subarî (Subari)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  842 Dîtin

em nawe le pêşa, ye’nî le dewrey akadda, te’bîrêkî cuẍrafî û nawî memleketêkî zor gewre buwe le ḧidûdî şîmalî ẍerbî «’îlam»ewe ta şaxî «amanos» çuwe. le dwayîda bote ’înwanî ’eşa’îrêkî zorî kurdistan; em ’eşa’îre le eqwamî esasîyey zaẍros cya bûn. beşêkî eqwamî subarî, le mezopotamya, sûrye û enatolîşda buwe. wekû le serewe gutman, be’zê musteşrîqîn «mîtan be qołêkî «subarî» da’enên û řenge qołî mezopotamyay «hor le jêr nawî «subarî»da nasrabin (sipayzer). sêr sîdney simît ełê: beşî ẍerbî dîcle [le xełkî] subarî, be nawî horîyewe nasrawe.

derḧeq be tarîxî syasîy em qewme me’lûmat zor keme. tenya le wesa’îqî be’zê şeřî qiřałanî asûrî ke legełyana kirdûn nawyan hênrawe. «tîẍlat pilayser»y ewweł (1110- 1100 p.m) yekê le şaranî meşhûrey subarî ke «şerîş» buwe, muḧasere kird, lem şeředa ’eşa’îrî subarî legeł muşkî û kartîda muttefîq bûn û mudafe’eyekî merdaneyan kirduwe (tarîxî qedîmî asûr).

le dewrî ḧikûmetî asûrîda em nawî «subarî»ye be tedrîcî win buwe û le cêgey ew, nawî «nayrî» hate meydanewe û asûrîyekanyan zor hîlak kirduwe.