sîrwan pasportî nawê

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  890 Dîtin
şepolekanî zêy danûb
katêk degene bodabêst
bonî kezîyekanit deken
serhełdebiřn
le naw hezareha
kîj û kuřî destilemlanda
bo herdûkman çaw degêřn
demanbînin:
hêşta destilemlan nebûyn.
le naw hezareha hezar
hêşta destilemlan nebûyn.
çon? destilemlan bibîn!!
minêk gişt, maçêkî bêdeng
lelam:
têxuřînî garde.
toyek gişt çirpeyekî deng
lelat.
tûřebûnî sarde.
çon? destilemlan bîn!!
êmeyek hemû jyanman
naweřok û çwarçêwekey
«na- nekey»ye.
êmeyek hemû jyanman
perwerdey çewt û lekeye.
na.. na
ey şepolekanî danûb
legeł hemû emaneşda
gileyî le ême meken
katêk geyştine derya û
oqyanûsekanî dinya
her şepolêkî sermest û şermintan dî
ewe şepolî mendî zêy «sîrwan»e
lêy bipirsin:
gelêk êwe, benawya, dên
bo bêdengin?
ewsake, ew
basî destilemlan nebûnî
ême deka.
herçîyekî wit:
ew řast deka.