kurd ta dewrî fitûḧatî turk
le pêş mîladî ḧezretî ’îsa be şeş ’esrêk, dînî zerdeştî le êran û mîdyada peya bûbû û le dway eme ke le teřef yekê le ḧukmidaranî şerqî êran, giştasbewe qebûł kira, ’adeten bû be dînêkî řesmî. qewmî kurdîş le paş beynêk em dîneyan qebûł kird. dînî ’îsewî le sałî 33y mîladîda geyşte ermenistan, bełam ewende řeẍbetî nedî û ta îbtîday ’esrî çwarem zor kem te’sîrî bû, bełam le dway em tarîxe be komekî ḧikûmetî řoma serlenwê le sûryewe řûy kirde ermînîye û kurdistan û qiřałî ermenî, tîrdad û qewmekey em dîne tazeyan qebûł kird, bełam xełkî derewe û çyanşînan gwêyan nedaye û le ser dînî zerdeştî manewe û se’î û teşwîqî qeşe (řahîb)ekan te’sîrêkî lê nekirdin, be řîwayetêk beşêkî zor kem daxłî ew dîne buwe.
le zihûrî îslametîda û her le ewweł temasyan legeł îslamekana têfkirîn û dîyan ke em dîne tazeye be tewawî mwafqî tebi’ û dînyane, le ber eme, wekû sêr mark saykis ełê be asanî û berebere qebûłyan kird, be dereceyekî wa ke înca berberîyekanî efrîqa û turkekanî turkistan bew new’e be dił û be şewq qebûłyan kirduwe (dwayî warîsanî xulefa, lapeře 252)
qewmî kurd, her wekû mu’errîxînî mu’teberî ’ereb ełên, le şanzemîn sałî hîcretda û le dway fetḧî ḧelwan û tikirîtda legeł ordûy îslam temasyan kird, bełam pêwîste bizanîn ke le pêş em tarîxeşda be’zê temas û îhtiday kurd waqî’ buwe. meselen meřḧûm salûsî meḧmûd efendî le tefsîrî «ruḧ alim’anî»da û le naw esḧabî kîramda basî caban (gaban) elkurdî û «meymûn»y kuřî eka, kunyey «meymûn» «ebî besîr» buwe; em me’lûmateş ’etif ekate ser kitêbe nayabekey ḧafzî (îbnî ḧecer) ke be «alasabة fî timîyz alsiḧabة» meşhûre û em esere derḧeq be mareyî û be’zê xisûsyatî tir û çend ḧedîsêk le «gaban alkurdî»yewe neqił eka. muḧtemele ke be’zê seḧabey tirî kurdîş bibê.
tarîx ełê ḧezretî «se’d îbnî weqas» le dway fetḧî medayn, le jêr qomanday haşim îbnî ’etebeda û le tarîxî 16y martî 637y mîladîda ordûyekî narde ser celewla û çunke beqayay ordûy furs lewê gird bûbûnewe û yezdicrîş le ḧelwan bû, ordûy îslam le paş şeřêkî minasb firsetyan derpeřand û ḧezretî qe’qa’, şwênyan kewt û ḧelwanî zewt kird û bem new’e ewweł temasî kurd û wetenî kurd legeł ordûy îslama waqî’ bû. le paş fetḧî em qeła muhîmme ke serḧedî «sîwad» û «cîbal» bû, be’zêk ełên ke ḧezretî ’umer ewende meylî pêşkewtinî bo wiłatî ’ecem nebû. le dway fetḧî tikirît û le sałî 18y hîcrîda ḧezretî se’d îbnî weqas le qomanday ’eyaz îbnî ẍenemda û be emrî ḧezretî ’umer (rizî alle ’ine) bo fetḧî cezîre sê qołî řêk xist:
qołî ewweł le jêr qomanday suheyl îbnî ’udeyda, řûy kirde řeqqe,
qołî duwem le îdarey ’ebdułła îbnî ’etbanda bû û řûy kirde nesîbîn,
qołî sêyem le qomanday ’eqebe îbnî elwelîdda řûy kirde cezîre.
meqsedî ḧezretî ’umer lem ḧerekete hem fetḧî cezîre û hem men’î komekî řom le cezîrewe bo sûrye bû. ḧezretî ’eyaz, legeł qołî duwema çuwe ser orfe û le dway fetḧî, hat nesîbînî girt û řûy kirde şîmal bo teřefî mardîn û dyarbekir û ermînîye. (alamim alaslamîة, ciłdî 1)
ḧezretî ’eyaz, ḧebîb îbnî muslîme elfehrîy legeł quwetêkda le kurdistanewe narde ser mełatye û zewtî kird. bełam em şare le paş beynêk dîsan le desî îslam çuwe derewe û le weqtî walyetîy me’awye îbnî ebîsufyan le şamda (le ’eynî weqta cezîre û ermenîş ḧewałey ew kirabû) le sałî 36y hîcrîda dîsan ḧebîb îbnî muslîmey narde ser mełatye û dûbare zewtî kirdewe (înisqilopedyay îslam, ciłdî 3).
