewe û be her kesê arezû eka bîda . wiłatî dyarbekirî kirdibû be nozde sincaq, yanzeyan wekû teşkîlatî enazul řastew řast le îdarey turka ebû, heştîşî be sûřetêkî ’elaḧîde le jêr îdarey kurd ema, emaneş: samẍan, qwalb, mehranye, tarcîl, ataq, pertek, çyaqçur, çirmîk bû. îdarey em sincaqane be des umeray kurdewe warîsî bû, ye’nî le bawkewe bo ewlad ema. bêcge lemaneş pênc ḧikumetî tab’ey tya teşkîl kira û emaneş: ḧikûmetî egîl, ḧikûmetî pału, ḧikûmetî cezîrey îbnî ’umer, xazu, kinc bû. be gwêrey «cîhan‌nima» le dwayîda ḧikûmetî xapûr û elişgerdîş ’elawe kirawe û em ḧakme tab’ane řutbey mîrî mîranyan buwe û le îdarey xoyana be tewawî serbexo bûn (şerefname, ewlya çelebî, mu’ezzin‌zade, hammer).

em new’e teşkîlate her mexsûsî dyarbekir nebû, le wiłatanî tirî kurdistanîşda tetbîq kira. wekû ebînra le wiłatî «wan»yişda 37 sincaq û çwar ḧikûmetî tab’ey kurd teşkîl kirabû:

1. ḧikûmetî ḧekarî, quwetî da’îmey 10000 tifengiçî bû û le weqtî şeřda çil penca hezar tifengiçî der’ehêna.

2. ḧikûmetî bitlîs: le xisûsî quwetewe wekû ḧekarî bû.

3. ḧikûmetî meḧmûdî: le şerqî wan bû û nizîk sed û bîst ’êlêkî hebû, da’îmî, şeş hezar swarî bû.

4. ḧikûmetî binyanş: dirawsêy ḧikûmetî meḧmûdî bû û şeş hezar ’eskerêkî bû.

ewlya çelebî bêcge lemane basî pênc ḧikûmetî tirîş eka ke le zemanî ewda tab’î wiłatî tewrêz bûn. em ḧikûmetane «qetur, pîredozî, culanî, dum‌dumî, dunbułî» bû. (ciłdî 4, lapeře 178)

em new’e teşkîlate ke eserî deha û syasetî mewlana îdrîs bû, beřastî zor mwafqî îḧtyacat û îcabyatî meḧellî bû, wiłatêkî wekû kurdistan sext û ehalîyekî wa şeřker û îxtilal‌cû be new’êkî tir îdare ne’ekira û nakirê û bem terḧe ew 46 îmaretî kurdane ke le pêş dewrî yawizda le kurdistanda hebû, beşî muhîmmî be sûřetêkî řesmî û qanûnî hêłrayewe.

mewlana îdrîs le dway tewawkirdinî teşkîlat be desî xoy û be nawî sułtan selîmewe, be ḧakman û umeray kurd tepił û beydaxî da ke emane ’elametî řesmîyey îmaret bû. melîk xelîlî axîr ḧefîdî sułtan selaḧeddînîş le naw em emîraneda bû.

sułtan selîm, mewlanay be sûřetêkî layq teltîf kird û ḧurmet û î’tibarêkî zorî girt û ḧeta le dwayî seferî êranîşda legeł xoy birdî û le seferî mîsrîşda legełî bû. bem terḧe muzakerat û mesa’îy mahîraney mewlana memleketêkî zor sext û ’asî, teqrîben bê şeř û şor û be arezû û îxtyarî xełkekey bo ḧikûmetî ’usmanî te’mîn kird. em ḧadîseye, le tarîxda mustesnaye, çunke em wiłate le dewrî asûrîyekanewe ta ew řoje beramber be hemû fatḧêk wêstabû û hîç weqtê be tewawî des kes nekewtibû. asûr, êran, parit, řoma û yonan quwetî here başyan lem wiłataneda twabuwewe û legeł emeşda wekû mewlana îdrîs bo sułtan selîmî saẍ kirdewe, bo hîçyan saẍ nebûbwewe.

le dway wefatî شاە îsma’îl sefewî, ḧakmî kełhuř û emîrî ’eşîretî musłewî kurd, zulfeqar xan be leşkirêkî minasbewe řûy kirde beẍda. lew sireyeda ḧakmî beẍda, îbrahîm sułtan bû; kutaye ser îbrahîm sułtan û kuştî; le dway ew kesî dî neywêra beramberî bwestê û bem terḧe beẍda be nawî ewewe îdarey kird. bem terḧe beẍda bê şeř daxłî mułkî ’usmanî bû.

