çil û ḧewtem: şeytanî sipî
Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
1 Xulek
716 Dîtin
şa’îrim, ya şa’îr nîm çiş
xot le şa’îr negeyenî
nexełetêy daway şî’irim lê bikey
dengî şî’irim derneyenî
şa’îr şeytanêke sipî
herçî ḧezî lê bika..
weku pişko desûtê
tûkî serî -ba -deyba.
to lem ’îşqe şêtaneyem
tê nagey
boye dewêrî wa betîn
maçim bikey.
çon natirsî le maçêkda
herweku şîr bitxomewe!
tund memgûşe be xotewe
řenge leşt le naw leşma bitwêtewe
aman nekey lêm nizîk bî
aman dest nekeyte milim
ger toş nemrî, min xom demirim
to le ’îşqî şeytananî
şêtî sûtan, tê nagey
to le ewînî şêtanî
cwanîy însan tê nagey
êskisûkî çwarde behar
to mindałî û le ’îşqî şa’îr tê nagey
to mindałî û le çwarde payzî ’îşqim
ser dernakey.
pîr debim û kiçołeket
temen çwarde behar debê
wek to sîmay
her le sîmay daykit deçê
bewîş biłê: kiçim aman
şa’îr şeytanêke sipî
herçî satêk tuxnî kewî
herçî ḧezî lê bika
weku pişko desûtê
tûkî serî ba deyba!
xot le şa’îr negeyenî
nexełetêy daway şî’irim lê bikey
dengî şî’irim derneyenî
şa’îr şeytanêke sipî
herçî ḧezî lê bika..
weku pişko desûtê
tûkî serî -ba -deyba.
to lem ’îşqe şêtaneyem
tê nagey
boye dewêrî wa betîn
maçim bikey.
çon natirsî le maçêkda
herweku şîr bitxomewe!
tund memgûşe be xotewe
řenge leşt le naw leşma bitwêtewe
aman nekey lêm nizîk bî
aman dest nekeyte milim
ger toş nemrî, min xom demirim
to le ’îşqî şeytananî
şêtî sûtan, tê nagey
to le ewînî şêtanî
cwanîy însan tê nagey
êskisûkî çwarde behar
to mindałî û le ’îşqî şa’îr tê nagey
to mindałî û le çwarde payzî ’îşqim
ser dernakey.
pîr debim û kiçołeket
temen çwarde behar debê
wek to sîmay
her le sîmay daykit deçê
bewîş biłê: kiçim aman
şa’îr şeytanêke sipî
herçî satêk tuxnî kewî
herçî ḧezî lê bika
weku pişko desûtê
tûkî serî ba deyba!