qetłu’amî ’eşa’îrî mukirî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 8 Xulek  1025 Dîtin

le dewrî sułtan muradî salîsda (991y h), ḧakmî mukirî, emîre paşa bû. le weqtêkda ke ordûy ’usmanî le dewrî tewrêz bû, derḧeq be ehalîy şî’ey sułdiz û myandu’ab û meraẍe be’zê zułmî kird, le newaḧî qiraçoqîş ke malkaney şahî bû, tałanî kirdibû, her le zemanî emîre paşada şêx ḧeyderî kuřî bûbuwe ře’îsî beşêkî mukirî û le teřef ḧikûmetî ’usmanîyewe kirabû be beglerbegî. bełam le dwayîda legeł ce’fer paşay ḧakmî tewrêz têkçû û le weqtî çûnî شاە ’ebas bo ser azerbaycan, çuwe lay û îta’etî kird, wiłatî meraẍeşî ’elawe dirayê. le dwayîda le me’îyetî şahda bû û le şeřêkî «řewan»da kujrabû. شاە ’ebas, kuřî şêx ḧeyderî ke hêşta mindał bû, le cêgey bawkî dana û le teřef daykekeyewe îdarey îmaret kira, bełam xizmanî nařeḧetyan kird, le dwayîda شاە le qubad xanî kuřî şêx ḧeyderîş ’aciz bû, çunke be sebebî îxtilafî mezheb legeł ’ebdal xanî mamîşî ’usmanî kirdibû û çûbuwe lay emîr xanî biradostî. le dwayîda qubad xan her çonê bû xîlafî umeray شاە îştirakî seferî ser qełay dimdimîşî nekird, le ber eme û le ser îfsadatî tirî umeray şî’e, nîhayet شاە ’ebas qerarî be meḧu kirdinewey ’eşa’îrî mukirî da û le sałî 1019da شاە be nefsî xoy řûy kirde meraẍe, be îzharî teweccuh û lutfîş qubad xanî xafłand. qubad xan bew eserî lutfe tefrey xward û legeł be’zê umeray mukirîda û sed û penca swarêkda çuwe lay شاە, ke daxłî dîwanî شاە bûn, xoy û pyawmaqûłekanyan kuşt û be fêł ewanî tirîşyan wîst bikujin, bełam têgeyştin û kewtine şeřewe û le dwayîda hemûyan kujran. شاە lewêwe çuwe ser qełay «kawdul» û des kira be qetił û ’amî ’eşa’îrî mukirî û esîrkirdinî afret û mindałyan û kuştarêkî şenî’ kira.

qołêkîş řûy kirde germ‌řûd ke merkezî emîr xan begî şêx ḧeyder bû; le pêş eweda ke pê bizanin, emîr xan û umerakanyan hemû kuşt û kewtine qetił û ’amewe. enwa’î weḧşet û şena’etyan kird, hîç kesê ’efu ne’ekira; zaten şî’ekan le dûy řojêkî wa egeřan ke întîqam le sunnî mukirî bisênin. le fac’eyekda ḧeta be’zê ’eşa’îrî ẍeyrî naw mukiryanîş tûşî qetił û ’am bûn. le dway çend řojê qetił û ’am, ẍezebî sefewî teskîn bû.

le umeray mukirî, tenya şêr beg nawêk mabû ke be sebebî mensûbîyetî qedîmewe û be wasîtey meqsûd begî biray ke le me’îyetî şahîda «îşk‌aẍasî» bû, mezherî ’efwî şahî bû û musa’ede kira ewî le dewrî ew ko ebêtewe nekujrê û em fecî’ey tarîxîyeş bem terḧe dwayî hat.

le sałî 1019da quyoçî mirad paşa îş û karî îslaḧatî daxłî tewaw kird û be ordûyekewe řûy kirde tewrêz û ta dewrî em şare hat û be usûlî ew zemane ew wiłatey tałan û wêran kird û geřayewe. شاە ’ebas sułḧî kird (25y cemadî ewwełî 1020). zaten lew beyneda mirad paşaş mird û nesûḧ paşa bû be sedrul’e’zem û serdar. sałî dwayî sułḧ kira û ḧudûdî qedîmî sułtan selîm be esas qebûł kira. ew şerteşî tya bû ke ḧikûmetî êran yarmetîy heło xanî ḧakmî şarezûr û erdełan neka.

em sułḧe ewende tûlî nekêşa, le 23y řebî’ul ewwełî 1024da dîsan î’lanî ḧerb le beynî dû dewłetda kira. emîrî kurd, seyd beg be leşkirêkewe řûy kirde nexçewan û em şare û řewanî muḧasere kird. bełam zorî pê neçû zay’atêkî zorî da û geřayewe. xulase şeřî em care zor tûlî nekêşa.