emîr zulfeqar ewendey ke aza û serdarêkî benfûz bû, le umûrî îdareşda şareza bû û gelê xidmetî beẍday kird. bełam ḧikûmetî êran desî lê hełnegirt û شاە tehmasb be ordûyekewe le sałî 936y hîcrîda hate ser beẍda û muddetêk muḧasere û tezîyqî kird, bełam zeferî pê nebird û le dwayîda řêgey ḧîley girte pêş û be dizîyewe birakanî zulfeqar xanî, ke ’elî beg û eḧmed beg bûn, tefre da û em bira xa’în û bê‌’eqłane le weqtî nûstina be ẍefłet xanyan kuşt û qapîy şarekeyan bo شاە kirdewe. le netîceda xoşyan hîçyan le شاە nedî û şarekeşyan tûşî qetił û ’am û mu’ameley naşîrîn kird. em ḧadîsey zewtî beẍda û be’zê mesa’îlî wekû îltîcay şeref xanî bitlîsî be êran û ewlame beg be ḧikûmetî ’usmanî, serlenwê beynî dû ḧikûmetî têkda û buwe sebebî şeř û de’wayekî dûr û dirêj.

şeref xan, ḧakmî îrsîy bitlîs, ke ceddî saḧêbî «şerefname»ye le ser be’zê eḧwał û îfsadatî řeqîbanî kewtibuwe şubhewe û îltîcay kirdibuwe شاە tehmasb. «ewlame begî tekellû»ş, ke le pêşda řaykirdibuwe êran, lem beyneda dexaletî kirdibuwe sułtan silêman û beglerbegêtî bitlîs û ḧesenkêfî pê îḧsan kirabû, welḧał em îḧsane xîlafî ’ehdî yawiz sułtan selîm bû, çunke em dû sincaẍe, ḧikûmetî îrsîy hebû. zaten sebebî ’aczî şeref xanîş yekêkî eme bû û ḧeta em ewlame bege ke hat bo bitlîs, şeref xan şikandî û derîkird.

xulase ḧikûmetî ’usmanî legeł êranda î’lanî ḧerbî kird. شاە tehmasb despêşkerî kird û hate ser wan û muḧaserey kird. bo men’î em muḧasereye dû def’e le teřef sedrul’e’zemewe îmdad nêrra, bełam herdûkyan meẍlûb bûn û sedrul’e’zem îbrahîm paşa, be ordûyekewe le payzî sałî 940y hîcrîda le estamoł ḧereketî kird. zistanî le ḧeleb řabward û le paşda řûy kirde tewrêz. le řêge xeberî kujranî şeref xanî geyştê û şemseddînî kuřî le cêgey bawkî kird be ḧakmî bitlîs. ordûy ’usmanî bê şeř û zeḧmet le 1y muḧeřemî 941da daxłî tewrêz bû. le paş beynêk sułtan silêmanîş hate em şare û le dway îstiraḧet, be řeẍmî emey ke zistan û befir û baran bû, be ser hemedanda řûy kirde beẍda. le řêge ezyetêkî zoryan kêşa û baxsûs le beynî hemedan û kirmaşanda gelê topî bargiranyan becê hêşt û nîhayet serdar ekirem îbrahîm paşa le cemadîwil’uxray 941da daxłî beẍda bû. ḧakmî ’ecemî beẍda, miḧemed beg le pêş geyştinî ordûy serdarda şarekey becê hêşt û řoyştibû, le ber ewe sendinewey beẍda bê şeř û de’wa mumkîn bû û le dway serdar, paşaş hate beẍda.

silêman paşay walîy dyarbekir legeł be’zê quwet, be sîfetî walyetîy «ewweł walîy ’usmanî» le beẍdada danra û sułtan silêman le 28y řemezanî 941da le beẍda hate derewe û be ser kurdistan û meraẍeda çuwe tewrêz. yekê le ḧadîsatî ẍerîbe û fecî’ey em sefere, kuştinî şefeqet beg naw, emîrêkî kurd û ḧewt pyawyetî. be gwêrey tarîxî hammer, esbabî kuştinî em mezłûmane eme buwe ke sułtan silêman lem sefereyda hîç tûşî şeř nebû û wîstî em fitûḧatey mutłeqen be řiştinî xwên teqdîs bika û bem fikire em cînayetey îxtyar kird!

