kurd le dewrî fitûḧatî turkida ta dewrî îlxanî

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 7 Xulek  846 Dîtin

uẍuzekan, ke le pêşřewî selcûqîyekan bûn ke le řey hełsan û řûyan kirde wiłatanî ẍerb (420y hîcrî/ 1029y mîladî), yekê le qomandanekanî ẍeznewî ke nawî «taş firaş» bû, legeł sê‌hezar swarêk ke beşêkî kurd bû, řêgey pê girtin û şeřyan bû û tesaduf gewrey kurdekan kewte des uẍuz û be zor kaẍezêkyan bo kurdekan pê nûsî ta des le şeř hełgirin û bem terḧe ẍelbeyan send û pêş kewtin.

le sałî 429da uẍuzekan geyştine dewrî meraẍe, şarî meraẍeyan wêran û tałan kird û zoryan le xełkekey kuşt û le dwayîda hełyankutaye ser ’eşîretî hezbenî û kuştarêkî zoryan lê kirdin. le dwayîda ’êlekanî kurdî ew nawe legeł ḧakmî azerbaycanda îtfaqyan kird û muqabeleyekî beşîddetyan nwand û be her ḧałêk bû uẍuzekanyan geřanewe. taqmêkî tiryan ke ta ermînîye çûbûn lewêda qetił û tałanêkî zoryan kird û geřanewe dwawe û hatne dewrî ormye (= wirmê) û ser xêłatî ’êlî ebu elheycay hezbenî. em kurdane be tebî’et şeřêkî qursyan legeł kirdin, bełam zorîy uẍuzekan le netîceda şipirzey kirdin û biław bûnewe.

le sałî 420y hîcrîda ḧikûmetî řewadî kurdî, le tewrêz (tebrêz)da teşkîlî kird. mu’esîsî em ḧikûmete «wah suzanî kuřî mamelan»e. ta sałî 426 dewamî kird. ḧikûmetî «deysîm» pêşřewî em ḧikûmeteye.

le sałî 421y hîcrîda ḧikûmetî «şwankare» (= şebankare)y kurd le wiłatî farisda damezra û be her new’ê bû, ta 756y hîcrî dewamî kird.

le 432y hîcrîda mizeferî wah suzanî kuřî mamelan, le dway eme ke hemû řu’esay uẍuzî be fêł gird kirdewe, hemûyanî qołbest kird û hicûmî kirde ser leşkirekeyan û zorî lê kuştin. bełam qołî «wirmê»yan leme řizgarî bû û řûy kirde wiłatî ḧekarî ke le tewab’î mûsił bû û tałanêkî zoryan kird û le weqtêkda ke le beynî çyakanda gîrode mabûn, kurdî ew nawe le hemû layekewe dewryan dan û hezar û pêncised kesêkyan lê kuştin û dîlêkî zorîşyan lê girtin û tałanêkî başyan des kewt, le naw dîlekana ḧewt emîrî uẍuzîş hebû.

le nizîkbûnewey ordûy «tuẍrul beg»da uẍuzekan le tirsa be tałûke pêş kewtin û qołêkî ke le jêr qomandey mensûr naw emîrêkda bû, be ser «zozan»da řûy kirde cezîrey îbnu ’umer û hêşta le şerqî em wiłate bûn ke qołêkî tiryan le qomandey «buqa» (= buẍa)da řûy kirdibuwe dyarbekir û desî kirdibû be tałanî nawçey «kardo» (= kardî) û «bazabda» û «ḧuseynîye» û «pîşxapûr» (= fîşxabûr).

ḧakmî cezîre, silêman kuřî nasrudewley merwanî, ke lêkî dayewe, zanî ke em uẍuzane le pêş behara le wiłatî cezîre natwanin têpeřn, le ber ewe fikirî lê kirdewe û be fêłêk mensûrî qomandanî uẍuzekanî girt û be yarmetîy kurdekanî başnawî (fînk) hełîkutaye seryan û ta dewrî nesîbîn birdinî û zorî lê kuştin, bełam em ḧereketeş dîsan nebuwe man’î zereryan û nîhayet xoyan geyande dyarbekir û hemû layekyan wêran û tałan kird. ḧakmî merwanîy dyarbekir, małêkî zorî be uẍuzekan da û le dyarbekir dûrî xistinewe û le dwayîda řûyan kirde teřefî mûsił û nefsî şarekeyan dû car zewt kird û qetił û tałanêkî bê‌ẍayetyan kird. «qirwaş» emîrî mûsił bo mudafe’ey mûsił tełebî mi’awenetî le umeray ’ereb û kurd kird.

le sałî 463y hîcrîda (1071y mîladî), ke îmbiratorî řom, řomanûs (armanûs)y çwarem le deştî melazgirdida meẍlûb û esîr bû, hemû ermînîye û kurdistan berebere kewte des ḧikûmetî selcûqîy «elp erselan» û ew ḧikûmet û îmaretaney kurd hebû, yek le dway yek le naw çû û wiłatekeyan kewte des selcûqîyekan. {fn|ḧikûmatî selaceqe ’îbarete le birî pênc selale:

1. ḧikûmetî xorasan û řey û cîbal û cizîre û fars û ehwaz, le 492da te’sîs kira û 93 sał dewamî bû.

