çil û şeşem: çesp

Li pirtûka:
Îşqî bê Nexşan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  384 Dîtin
tu ew şewaney her benaw şew bûn
tu ew řojaney her benaw řoj bûn
tu ew kataney le kat derçûbûn
tu ew cêyaney le cê derçûbûn
le baweşim dabeze.
bes diłim bixe lerze!
nazanim to
bîtaqey çi -miḧelî - bûy
bo min derçûy?!
to çespî hezar qulû bûy
xot le amêzim hełsûy?!
to çît? bo xatrî xwa!
bese û wazim lê bêne
ba serî xom pê bixurê
pêşmergeyîm pê bikirê.