kasay (Kassites)
qewmî kasay weya «kaşşu»y akad weya «kuş»y încîl û bablî, le menzûmey zaẍros buwe. berebere şerqî bablisitanî ta qeraẍ dîcle dagîr kirdibû. zor car wiłatî bablisitanî nařeḧet û tałan ekird. ḧeta «amî-zaduẍa»y qiřałî babil, ke çwarem xelefî ḧemûrabî bû (1977- 1956 p.m), bo berbestkirdnî hicûm û xirapey qewmî «kasay», legeł ’îlamîyekana îtfaqêkî tedafu’î kirduwe (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, lapeře 198). ’eşa’îrî kasay le zemanî «samsu-îlluna»da hełyankutaye ser bablisitan bełam pêyan zewt nekira.
le zemanî yanzemîn û axir qiřałî babil, «samsu-dîtana»y ’amûrîda qewmî «xatî»y enatolî, lafawî tałan û texrîbyan geyande bablisitan û wiłatekeyan wêran kird û le naw xwên û firmêskida becêyan hêşt û geřanewe wiłatî xoyan. em ḧadîseye buwe sebebî lenawçûnî ḧikûmetî ’amûrî. bełam le layekî tirîşewe xidmetî ẍayey syasîyey qewmî kasay kird, le dway em îstîlaye řenge muddey dû ’esrêk dîsanewe wiłatî bablisitan be des ḧikûmetêkî xomałîyewe mabê. bełam derḧeqî, hîç me’lûmatêk nîye. le nîhayetî em dewreyedaye ke qewmî kasay, be mu’awenetî ’eşa’îrî xizim (gotî, lollo) û le jêr îdarey «ẍandîş»y ře’îsîda hełîkutawete ser bablisitan û zewtî kirduwe (1760 p.m, û be gwêrey sipayzer 1746 p.m)
fatḧî tazey babil, ta muddetêk daxłî îş û karî syasîy ḧikûmetî cinûbî nekird. em ḧikûmete nizîk sê ’esir mewcûdîyetî syasîyey xoy muḧafeze kirdibû (2068- 1710 p.m). em ḧikûmetî cinûbe axir tîmsalî «’îrqî sommer»y qedîm bû. le dway lenawçûnî em ḧikûmete, qewmî sommerîş win bû û zimanekeşî bû be zimanêkî mirdû û her le teřef qeşekan (řehban)ewe muḧafeze kira.
le zemanî ḧikûmetî «î. gamîl» da dwayî ḧikûmetî sommerî hat (ẍalben le 1710 p.m). em qiřałe wîstî wiłatî ’îlam zewt bika, feqet boy neçuwe ser û şika û gêřayewe dwawe. lew weqteda daykî le řu’esay kasay, ke nawî «ulam-buryaş» bû, hełîkutaye ser «î-gamîl» û ḧikûmetekey le des send wekû tab’êkî qiřałî babil, ke bawkî bû, nawî «burnaburarîş» bû, wiłatî sommerî îdare kird. le dway çend sałêk, dwayî ḧadîse řûy da û qiřałî kasay bablisitan (agom)y sêyem ke birazay «olam buryaş» bû, axir qełay xełkî wiłatî saḧlî ke «dûr-î» bû girt.
le dway eme ke wiłatî saḧil (wiłatî sommer) be tewawî zewt kira, qiřałî kasay, ’înwanî «kardunyaş»y bo dû wiłateke (sommer û akad), qebûł kird û bem nawe tazeyewe nizîk şeş ’esir (le 1746ewe ta 1171 p.m) (be gwêrey sipayzer) em ḧikûmete be şan û şewkete dewamî kird û wîs’etî memleketekey le wîs’etî îqlîmî «xemûrab zyatir bû. qewmî «hîtît»yan be tewawî şikand û butekanî bablyan lê sendinewe. waqî’en xemûrabî û eslaf û exlafî neyantiwanîwe ke ḧeta wiłatî sommerîş bo xoyan saẍ bikenewe (derḧeq be ḧikûmetî kasay le ciłdî duwemda tefsîlat edrê).
qewmî kasay, wekû ’eşa’îrî gotî le dway lenawçûnî ḧikûmetekeyan geřanewe zaẍros. le dway ḧikûmetî řoma, hêndê le ’eşa’îrî kasay, le xûzistanda û le dewrî sûs bînra û le asarî qedîme wa der’ekewê ke beşî cinûbî şerqî kasay, beynêk le jêr ḧukim û nifûzî ’îlamîda buwe (înisqilopedyay îslam) .
xulase wa der’ekewê ke em qewme ta mîlad û bełkû ta dwayîşî her bew nawewe le wiłatî luřistanda bûn û berebere ew nawe win buwe û le cêgey ew, ’eşa’îrî luř peya buwe. waqî’en le beynî lefzî «kasay = kaşû = kuşî» û «luř»da muşabehetêkî lefzîye nîye û te’bîrî luř, her wekû nezerîyey pirofîsor sipayzer [ełê], nizîkî lefzî lolloye; bełam hîç bedûr nîye ke lefzî luř, nawî şu’beyekî kasayî bê û le dwayîda bûbête ’înwan bo hemû ’eşa’îreke.
’îrq û dyanet:
beşî zorî musteşrîqîn lew qena’etedan ke em qewme le ’îrqî arîye. pirofîsor sipayzer û be’zêkîş ełên be nezer zimanekeyanewe řenge legeł ’îrqî «qoqazî»da řabîte û minasebetyan bê. qewmî «kasî», wekû dirawsêkan, butperist bûn û here gewrey me’bûdekanyan «siryaş» ye’nî «alhة alşims» bû. me’bûdekanî tiryan, «xarb, dunyaş, şax, şîpak, şukamuna ... alx»e. te’bîrî «îlahe» be zimanî kasay, «buẍaş» bû.
derḧeq be ayîn û ’îbadetî em qewme me’lûmatêk nîye. (tarîxî qedîmî şerqî qerîb)
ziman û medenîyet:
be gwêrey mîstir hol, zimanî kasay, arî buwe, meselen wekû «ayndabuẍaş» ke be seřaḧet kelîmeyekî arîye û muqabelekey be parsî «întafernes»e. mister pînçêr derḧeq be zimanî kasay, kitêbêkî nûsîwe bełam ewende baweřî pê nakirê. legeł emeşda minasebetî zimanî kasay legeł zimanî komełî zaẍrosda bêşubheye. (eqwamî mezopotamya).
musteşrîq hozînẍ ełê lehcey kasay le zimanî şîmalî ’îlamî eka, û le teřefêkî tirîşewe be’zê esmay kasay le nawanî «horî» eka. xulase be tewawî saẍ nekirawetewe.
derḧeq be medenîyetî em qewme me’lûmatêkî wa nîye. be řeẍmî eme, wa dyare le pêş teşkîlî ḧikûmetî bablîda le xisûs zera’etewe qablyetêkî berzyan buwe, cinsî espyan bo erebane řakêşan û bo swarî îsti’mal kirduwe. em berzewłaxe le teřef emanewe hênrawete bablisitan. le dway fetḧî babil, medenîyetî bablîyekanyan qebûł kirduwe, le xet û senay’îşda îstifadeyan lê kirdûn.