mîtanî (Mitanni)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 2 Xulek  1113 Dîtin

muḧerrîrî «tarîxî bablisitan», sêr kînẍ, em qewme be qołêkî kasay da’enê û ełê le ’îrqî arîye, bełam îzaḧatî «eqwamî mezopotamya, lapeře 128 û 135» new’êkî tire û ełê: şu’beyekî qewmî «subaru = subarto»ye. le furatî ewsetda (beynî mûsił cerabils) bûn, teqrîben le ’esrî şanzemînî pêş mîladda ḧikûmetêkî bequwetyan damezranduwe (tefsîlatî le ciłdî duwemdaye) û yekê le çwar ḧikûmete gewrekan (mîsir, hîtît, kardonyaş, mîtanîş)e. paytexî, şarî «waşşuẍanî» bû. le ewraqî «amarna»da basî minasebetî «mîtanî» legeł ḧikûmetî mîsirda kirawe. kaẍezêkî «tuşrata»y qiřałyan keşif kirawe û be zimanî mîtanî nûsrawe û 600 dêře. welḧał zimanî syasîy ew zemane «akadî» buwe. musteşrîq bork ełê: zimanî ew kaẍeze le ’enasrî zimanî «qoqazî»ye.

wiłatî mîtanî be ’înwanî «subar meşhûr buwe. le mentîqey kerkûkda çend hezar wesîqeyek derḧeq be subarî û mîtanî keşif kirawe. le «buẍazkoy»şida gelê asaryan dozrawetewe. musteşrîq cens ełê te’bîrî «mîtanî» bo xanedanî ḧikûmet bû û esłî qewmeke «subarî» bûn û nawî wiłatekeyan «hanî galbat» buwe û em tefsîre legeł elwaḧî dozrawey kerkûk tewafuq eka.

em ḧikûmetî mîtanîye, le dewrî sełtenetî «aşûr nasirpał»y sêyemda berebere wiłatanî le teřef asûrîyewe zewt kira û ḧikûmetekey le naw çû (tarîxî ’imûmîy mu’errîxîn). wekû le ciłdî duwemda eybînîn em ḧikûmete beynêk zor bequwet bû, sûrye, wiłatî ’amûrî, beşêkî kurdistan ta orfa û wiłatî asûrî hemû le jêr ḧukmîda bûn.

ehalîy qedîmey mîsir bem «mîtanî»yeyan gutuwe «naharî» û le tûranîşda be «aram-naharem» naw birawin (tarîxî ’imûmîy mu’errîxîn, ciłdî 2, lapeře 381). be gwêrey em nawe hîç bedûr nîye ke îsmî «nayrî» lem «naharî»yewe hatbê.