gotî (Guti)

Li pirtûka:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
Berhema:
Mihemed Emîn Zekî (1880-1948)
 7 Xulek  1154 Dîtin

wekû le madey sêyemî fesłî duwemda basman kird, em qewmeş le komełe gewrey zaẍrose û be gwêrey fikir û qena’etî be’zê musteşrîqîn be aşkira esłî zor qedîmî kurde û le zaẍrosda mentîqeyekî gewrey be destewe buwe û ḧikûmetêkî serbexoşî buwe. be gwêrey cedwelî ḧukmidaranî «tarîxî qedîmî şerqî qerîb», ebê ewweł qiřałî nasrawî, «annatum» bê ke legeł «’îlamî»da şeřî kirduwe û le ’eynî weqtida qiřałî «laẍaş» buwe (le ’esrî 31y pêş mîladda).

’eynî cedwel basî «logal zagîs»y «gotî» eka ke le qeřnî 29yemînî pêş mîladda qiřałî «erîx» û «sommer» buwe. yekê le qiřałanî «gotî»yiş, fatḧî «halman», «annubanînî» bû ke pêş dewrî «sarẍon»y akad kewtuwe. duqtor sipayzer le kitêbe nayabekey xoyda (lapeře 99) ełê be gwêrey esma’î xassey sommerî, mumkîne îdî’a bikirê ke le zemanî ḧikûmete here qedîmekanîşda le wiłatî «sommer»da ’enasrî «gotî» buwe û le dway eme ke em ’eşa’îrî «gotî»ye quwet û nifûzêkî zoryan lew wiłateda peya kird înca hełyankutaye ser wiłatî akad û qiřałe gewrekey akadyan, ke meşhûr «naram-sîn» (’esrî 27y pêş mîlad) bû, şikand û le dway muddetêk wiłatî akadîşyan dagîr kird û bełkû nizîk dû ’esrêk ḧikûmetyan tya kirduwe. le mecray ḧadîsat, ke le asarî dozrawe derhênrawe, wa der’ekewê ke wiłatî sommer û akad, muddetêkî zor be des ḧikûmetî «gotî»yewe buwe û ḧukmidaranî here bequwetî, «laẍaş»yiş tab’yan buwe. waqî’e dewrî se’adetî laẍaş, le jêr îdarey «patesî, gudî» da buwe (2500 p.m), tewafuqî dewrî ḧikûmetî gotî eka û řenge godî be tewawî gotî bê. zor cêgey esefe ke derḧeq be weqay’î tarîxîyey em ḧikûmete here qedîmey kurde, me’lûmatêkî kafî des nekewtuwe û nazanîn le zerfî ew muddetî ḧikûmeteyda (nizîk dû ’esir) çî buwe û çend qiřałî ḧukmî kirduwe û nawyan çî buwe, le cedwelî ḧukmidaranî qedîmeda ke saḧêbî «tarîxî qedîmî şerqî qerîb», mistir hol, le naw kitêbekeyda daynawe, le beynî naram-sîn û îstîlay ḧikûmetî ûr be ser akadda (2700- 2500 p.m) nawî hîç qiřałêk nenûsrawe. bełam duqtor sipayzer le kitêbekey xoyda ełê axir ḧukmidarî gotîy akad, «tîrgan» buwe.

be gwêrey cedwelekey mîstir hol, (lapeře 210), ebê le ’esrî 28mî pêş mîladda meşhûr sarẍon, yaxud «şarganî – şarrî» legeł qiřałî gotî, «şarlak»da şeřî kirdibê û ẍalb bûbê (tarîxî qedîmî şerqî qerîb, lapeře 186).