sułtan silêman le 8y kanûnî sanî 1538y mîladîda hatewe estamoł. em ḧukmidare le seferî sałî 1548y mîladîda beşêkî kurdistanî êranî zewt kird û le paşda řûy kirde tewrêz, bełam çunke ḧikûmetî êranî dewr û piştî wiłatî tewrêzî bo men’î îstîfadey ordûy ’usmanî be tewawî wêran kirdibû, sułtan silêman dewamî le sefer pê nekira û geřayewe ser qełay wan, ke zor sext bû û ta ew weqte be des ’ecemewe mabuwewe. ḧakmî em qełaye ’elî sułtanî çiknî kurd bû. le erziřomewe topî gewrey bo hêna û le zerfî no řojda zewtî kird û be sebebî zistan û serma û sołewe ordû zû geřayewe. شاە tehmasb lem firseteda quwetêkî narde ser qars, behram mîrza û îsma’îl mîrzaşî nardibuwe ser baybord û leşkirêkîşî narde exlat û ’adliciwaz û xoşî řûy kirde mûş.

sułtan silêman lew beyneda le dyarbekir bû. bo berbestî pêşkewtinî شاە, le qomanday eḧmed paşada leşkirêkî nard û em quwete le nizîk kimax qołêkî ’ecemî şikan. biray شاە tehmasb, şahzade elqas mîrza ke legeł sułtan silêman bû, legeł pêncihezar kurdêkda be ser «kerkuye» (= kerkûk) û şarezûrda řûy kirde ’êraqî ’ecem (hemedan). ewlame begîş be leşkirêkewe çû bo teřefî erziřom. meqsedî sułtan silêman lem ḧerekate peyakirdinî îxtilalêk le êranda bû.

waqî’en mîrza le nizîk hemedan têpeřî û «qum»y girt. be’zê quwetî kurdî nard bo teřefî «řey» û xoşî řûy kirde kaşan û esfehan. bełam ke bîstî leşkirêkî qizłibaşî dête ser, řûy kirde fars û lewêş hîçî pê nekira û le dway sułḧ geřayewe beẍda.

sułtan silêman, şehzadey bang kirde estamoł, bełam elqas mîrza neçû û le sułtan silêman ’asî bû. ḧikûmetî ’usmanî le 948y hîcrîda emîrî ’îmadîye û ḧekarî û biradostî be leşkiryanewe narde ser şehzade û le xakî ’usmanî deryanpeřand. elqas mîrza xoy hawîşte erdełan. emîr surxab ḧîmayey kird, bełam leşkirî qizłibaş le merîwan tengyan pê hełçinî û le qełay merîwanda dewryan da, nîhayet surxab beg teslîmî kird (tarîx ’alim‌aray ’ibasî).

شاە tehmasb le 961y hîcrîda tîkirar řûy kirde kurdistanî merkezî, ta erzincan û dyarbekir awedanîy nehêşt û tałanî kird. le dway çend mangêk ke ḧikûmetî ’usmanî î’lanî ḧerbî kird, شاە dîsan le çwar qołewe řûy kirde kurdistan, wiłatanî wan, bitlîs, ’adliciwaz, ercîş û mûşî saf le saf tałan kird û kuştarêkî zorîşî tya kird. exlatî zewt kird û le dway muḧasereyekî çwar mangî, ercîşîşî girt û le dway ew, dyarbekirî muḧasere kird.

îsma’îl mîrzaş be leşkirêkewe çuwe ser erziřom û lewê eskender paşay şikand û û ew nawey wêran kird û geřayewe lay شاە û emcare legeł qorucî başî «sunduk»da bo îstîla û wêrankirdinî baqî kurdistan me’mûr kira û beřastî weḧşet û şena’etêkî wayan le kurdistanda kird ke be tewawî îstîlay holako û teymûrî leng le fîkir birdewe.

xulase sułtan silêmanî qanûnî, le zemanî ḧikûmetîda çend carêk leşkirî kirde ser êran û le netîcey em hemû şeře be tûlaneda, ’êraq û şarezûr û balkî bo mayewe û beramber beme kurdistan ke lem hemû şeřaneda darulḧerekatî esłî bû, le ẍayet beder tûşî małwêranî û qetił û ’amêkî çend sałî bû. çi le leşkirî qizłibaş û çi le ordûy ’usmanî şeř û zererêkî zorî dî.