le sałî 1025y hîcrîda kuřî ẍazî begî kurdî milîlan, qełay qarnyarqî kirdibû be merkez û qezay sełmasî nařeḧet kirdibû. pîr budaq xanî ḧakmî tewrêz be leşkirî xoyewe řûy kirde kurdanî milîlan, kuřî ẍazî begîş tełebî îmdadî le miḧemed paşay beglerbegî wan û umeřay kurdî ew nawe kird; miḧemed paşa be leşkirî xoyewe û zeyneł xanî meḧmûdî, ḧakmî xoşab, û baqî umeray kurd be şeş ḧewt hezar kesêkewe çûn be îmdadyewe. ke tûşî yek bûn, le dway şeřêkî kurt, leşkirî tewrêz şika û pîr budaq xanîş be des zeyneł beg birîndar bû û zorî pê neçû mird. wiłatî azerbaycan kewte tirs û lerzewe, bełam umeřay kurd le dway şeřeke geřanewe.

le sałî 1026y hîcrîda شاە ’ebas le îdarey qereçqay xanda leşkirî narde ser erzeřom û ew nawey tałan û wêran kird. miḧemed paşay beglerbegî wan, bo sendinî em ḧeqe řu’esay kurdî ko kirdewe û legeł leşkirî xoy û quwetêkî zorî kurda wîstî biçête ser azerbaycan; bełam xeberî çûnî qereçqay xan bo ser wan û ew nawe, řu’esay kurdî xiste endêşey muḧafezekirdinî miłk û ’eşîretyan. zya’eddînî kuřî şerefxanî bitlîsî legeł destewda’îrey xoyda bê pirsî miḧemed paşa geřayewe bo bitlîs û yeḧya xanî kuřî zekerya xanî ře’îsî ’eşayrî ḧekarîş wîstî bigeřêtewe; miḧemed paşa men’î kird û bangî kirde lay xoy, qesdî kuştinî kird û buwe şeř û herdûkyan birîndar bûn û le naw çûn û bem minasebetewe le beynî kurd û turka xwênêkî zor řija.

le weqtî em herayeda leşkirî qizłibaşîş geyşte wiłatî wan û awedanî û deẍłî tya nehêşt û kuştarêkî zor û tałanêkî bê‌ḧîsabî kird.

le ’eynî sałda sedrî e’zem û leşkirî tatar zistanyan le dyarbekirda řabward û ew wiłateyan wêran kird, nîhayet sałî dwayî, le 6y şewwalî 1027da dîsan sułḧ kira.

le weqtî muzakerey em sułḧeda bû ke شاە ’ebas bo berbestkirdnî te’eřuzî turkiman, nizîk panze hezar małêkî kurdî neqłî xorasan kird û lewê cêgîrî kirdin.

nek her bo muḧafezekirdinî serḧed û sinûr, bełkû le şeř û de’way da’îmîşda ḧikûmetî êran da’îmen zor îstîfadey le qewmî kurd kirduwe.

شاە ’ebas û exlafî, le hemû şeřêkda yarmetîy kurdyan dawa kirduwe; ’eşayrî mukirî, binaẍey here bequwetî ordûy ’ecem bû. شاە ’ebas be quwetî mukirî zor pişt‌estûr bû û hemû weqtêk le ordûy da’îmîda beşêkî gewrey bo kurd cwê kirdibuwewe. lemane zor zabit û qumandan pêgeştûn: ’elî can sułtanî şiqaqî, keda’î sułtan kolanî, qełender sułtanî kellegîr, mam qulî sułtanî çiknî ... we alx le cumley pêgeyştuwanî dewrî شاە ’ebasî ewełn. (temaşay kitêbî «kurdî benawbang» bike).

شاە ’ebas le 1624y mîladîda ke leşkirî êranî serlenwê řêk xist, gelê cuz’î le ’eşayrî mukirî teşkîl kird û bem orduwewe zor def’e ḧikûmetî ’usmanîy şikanduwe (enisqilopêdyay îslam).

ordûy ḧafiz eḧmed paşa ke bo sendinewey beẍda le bekir sobaş, řûy kirde «darusselam», beşî zorî kurd bû.

شاە ’ebas ke hate ser beẍda û em şarey be fêł le des bekir sobaş send, leşkirêkî le qomanday serleşkir qereçqay xanda narde ser mûsił û em quwete le dway muḧaserey em şare řûy kirde dyarbekir û mardîn û ew wiłatey wêran û tałan kird û le dwayîda geřayewe û musłîşî zewt kird. xan eḧmed xanî erdełanîş be leşkirêkewe çuwe ser şarezûr û kerkûye (= kerkûk) û qełay kerkûkî zewt kird.