le dway eme ke ḧikûmetî gotî, le teřef «utu-hîgal»y qiřałî «ur-uruk»ewe le naw bira, ’eşa’îrî «gotî» geřayewe wetenî qedîmî, ye’nî şaxanî zaẍros û îtir ew wiłateyan nařeḧet nekirduwe. tenya le te’eřuzî ’eşa’îrî «kasay»da bo ser babil, qewmî «gotî»yiş yarmetî da. «gotî» legeł «lollo»da têkeław bûn û beşêk le wiłatî «lollo» buwe, delîlî emeş bûnî şaxî «neysîr» le wiłatî her dû qewmekeda û bûnî şarêkî gotî le «zamwa»daye, em şareş ebê «ulubulaẍ = ablax» bê ke le teřef muḧerrîrêkî asûrîyewe le şikłî «taẍalaẍa» û «laẍab» weya «ẍalaẍa»da nûsrawe. le î’tîbarî em tarîxewe ta mebadîy ḧikûmetî asûrî, derḧeq be eḧwałî tarîxîyey gotî, wesîqeyek nedozrawetewe. zaten le sê řub’î duwem hezar sałî pêş mîladda, ḧikûmetî asûrî ’îbaret bû le be’zê ḧikûmatî piçûk piçûk û bêhêz, nek emey ke bitwanin legeł qewmanî kêwîda xerîk bin, bełkû xoşyan le jêr nifûz û te’sîrî ewana mawin û muddetêkî zor le jêr ḧukmî «mîtanî»da bûn. ebînîn ke ewweł ḧukmidarî asûrî ke řenge le ’esrî 23yemînî pêş mîladda bûbê kuřî «ayakulaba» buwe ke le nawêkî gotî eçê. «ewşya» û «kîkya»y ḧakmanî qedîmî asûrîş ke le ’eynî ’esirda bûn, wa dyare ke «mîtanî»n. yekê le qiřałekanî asûrî ’esrî nozdehemî pêş mîlad ke nawî «adasî» bû, ebê zaẍrosî bê. le dway emeş, «lollolay»naw qiřałêkyan buwe ke be tewawî le qewmî «lollo»ye. xulase le ewaxîrî duwem hezar sałî pêş mîladda înca asûrî bote saḧêbî îstiqlalêkî syasî û legeł dirawsêyekanî kewtote şeřewe.

«edad nîrarî»y qiřałî asûrî (1310- 1281 p.m) le eserêkî dozraweya ełê orduwekanî «kasayg», «gotî», «lollom», û «sobarî»m şikand. em «gotî»yey ke lêreda bas kirawe, ’eynî qewmî «gotî»ye ke le sicîllatî «sommer» û «akad»da bas kirawe. «şelmanaser»y ewweł (1280- 1261 p.m) da’îrey ẍelbey xoy ta «uru’artî», ye’nî ermenye û «xanî galbat» tewsî’ kirduwe û ełê: «qewmî gotî, ke le asmanî em dewreda wekû estêre edrewşayewe û nek her be zorî, bełkû be ’ezim û şîddet û dîhşet û texrîbatî, meşhûr bû, beramber be min ’usyanî kird û le duşminayetîda dewamî kird». em řîwayete derḧeq be quwet û diřî û exlaq û tebyatî em qewme, teswîrêkî zor tewawe û ’eşa’îrî nebez û netirsî kurdistanî îmřo dênêtewe ber çaw.

dwayî em şeře wa bû ke ordûy asûrî, duşminekey be mweqetî şikand be terḧê ke bo qiřałanî asûr bo temsîl, derḧeqyan zułim û weḧşet kira û «şelmanaser» ełê: «le ḧidûdî «oratrî»yewe ta egate «kemuxî», le daxłî ew memlekete gewreyeda xwênî «kotî» wekû aw řêjra». lem řîwayete wa tê’egeyn ke mentîqey ’usyanî qewmî gotî, le ermenyewe ta şaxî «tor’abdîn» çuwe. xulase, çi be nezer em wesîqeye û çi be řîwayetî «tukultî- înurta» û qiřałe qedîmekanî tir, ebê hemû mentîqey zaẍrosî naweřast, wetenî qewmî gotî bûbê.

pirofîsor sipayzer le ser qisey xoy eřwa û ełê: qewmî gotî weya (kutî = kurtî), le xisûs zimanewe le komełî zaẍrose û le ber eme nabê be çawî samî ya «hînd û ewrûpî» temaşay bikirê. waqî’en be’zê eqwamî «hînd û ewrûpî»y têkeł buwe û le ewasîtî duwem hezar sałî pêş mîladîşda be’zê eqwamî arye le mezopotamyada bînrawe û ḧeta le ewweł hezar sałî pêş mîladda beşî zorî zaẍros bûbû be «hînd û ewrûpî» weya «arî», bełam bo bûnî «kotî» be «hînd û ewrûpî» delîlêkî qet’î nîye (eqwamî mezopotamya, lapeře 96-119).