2. selaceqey kirman le 432da teşkîlî kird û 150 sałî dewam bû.

3. selaceqey ’êraq û kurdistan, le 511y hîcrîda teşkîlî kird û 79 sał dewamî bû.

4. selaceqey sûrye, le 487da tesîs kira û 24 sał dewamî bû.

5. selaceqey řom, le 470y hîcrîda damezra û 230 sał dewamî kird.

(tarîx alamim alaslamîة, ciłdî 2, lapeře 468- 471)}

le 493y hîcrîda axir ḧukmidarî merwanî ke le exlat (= xêłat)da mabuwewe be sebebî sû’î îdarey xoy û be’zê ehalî, ewîş meḧu bowe û wiłatekey kewte des «sukman qutbî» ẍułamî etabekî tewrêz.

xulase, le îstîlay turkida wiłatanî kurd ke le ser řêgeda bûn, zor zor zereryan dî û ew nîfaq û tefreqey ke le beynyana bû, neyhêşt ke be komełî û birayetî, beramber ew lafawe bequwete bwestin, le ber eme muqabeley munferedyan bê‌fa’îde bû û be ser û mał zor zereryan dî û hîç qewmêkî tir be qed kurd le jêr dest û pêda neçû. zaten le îbtîday tarîxewe ta îmřo eger be dîqqet têbfikirîn, ebînîn ke peşokî û małwêranîy em qewme hemû netîcey nîfaq û tefreqeyan buwe û ta em ḧałeyan dewam bika, da’îmen le jêr dest û pêda eçin.

waqî’en musîbetî îstîlay turk, bo kurd zor beşîddet bû, bełam lem ḧałeş çawyan neşka û fîtretî esłîyeyan man’î ye’is û teslîmyan bû, hîç firsetêkyan fewt ne’ekird û da’îmen bo ḧeqsendinî xoyan û bo muḧafezey serbexoyî se’yan kird û kuştyan û kujran û tałan kiran û tałanyan kird û qet be tewawî gîrodey hîç ḧukim û quwetêk nebûn. le ’esrî panze û dwanzey mîladîda xîlafî me’mûl, le gelê şeř û de’wada behêzî û azayî xoyan nîşan da. xulefa û milûkî turk le weqtî tenganeda muḧtacî yarmetîy kurd bûn.

waqî’en ebînîn ke melek şahî selcûqî muqabîl be «qawrit»y mamî, ke ḧakmî kirman bû û eywîst ḧikûmetî lê zewt ka, le quwetî kurd îstîfadey kirduwe û ḧeta beramber bem yarmetîyeyan le daxłî kirmana erazîyekî zorî pê bexşîn (mes’ûdî, îbnî xelkan).

le sałî 499y hîcrîda, ke ordûy miḧemed kuřî melekşa le jêr îdarey «cawlî seqa»da hate ser mûsił, ḧakmî hewlêr, ebu elheycay hezbenî, legeł ḧakmî mûsił, «cikirimş»da řêgeyan pê girt û şeřêkî qursyan legeł kird.

le 502y hîcrîda ke ordûy sułtan «mewdûd» hate ser cawlî seqa, ebu elheyca û nesir kuřî muhelhel (ebu elşewq)y legeła bû.

le 497 û 499 û 503y hîcrîda û le ḧerekatî «dicîl» û «mardîn» û be’zê cêgey tira fe’alîyetî kurd be xisûsî bas kirawe.

le 504y hîcrîda û le seferî miḧemed kuřî melekşa bo ser sûrye, ře’îsî ’eşîretî «řewadî»y kurd û ḧakmî meraẍe, eḧmedîl kuřî îbrahîm salarî kuřî wah suzan» û emîr ebu elheycay ḧakmî hewlêr be xoyan û ordûyanewe îştirakyan kirduwe.

ḧikûmetî fezlewîyey luřistan le nîwey qeřnî pêncemî hîcrîda teşkîlî kird û ta nîwey ’esrî noyem dewamî kird (temaşay ciłdî duwem bike).