heman pete

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  712 Dîtin
kuřî dû xêzanî řenicder
le çwarbaxî silêmanî
dû hawřê bûn
le mergî jûrî zîndana
hawxebat û gyanî gyanî
ke gardeke nawî hênan
eman le şîrîn xewda bûn.
zor nebû ke hênrabûn.
* yekemînyan:
bexeber hat û gurc hełsa
hawřêkeşî agadar kird
zorî nebird
berew mergêkî piř şiko
hengawekanî kewte go
* duwemînyan:
hêşta çawî xewałû bû
welê dû hengawî mezin
pêş hawřêkey xoy kewtibû
bałay
wek birûskey zîw bû
hengawî
çekuşekey kawey
zewî zîndan lêy toqîw bû.
qijî ałoskawî:
sê mang şane û awêne
nedîw bû.
samî kirasî mergekey,
be zerdexeneyek şitbû.
xewnêkîş nihênî û betam,
çawanî nermî řiştibû.
serkewt û ełqey petî girt
têr bonî kird
geşayewe û be hawřêy wit:
xemit nebê heman pete
xoyetî û diłnya be
nasîmewe, eme bonî
gerdinî şêx şehabe.