çil û heştem: lawandinewe

bo koçî şehîd meḧmûdî ḧemebor pêşkêşe.
Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 4 Xulek  807 Dîtin
çekyan kirdim
namerdane çekyan kirdim
be kuştinit
kake meḧmû
çekyan kirdim
namerdane çekyan kirdim
***
to biřnewêkî bałaberz bûy
be şanî yaxîbûnmewe
to qełakey merîwan bûy
bepşitî nenewîmewe
toyan kuşt û çekyan kirdim
toyan kuşt û qełakeyan
le pał pişta labirdim
çekyan kirdim
namerdane çekyan kirdim.
***
lemewdiwa kes pêm nełê:
řojbaş
le dway meḧmû
hîç řojêkî baş nabînim
lemewdiwa kes pêm nełê
şewşad
le dway meḧmû
hîç şewêkî şad nabînim
lemewdiwa kes pêm nełê:
bexêrbêy
le dway meḧmû
hîç xêrêkîş şik nabînim
***
tikam waye
le dway ewey
mał’awayî lê kirdîn
le dway ewey
wa kitupiř
belencewlar
piştî mişkêkey tê kirdîn
le dway ewey
beqfiłî dax û nasor
dergay aramî daxsitîn
wa kitupiř becêy hêştîn
herkesêk hate małekem
qet pêm nełê:
małit awa
çunke herçî małî heye û
małî debê
be wêraney dezanim
ger kake meḧmûy tya nebê.
***
benawî - cewgořînewe-
şwêne gořkêm pê meken
herçî cêgey zemîn heye
leyek deçê
her wêranew leyek deçê
ke bałay ewî tya nebê.
em dinyaye
her kawle û her wêrane
madam lencey tyada naka
ew şan û şewkete cwane
madam şemał naylerênê
řîşûy ew mişkîye cwane
em dinyaye
beklîlî dax û azar daxrawe
her kawle û her wêrane
madam tyayda qise naka
kake meḧmû, bemerdane
***
kake meḧmû:
ferhadêkî bê qułing bû
leber miştya
kêwî bêstûn denewî
koşkî nîron detepî
kake meḧmû
xencerêkî debanî cewherdar bû
le aşûbî her ’eşretêk bikewtaye
demeyî
kake meḧmû
le xałwana:
îmamî tezbîḧî xwênî ’eşretman bû
le naw germey lêqewmana:
parêzerî nesrewtiman bû
le ziryan û le barana:
hetaw û sayeqeman bû
le naw încaney xemmana:
çepke gułî baqeman bû:
le hełmet û xemxwardna:
guřřey dawênî gencan bû.
le řawêj û le tegbîra:
dem sipî û pîrî hemuwan bû,
le germey gullebarana:
hem senger û hem qełẍan bû.
le nexoşî û azarmana:
hem ḧekîm û hem derman bû.
le henasey seremerga:
bo gyanman, awî jyan bû
***
kake meḧmû
çon degmen bû,
kesayetî û jyanî
çon degmen bû
hełsukewt û
merdayetî û wêranî,
herwehaş gelêk degmen bû
koçî sext û
waz le jyan hênanî.
şewî bîst û noy şubatî
heşta û çwar bû
şehîdbûn û nemanî
debê her çwar sał carêk, min
bipêwim quřî koçekey
berew mirdin
her çwar sał carêk yadî ew
le şubatda
weku pişko
bimxatewe şîn û
řořo
***
kake meḧmû
legeł tome kake meḧmû
cewherdarî firîşte xû
herçî řûy da
herçî dirûst bû
dirûst bû
herçî lenawçû
le nawçû
herçî bû

herçî řûxa
yan serlenwê binyat bû
hîçîm lela giring nîye
madam bała şengekey to
şemał nayşekênêtewe
xor, sêbertim
bo naxate giftugo
çawekanit beramber çawekanim nîn
wek dû heło
***
kwêr bim meḧmû
eme karî kirdin nebû
gułałey lêwekanî to
hî werîn û birdin nebû
estêrey çawekanî to
hî nûstin û xistin nebû
bałay tûłe nemamî to
hî biřîn û naştin nebû
nebû.. nebû
kake meḧmû
eme karî kirdin nebû
bem koçe kitupřîyet
dił bekanîy xwênînim
hemû řojêk weku emřo
dił kotey qesab
taze birînim
kake meḧmû
eme karî kirdin nebû:
şêrî şêran
beşêwey to
weha bikewê le meydan