pêẍemberêkî pyawkuj

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  687 Dîtin
ḧezî dekird beyanyan
legeł şîlan
bo qutabxane biçwaye
leber derga
nawçewanî maç kirdaye
ewsa karêkî hebuwaye û
boy biçuwaye.
***
emîş mirove
emîş wek êwe
bawkî kîjêkî nermunyane
emîş ḧezî
le karkirdin û jyane
jyanêkî mirovane
bo xoyî û
çîn û
newekey.
bełam deşê
êwareyek, negeřêtewe małekey
deşê termekey
weku termî pêẍemberêk
leser şeqamêk bikewê
deşê win bê
deşê
deşê
hemû an û satêk deşê
yan bikujê
yan bikujrê.