ḧenîle gileyîm lê naka
Li pirtûka:
Pelkezêřîneş Namo Meken
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
2 Xulek
910 Dîtin
ḧenîle
weylê.. wayî.. seḧere
le tarîk û řûnî em seḧereda
debme çyayek berdî meřmeř
debme řûbarêk giřî befeř
le qendîlî «tûr»y kurdida
debme aşna û xerîke řawêj..
na.. na.
karwanî em denge
hezar û yek qatirsiwarî legełe
hezar û yek xencerî debanyan
pêye
lem seḧereda demkujin!
çîye em dengey
merhemî sařêjbûnî
hezar û yek zamî xencere?!!
çîye em dengey
wek genim demhařê û
demka be nan bo «ḧenîle»?!!
ay.. ay ay yay
çi dengêke
emey sozî dapłosînî
nahêłî têy bigem?!!
kaşka lem tenyayîyeda
le baxełîda
nenûstimaye.
kaşka
dugmey berokî
em dengem
netrazandaye.
gelî biraderîne
eme dengî sêweye
yan tavgey xwênêkî germe û
beser befrî gyanmida
deřjê!!
weylê.. wayî.. seḧere
le tarîk û řûnî em seḧereda
debme çyayek berdî meřmeř
debme řûbarêk giřî befeř
le qendîlî «tûr»y kurdida
debme aşna û xerîke řawêj..
na.. na.
karwanî em denge
hezar û yek qatirsiwarî legełe
hezar û yek xencerî debanyan
pêye
lem seḧereda demkujin!
çîye em dengey
merhemî sařêjbûnî
hezar û yek zamî xencere?!!
çîye em dengey
wek genim demhařê û
demka be nan bo «ḧenîle»?!!
ay.. ay ay yay
çi dengêke
emey sozî dapłosînî
nahêłî têy bigem?!!
***
sed ḧeyf û mexabin kaşka lem tenyayîyeda
le baxełîda
nenûstimaye.
kaşka
dugmey berokî
em dengem
netrazandaye.
gelî biraderîne
eme dengî sêweye
yan tavgey xwênêkî germe û
beser befrî gyanmida
deřjê!!