ḧikûmetî ’usmanî, be sebebî tecawzatî şazade ḧemze mîrzawe ordûyekî le qomanday sedrul’e’zem û serdar ’usman paşada narde ser êran. ḧemze mîrza pêşdarî ordûy ’usmanî le sofyanda zor xirap şikand û qołêkî tirîşî perêşan kird. ’usman paşa xoy geyande tewrêz û girtî û sê řoj qetił û ’amî tya kird.

ḧemze mîrza ordûy ciẍalezadeşî perêşan kird û esîrêkî zorîşî lê girtin (25y tişrînî ewwełî 1585y mîladî), le dway çwar řoj tûşî leşkirî sedrul’e’zemîş bû ewîşî şikand. xulase, em şazade azaye le dway çil penca şeřêkî ẍalbane, be ehanetî ’eşa’îrî turkiman ke teřefdarî ’usmanî bûn, be dizîyewe le weqtêkda ke nustibû kujra.

le 998y hîcrîda ciẍalezade senan paşa, le beẍdawe řûy kirde êran û ta nehawendî dagîr kird. le ser eme شاە ’ebas, ḧeyder mîrzay narde estamoł û tełebî sułḧî kird û le 21y martî 1590 (newrozî sałî 998y hîcrî)da mu’ahedeyekî sułḧ kira. be gwêrey ew mu’ahedeye wiłatanî azerbaycan û şîrwan û gurcistan û luřistan û şarezûr kewte des ḧikûmetî ’usmanî û ebwaye mezhebî şî’eyş le êranda hełbigîraye, welḧał eme xeyałêkî xaw bû.

sułḧî em care syanze sałêk dewamî kird. le ewwełî sałî 1012y hîcrîda dîsanewe ’elametî şeř û hera derkewt. quwetî muḧafezey tewrêz be behaneyekewe hełyankutabuwe ser ẍazî begî ḧakmî sełmas û ew wiłateyan tałan û wêran kirdibû. ẍazî beg xoy hawîştibuwe lay شاە ’ebas û le ser eme شاە be ordûyekewe hate ser tewrêz û leşkirî ’usmanî şikand û şarekey zewt kird û le dway eme řûy kirde «řewan» û her awedanîyekî le řêgeda bû tałan û wêranî kird. lem sefereda mîqdarêkî minasb le kurd le îdarey mistefa begî mako û ḧakmî elşgirdda le me’îyetî şahda bûn.

sałî dwayîş şeřî dewamî kird . serdar ciẍalezade leşkirêkî turk û kurdî nardibû bo teřefî xoy û merend, qomandanekeyan mistefa paşa bû û ta xoy hat, lewêwe silêman begî ře’îsî ’eşîretî meḧmûdî nard bo merend û ew nawey pê tałan kird. le ’eynî sałda شاە ’ebas leşkirêkî legeł ełławêrdî xan narde ser wan û serdarîş lewê bû, leşkirî qizłibaş ew nawey tałan kird û geřayewe.

شاە ’ebas xoşî legeł leşkirêkî zorda le «xoy»ewe řûy kirde ’eşîretî meḧmûdîy kurd, mistefa begî ře’îsî em ’eşîrete qełay makoy baş mudafe’e kird. bełam leşkirî ’ecemîş xakî meḧmûdî be tûreke bêja û kuştar û tałanêkî zorî kird.

le ’eynî sałda sedrul’e’zem ciẍalezade be ordûyekî gewrewe û legeł ḧakmî cezîre (mîr şeref) û umeray meḧmûdî û behsinî û ḧekarî û zekerya xan û birakanî û baqî umeray kurd le axrî payîzda řûy kirde azerbaycan û ta sełmas hat û le şeş firsexîyekî tewrêz legeł ordûy qizłibaş kewtine şeřewe û zor xirap şikan (24y cemadî axrî 1014).

le dway em şeře be’zê umeray kurd le ordûy ’usmanî cwê bûnewe, kuřî «can poła» geřayewe wan û mîr şerefî cezîrîş çuwewe bo cezîre. le 4y seferî 1015da dełê ferhad paşa kira be serdarî şerq, çunke ciẍalezade le dway şeřî tewrêz wefatî kirdibû, bełam ḧikûmetî ’usmanî be sebebî ’usyanî kuřî can poła û celalî enatolî hîçî pê nekira.