name bo warşew

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1491 Dîtin
fistîwałî lawanî cîhan le warşew debestira çend biraderêkî kurdîş berew warşew eçûn bo hawar kirdinî kurd, minîş ew şî’ranem pêda nardin ke lewê bîxwênnewe:
kurdêkim dewê çapik û pitew
seferêk heye bom bika be şew
nehêłê turk û ’ecem bizanin
dagîrkeranin le kurdistanin
mał le xanexwê ḧeram kirawe
meselî kurde û le kurd řûy dawe
***
pêşan biçête şarî mihabad
tiłîşê bênê lew darî bêdad
ew darî qazî û seyfyan pêdakird
cimhûryetî kurdyan pê labird
biçte agirî daẍ nêzeyek bênê
jengî hînabê be diłopî xwênê
kam xwên! xwênekey lawanî kurdî
leřêy azadî mirdin be merdî
ew kurdey gyanyan be awatewe
êstaş lew kêwe deng edatewe
ew dar bew nêze daden wek qełem
qełemê her xoy hawarka be dem
xwêne xestekey kuře barzanî
ke îsti’maryan be seg ezanî
be awî çawî kuřkujrawanî
berderkî sera le suleymanî
şil bikirêtewe û lêkdirê tewaw
bikirête kelley mistefa xoşnaw
le cilkî şiřî hetîwbarekan
yan derbeder û şare û şarekan
řîtałê bênin bew xwên û xame
hejarêkî kurd binûsê name
kotrêkî sipî tîjbał, be serřew
name berête kongirey warşew
***
lawanî dinya, pyawçakanî merd
şerîfanî herd, safanî bêgerd
zor milyonin kurd le asyada
kontirî gelan leřûy dinyada
weḧşî îsti’mar leseryan załe
biřîwye řêgey henase û nałe
***
zimanî zikmak men’ kirawe
derkî xwêndinman lê daxrawe
derman û duktur bote efsane
lêdan û qemçî lecêy dermane
sêławî newtim, peydabûy xakim
tûtnim, genmim, xercim, pîtakim
deçête «sitî» û «wał sitrîtewe»
sedyekî bo min degeřêtewe
ewîş destibendî bomin pê dekiřn
yaxo tîẍêke sermî pê debiřn
yaxo bo zîndan, demxene nawî
yan binkey şeře û metarî awî
kêwanman hemûy kiraye senger
hêzî şeř û şoř lêy dexa lenger
musa’edatman her tope û tifeng
lawman dekirêne desteçîley ceng
çekfiroşanî şeřhełaysên
le jîrî gelan gelêk detirsên
le nîsêy xoyan desłemênewe
le gimey kotir deřewênewe
ziman hêmnî biłê deybiřn
qur’an selamî tyabê eydiřn
destê binûsê wişey asayş
tund ekirê lenaw kelepçe û qayş
***
bełam bêguman xeyałyan xawe
mewda nemawe, karyan kirawe
lêdan û bend û zîndan, zigdiřîn
qenare û qebir û kuştin û biřîn
dermanî derdî îrtica’ naka
ba řêy hełatin boxoy peyaka
***
lawanî kurdîş leser ew ḧałeş
legeł em jîneş, ew řojetałeş
dest dirêj deken bo destî êwe
swênd exon leser mebestî êwe
ta teřayîy xwên le řegyanda bê
ta şeřhełgîrsên le dinya mabê
bebê mandû bûn bê şilî û sistî
têkoşin be gyan leřêy serbestî
nek her serbestîy xakî kurdistan
bełkû řizgarîy hemû jêrdestan
êweş ey lawan name, hawarêk
lew kurde zore basêk, pirsyarêk
kurdîş wek êwe tîrey însanin
şerme xeber û basyan nezanin
komełî bezey canewer heye
kurd ke însane lêy bêbehreye
nabê wîcdantan beme řazî bê
gurg lenaw meř herxoy qazî bê
lenaw govar û řojnamekana
le koyûnewey řoj û şewana
yadêkî biken le kurdî hejar
qûle le gurgî weḧşî îsti’mar
ger êwe destêk bidene destim
her hêndey lenaw zelkaw hełdestim
kurdim benawbang aza û bekarim
yek bim xenîmî hezar neyarim
diłdanewêkim êwe bo binêrin
mergî dagîr ker bexom bispêrin