le sałî 21y hîcrîda ewwełen «’umer ’ezre îbnî qeys» le ḧelwanewe řûy kirde şarezûr, wîstî fetḧî bika bełam boy nehat; le dwayîda ’etebe îbnî ferqed legeł quwetêkî minasbida dîsan řûy kirde şarezûr û le dway şeřêkî qurs zewtî kird û lem şeředa kurd gelê zaye’atî bû û ordûy îslamîş çi le şeřda çi be te’sîrî dûpşikî şarezûr, zorî lê şehîd bû, (alkamil).
le beynî sałî 18 û 23y hîcrîda û le mudafe’ey «ehwaz» û «fesa» û «darabcêrd»da kurd legeł êranîyekana muttefîq bû û be tebî’et yarmetîyan dan, le ber eme le teřef ordûy îslamewe te’dîb û teczye kiran û le mał û canda zaye’atêkî zoryan bû. def’eyekî tirîş her le zemanî ḧezretî ’umer (rizî alle ’ine)da be’zêkyan wiłatî «kirxa»y merkezî (beşî saymara û misabazan)yan dagîr kird, le ser eme ḧezretî ’umer, qeys îbnî selme el’eşce’îy narde seryan û te’dîbî kirdin (tarîx alamim alaslamîة, lapeře 329).
îbnî elfeqîh ełê qewmî ’ereb le pêş zihûrî îslama daxłî şarezûr bûn, bełam şaranî «bazabda û samqan» înca le sałî 22y hîcrîda û le paş şeřêkî zor be şîddet des îslam kewtuwe. le sałî 25y hîcrîda û le zemanî ḧakmîyetî (’amil) ebu mûsa el’eş’erî le besreda dû def’e kurd le ehwaz û farisda ’usyanî kirduwe.
le dewrî xelafetî ’ebdulmelîkda kurd yarmetîy ’ebduřřeḧman îbnî el’eş’esyan dawe û le ser eme tûşî zułim û qehrî ḧeccac îbnî yosif elseqefî bûn û kuştarêkî zoryan lê kira.
le sałî 108y hîcrîda û le dewrî walîyetî muslîmeda wiłatî azerbaycan û le 112y hîcrîşda mitbaqî kurdistan tûşî îstîla û texrîbatî turkanî xezer bû. walîy kurdistan, ceřaḧ, le şarî erdewêłda muḧasere û şehîd kira û lafawî îstîla ta mûsił hat. lêreda se’îd elcerşî quwetêkî zorî le ehlî ew nawe ko kirdewe û şikandinî û le kurdistanî kirdine derewe û tałanîşî lê sendewe (misur tarîx alaslam), bełam le cêgey mukafe’et, xelîfe hîşam, se’îdî ’ezil kird. ewwełen muslîme û le paş sałêk miḧemed îbnî merwanî kird be walîy kurdistan.
le sałî 129y hîcrîda kurdekan beramber be silêmanî xarcî ke le kurdistana ’usyanî kirdibû, yarmetîy ordûy xelîfe merwanî duwemyan da, zaten em xelîfeye le teřef daykyewe kurd bû û le weqtî walîyetîy bawkya le kurdistanda hatbuwe dinyawe û le paş bawkî xoşî, walîy cezîre û ermînîye bû. merwan ke beramber be xelîfe îbrahîm ’usyanî kird, be ordûy kurdistanewe çuwe ser şam û le beynî be’lebek û şamda ordûy xelîfey şikand û daxłî dîmeşq bû û xîlafetî î’lan kird, (132y hîcrî).
le heray de’wetî ’ebasîye û xirûcî eba muslîm xorasanîda, «quḧtube ebu el’on» legeł ordûyekda hate ser şarezûr û lewê legeł qomandanî xelîfe merwan, ’usman îbnî sufyan şeřî kird û le 131da dagîrî kird. sałî dwayî, quḧtube legeł îbnî hebîrey qomandanî merwan le ḧelwanda şeřî kird û ewêşî dagîr kird (teberî, ciłdî 9, lapeře 131)
le dewrî xelafetî ebul’ebbas ’ebdułła elseffaḧda walî cezîre û kurdistan û azerbaycan ebu ce’fer elmensûrî biray bû. lem sireyeda leşkirî řom te’eřuzî kirde kurdistan. eba muslîm, ’ebdułła îbnî ’elîy le nizîk nesîbîn meẍlûb kird (137 hîcrî)
kurd le dewrî xîlafetî ebu ce’fer elmensûrda têkełî ’usyanî kurdistan û hemedan bû. le 147y hîcrîda esterẍanî xwarezmî legeł ordûyekî turk te’eřuzî kirde şîmalî kurdistan û ermînîye û ew wiłatey tałan kird û «tiflîs»yişî zewt û tałan kird, ře’îsî ’eşîretî řewandî, ḧerbî kuřî ’ebdułła gelê muqabele û mudafe’ey kird û le netîceda kujra.
