xanmekem

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  812 Dîtin
řîgam dûre
tirsî řêga bê sinûre
xanmekem
de hełse pê
berew çya hengaw binê
xanmekem
***
lew kateda ke bałay min
le naw ełqey petî dujmin
şoř debêtewe berew xwar
xanmekem.
to dezanî gyan û bîr û karim hemû
berew çya hełdegeřên
bo lay ewînî řabirdû.
bo lay hawřêyanî pêşû.
pêyan dełî:
estêreyekî dî kirêkaran
êstake mird.
welê herwa.. be bêhûde
koçî nekird.
le pêş koçya
bedeyeha
estêrey lawî dirust kird.
heryekeyan
wek hawřêman
kiřnûşyan bo gořînêkî řîşeyî bird.
***
řêga dûre, lêy metirsê xanmekem.
em jyanem, bêhûde nîye desûtê
xanmekem.
biřwane xor, dadegîrsê
xanmekem.