kurd le zemanî «alî bûye»da

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 4 Xulek  997 Dîtin

le zemanî «mu’îzzuddewle»da çend carêk şehrezûr bote sebebî şeř û şor û be’zê ḧerekatî tya kirawe, ḧeta saḧêb «sebuktekîn» le 344 h.da be leşkirêkî bequwetewe hate ser şarezûr û muddetêk muḧaserey kird û le dwayîda bo mu’awenetî řuknuddewle çû bo řey.

le zemanî mu’îzzuddewleda milûkî ḧemdanîş be’zê ḧerekatyan le kurdistanî merkezîda kirduwe. «seyfeddewley ḧakmî ḧeleb le 354y hîcrîda bitlîs û exlatî muḧasere kird. em wiłate be dest biray ẍułamekeyewe buwe, walî ’asî bû». (kîtabî ticarb alamim, ciłdî 2). le ḧadîsey «ebu teẍleb»da ’ezdudewle bo te’qîb, «ebulwefa»y be leşkirêkewe narde kurdistanî merkezî û şarekanî berebere zewt kird. myafarqîn le dway sê mang muḧasere û be ḧîle gîra. «saḧêb ebu’el be ordûyekewe dyarbekirî muḧasere kird û le dway fîrarî ebu teẍleb dyarbekirîş gîra (368 h).

le sałî 369y hîcrî (979y mîladî)da ’ezdudewle ordûyekî narde ser kurdanî şarezûr û meqsedîşî eme bû ke le ’eşîretî «benuşeyban»y ’ereb cwêyan katewe, çunke kurdî em wiłate legeł ew ’eşîrete muttefîq û têkeł bûn. ordûy ’ezdudewle şarezûrî girt û ’erebanî benuşeybanyan bo teřefî seḧra dûr xistinewe û şwênyan kewtin û kuştarêkî zoryan lê kirdin (alkamil, ciłdî 8).

sałê le pêş em herayeda, «kurdî kuřî bedewye»nawêk be yarmetîy «ḧemdanî ebu teẍleb» le «urdamişt»da ḧikûmetêkî serbexoy damezrand. bełam ewendey pê neçû ke ’ezdudewle tefrey da û xistye jêr tab’yetî xoyewe. ’ezdudewle le 370y hîcrîda ordûyekî narde ser kurdanî ḧekarî û muḧaserey kirdin û le paş emandan teslîm bûn, bełam xîlafî qewl û biř, hemûyanî kuşt (alkamil).

lem sireyeda ḧikûmetî «baz ebu şuca’» ke esasen ře’îsî ’eşîretî ḧemîdîye bû, damezra û de sałêk le kurdistanî merkezîda (dyarbekir, ercîş û myafarqîn) tewesu’î kird û le dway ew le etřafî xuşkezakeyewe ke «ebu ’elî kuřî merwan» bû dewamî pê kira û zor şewketî peya kird û ta sałî 489y hîcrî, ye’nî nizîkey sed û de sałêk dewamî kird (bo tefsîlatî, temaşay ciłdî duwem bike).

le dewrî xîlafetî «elqadir bî’emrîlla» da mu’errîxekan basî yekê le řu’esay kurd eken ke nawî «eḧmed kuřî zuḧak» buwe. em zate le tarîxî 381y hîcrîda legeł leşkirî mîsir řûy kirdibuwe «qełay afamye» ke le qeraẍ çemî «’asî» bû, leşkirî mîsir ke le îdarey «ceyş kuřî miḧemed elsemsame»da bû, xirap şika. tenya merkezî be pêncised swarêkewe řawesta, lew weqteda «eḧmedî kuřî zuḧak selîl» hełîkutaye ser qomandanî řom û kuştî û buwe sebebî şikanî ordûy řom (kitab ticar alamim).

le beynî 366 û 388y hîcrîda û le şeř û de’way mułkayetîy «curcan» û le beynî «alî bûye» û «zyarî»da îştirakî kirduwe û «meḧmûd ẍazan»yiş muqabîl be turkekanî qerexanî, îstîfadeyekî zorî le quwetî kurd kirduwe (’otebî).

lem sireyeda le 380y hîcrîda ḧikûmetêkî kurd ke be ḧikûmetî «benu ẍenaz» meşhûr bû, teşkîlî kird û gah be serbexoyî û gah be tab’î, ḧefta sałêk dewamî kird. kurd le şeř û de’way daxłî «alî bûye»da le ḧerekatî ’eşîretî «benu ’eqîl» bo ser mûsił û le şeřî alî bûye le fars û xûzistanda gelê fe’alîyetî nwanduwe.

le sałî 397y hîcrîda «beha’uddewle» ordûyekî narde ser kurdanî «bendîncan» û şeřêkî qursyan le beyna qewma û ordûy beha’uddewle şika û tałanêkî zor des kurdekan kewt. le 411da şemsuddewle îxtilalî leşkirî turkî tenya be quwet û yarmetîy kurdewe teskîn kird û ’eskerî turkî le naw bird (alkamil, ciłdî 9).