şořşî xokird

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1302 Dîtin
behoy cêjnî newrozewe be nihênî le małe dostêk bang kirabûm, emanem nûsîwe:
ta dwênê dinya piř le serma û soł
befir girtibûy deşt û çya û doł
řengî guł, dengî bulbul diłxoşî
pêy dadrabû perdey xamoşî
jînî hezaran nemamî azad
be zorî sextî şexte çû berbad
ḧukmî polîsî çiley nahemwar
qel û kundebûy hênaye serkar
deqřîn bo qiřbûn, bo mał wêranî
bo dirêjbûnî jyanî zistanî
kê nawî kotir û surgułî debird
be çing û dindûk çawyan der’ekird
bełam menşûre befir eçêtewe
řûy řeş bo xełûz emênêtewe
wa bay wade hat serma tewaw bû
gułzar piřtaw bû, qel bê kiław bû
şořşe emřo hewr egirmênê
baran deřjênê, befir demrênê
kund wêranemał, qel qiřey biřa
sermadawaker dehołî diřa
nîşangey serma û şextey dinyagir
nemawe ẍeyrez dû kêlî qebir
***
şořşe şořş, kotir egmênê
gya ser derdênê, guł xoy denwênê
erxewan ałay şořş leser şan
supay mêlaqe û swêsin girtî san
bulbul û qumrî sirûd exwênin
pîrdar le xoşyan ser řadejênin
qaspey kew le kêw, teqłey baz le deşt
ta kurdistan bê lekwêye beheşt?
saz û awazî «sêrû» hezar deng
sed hezaran guł be hezaran řeng
wenewşe mil kiz nergiz dîde mest
lasayî deken jêrdest û serbest
***
paşay newbehar leser textî guł
emřo řûy kirde bulbulî serçił
witî: «kurdistan wa jyayewe
zîndû bûnewey kurdan mayewe
herwek newrozî kurdekan heye
axo newrozî azadîyan keye!»