swêndêkî gewre
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
3 Xulek
1650 Dîtin
behoy cêjnî yekemî mangî mayoy sałî 54 gutrawe
le xew řapeřn kê kirêkare
meçne kar emřo yekî eyare
xeber binêrin bo nizîk û dûr
kowebin, hełken ałayekî sûr
asnigerê bê kutkî leser şan
řenicberê xoy û dasêkî dem pan
le dewrî ała sirûdî cêjin
be ahengî berz têkřa bibêjin:
***
ey sermayedar pîsî pare zor
sipî leş, diłřeş, zigzilî xwênxor
tenbeł, tewezel, tirsenok, xwêřî
banbankî nûstûy ser komay zêřî
takey ta kengê dekûjî, debřî!
ême bew paret defroşî, dekřî!
çon min şew û řoj areq biřêjim
qet tamî çewrî û şîrnî neçêjim!
çon genmiçên bim şik nebem nanê
çi dînêk emey beřast ezanê!
deskarî min bê koşk û serserat
keçî cêxewê le min bibê qat!
ḧerîrî bertan min řistim çinîm
êwem poşte kird her xomim çi nîm!
takey dartaş bim bê derk û kursî
coła û cutêr bim bê derpê û birsî?
takey firmêskî jin û mindałim
areqî řijtûy řencî çend sałim
dedey be areq xot serxoş dekey!
min nexoş dekey xot bêhoş dekey!
ey załim dinya be pêç û dewre
bilerze û bibye em swênde gewre:
***
swêndim be yekem cêjnekey eyar
swêndim be hêzî çînî kirêkar
swêndim be çirç û loçî nawçawim
destî qełşawim, laqî swawim
swêndim bew baske kutik eweşênê
swêndim bew piştey koł eřfênê
be gasin, be das, be şanî bequř
be pestekî kon, be çoẍełey şiř
swêndim be řengî zerdî bê nanan
swêndim be nûstûy şew le kołanan
***
be şořişgêřî uktobrî mezin
pałewananî hergîz nabezin
parêzgaranî sitalîngirad
gyanfîdayanî sovyatî azad
swêndim be lawî korya be çîn
be zebir û zengî lawanî vêtmîn
bew tûnsyaney le benda řizaw
swêndim be zengî, be řimbî mawmaw
bew xwêney pirdî beẍday kird řengîn
be řapeřînî kanûn û teşrîn
bew tûdey nawî kird le dinyada
bewaney kujran le mihabada
swênd be barzanî çołkiraw, sûtaw
be qudsî û ’îzzet, xeyrułła û xoşnaw
swênd be aştî, be kotrî selam
be jîn û xoşîy giştî û berdewam
hîç sat û katê des hełnagirim
yan heq destênim yan boy demirim
makarsîKes, dałasKes, dewît zenawêrKes
be mang weřînyan bê sûde, bê xêr
têm berdey hezar kayKes û sîngiman řîKes
awatî dwařoj her dehênme dî
bombay mîkirob û hêdrojîn, atom
deyxeme milit û dethawême gom
de hêndey dîkeş wek zahîdî û şat
nûrî û beyar û melay pîsawat
haka twanewe bûne befrî par
her payedare hêzî kirêkar
lafawî mêjû be guř û tawe
pîsî û piřupûş exate lawe
bezim egrîn leser gořî zordaran
dinya debête cêjnî hejaran