xelîfe mehdî, le dway şeřî bîzans (163y hîcrî) hařûn elřeşîdî kuřî kird be walîy kurdistan û azerbaycan û wiłatanî ẍerbî. qewmî xezer le zemanî hařûn elřeşîdîşda te’eřuzyan kirde kurdistan û zor cînayet û şena’etyan kird bełam xelîfeş be şîddet teczye û gerdî kirdin (183 hîcrî).
le dewrî xîlafetî «mu’tesem bîlla»da û le sałî 225y hîcrîda le etřafî mûsił qyamêkî kurd le jêr îdarey «ce’fer fihircis»da řûy da. ce’fer ke yekê le xanedanî kurd bû ewwełen le «babakîş»da meẍłûb bû, bełam le dwayîda le şaxanî «dasîn»da ordûy xelîfey şikand û gelêkî lê esîr kirdin. def’ey duwem le jêr qomanday turk, «îtax»da û le sałî 226y hîcrîda ordûyekî tirî hate ser û şeřêkî qurs řûy da, ce’fer şika û îtax kuştarêkî zorî kird û şena’etî geyande dereceyek ke ḧeqîqeten bo tarîx mewcîbî xecałetîye. ce’fer dîsan teslîm nebû û xoy dermanxward kird û pyawane mird (alkamil, ciłdî 6, lapeře 208).
le sałî 231y hîcrîda le esfehan û cîbal û farisda qyamêkî kurdîy tir řûy da û le teřef ordûyekî mexsûsewe ke le qomanday «wasif»da bû teskîn kira. kurd le sałî 252da têkeł ḧerekatî «mensûr = misawir»y xarcî bû û le 262da daxłî heray dîlî řeş (seray zincî û ye’qûb seffar) bû û gelê îşî kird, baxsûs yekê le serkirdey kurd ke nawî miḧemed kuřî ’ebdułła hezarmêrd bû, ta sê sał lem de’wayeda xoy nwand û yeke pyaw bû.
le sałî 281y hîcrîda kurdekan bo te’sîsî ḧikûmetî ḧemdanîye zor komekyan kird. le sałî 293y hîcrîda miḧemedî kuřî bîlal ke gewrey ’eşîretî «hezbenî» bû, legeł ’eşîretekeyda ’usyanî kird û ta nizîkey mûsił hat. taze walîy mûsił, ebu elheyca ’ebdułła îbnî ḧemdan» çuwe seryan û le «me’rûbe» le ser xazer tûşyan bû û têk ałan, bełam ebu elheyca zeferî pê nebird û ḧeta yekê le xizmanî ke nawî «silêman elḧemdanî» bû, lem herayeda kujra û ebu elheyca be me’yûsî geřayewe mûsił û yarmetîy le xelîfey ’ebasî, elmuktefî bîlla dawa kird. sałî dwayî komekî bo hat û şwên hezbenî kewt. pênc hezar małêk lem ’eşîrete kewtine kêwan û ke tengetaw bûn, ře’îsekeyan be fêł daway aştibûnewey kird û ebu elheycay xiłafand ta ’eşîretekey derçû û řûyan kirde wiłatî azerbaycan. miḧemed xoy le şaxî «qendîl»da mayewe û le dwayîda ebu elheyca muḧasere û tezîyqî kird, fa’îdey nebû û miḧemedîş necatî xoy da û geyşte azerbaycan. def’ey dwayî, komekî tir le teřef xelîfewe bo ebu elheyca hat û em care be quwetêkî zorewe dîsan çuwe seryan û le hemû layekewe dewrî dan û kurdekan teslîm bûn. miḧemedî kuřî hîlal le mûsił danra û em heraye kujayewe (alkamil, ciłdî 7, lapeře 213)
le zemanî xelîfe «elmuqtedîr bîlla»şida be’zê qyam, wekû ’usyanî ’ebdułłay kuřî îbrahîm û dehezar kurd le dewrî esfehan û ’usyanî dewrî mûsił řûy da. lem beyneda le teřef «deysîm»y kuřî îbrahîmewe esasî ḧikûmetî hezbenî danra û le dwayîda le teřef kuřanî miḧemed elřewadîyewe ḧukmî lê sênra û ḧikûmetî řewadî lê peya bû û ta ’esrî ḧewtem dewamî kird (temaşay ciłdî duwem bike).
’eşîretî hezbenî le seferî azerbaycanî «ḧisên ḧemdanî»da legełîda bûn û ta sełmas çûn (327y hîcrî). le sałî 340y hîcrîda ewweł ḧikûmetî kurd, ḧikûmetî şeddadî, le şîmalî azerbaycan û cinûbî ẍerbî qefqasyada teşkîlî kird û ta sałî 595y hîcrî dewamî kird.
le 348y hîcrîda duwem ḧikûmetî kurd, ḧesnewîye (= berzîkanî) le cîbalda teşkîlî kird û ta 406 dewamî kird.