diłî xwa

Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  661 Dîtin
ew şewey (xende)
têkeł hîway em jîne bû.
qubbey em şare
bê estêre bû.
girya û giryekey
geyşte lay xwa
xwa diłî let kird
be asmana hełî da
xende le xoşîya mird
ew îşêkî başî nekird
kaşka
xende nemirdaye
kaşka xwa diłî
bo xende, let nekirdaye
kê dełê ger bimaye
derz û şořşêkî nwêy
bo kurdistan danenaye
kê dełê..kê?